29 Haziran 2024 Cumartesi

hêmo û mêşo

Mêşo destê xwe dirêjî kevçîyê qedeha çaya ber xwe kir, bi serê kevçî girt û bi haweyekî sivik û rîtmîk ew kevçî li hundirê qedehê li hev zîvirand. reqînî ji qedehê anî, şekir di binê qedehê de hilîya jî nesekinî, bi qasî nîvdeqeyekê reqînîya qedehê dewam kir.
Hêmo got:
-Bi telaq Mêşo, wextê tu qedeha xwe li hev dixî, li ber şingînî û reqînîya qedeha te reqsa meriv tê. Malnexerabo, ne tenê şekir, te binê qedehê jî hiland. Bes e weyy!
Mêşo lê ho veneda. Piştî gotina Hêmo neh deh sanîyeyên din jî qedeha xwe li hev xist. Dû re kevçîyê xwe ji qedehê derxist, danî qiraxa teblîka qedehê û qurtek jê vexwar:
-Oxxx, çi xweş aa!
Û fitilî ser Hêmo:
-Haa Hêmo! Ji zû de ye min digot ez ê bipirsim bipirsim, lê ji bîra min diçû.
-Çi? Çi ji bîra te diçû, mîrê mêşan?
-Ev tu ji min re nabêjî, çima ji we re dibêjin mala mirîd? Ma qey berê hûn apocî bûn, hi ii?
-Lo lawo, çi apocî çi quzê kerê! Îja tu dikî tiştinan bi me ve bzeliqînî! La hewle wela! Em ne quzê kerê ne! Rehmetîyê kalkê min pir bi ser quz û nîyhandinê de bû; te ew di nav beroşa quzan de bikelanda, dilê wî rehet nedibû, jê têr nedibû, loma jî wî zemanî jê re gotine mirîdê quz mirîdê quz û ew mirîd ew ro ev ro ye bi me ve zeliqîye, ji me re bûye wek paşnavekî.
-Heylo! Wek meseleya Mala Quzalês!.. 
-Çiii? Te got quzalês?
-Erê, ew Çeçanê Quzalês jî, yê nizanibe, ew ê bibêje qey li ser rûyê vê erdê quz miz nehiştîye loma jê re gotine Çeçanê Quzalês, lê ne werê ye. Rastîya çîrokê ev e: 
Rojekê dengê wî û gundîyan tê. Gundî digirin ser mala wî, ji tirsa dikeve tev. Ji hewşê direve hundirê xênî û derî li ser xwe diqufêle. Li hundir dibe hewar û gazîya wî. Ji bo xwe bide efûkirin û avekê li êgir bike û gundî aş bibin, bi bergerîn dest bi lomeyan dike û hewl dide dilê gundîyan bi xwe bişewitîne: “Ez kûçikê we me. Ez xulamê jina we me. Ez dest û nigên we û jinên we maçî bikim. Ez quzê jinên we bixwim, bialêsim!” Ji tirsa wê kêlîyê, rebeno hema çi tê ber devê wî dibêje; her tiştî tev hev dike û pê de dirî. Gundî, bi bihîstina wan gotinan bêtir har û dîn dibin û derî dişikînin û êrişî hundir dikin. Çeçan didin ber çoyan; ne serî dimîne, ne parsû dimînin, ne pişt, ne jî çîp û nig, wî dixin nav merşan. 
Îja nifşê berê dizanîbû Çeçanê Quzalês çawa bûye Çeçanê Quzalês, lê nifşê nuha nizane. Hay ji nifşê nuha heye Çeçan Quzalês di dem û dewra xwe de Tecawizcî Coşqun û Nûrî Alço bûye. Erê lo, eynî wek meseleya mirîdtîya we û mala we lo.
-Ê law Mêşo, te di bêhnekê de ne apocîtîya me hişt, ne jî quzalêsîya me! Ev tu çi tuxim e lo?
Di binê qedeha Mêşo de bi qasî qurtekê çay mabû. Mêşo destê xwe dirêjî qedeha ber xwe kir, rahiştê û bi ser xwe dakir û li xwe zîvirî li hêla ocaxê li Birhan nerî:
-Birhano, hela ka vê carê jî ji apê xwe re lezoyekê bîne. Û dîsa fitilî, di ser xwe re li Hêmo nerî:
-Haa! Û bira meseleya min a mêşan jî ne wek xelk dibêje ye. Min mêş nedikuştin, bi destan min ew digirtin, min destê xwe li wan sist dikir û dida ber guhê xwe. Bi qasî bêhnekê min guh dida wê newa û melodîya ji çerpîna baskên wan difûrîya û dîsa min ew berdidan.
Hêmo rahişt qutîya xwe ya tûtinê, kir bêrîka çakêtê xwe û rabû ser xwe. Berî li xwe bizîvire, dîsa li Mêşo nerî û bû niçeniça wî:
-De îja meriv zilam be û meriv rabe lezo vexwe!..

