21 Ağustos 2024 Çarşamba

rêwîtî

Di dawîya tirê de, ez li ser piştê veketime, min nigên xwe radane, ber bi welêt ve diherim.
Û welat!
Welatê bêwelatan…
Axir, îşev dixwazim tenê guhdarî bikim

binhişîya xwe kedî bikin

Rexne heger ji dil be, meriv pê xurttir dibe. Û ez ji paktîya dilê Îko piştrast im.
Wek hûn dizanin, belkî jî hûn nizanin, li ser twîtterê bi navê Rastnivîsîna Kurmancî rûpelek heye. Xwêdîyê vê rûpelê Îkram Baban e, lê ez bi xwe jê re dibêjim Îko. Hûn bi ya min dikin hûn jî jê re bibêjin Îko. Hewceyî bi tîpên zêde tune ye, heger xwedîyê nav ê jî bi navê xwe qayîl be...
Ev xweşmêr dilxwazekî zimanê kurdî ye û bîst û sê seet û nîvan serê xwe bi vî zimanî re diêşîne.
Ez texmîn dikim, ne ew bîst û sê seet û nîv, lê ya ji we re kul e, ew nîvseeta ye, lê ez ê ji wê re nebêjim bê ka di wê nîv seetê de çi dike.
Axir...
Li ser twîtterê ev xort li şaşîyên kê dihulkume, nabêje tu lawê an jî qîza kê yî, carinan mîna centilmenekî fransî, carinan jî mîna dîplomatekî xwedan prensîb şaşîyên xwedîyên şaşîyan radixe pêş çavê wan.
Yanî komîsertîya zimên dike û ez bawer im ji rewşa zimên a tê de ye jî hewce ye.
Xwe ji vî xortî aciz nekin û xwe jê nexeyidînin. Her çi dike, ji bo zimanê min û we dike.
Erê, belkî li ser twîtterê pêjna wî bi we ne xweş bê, lê heger rû bi rû hûn wî nas bikin, hûn ê rabin dilê xwe derxin, têxin kefa destê wî û li paş xwe nenerin, herin.
Û wextê hûn vegerin jî, hûn ê bibînin dilê we di dilê xwe de parastîye ji bo wek xwe bimîne.
Bi kin û kurmancî, 
çendî carinan bi wê ciwanîya xwe ya xwîngerm dilê we bihêle jî, bidin xatirê ciwanîya wî ya pak û henûn û tenê di bin simbêlan de bibişirin; piştî demekê ew bişirîn ê li ser zimanê we jî bibe bişirînek!..

Semyanî Perîzade
Ew kultura me ya bi zayîna îslamê re roj bi roj ji resenîya xwe dûr ket û di bin çarşefa reş de bû gulokek ji êgir û civak da ber xwe, tenê dikare bi hêz û wêrekî û xwebawerîyê ji nû ve li xwe vegere.
Em ne miletekî fahş û bêhawe bûn, lê em ne miletekî girtî, paşverû û olperest bûn jî.
Heta ez dikarim vê jî bibêjim; 
îslam, bi xêra wê paktî, xweşbînî, xweşehlaq û merivhezîya me piçekî nermijî, loma jî îslama di nav kurdan de tu carî neşibîyaye îslama di nav tirk û ereb û eceman de...
Wê rojê jî min gotibû:
"Heta ronakbîr xwe li ber çavê civakê reş nekin, ronî yê nekeve çavê civakê û di wê reştarîyê de civak ê ber xwe nebîne."
Bêguman...
Qesta min tenê ne ronakbîr in, her weha stranbêj, nivîskar û aktîvîst in jî.
Ji bo civakeke medenî, modern û pêşketî hewce ye ronakbîr, hunermend, stranbêj, nivîskar û aktîvîstên wê civakê civaka xwe bitehenîne, aciz bike.
Hûn ê her tiştê bi we xweş û rast lê bi wan şaş û fahş tê, hûn ê her tiştê bi we biedeb û normal lê bi wan bêedeb û beradayî tê, li ber çavê wan bikin û têxin çavê wan, ji bo lê binerin, bibînin û bilerizin; ji bo di hundirê wan de tofan rabe û ew tofan wan bide ber xwe; 
wan bi rastîyên wan bihisîne!
Wekî din, heger hûn ji tirsa wan li rastîyên xwe xwedî dernekevin û nedin pey rastîyên xwe, ew ê jî li rastîyên xwe yên jê dûr ketine, venegerin.
Hûn jê hez bikin nekin, tercîhên wê, jîyîna wê bi we ecêb bê neyê, Semyanî Perîzade bi sekn û helwest û tevgera xwe zingînîyê ji serê vê civaka paşverû tîne û ji kesên xwe avêtine paş arezû û daxwazên xwe yên zayendî/seksual re dibêje, "Hûn durû ne û hûn îxanetê li hest û hîs û bedena xwe dikin. Ez mirêka binhişîya we me. Ez a dilê we gelek kesan tînim cî, loma jî hûn ji hêz û wêrekî û xwebawerîya min dihesidin; xwe bi xwe hûn dibêjin çawa ew dikare em nikarin! Tiştên ez dikim ji we nayê. Barebar û nalenala bedena we ye, lê çendî hûn dibihîzin jî, hûn guhên xwe jê re digirin. Nehesidin, rik û gir bi min re najon. Li min xwedî derkevin da hûn bikaribin rojekê li rûyê zarokên xwe binerin!.."
Li Semyanîyên vê axê xwedî derkevin û nehêlin ji alî fahmkoran bên afarozkirin.
Ne ji Semyanîyan, ji kesên ehlaq di devê xwe de kiriye benîşt û bîst û çar seetan wî benîştî bi haweyekî fisgenî û bêehlaq dicûn, bitirsin.
Di rêya jîyaneke azad, medenî û modern de hûn hewceyî "bêehlaqî"ya Semyanîyan in.
Yan na,
her û her ji bo nuhkirina destmêjê hûn ê bibin kulmek ar!
Rengînîya civakê huzûr û aramîya civakê bi xwe ye.

