11 Ağustos 2024 Pazar

dizên neqebekê

Min got qey Zeynî mêrekî bi sed mêrî ye, lê mixabin li ser şerefa xwe nema û ji ber gef û fortên apocîyan terîya xwe kir nav şeqên xwe û revî revî revîya, bi gotineke din, xwe mirand û ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Ka îja çend quriş jê re man neman, nizanim, lê fêdeya kir, ji qewla bav û kalan ku digotin, “Fêdeya şivanan nîyhandina keran e.” ji Zeynî re jî nîyhandina wî quzê boz ma.
De noşîcan be!

Gotina Dawî
Ji ber ku her kes ji bin xwe şil e, kes newêre serî rake û sekneke xurt nîşan bide.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
hemû dizên neqebekê ne!..

10 Ağustos 2024 Cumartesi

kurd bûne tîştîşî

Em kurd bûne du tîş anku du beş, mixabin.
Beşeke ji me;
çê xerab bi kurdî bizane jî, xwe welatîyê dewleta tirk dibînin; serî li ber alaya dewletê, sînorên dewletê, komar û pergalê/sîstemê tewandine, bi dîn û îman û ruhê xwe bûne tirk, mîna kurdên li ber sîya dîwarê TRT Kurdîyê pal dane û ji bo kurtêl an hestîyekî qeşmerî û meymûntîyan dikin.
Beşeke ji me jî;
bi îdeolojîyeke pûç û beradayî jehrdadayî bûne; kurd in, xwedê giravî kurdîtîyê dikin, lê bîst û çar seetan bi zimanê dagirkerên xwe anku bi zimanê tirkî sloganan diavêjin, diqîrin û çêr û dijûnan ji tirkan û dewleta wan re didin; ne dewleta tirk dizane bê ka çi dixwazin, ne jî em dizanin bê ev qûnçirandin û qûnqetandina wan ji bo çi ye!
Û bira beşeke din jî heye, erê ne zêde ne lê têra xwe jî hene;
ez bi xwe jî dikevim vê kategorî û sinifê;
em ji dêrê jî bûne, ji mizgeftê jî
û jixwe sînagog jî ku em bixwazin jî ew ê bawerîya xwe bi me neyne û derî li me veneke.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
me pê girtîye!
Haa!
Tew min dikira ji bîr bikira. 
Ku mijar germ dibe, mejîyê min xwe diesirîne û hin agahîyên xwepînekirî jê diweşin.
Min dikira ev beş ji bîr bikira, lê ji beşan jî beşa herî xetere ev e, bi min.
Beşa duzimanîperestên qûnalês ên konformîst û oportunîst û populîst.
Ne xwe ji dêrê dikin, ne xwe ji mizgeftê dikin û ku derîyê sînagogê girtîbe jî, mîna xilt erdê vedidin û dikevin hundir.
Ne dîn, ne îman, ne netew, ne ziman, tişt ne li ser bala wan e; ji bo wan a herî girîng û pîroz konfora wan e;
xwarin, vexwarin, ger û nîyhandin.
Ku tu bilêtên balafirên wan bibirî, ku tu li hotelan rezervasîyona wan çêkî, ku tu di festîval û resepsîyonan de navê wan di lîsteyên kêf û şahî û quretîyan de binivîsînî, êdî li ber derîyê te girêdayî ne û tu berê wan bidî çi bidî kê, nabûn tune ye.
Axir…
Em çênabin, mixabin!

Gotina Dawî
Weleh min qûn li gotinan qetand, lê dikim nakim dawî nayê.

