10 Eylül 2021 Cuma

quz quz e

Elîkê Aso û xalê xwe Mûsayê Hecîkê rûniştine.
Mijar zewac e.
Elîkê Aso azib e û ji derdê quz kewijî ye.
Çay li ber wan e, vedixwin.
Elîkê Aso qurtekê ji çaya xwe vedixwe û difitile ser xalê xwe, dibêje, "Xalo, ez çavê xwe digerînim, nagerînim, qîzeke bedew nabînim ez wê ji xwe re bixwazim û pê re bizewicim."
Mûsayê Hecîkê qurtekê li çaya xwe dixe û di bin simbêlan de dibe hirehira wî dikene, dibêje, "Kuro law, de quz quz e, îja bedew be çi ye, ne bedew be çi ye! Te eskerîya xwe kiriye. Wek berê ker mer jî tune ne... Gund tije qîzên gîhaştî ne; destê xwe deyne ser yekê û xelas!"
Elîkê Aso qefesa sînga xwe dinepixîne, xwe qup dike û dibêje, "Xalo, xebera te ye. Di tarîyê de hemû quz yek in, lê mîratê qey em ê bi çavgirtînkê nelîzin! Û her tim dora me yê ne tarî be. Carinan meriv ê hev bibîne û li hev jî binere. Aanuha Sîbel Can ji te re bibêje were di quzê min ne û Xecîca Mehemê Gavan ji te re bibêje were di quzê min ne, tu yê herî di kîjan quzî nî?"
Mûsayê Hecîkê xwezîya xwe dadiqurtîne û zimanê xwe bi dora lêvên xwe yên şilbûyî dixe, dibêje, "Weyla Xwedê tu nehişto! Meriv dikare di quzê Sîbel Canê de pirincê bixwe; îja quzê Xecîca Mehemê Gavan li ku!"

9 Eylül 2021 Perşembe

têkilîya bi zimên

Yilmaz Guney
Derhêner, senarîst û lîstikvan...
Sînema, lê kîjan sînema?
Sînemaya kurdî, yan sînemaya tirkî?
Zimanê berhemekê çi be, berhem a wî zimanî ye;
çi sînema, çi edebîyat, çi muzîk...
Ho ho!
Ma ji bo hunerê ziman hewce ye?
Erê, hewce ye.
Çima hewce ye?
Ji ber ku,
ziman ji wê axê, ku li ser diçêre diafire; bi nirxên wê axê xwe xwedî dike û dibe dengê wê axê; ew ax, kul û êş û janên xwe jî lê bar dike, kêf û şadî û eşqên xwe jî; 
bi kin û kurmancî,
zimanê meriv pê difikire, pê dipeyive, pê dinivîsîne, pê dijî çi be, meriv li gorî ruhê wî zimanî tev digere
û ruh jî; ji hest, hîs, îdeolojî, jîyîn, kevneşopî, folklor, erf, adet û jîyîna kesên li ser wê axa ku bi wî zimanî dijîn, dimeye.
Ruhê Yilmaz Guney şad be!
Temenê wî têrê nekir, heger çend saleke din bijîya, belkî ji bo sînemaya kurdî jî hewl bida berhemin baş çêke, lê nebû qismet;
loma jî Yilmaz Yilmazê me ye, lê Guney, anku hunera wî para dijminên me ye.

Nizanim ka çi qasî rast e, wê rojê min li derekê xwend; serokwezîra Alamanyayê Angela Merkelê gotîye:
Tenê serjimara Çîn û Hindistanê du milyar û nîv e. Sed û pêncî xwedayên wan hene û bi kêmanî xwedîyê heysed bawerî ne û bi hev re di nav aştîyê de dijîn. 
Lê misilman! 
Tenê Xwedayekî wan heye, tenê pêxemberekî wan heye, tenê dînekî wan heye, tenê kitêbeke wan heye, lê xwîna hev vedixwin, bi xwîna hev destmêj digirin, sikak û kolanên wan bi xwînê sor dikin.
Qesas jî dibêje, "Alah û Ekber!" qurban jî dibêje, "Alah û Ekber!"
Û her du hêl jî ji mirîyên xwe re dibêjin "Şehîd"
De îja were ji nav vê pirikê derkeve!

Gotina Dawî
Ziman, ax e.
Ziman, netew e.
Ziman, dewlet e, dewletxwazî ye.
Ziman, xala yekem a netewperwerî û dewletxwazîyê ye,
loma jî her kê ji zimanê xwe hez nekir û bi zimanê xwe nejîya, ne ji wî bawer bikin, ne ji netewperwerîya wî bawer bikin, ne jî ji hewldan û sîyaseta wî ya ji bo dewletbûyînê bawer bikin.
Derew e, derewan dike!