Gotina Dawî
Civakeke birçî, nikare berhemên têr biafirîne!

20 Ağustos 2024 Salı

nîvkurdistanî

Tebhekî min ê ne baş lê di esasê xwe de pir baş e û pir jê hez dikim jî ev e:
Dema ez berê qûna bêkarekter û oportunîst û populîsfan didim tavê û dihêlim her kes wê qûna wan a tazî bibîne.
Îja pozê wan naşewite!
Ha te gotîye, ha te gotîye; mîna meriv ji dîwêr re bibêje,
lê xwezî wek ku carinan dîwar xwe digihîne bûka malê, me jî bi haweyekî bikarîya xwe bigîhanda van teresan.
Em jî dizanin ber sîya dîwarê dêrê jî xweş e, ber sîya dîwarê mizgeftê jî, 
lê ya girîng û hêja ew e, meriv bi haweyekî bêminet serê xwe bilind bike û bimeşe di bin wê tava tûj de.
Îja wek min got, 
teresî dibe konfor û li bêkarekter û teresan vedigere, lê…
konforeke xapînok.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
bi wê karektera xwe ya oportunîst û populîst û teres ranebin pesnê diz û wawîk û keftaran nedin.
Heya hûn ji diz û wawîk û keftaran re nebêjin, diz û wawîk û keftar, hûn bi xwe jî ew in.

Gotina Dawî
Nîvapocîtîya we, we nake nîvkurdistanî, lewra heger hûn apocî bin, kurdistanîbûna we zir derewek e.

19 Ağustos 2024 Pazartesi

amedspor û şoreşa derewan

Kurdistan,
ne tenê di warê edebîyat û hunerê de, her weha di warê futbolê de jî xwedan potansîyeleke mezin e û ne kêmî welatên Emerîkaya Latînî ye. 
Di her bajarekî kurdan de,
heger meriv bike karê xwe, du sê Messî hene, meriv piçekî din tahdê bide xwe, xwe biêşîne, meriv ê bikare du sê Ronaldoyan jî lê zêde bike wek eşantîyon,
lê mixabin,
îro tu li tîma Amedsporê dinerî, meriv dibêje qey Kenyaspor e, ne Amedspor e.
Nizanim, 
lê zemanekî ji bo bêhna demokrasîya ekolojîk pêl bi pêl li ser gerstêrka Efrîkayê jî belav bibe, serokê sererd û binerd li Kenyayê dîploMASÎyeke mezin dimeşand.
Bêguman,
bi îhtîmaleke xurt apocîyan jî, biborin, amedîyan jî ji bo xatirê xatiran tîma Amedsporê tije reşikên porxelek kirîye.  
Haa!
Ez vê jî bibêjim…
teva ku ew qas milîtanên reşik ên porxelek transferî Amedsporê bûne jî, bi şerefa sofîyên bêdestmêj, Amedspor bi tu futbolê nalîze! Û heger vê futbolê dewam bike, ne dûr pir nêzîk ew ê pê bigire,
lê Xwedê heye…
sehaya Amedsporê jî ne seha ye, haa, dişibe mişarên pîvazan, mixabin 
anku mîna erdê cotkirî ye; baran bi ser de hatîye û çêre xweş bûye, tenê pez û dewar jê kêm in.
Axir…

Gotina Dawî
Ma we pankarta di destên futbolîsên Îstanbûlsporê de dît?
“Berê Wetan!” xistin qula çavê me.
Û em jî qala dîploMASÎyê dikin!..
Em kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, îja dîplomasî!!!