zeynî û şoreşa doxînê

Ka îşev ji we re çi binivîsînim?
Hi ihii!
Kurmê min jî ev e û kin dirêj heya ez tiştekî nenivîsînim jî, ew kurm naşikê, mixabin.
De hîn ji nîvê şevê re pir heye; heya wê çaxê qey ez ê ji rojevê çend meseleyên ne cidî bidizim; heger bi destê min neket jî, ez ê ji we re ji dizîyên xwe dizîyekê bineqînim û bi hosteyîyeke serketî bihûnim û raxim ber we.
Lê dizîyên min jî dizî ne, haa!
Haa!
Berî hûn tiştinan bi min ve bizeliqînin, ez we li ber xim; dizîya ez qal dikim, ne dizîya hêk û mirîşkan e, ha!
Erê, meriv dikare ji wan re jî bibêje mirîşk, lê ev fêrîk in ne mirîşk. Ez bawer im we fêhm kir.
Axir…
Ka ez piçekî din guhdar bikim bê çi ji rojevê derdikeve, nebû, ez ê dest bi vegotina dizîyeke xwe bikim.
Lê na na…
Hewce ye ez li ser şaredarîya Qoserê û serok Zeynî çend gotinên qut û gilover bikim.
Bi serê şêx, ciwamêr şoreşek pêk anî û hew. Piştî têr nîyha wê qehpika ku feq li ber wî vedabû anku ji bo bêhna aksîyonê jê bê, piştî têr nîyha wê qehpika ku komplo li wî çêkribû, ciwamêr mîna dîkê qoqo xwe qup kir û ji ya xwe daneket;
bi kin û kurdîya kurmancî,
bi wê helwesta xwe, ciwamêr xwest bibêje, “Ez ê di wê qehpikê jî nim û ku hûn min aciz bikin û ez hêrs bibim, ez ê di we jî nim!”
Ê weleh ez zêde wî neheq nabînim, lewra jixwe yên wê zîhnîyetê temsîl dikin, kêm zêde hemû mirîdê doxînê ne û hûn sax.
Û ya din jî…
rebeno bi zorê baser kesî nedaye û nenîyhaye kesî. Wî xwestîye, wê xwestîye û ajotine ser hev.
Haa! 
Ya dêlik komplo anku bêbextî lê kirîye, ew jî, ne problema min e û divê ne problema we be jî.
Kîr rabûye, rep bûye û quz jî çûye li dorê reqisîye.

Gotina Dawî
Partî bûye partîya LGBT-Îyan, rabûne ji bo ciwamêr şeqên qehpikekê dane nava xwe û li ser dilê wê fîkandîye, hewl didin wî afaroz bikin.
Tew!!!

8 Ağustos 2024 Perşembe

sendroma kûçikatîyê

“Mixabin, lê nikarim rehet bisekinim, lewra mejîyê min zirkîrek e û xwe li mentiqê diboqîne. Û mentiq jî hur û azad e.”
                                  Gotina Nevîyekî Pêşîyan

Hûn bi kîjan zimanî dinivîsînin binivîsînin, lê bi zimanê dagirkerên xwe nenivîsînin,
ji ber ku…
dema hûn bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin, hûn xwe qels, dagirkerên xwe jî xurttir dikin
û xurt jî tu carî hesabê qelsan nakin!
Îja heyran…
jixwe derdê we ne xurtbûn ne qelsbûn e û ne dagirkerî ne bindestî ye jî, 
derdê we, tenê populîzm e û bi wê populîzmê jî hûn hewl didin sînorên konfora xwe firehtir bikin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ya hûn dikin…
êdî ji sendroma Stockholmê wêdetir sendroma kûçikatîyê ye;
lewra…
xwedîyê kûçik bi pihênan jî bikişe ser kûçik, ew kûçik terka xwedîyê xwe nake, tenê ji ber derîyê malê radibe direve, dihere li ber derîyê hewşê vedikeve;
anku…
têkilîya kûçik û xwedîyê malê li ser konforê çêbûye;
xwedîyê malê ji bo bi şev bêtirs serê xwe deyne ser bahlîfê û rakeve anku ji bo ewlehîya xwe xwedîtîyê li kûçik dike;
kûçik jî ji bo di şilî şepelîyê de li sikakan nemîne, di kadîna malê de an jî di xanîyê ardûyê malê tê de vekeve û êvaran jî çend hestî û çend kurtêlên ji ber şîvê bimîne, bibe para wî, terka xwedîyê xwe nake.
loma jî…
têkîlîya ku berjewendî jê bifûre, kûçikatî ye û kûçik jî di çavê xwedîyê xwe de her tim kûçik e; tu carî nikare ji hewşê derbasî hundirê malê bibe.
Û hûn nivîskarên ku bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsînin û quretîyan dikin,
ji bîr nekin!
Şerê bi zimanê wan, ew ê her tim serketina wan be, heger serê hevoka we binê hevoka we Kurdistan be jî!
Axir…
Ha te ji wan re gotîye, ha te ji dîwêr re gotîye, lê qet nebe belkî civak wan nas bike;
heger civak jî bi hestî û kurtêlan nehatibe bertîlkirin!

Gotina Dawî
Erê, ez dizanim ez bi we pir antîpatîk têm, lê hûn jî bi min hîç durist nayên.