28 Haziran 2024 Cuma

kulmek bextewarî

Bexto li devê derî rûnişt, bi misînkê xwe destmêja xwe girt û rabû ser xwe, lê berî dagere hundir, ji misînkê xwe kulmek av bera kefa destê xwe yê çepê da, ew kulma avê di devê xwe de werda û hêdîka rijand binya nigên xwe û li xwe zîvirî. 
Berî şimika xwe ji pê bike û gava xwe biavêje hundir, misînkê xwe spart dîwarê ber derî û derbasî hundir bû.
Lawikê wî Xêro deh duwazdeh salî bû. Li bavê xwe pir miqate bû; ku bavê wî dest bi destmêjê dikir, wek çiprîskê ji cîyê xwe hilor dibû, bi rev diçû li şujdeyê digerîya. Te yê sûnd bixwara wezîfeya wî ya esasî raxistina şujdeyê ye. Çav her li liv û tevgera bav bû.
Erê, wextê Bexto derbasî odeyê bû, Xêro şujdeya wî raxistibû. Rasterast berê xwe da şujdeyê û ber bi wê ve çû. 
Berî li qibleyê “Alahuekber” bi zorê ji nav lêvan hat bihîstin.
Piştî nimêja xwe kir, tibabekî ji ser şujdeyê ranebû ser xwe; her du dest li pêşîyê vegirtî, di ber xwe de çend dua kir ji ometa Muhamed re.
Dû re rabû şujdeya xwe li hev pêça, bir danî ser bahlîfa ber derîyê odeyê û bi dengekî dawidî bang Xêro kir:
-Haa Xêro! Hela ka ji bavê xwe re wî cebeşî û kêr û mesefekê bîne. De zû, dee!
Cebeş cebeşê Amedê bû, bi qasî nîvê qalibê Xêro bû; Xêro bi gindirkê ew anî li ber bavê xwe ediland û di nig de dîsa vegerîya hêla malê ya din, kêr û mesef jî anî danî ber bavê xwe û wî jî xwe li ber xweş kir.
Bexto rahişt kêra xwe û cebeşê xwe di nêvî re kir du felqe; cebeş sorîkur bû, av ji devê Xêro za.
Wextê Bexto cebeşê xwe jê dikir, zêde kêra xwe kûr danedixist, bi qasî stûrbûna tilîyekê cebeş bi qalik ve dihişt.
Axir, Bexto cebeşê xwe temam kir, qalikên xwe danîn ser sinîyekê û ji Xêro re got:
-Berxê min, here bibe mala Şadî, bila van qalikan bide çêleka xwe.
Xêro rahişt sênîka qalikan û wek bayê bezê xwe li derî qewimand, di bêhnekê de xwe gîhand ber derîyê mala Şadî; jixwe derîyê hewşê vekirî bû. Xêro got:
-Metê Bozê! Metê Bozê! Va ye min qalikên cebeşan ji çêleka we re anî.
Bozê bi bişirîn hat ew sinî ji destê Xêro girt. Xêro jî ji çila cebeş, çawa hatibû werê jî li xwe zîvirî, bi rev xwe malê girt.
Bozê derbasî hêla malê bû, çû ji ser dezge kêrek ji refika dezge derxist û hat di ber sinîya qalikan de rûnişt. 
Ew cebeşê ku bi binê qalikan ve mabû, xweşik xeritand, xist sênîkekê û rabû ser xwe, ber bi salona malê ve çû. 
Her du keçikên Bozê rûniştibûn, ji xwe re bi holîkan dilîstin. 
Bozê ew sênîka cebeşan bir danî ber wan. Her du keçik çawa çav li wê sênîkê ketin, dev ji lîska xwe berdan û bi kêf û bişirîn êrişî cebeş kirin; şotika ava cebeş di qiraxa devên wan re diherikî nav pêxîlên wan, lê ji bextewarîya wê kêlîyê, ew ava mezeloqî ne xema wan bû.

