5 Eylül 2021 Pazar

dîplomasî mîplomasî û kitêba reîs

Reîs Erdogan dibe nivîskar; di demeke nêzîk de kitêba wî derdikeve pêyasê.
Û dibêjin buhayê wê jî çel lîreyê tirko ye.
Çavnebarî û têrnexwarî tiştekî werê ye qey!
Ser û binê Tirkîyeyê li ser navê xwe tapo kir, ne bes e, dike kitêba ne kitêba xwe jî bi darê zorê bifiroşe xelkê.
Çi?
We got kî yê bikire?
Ji bavê kê zêde ye nekire!
Weleh ew ê bikirin û pê re wêneyan bigirin û li ser medyaya civakî jî par ve bikin.
Rebeno bi xwe re nabîne li ser nigan biedile, îja çawa kitêb nivîsand!
De ka em binerin bê qala çi kiriye û çi nivîsandîye!
Heger ez bi xwe nexwînim jî, îlhez em ê ji hin kesên bixwînin bibihîzin bê qala çi kiriye...
Axir!
Her pêxember bi kitêba xwe heye; loma jî ji Reîs re jî kitêbek hewce ye.
Reîs ê piştî kitêbê pêxembertîyê jî li xwe zêde bike.
Em! 
Nizanim,
lê tirk ê pê bigirin!

Heyeta CHPê çûye Kurdistanê...
Xêr e gelo?
Dîsa çi diqewime, yan jî dike çi biqewime?
Gelo dîsa hazirî mazirîya pakêt makêtan dikin!
Min go dek û dolab li cem tirko xelas nabin!
Divê başûrekanem pir û pir baldar bin!
Çi CHP, çi AKP, çi MHP, çi DEVA û çi SAADET û çi HDP...
Eman û eman!
Yek rê heye û hemû rêwî ne di rêya tirkîyeyîtîyê de...

Gotina Dawî
Ji dêvla bi dehan serek û serokan, tenê Messîyekî me, yan jî Ronaldoyekî me hebûya, nuha ji zû de kurd jî netewek bû ji neteweyên dinê...