7 Ağustos 2024 Çarşamba

şîna kesk

min go,
“demeke dûr û dirêj min ji şîn hez kir,”
lê şîn di eslê xwe de kesk bû!..”

6 Ağustos 2024 Salı

mele û xezeba doxînê

Xwedê Teela meriv ji şêx û mele û sofîyan bisitirîne!
Tew ku were û agir bi doxîna wan bikeve!..
Ya star û bêlome be!
Ma kî dikare xwe li ber wan bigire!
Tu her du çemên Dîcle û Feratê bi ser hev de berdî û li wê doxînê bikî, venamire.
Bi telaq venemirî!
Rast derew, xêr û guneh di stuyê Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullah de be, dibêje li Ameda ku mêrdînî jê re dibêjin Carbekir, meleyekî jina meleyekî revandîye.
Ya star û dîsa bêlome be!
De îja bê ka kengî, çawa û li ku derê ev dil bi hev qeynax bûne?
Bi îhtimaleke xurt, ev her du mele dost û destbirak in û bi ser hev de çûne hatine û di wan çûyin hatinan de çav li çavan ketine û agir bi navran û doxînê ketîye.
Ya din jî, 
dibe ku meleyê jinrevîyayî hatibe şûna meleyê jinrevandî û ev jî zora qûna meleyê jinrevandî çûbe û çûbe heyfa xwe ji meleyê jinrevîyayî hilanîbe!..
Min got nizanim, tenê zorê didim mejî û mentiqê, lê…
De îja,
heger namûs û xîret di pozê meleyê me yê jinrevîyayî de hebe, ew ê jî here misîleme bike û  jina meleyê jinrevandî birevîne û bi vî hawî dahweya xwe safî bikin.
Û ji bo safîkirina dahweyê jî, bi her sê telaqên jnberdanê ji seydayê min mele Birhanê Hedbê çêtir tune ye.
Haa! 
Piştî dahwe û meseleya xwe safî kirin jî, bêguman, heger bixwazin, dikarin jinên xwe bi hev jî biguherin; jixwe êdî yên hev in, ne xerîb in.
Lê dawî li fantezîyan nayê!
Ditirsim meleyên me nigên xwe zêdetir radin û nîyhandina komî anku grub seksê jî biceribînin.
Axir!..
 


