2 Eylül 2021 Perşembe

du pêkenokên unîversal-gerdûnî

Ciwamêrek destê xwe li texsîyeke tucarî bilind dike û texsî tê lê disekine.
Ciwamêrê me li texsîyê siwar tê û texsî bi rê dikeve.
Teyba texsîyê vekirî ye; dengê muzîkê li hundirê texsîyê olan dide.
Ciwamêrê me dibêje, "Ji kerema xwe re wê teybê bigire. Ma di dema Hz. Muhamed de muzîk hebû! Guneh e, guneh!"
Şofêr bersivê nade. Bi haweyekî hêdî hêdî texsîyê li qiraxa rê îstop dike û di ser stuyê xwe re li ciwamêrê me dizîvire; dibêje, "De ji kerema xwe re derî veke û ji texsîyê peya be; dema Muhamed texsî jî tune bûn; çûyin û hatin bi deveyan bû; here gazî deveyekî bike, bila deve te bibe."

Yekî misilman, yekî xirîstîyan û yekî cihû li hev rûdinin.
Mijara wan pereyên xêr û xêrxwazan e.
Ewil ji yê xirîstîyan dipirsin; dibêjin, "Pereyên xêrxwaz tînin, tu wan pereyan çawa belav dikî?"
Xirîstîyan dibêje, "Ez xêzikeke gilover çêdikim û di hundirê wê xêzikê de ez wan pereyên kombûyî difirînim, diavêjim hewa. Pereyên derdikevin derveyî xêzikê ji min re ne, pereyên di hundirê xêzikê de dimînin ji Xwedê re ne."
Misilman dibêje, "Ez jî wek te dikim, lê pereyên di hundirê xêzikê de dimînin ji min re ne, pereyên derdikevin derveyî xêzikê ji Xwedê re ne."
Misilman û xirîstîyan difitilin ser cihû; dibêjin, "Le tu çawa belav dikî?"
Cihû dibêje, "Weleh ez jî wek we wan pereyan difirînim, diavêjim hewa, yên Xwedê wan ji xwe re zevt bike ji wî re ne, yên dikevin erdê jî ji min re dimînin."