11 Eylül 2021 Cumartesi

govenda bêhişan

Li alîyekî welatê min:
Qesîde!
Qewl!
Zikir!
Û cizb!
Şêx û mele, hecî û sofî mîna bi bonzaîyê dewx bûbin, hiş bi hêlekê ve dipengize, mentiq bi hêlekê ve...
Govend e, govend, lê kî bûk e, kî zava ye, ne belî ye.
Li alîyekî welatê min jî:
Îdeolojî!
Sosyalîzm!
Demokrasî!
Wekhevî!
Û sloganên biratîyê!
Xwende û rewşenbîr û sîyasetvan hewl didin ji bêzimanîyê miletekî çêkin.
Û miletek li ber senfonîya xwelîserîyê hêdî hêdî di nav çend miletên din de dimehe.
Bîyanîyekî digot:
Heger doz û dahweya we yê ne serxwebûn be, xwe ber bi pêlên asîmilasyonê ve berdin, qet nebe bêyî hûn xwe biêşînin, hêdî hêdî hûn ê bi haweyekî entegre asîmile bibin.
Lê hîn jî xwelîserên xwe wek zana û rewşenbîr dibînin û xwe li ser serê vê civakê qure dikin, bi haweyekî megalomanî û fisgenîtî hewl didin bi zimanên dagirkerên xwe miletê ku bi vê dozê hew maye bibe toz, ji vê xewa belengaz şîyar bikin.
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!

Gotina Dawî
Heger Xweda bikute meriv, nabêje tu gay î yan transeksuel î!