5 Ağustos 2024 Pazartesi

tîpên qoserê

Mêrdîn, bi taybetî jî Qoser/Qezê cîyekî pir balkêş e; bi dehan tîp û karekterên ecêb tê de dijîn.
Bi rêya kamerayên dizî/veşartî meriv dikare bi dehan fîlmên tewşomewşo anku absûrd bikişîne.
Ne dînên vî bajarî dînên normal in, ne jî biaqilên vî bajarî biaqilên normal in; 
pirê caran dîn ji biaqilan biaqiltir, biaqil jî ji dînan dîntir in.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Qoser/Qezê platoyeke sînemayê ya xwezayî/siruştî ye.
Ev serê mehekê ye li vir im û her roj ez li tîpekî, li karekterekî rast têm, lê ji ber vê rojeva tewşomewşo/absurd ez wext û derfetê nabînim li ser wan binivîsînim.
Lê ji nuha şûn de ez ê hewl bidim carinan van tîp û karekteran bi we bidim naskirin.
Axir…
Îşev ez ê qal û behsa Ednan bikim.
Ednan mêrekî navsere ye, temenê wî ne şaş bim 50-51 e.
Nêvîyê temenê xwe li pey terextora sergo/çopê bihurandîye. 
Piştî xebata 25 salan teqawît bûye û nuha li kêfa kîrê xwe dinere, heger hayê wî jî kîrê wî hebe û kîrê wî jê nexeyidîbe!..
Li bajêr kesekî ku ew nas neke tune ye:
Kî ye?
Nav çi ye? 
Ji ku ye? 
Ji kîjan malbat û bavik û eşîrê ye?
Çi karî dike?
Yek bi yek, qul bi qul, hayê Ednanê me ji ser û binê vî bajarî heye.
Ne dixeyide, ne aciz dibe, ne hêrs dibe, bi her kesî re li hev e û dipeyive û guhdarî dike.
Xusûsîyeta wî ya balkêş: tu bi kunan, bi tasan, bi misînan çay bidê, jê têr nabe; dema li çayxaneyê li cem meriv rûdine jî, bi qedeha normal venaxwe, bi qedeha avê vedixwe.
Û çendî navê min Devliken e jî, devê wî ji devê min bêtir li ken e; yanî li cem wî ez xwe dispêrim paşnavê xwe û bi haweyekî kelogirî dilê xwe dibijînimê.
Wê êvarê ez û ew û çend ciwamêrên din ên ji haziran ne çêtir, rûniştibûn, em ji xwe re li ser mijar û meseleyên nesîyasî dipeyivîn. 
Ji nişka ve mijar hat ser mêranîyê û wek her car min xwe negirt. 
Min li Ednan nerî û bi qasî kêlîyekê min awirên xwe li ser wî asê kirin.
Serê xwe bi haweyekî şaş û ecêbmayî hêdîka hejand û got: 
-Çi bû hevalê Devliken?
Min got:
-Ednan, heger rojekê em ji mêranî bikevin û kîrê me hew rabe, em ê çi xwelîyê li serê xwe kin?
Bi haweyekî cidî got:
-Lo lawo, de ka bise! Ma her tişt kîr e lo!
Min got:
-Erê bi serê te, ha meriv ji mêranî ket, ha meriv mir, eynî tişt e. Kîrê meriv mifteya derîyê bihuştê/cinetê ye. Ku ew kîr ji meriv bikeve, ne kêf dimîne, ne zewq dimîne, ne jî huzûr. Loma jî bi haweyekî hewce ye meriv ji kêf û zewqa xwe nemîne.
Dû re ez fitilîm ser pismamê xwe. 
Min got:
-Yan jî meriv ê bibe qûnek û here li bajarekî din ji xwe re bijî. Qe nebe heger ji pêş ve meriv hew zewq stend, meriv giranîyê bide paşîyê êdî! Te got çi?
Pismamê min got:
-Ma çima bajarekî dinê? Dinya hurîyet e û hurîyet jî ji bo her kesî ye. Hewce nake ji bo çêrandina qûnê meriv here li bajarekî din bijî. Çi vir çi wir meriv bixwaze, meriv dikare her derê bike cîyê kêf û zewq û bextewarîyê.
Ez fitilîm ser Ednan, min ziq lê nerî û dîsa fitilîm ser pismamê xwe. 
Min got:
-Ê heyran, ku em bibin qûnek û li vî bajarî bimînin, ên wek Ednan ê bên di me nin. Ma werê dibe?
Ednan fitilî ser min, çav di serî de bûn du tas û bi haweyekî cidî û bi heyecan got:
-Heşayî te, hevalê Devliken. Na na, bi şeref ku tiştekî werê biqewime, ez ê bibêjim kerem bike tu were di min nî!”

4 Ağustos 2024 Pazar

xwe

Felsefeya Apo anku apocîtî li ser nezanîyê ava bûye; bi gotineke din, blokebûna/têkçûyîna mejî bi xwe ye, apocîtî.
Di serî de,
bi gotinên xweş, bi xeyalên utopîk te ditevizîne;
dû re,
hêdî hêdî dest pê dike, te ji te dûr dixe anku te dike xerîbê te;
piştî demekê jî,
êdî tu şerê kuştina xwe dikî!..
Li ser kuştina xwe, xweyekî nexwe, xweyekî xwe nas nake çêdibe û ew xweyê xwenenas, xwenenasan li xwe zêde dike.
Û xwenenas dibin xwedînenas, xwedannenas, zimannenas, axnenas, qewmnenas, ehlaqnenas!
Mixabin û bêguman,
ev xweyên xwenenas, di civakê de, aqilmend û rewşenbîr û civaknas in; di qada sîyasetê de, rêber û rêvebir û rayedar û sîyasetvan in; di nav huner û edebîyatê de, hunermend û stranbêj û helbestvan û nivîskar in, li ser ekranan, bêjer û pêşkêşvan û nûçegîhan û bernamekêş in.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
xweyên xwenenas XWE di BÎRa me de difetisinin!
Û hîn û hîn em hewl didin bi dewla wan herin BÎRa XWE!

Gotina Dawî
Divê em XWEyê bişînin BÎRê!
Heger na…
BÎR ê şolî bibe bi XWElîyê û em ê jî bibin leylan û wenda bibin!



skandal

Ji bo pêşîgirtina li şengalan, hewce ye em kirasê azadî û serxwebûnê bipîvin, bibirin, bidirûn û bikişînin ser bejn û bala Kurdistanê!
Lewra…
Bindestî bi xwe mirin e.
Û hêdî hêdî em ê bimirin, heger em nebin xwedîyê xwe.
Ji bo em bibin xwedîyê xwe jî, hewce ye em XWEyê bibînin;
lewra…
her tişt ji wir dest pê dike.