27 Haziran 2024 Perşembe

dîsa ji şevan şeveke tarî

Ji bîr nekin!
Heya hûn terka jîyîna xwe ya bi tirkî nekin; çi fikirîn, çi axaftin, çi nivîsandin, li ser “Kurd/Kurdî/Kurdistanê” hûn çi bibêjin jî, tenê masturbasyon e.
Û dagirker li ser bêhişîya we orgazm dibin!
Haa!
Tenê kurdîzanîn jî bi tena serê xwe têr nake, heger vîzyon bi te re tune be.
Yanî…
ne bi tirkî li ser serê me quretîya neteweperestîyê bikin, ne jî kurdî ji xwe re bikin pîne û talde û stargeh.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
kurdî bin, lê têr û tije û zana bin.
Lê…
ji vê re jî qûneke mezin lazim e, mîna qûna Jennîfer Lopez, lê bi şertê her ku here nebe buxçik, bêtir bişide.

-Hoo xwarzê! Kuro, te xêr e tu weha ketîyî nav mitalan û di ser kîrê xwe de diponijî?
-Xalo, weleh zarok hûr in û ez li siberoja wan difikirim.
-Lo lawo, erdên te, pez û tariş û dewarên te, rez û dahlên te, bi qasî tu li siberoja zarokan difikirî, nêvîyê wê tu li siberoja zarokên zarokan jî bifikirîyayî…
-Te go siberoja zarokên zarokan? Çawa yanî? Ew çi ye?
-De bi xêr kengî tu ji mal û milkên dinyayê têr bûyî, were li ber sîya gunê xalê xwe vekeve, soz xalê te yê ji te re çîroka siberoja zarokên zarokan bibêje.

Gotina Dawî
Siberoja zarokan mal û milk û pere ne, lê siberoja zarokên zarokan ziman û ax û welat e!

26 Haziran 2024 Çarşamba

axir

De bêaqilino, dee!!!
We Kurdistan serbixwe û azad kir, îja dor hat şerê kurmanc û zazayan!
De îja ev kurmanc û zazayên şer dikin jî, ne kurmanc kurmancî ne, ne jî zaza zazakî ne;
her du alî jî li hêlana tirkan rûniştine û li ber strana “berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme” bi haweyekî bêhişî xwe kil dikin û dihejînin.
Ez ê bibêjim,
ka aqil!
Lê jixwe ji mêj de ye rebenê aqil ji serîyan koç kirîye.
Axir…
Ev mîrata “axir”ê jî bûye mezeloq û bi zimanê min ve zeliqîye; heya nebêjim “axir” nizanim di ser mijarekê re gav bikim û derbasî mijareke dinê bibim.
Axir û ez êdî di ser vê mijarê re gav bikim,
lê…
gavavêtina di ser mijarekê re ne karê her mêrî ye û her jin jî nikare qayîşê bi mêran re bikişîne, dema mijar dibe afirînerî.
Ya star!
Tu yê sûnd bixwî ez ji bêvila Şeytên ketime!..
Çawa min mijar bir li wekhevîya jin û mêr sekinand, lê ne bi xezeba serokê sererd û binerd;
lewra…
wekhevîya ew diparêze, ne wekhevî ye, wek hevîr e û ew hevîr jî hevîr e, haa; nerm û germ, mîna can û ten û bedena jinhorîyan.
Îja heger rojekê Xweda emrê serokê sererd û binerd bistîne, 
bi şaşika serê seydayê min mele Birhan, nav qewmê Lût ê jî bi destê wî nekeve.
Erê, axir.

Gotina Dawî
Axir!..

hema ji acizî

Ev çend roj in li ser nêzîkayî û germayîya têkilî, eleqe û pêwendîya Recep Tayyîp Erdogan û Ozgur Ozel gengeşî hene.
Îja heyran…
ku mesele dagirkerî be, çi çepgirî çi rastgirî, çi xwedanenasî çi îslamîstî, hemû destê kêrekê gûyê ser bêrekê ne,
lê ya sosret ew e…
em jî diherin xwe li wî gûyî digirin û bêhn dikin.
Ka aqil!