18 Ağustos 2024 Pazar

civata netemaman

Ji civatên min ên Qoserê civatek:
Evdirhîm anku Abêsî, di bin çavan re li Araso nerî nerî, qudûmê Araso şikest ji awirên Abêsî.
Destê xwe ber bi çavên wî ve bilind kir, bi haweyê ne temam e kilomilo kir, got:
-Xuya ye tu jî mîna min ne temam e, haa!
Araso bi wî mirûzê xwe yê tinazî got:
-Çii? Min fêhm nekir!
Abêsî hêç ket, ji hêrsa çav di serî de fireh bûn; got:
-Min got… min got tu jî dîn î! Tu jî!..
Û fitilî ser min, bi haweyê peyveke pir felsefîk kirîye, kenekî qure ji rûyê wî pengizî.
Araso destê xwe avêt bêrîka xwe, pakêta cixareyê ji bêrîka xwe derxist, ewil îkramî yên derdora xwe kir, dû re ji xwe re jî cixareyek ji hundirê pakêtê kişand, ew di nav lêvên xwe de bi cî kir û vêxist. 
Dixana cixara wî li nav çavê Abêsî belav bû. Abêsî bi diixana cixareyê aciz bû, xwe di gûyê xwe da. Bi haweyê wî naxe şûna zilaman, destê xwe lê ba kir kir û bû himînîya wî:
-Ku ku kuro! Tu him dîn î û û him jî cixareyê vedixwî!
Wek tu ji dîwêr re bibêjî, devê Araso wek qaçika bizinê ji hev çû, kenîya, got:
-Ê ma tu jî dîn î û tu jî vê gûyê vedixwî, axe!
Abêsî fitilî ser min, bi haweyê neket serî, got:
-Ka aqil!
Min got:
-Abêsî, ji Araso re bibêje, “Cixareyê venexwe, pîs e, ji bedena te re ne baş e.”
Abêsî fitilî ser Araso, got, “Cixareyê venexwe, pîs e, ji bedena te re ne baş e.”
Min got:
-Jê re bibêje, “Araq û esrarê jî venexwe; him guneh e, him jî meriv dike pûşt û qûnde û bêehlaq.”
Abêsî fitilî ser Araso, got:
“Araq û esrarê jî venexwe; him guneh e, him jî meriv dike pûşt û qûnde û bêehlaq.”
Min got:
-Û bibêje, “Nere nene qehpikan jî. Û heger tu van her sê tiştan bikî, tu yê herî cinetê. Û jixwe cinet jî tije qehpik in.”
Abêsî dîsa fitilî ser Araso, got:
-Nere nene qehpikan jî. Û heger tu van her sê tiştan bikî, tu yê herî cinetê. Û jixwe cinet jî tije qehpik in.
Bû hakehaka Araso, kenîya, got:
-Xalo, jixwe em ne temam in, tu yê bikî ku em rabin kirasê xwe jî biçirînin weyy.
Abêsî bi hêrs berê xwe da wî, got:
-Ew ne xalê te ye, xalê min e!

17 Ağustos 2024 Cumartesi

dengê defê ji dûr xweş e

Belasebeb di civîn û civat û konferansan de qirik û gewrîyê li hevdu neqetînin.
Ew vîzyon bi tirkan re tune ye rabin ji bo aramî, huzûr û konfora xwe kurdan azad bikin;
bêguman…
ew vîzyon bi kurdên li ser navê kurdan sîyaset û dîplomasîyê dimêşînin re jî tune ye ku tê bigihêjin bi rêya demokrasîyê kurd û tirk ê tu carî nikaribin ji hevdu safî bibin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ne tu dikarî hebûn û rastîya kurd û Kurdistanê bi tirkan bidî qebûlkirin (heger meriv xwe li kurdî neke xwedî, bêguman dikarin meriv bikin mêrê ca xwe jî);
ne jî tu dikarî kurdên êdî hêdî hêdî ji ziman, kultur, jîyîn û nirxên xwe dûr ketine ji ser pişta tirkan vegerînî,
loma jî…
ev mesele, ne bi tirkan çareser dibe, ne jî bi kurdên hêdî hêdî vediguherin tirkan çareser dibe;
ev mesele bi Kurdistaneke serbixwe û azad çareser dibe,
lê…
ne tirk dikarin xwe bidin ber vî barî, ne jî kurd dikarin di bin vî barî de rabin,
îja…
tenê nûnerê Xwedê 
anku Amerîka dikare kevirekî biavêje tirko û jê re bibêje “Hoşt!” û vî barî li ser pişta kurdan bike û ji kurdan re jî bibêje, “Çoo!’
Û jixwe…
yên ji xwe re dibêjin ez tirk im di eslê xwe de ne tirk in, ji bo çend kurtêl û hestîyan neteweya xwe guherîye anku firotîye;
ji ber vê jî…
ji kurtêlxwir û hestîkojan kesên demokrat û medenî dernakeve
anku kî kurtêl û hestîyan bide wan, xwedîyê wan ew e,