Nêromêtî anku LGBT-Î pêl bi pêl belav dibe, li seranserê dinyayê…
Û dewletên ewrûpî destek û piştgirîyeke mezin didin vê projeyê.
Gelo?
Erê, gelo bi qastî û zaneyî destek û piştgirîyê didin vê projeyê?
Bi îhtimaleke xurt,
lewra…
di serî de Amerîka, dewletên ewrûpî belasebeb dest navêjin projeyekê, heger avêtinê, naxwe mesele kûr e û dahwe jî giran e!
Nikarim bibêjim sedî sed ev e, lê mîrata aqilê min wextê dixirpişe ser dilê mentiqa min û dine wê, wê avis dike, bêguman mejî jî bixwaze nexwaze vedirişe!
Û ez di nav vê verşîyê de vî tiştî dibînim:
Dewletên li jêr ku li jêr wezîfeya Xwedê dikin, dibînin serjimara/nufûsa însên pir zêde bûye û însan ji birçîna hew maye çavê hev derxin, loma jî bi vê projeyê dixwazin mêran ji mêranî bixin û ji dêvla di jinan nin, xwe bi xwe di hev nin û nehêlin zarok çêbibin.
Û jixwe…
bi xêra kîrên lastîkî, êdî pêdivîya jinan jî bi mêran nemaye û xwe bi xwe kurmê hev dişikînin.

Skandala şaredarê şaredarîya Qoserê!
Berî her tiştî ez vê bibêjim, ez ne li dijî seks û nîyhandin û tercîhên însên ên zayendî/cinsî me, lê divê hayê meriv ji qehp û qehpikan hebe 
yan na…
te baser yekê daye yan te yek bera ser xwe daye, ne pirsgirêk e.
Îja Zeynî lawo!
Hûn anku tu û yên xwedan zîhnîyeta te, hûn filîm in!
Tu diherî nêçîra quz, lê quzê ku tu diherî nêçîra wî te dike nêçîr!..
Heger dilê te û tolazî û doxînsistîyê heye, bi qehp û qehpikan re neke.
Na, 
ku tu yê nikaribî bi doxîna xwe, heyran, wê çaxê xwe li doz û dahwe û wezîfeyan neqewimîne.
Îja ne sûcê we ye!
Xeta xwar ji gayê pîr e.
Û jixwe hewce nake em rabin li ser felsefeya gayê pîr nirxandineke ekolojîk bikin û ekolojîyê jî bilewitînin.
Axir…

Gotina Dawî
Vê îdeolojîya fehş û zîhnîyeta beradayî, ne ehlaq bi civakê re hiştîye, ne jî kesayet; destê kê di bêrîka kê de ye, ne belî ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
xwe ji dîn û dîndaran û xwe ji îdeolojî û îdeologan bistirînin!