Ez nizanim şens û sihûda min e yan kurdî pir balê dikişîne, piştî ez nivîs û wêneyên erotîk par ve dikim, li ser rûpela min a twîterê tu li vê sosret û xezebê; çi qas eskort/qehpik/tog/orospî/fahîşeyên navneteweyî hebin li ser rûpela min hemû tên, dikevin dorê!😳!
De îja tu li van memikan, tu li van çîp û qûn û quzan…
Dilîrînin, dilîrînin!
Ê heyran,
wextê Xwedê bide hinekan, nabêje tu lawê kê yî!
Ew lawik jî ez im.
De bixwe û dengê xwe neke, Devlikeno!
Erê bi Xwedê…
Bi vê xezebê min pişt xist ber xwe, van çend rojên dawîn.!
Axir…
Haa!
Hûn ê bibêjin twîtter bûye X lê hîn wîtewîta te ye, Devlikeno.
“Kurmê şîrî heta pîrî” gotîye pêşîyên me.
Û ez jî didim ser şopa wan pêşîyan.
Ê de qey rojekê hin gotinên min ê jî têkevin nav gotinên pêşîyan, lê wer xuya ye ez ê jî wî zemanî li ser dilê horîyan bifîkînim û dîndarên hov û fehş jî, ew ê li ber melodî û newaya fîkandina min bi xwe xweş bînin ango masturbasyonê biceribînin.
Dîsa axir…

Gotina Dawî
Ka ez piçekî li maça Danîmarka û Sirbîstanê binerim bê kî dikute kê?

24 Haziran 2024 Pazartesi

tirşika bêgoşt

Li Amerîka û Ewrûpayê kêfa futbolê, li rojhilata nêzîk şerê Israîl û Filîstînê
û li welatê min, 
li ber kelekela germa havînê terş û xwedî bi hev re dişewitin, 
mixabin.
Haa!
Û divê ez vê jî bibêjim,
yê ji kîr re nebêje kîr û ji quz re nebêje quz, ne ji me ye!..
Lê ya girîng hûn dizanin çi ye?
Bûguman…
ji bo kurdan,
bi taybetî jî,
ji berpirs û nûner û rêvebirên Kurdistanê re dibêjim;
di rewşa me ya îro de ku li ser axa Kurdistanê roj bi roj kurdî dihile û bêhna sekratê jê difûre,
hewce ye hûn ji bo her çapa kitêbeke kurdî qelenê jinekê destekê bidin nivîskarên xwe;
lewra…
ew, xwîna xwe vedixwin heya kitêbekê dikin kitêb û ew kitêb dihere çapê;
lê jixwe…
piştî ew kitêb ango ew ked ji destê wan derdikeve û dihere digihêje çapxaneyê, 
êdî ne ew, 
weşangerên tucar ku xwîna nivîskaran dimêjin, simbêlê xwe ba didin.

Gotina Dawî
Ez di nav simbêlê we de bimîzim!


23 Haziran 2024 Pazar

hov hov e

Piştî maça Portekîz û Tirkîyeyê ku Portekîzê bi sê golan Tirkîye têk bir û qûş lê qetand, li ser medyaya sosyal, bêguman yek ji wan kesan jî ez im, hin kurdan kêfxweşîya xwe anîn zimên, 
lê li ser vê helwestê hin barbarên ku kes nizane bezê paş guhê bavê wan ji ku ye, rabûn xwe aciz kirin û xwe bi gûyê xwe dan.
Wek her car dest bi gef û fortên pûç û beradayî kirin:
“Madem hûn ê dijminatîya vî welatî bikin, bicehemin herin Iraqê! (Kurdistan)”
Min di gilika jinê nîyho!
Em xwedîyê vê axê ne, ne xwedîyê vê dewletê.
Û ax jî navê xwe ji xwedîyê xwe distîne, ne ji kûçikên xwe.
Hûn kûçik û kûçiktîya xwe bizanin. 
Meraq nekin û xeman nexwin, em ê tu carî we bê hestî nehêlin.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
dewlet îro hene, sibê tune ne, lê ax her ax e!!!
Û zemanê bê, wek her dagirkerî hûn ê jî dêla xwe têxe nav şeqên xwe û bicehemin, biqeştin û herin…
Haa!
Û her weha em ê nehêlin meyt û cendekên wê jî tev li vê axê bibin 
û vê axê bilewite.