Gotina Dawî
Tirk qûntazî ne; 
loma jî kirasekî diçirînin,kirasekî li xwe dikin…

15 Ağustos 2024 Perşembe

15ê tebaxê

Li ser medyaya sosyal pirê jinan dema wêneyekî xwe par ve dikin, heya ji wan tê hewl didin di kadrajê de balê bikişînin ser qûna xwe, 
lê…
dema di ber meriv re derbas dibin, ji bo rehabîlîteya çavan meriv di ser stuyê xwe re dizîvire li qûna wan dinere, meriv dibin li paş kerê disekinînin; ew dibin durist û biedeb, em jî diibin bêehlaqekê tacîzkar.
Ev çi nakokî anku paradoks e?
Madem hûn ê xwe ji nerîna çavên me aciz bikin, naxwe di her kadrajê de çima hûn hewl didin qûnên xwe têxin devê me?
Ya din jî…
çi fîstan, çi kiras, çi etek, çi pantor, hûn çi li xwe bikin, bêtir hûn dixwazin qûna we di bin wan kincan de bang bike!
Yan xwe nexapînin yan jî neheqîyê li me nekin, lewra…
ne ji van çavan be, qûnên we yê di stuyê we de tenê tûrê gû bin.
Axir…
Du tişt hene ku jinê dike jin; 
yek jê qûn e, yek jî memik, 
lê heger hêla wê ya entelektuelî jî xurt be, îbadet bike li ber sîya wê heya talîya emrê xwe, bêşik!
Lê…
xwe nexapînin, lewra hûn nikarin min bixapînin!..

Gotina Dawî
15ê Tebaxê anku roja ku toqa nahletê ket stuyê me û em ji ber Xwedê çûn, li bêjîyên dewletnexwaz pîroz be!
Bi hêvîya heta hetayê ew toq ê ji stuyê we dernekeve û hûn ê li ber derîyan parsekê kurtêl û hestîyan bin…

14 Ağustos 2024 Çarşamba

rep û rep

Rewşenbîrino!
Sîyasetvanino! 
Xwe hînî zimanê neteweya xwe bikin û li ser kul û derd û birînên neteweya xwe bi zimanê neteweya xwe bipeyivin, binivîsînin, nîqaş, tehlîl û analîzan bikin ku xelk qerf û tinazên xwe bi me nekin, 
lewra sekn û helwesta we ya bi zimanê dagirkeran…
tenê masturbasyon e.
Dilê min anku ji qewla rehmetîyê Abbas Ahmed, dilê kafiran bi halê we dişewite, dema mijar dibe sîyaset, felsefe, huner, edebîyat û hûn hewl didin çend hevokan li hev siwar bikin, lê mixabin hevok ne li hev, li we siwar tên heya hûn a dil û mejîyê xwe tînin zimên;
ew peyvên kurdî, li ser zimanê we dibin amûrên êşkenceyê, ezêb bi we dikişîne.
Haa! 
Ez vê jî bibêjim û di meseleya rehmê de we serwext bikim;
ku hunermendek anku nivîskarek ji alîyê hunerî/edebî dikeve menapozê, dahwa wî dimire û rehma Xwedê lê be.
Bêguman…
ev yek ji bo repbûnê jî derbas dibe; lewra mêrê ku êdî hew bikare rep bike, rehma Xwedê lê be, êdî mirî ye!
Axir…
Me bi mêrxasîyê dest pê kir, bi mêranîyê qedand, lê jixwe… 
di eslê xwe de, mêrxasî jî, mêranî jî li repbûnê disekine.
Û vî zemanî jî…
ji her tiştî bêtir hewce ye zimanê me rep be û rep tev bigere
yan na xelk ê rebê me yê bileqîne!