1 Ağustos 2024 Perşembe

şems û mewlana û kurd

Ji rojan rojekê Mewlana Şems diezibîne mala xwe, Şems dibe mêvanê wî.
Wextê şîvan e.
Mewlana radibe ji Şems re hazirîya şîvê dike.
Piştî Mewlana sifreyê hazir dike, Şems dizîvire li Mewlana dinere, dibêje:
-Ka te ji min re şerab neanîye ser sifreyê.
Mewlana li ser vê gotinê şaş dibe, bi hawayekî ecêbmayî dipirse:
-Min nizanîbû tu şerabê vedixwî. Naxwe tu şerabê jî vedixwî.
-Erê.
-Min nizanîbû.
-Madem êdî tu dizanî, here ji min re şerabê bîne.
-Te mejîyê xwe xwarîye! Vê şevê ez ê rabim ji te re şerabê ji ku bînim?
-Ji xizmetkarekî xwe re bibêje, bila here bîne.
-Ji bo vê kiryarê ez ê li hizûra xwedê şermezar bibim.
-Wê çaxê tu bi xwe here.
-Li vî bajarî her kes min nas dike, ez ê çawa herim ji taxa fileyan şerabê bînim?
-Heger hurmeta te ji min re hebe û bi bextewarîya min tu yê xwe baş hîs bikî, hewce ye îşev tu ji min re şerabê bînî. Her şev heya ez şerabê venexwim, ne dikarim şîvê bixwim, ne jî xewa min tê.
Mewlana ji mecbûrî radibe ser xwe, kurkê xwe diavêje nav pişta xwe, şûşeyekê jî dixe bin çengê xwe û berê xwe dide taxa fileyan.
Heya digihêje taxê jî kes nizane mesele çi ye.
Piştî şerabê ji meyxaneyê temî dike û derdikeve derve, komek misilman çav lê dikeve, wî dibîne.
Û ew kom çawa Mewlana ji meyxaneyê derdikeve dide pey wî.
Her ku dihere li komê zêde dibe...
Wextê Mewlana digihêje nêzîka mizgefta ku lê meletîyê dike, yekî dilnexwaz ji nav wan kesên her roj li pey wî nimêj dikin, derdikeve û dibêje:
-Ya ometa bawermend! Mewlanayê ku her roj hûn li pey wî nimêj dikin, çû ji taxa fileyan şerab kirî. Ew Mewlanayê hûn bi serê wî sûnd dixwin, şerabê vedixwe.
Û destê xwe diavêje kurkê Mewlana, kurkê wî ji ser wî dişemite erdê.
Bi şemitandina kurk re çavê her kesî dihere ser şûşeya şerabê.
Çav di serê wan de sor dibin û êrîşî Mewlana dikin. Bi derbekê re şaşika wî ji serê wî dikeve erdê.
Lê li hember vê êrîşê deng ji Mewlana dernakeve.
Kesên li wir kom bûne, li cem xwe difikirin ku bi salan li ser navê mumîntiyê Mewlana ew xapandine.
Li ser vê xirecirê Şems derdikeve û bi hêrs dibêje:
-Ya miletê ehmeq! Çawa hûn fedî nakin, hûn rabûne êrîşî kesekî mîna Mewlana dikin û van bêbextîyan bera stuyê wî didin! Ev şûşeya ku hûn dibînin ne şerab e, sîrke tê de ye. Ev zadê hêja heya sîrkeyê bi ser xwarina xwe wer neke, nikare bixwe.
Dijber û neyarê Mewlana diqîre, dibêje:
-Ew ne sîrke ye, şerab e!
Li ser vê gotinê, Şems devê şûşeyê vedike û hindik hindik bera kefa destê wan dide.
Piştî vê kiryarê, ewil dijber û dilnexwazê Mewlana dihere destê wî maçî dike, dû re kesên din dor bi dor..
Û qelebalix belav dibe, her kes dihere mala xwe.
Mewlana difitile ser Şems, dibêje:
-Te çima îşev tiştekî weha anî serê min, te ez li pêş çavên însên kêm xistim?
-Min wer kir ji bo çavên te vebin û tu bibînî ku ev hemû tiştên tu xwe pê serbilind his dikî, tenê leylan e-xewnek e. Te li cem xwe digot belkî hurmet û rêzgirtina çend kesên ji rêzê û beradayî ew ê ji min re bibe sermîyanekî ebedî, lê te dît çawa bi fen û fûta şûşeyek şerab, yek jî li dora te nema. Êrîşî te kirin, li te xistin, tif rûyê te kirin, heta hindik mabû te bikujin. Sermîyanê te hemû ev bû. Û di şevekê de xelas bû. Loma jî, tiştekî weha bike ku ne bi herikîna zemên re, ne jî bi guherîna bûyeran re xelas nebe.
Dinya HÎÇek e.
Ehl-î dinya HÎÇek e.
Ya HÎÇ!
Bi HÎÇekê re nebe yek ji bo HÎÇekê.
Piştî mirinê di kîsê meriv de çi dimîne, tu dizanî? 
Eşq û Hez û Muhabet,
wekî din HÎÇ!
 
Gotina Dawî
Ew kesên li ser navê kurdan kurdîtiyê û rêbertîyê dikin, divê derd û xema we ne avakarina civakeke dewar be.
Di civakeke dewar de tenê dewarîzm pêş dikeve.
Dewar jî tenê ceh-ka-gîhê dixwin.
Û bi xwarina ceh-ka-gîhê tenê zik/hûr mezin dibe.
Divê rêberên kurd şerabê vexwin,
şeraba eşqê,
eşqa kurdî...
Bi eşqê meriv dikare civakeke xwezan û ne-dewar ava bike.
Ya rêvebirên kurd!
ji bo eşqa Kurdistanê,
şeraba kurdî vexwin û bi civakê bidin vexwarin,
da hûn jî, civak jî nebin
HÎÇ!