Gotina Dawî
Ev hezar sal in hûn kedî nebûn, ji nuha şûn de jî em ê hew dem û enerjîya xwe li we xerc bikin;
lewra hov hov e û hewce ye li nav çol û çîya û daristanan bijî!..
Sedeqelahulheq!

22 Haziran 2024 Cumartesi

futbol û qolincên bêdewletîyê

Hema kî bera tirkan bide, em ew e!
Vî zemanî,
nahlet li bêdewletîyê bê!
Portekîzê qûş li tirkan qetand, lê dikarîbû du sê golên din jî biavêta;
îja…
kêf li tirkan qewitî
û bi vê orgazmê îşev ez ê qûnê li xewê biqetînim.
Axir…
Nahlet li pêşîyên me bê ku 
mîna zarokên bê dê û bav hişt bi stuxwarî em li ber sîya alayên dewletên bê bext û bê ûjdan pal bidin,
rakevin û di xewnên xwe de xwe li alaya xwe bipêçin û bi niqirîskan şîyar bibin.

Gotina Dawî
Heya Kurdistan jî alaya xwe li nav alayên neteweyên din di qada navneteweyî de li ba dike, em ê bibin alîgirê reqîbên dijminên xwe.

21 Haziran 2024 Cuma

bibin kurdistan

Çîyayê Mazî dişewite!
Hewar hewara kurdan bi kurdî digihêje ezmanê heftan, lê mixabin,
ji ber ku Xweda bi kurdî nizane, jixwe hewce nake isreheta xwe xera bike.
Qîrîna pez û dewar û sewalan jî bi ser ezmanê şeşan keve û here xwe bigihîne ezmanê heftan jî ne xema gunê wî ye; 
lewra ji mêj de ew rebenên bêziman ji evdên wek xwe re kirine qurban 
û ji bo fantezîyên xwe yên beradayî tîna kêrê li ser stuyên wan rebenan her û her hîs bûye.
Axir…
Dewleta dagirker a ku bi zorgayînê mehra xwe li me kurdan birîye, li ber hewar hewara me kurdan fantezîyan diceribîne, bi haweyekî masturbasyonîst.
Û partî û rêxistinên “kurd”an,
hîn jî li ser biratîya tirk û kurdan, bi romantîzmeke fehş qerf û henekên xwe bi aqilê me kurdan dikin. 
Û her weha,
di bin sîya dewletan de bi haweyekî qeşmerane û teresane kurdan hînî bêdewletîyê dikin, mixabin.
Bêguman,
kurdî jî li ber tayê tolikê govenda bêhişîyê digerînin.
Şabaş ji bênamûsîyê re, şabaş!
Şabaş ji teresîyê re, şabaş!
Û sibê dîsa wek her car em ê her kes wî agirê ku ji Çîyayê Mazî pejiqîye nav dilê me, ji bîr bikin û wek tiştek nebûye em ê serê xwe li ber dewleta xwe deynin û bejna xwe jî li ber milîtan û sîyasetvanên xwe bitewînin.
Nizanim ka ev cara çendan e, lê ez ê dubare bikim;
ka aqil!

Gotina Dawî
Bibin kurd, bibin kurdî, bibin Kurdistan!

19 Haziran 2024 Çarşamba

vî zemanî

Ne tenê xwendin bi tena serê xwe meriv dike bîrbir û zana;
ne jî tenê kinc û cilûberg bi tena serê xwe meriv dike medenî û modern;
îja heyran…
vî zemanî pere meriv dike bîrbir û zana jî, meriv dike modern û medenî jî;
lê…
heger di hundirê meriv de tune be ew cewher û  qumaşê meriv ne esîl be, her tişt li ser meriv wek pîneyekê beloq disekine, mixabin.
Û jixwe…
gundî jî ji pîneyan hez dikin.
Yanî…
dinyanedîtî ji nişka ve dinyayê bibîne, ew bifitile ji bavê xwe re bibêje, 
“Yabo, taq mezin e yan qûna min?”
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her tim min ji kesên sade ango wek xwe hez kirîye;
wek xwe:
yanî yên ji dilê wan çawa tê werê dibêjin û tev digerin
ango bêyî ku bifikirin bê gelo kî yê ji min re li çepikan bixe û ew ê bi kê xweş bê, dipeyivin/dikin/tev digerin.
Axir…

Gotina Dawî
Vî zemanî, zû bi zû kes wek xwe namîne.