Gotina Dawî
Ji bo di nav xelk û alemê de meriv rep bigere, pêwîst e him zimanê meriv rep be, him jî kîrê meriv.
Haa!
Ji bo dilê hevalên feminîst nemîne jî, yên quzrep jî ji me ne.

13 Ağustos 2024 Salı

bîranînek

Min rahişt topa xwe û ez rabûm, derketim derve, ber bi stadyûma basketbolê ya sîteyê ve çûm.
Ber êvarî bû, hewa nerm û hênik bû.
Ji min pê ve kes li wir tune bû. Bi tena serê xwe pênc şeş neqlan min top avêt potayê neavêt potayê, hew min dî xortekî nuhgihîştî di ber min re derket. 
Got:
-Kekê, destûra te heye ez jî bilîzim.
Min got:
-Kerem bike; jixwe ev mîrat bi tenê nayê lîstin û tehm û zewqa wê jî tune ye.
Min top avêt ji wî re û bi qasî deh panzdeh deqeyan me him ji xwe re lîst, him jî em peyivîn.
Axir…
Wek ku ji devoka min tê gihîşt ez kurd im.
Got:
-Kekê, tu ji ku yî?
Min got:
-Ji Mêrdînê, ez ji Mêrdînê me.
Got:
-Ez jî ji Amedê me, lê ez li vir mezin bûme. Belkî bala te kişandibe, devoka min paqij e, bi devoka wir napeyivim.
Min nehişt bi min derxe, lê ez mizicîm.
Min got:
-Tu bi kurdî dizanî?
Got:
-Na weleh kekê, ez nizanim. Û jixwe li malê jî em napeyivin, loma…
Di ber xwe de min got: “Xwezî te bi kurdî bizanîya û bila devoka te jî ne paqij bûya.”
Êê!
Wextê mezinên meriv biçûk bin, xelk li ber çavê meriv mezin dibin û dû re meriv jî dixwaze bibe perçeyek ji wê mezinantîyê, mixabin, lê ne sûcû zarokên we ye, we xelk li ber çavê xwe mezin kirîye.

Gotina Dawî
Bi lez û bez azadî divê.

12 Ağustos 2024 Pazartesi

paradîgma

Sîbel Yîgîtalp û paradîgmaya Apo!
“Problem anku pirsgirêka kurd tune ye;
li Tirkîyeyê problem anku pirsgirêka demokrasîyê heye.”
-Kê gotîye?
-Sîbel Yîgîtalp.
-Kî ye, Sîbel Yîgîtalp?
-Parlamentera biratîya gelan e.
-Himm!
Îja heyran,
ev xanima ku dema ji malzaroka dêya xwe filitîye û li gorî şert û mercên paradîgmaya birêz û rêzdar û serok merok Apo bi haweyekî demokratîk xwe li derve qewimandîye û dê û bavê wê di guhê wê de bi sê dengan gotîye, “Sîbel! Sîbel! Sîbel!” li ser pişta kurdan bûye parlamenter, lê li gorî paradîgmaya mîsak-i mîlîyê tev digere anku li gorî pere-dîg-mayê.
Û jixwe…
di esasê xwe de paradîgmaya vê zîhnîyetê li ser esasê peredikemereyê ava bûye.
Û ji bo vê felsefeyê jî, 
pêdivî bi zimanan, bi neteweyan, bi dewletan tune ye, lê ji bilî tirkî û Tirkîyeyê, haa!
Axir…
Bi dehhezaran keç û lawên kurd mirin!
Bi dehhezaran kurd di zindan û êşkencexaneyan de birîndar bûn, bûn nîvînsan!
Bi dehhezaran kurd ji ser ax û koka xwe koç kirin, li bîyanîstanê bûn bîyanî!
Bi hezaran gund şewitîn!
Yên terka gundên xwe kirin û çûn li bajar û metropolên Tirkîyeyê bi cî bûn, ji zimanê xwe dûr ketin, ji nirxên xwe dûr ketin, ji jîyîna kurdî dûr ketin, bûn peya û fedaî û zilamên mafyayê; bûn diz, çete û keleş; bûn jinfiroş, pêzeveng û xwefiroş; bûn esrarkêş, narkoman û qesas!
Doz li ser axê bû toz!
Û paradîgmaya Sîbel xanim ji me re dibêje, “Problem anku pirsgirêka kurd tune ye, problem anku pirsgirêka demokrasîyê heye.”
Axir…

Gotina Dawî
Ez bi haweyekî demokratîk ez bikutim vê paradîgmayê!