8 Eylül 2021 Çarşamba

nakokî û paradoks û sendrom

Ruya bi tirkî dibêje...
Îja hûn ê bibêjin Ruya kî ye?
Ruya Ruya ye û di facebookê de hevalek e, mîna xewnekê...
Çendî carekê derfet çêbû em du qedeh araq bi hev re vexwin jî, hesabê malê û sûkê li hev derneket û çû 
û bira jî ji bo min bû xewnek.
Ez vê jî bibêjim, bi xweşikbûn û bedewîya xwe, Ruya bi rastî jî ji bo hinekan Ruya ye.
Axir...
Wê rojê di facebookê de, li ser rûpela wê ez li parvekirineke werê rast hatim:
Ez dikarim pirsekê bikim?
Zimanê dêya min kurmancî ye, zimanê bavê min kirmanckî ye û wek yeka di zanîngehê de beşa Turkolojîyê xwendîye ez meraq dikim.
Gelo Ataturk di vê hevokê de xwestîye çi bibêje?
Berpirsîyarîyeke çawa li kesên li Tirkîyeyê dijîn bar dike?
"Tirkek hêjayî dinyayê ye!"

Ez ê bibêjim, bila hinek jî ji te re wergerîne tirkî.
Te pirsîye:
"Ev gotina Ataturk berpirsîyarîyeke çawa li însên bar dike?"
Bersiv:
Ataturk berpirsîyarîyeke wek berpirsîyarîya li te bar kiriye, li însên bar dike.
Bi haweyekî entegrasyonî asîmilebûn...
Hezkirina tirkîbûn û tirkîyeyîbûnê...
Rêz û hurmeta alaya dewletê...
Û hezkirina li Ataturk.
Bi kin û kurmancî,
Ew rol-model tu bi xwe yî, Ruya xanim.
Ataturk bi vê gotinê hişt ku yên wek te ne tirk jî xwe tirk bibînin û ji ber xwe, ji ber qewmê xwe şerm bikin.

Gotina Dawî
Tirkên tirk ji ber tirkbûna xwe şerm dikin û herweha heta ji wan tê hewl didin tirkbûna xwe veşêrin, lê xwelîserên netirk radibin bi çavekî pîrozwer li tirkbûnê dinerin, mixabin.
Nakokî!
Paradoks!
Sendrom!
Û nizanim çi!



7 Eylül 2021 Salı

fen û fûtên tirko

Di 6-7ê îlona 1955an de çi qewimî?
Li Kibrisê dawet bû, lê govend li Tirkîyeyê digerîya.
Li cem tirko dawîya fen û fûtan nayê; ji her bûyerê re senaryoyeke wan heye.
Û rayedarên dewletê li ser projeyekê li hev dikin.
Li mala Ataturk a li Selanîkê bombeyekê diteqînin, lê dengê bombeyê li hewşa Ataturk tê bihîstin, agirê wê bi qad û sikak û kolanên Stenolê dikeve.
Girseyeke hov, çi dikeve ber, talan dike, dişewitîne...

Ma di şerê dewletê û PKKê de jî plan û senaryo û proje ne ev bû?
Dewlet!
PKK!
Dewleta kûr!
PKKa kûr!
Jîtem!
Kontrgerîla!
Cehş!
Û...

Gotina Dawî
Ax ax! 
Çi zor e bêdewletî!

6 Eylül 2021 Pazartesi

senfonîya bedenan

Rojekê ez li xwe heyirîm.
Hindik mabû ez bi dîwaran ve rapelikim.
Min berê xwe da kîjan derîyî, li min venebû.
Min telefonî kê kir, ji xwe re mahne û behaneyek got...
Û ez kewişî me; min sincirandîye û mîna nêrîyê hilorî direşînim.
Cila li ser rûniştime, ji bin min baz dide...
Û ji nişka ve Arzû ket bîra min; jixwe ji nav jî dîyar e, arezû jê difûre.
Qama wê yek û pêncî cm.
Pêncî kîlo giranîya wê.
Têra xwe hûrik, qijmirokî û ne xweşik...
Lê agirê heft tenûran li ber agirê di wê de sar dima!
Hin jinên ne xweşik, bi nîyhandineke hunerî û estetîk û hostayî, dikarin mêrên qerase bikin mirîdên quzê xwe yê ne xweşik.
Erê, ev bêbav jî yek ji wan jinan bû; ne xweşik bû, lê bi pisporîya xwe ez jî, xwe jî bi cizbê dixist!

Berêvarî ji rawestgeha Çaglayanê li otobusa bi jimara 49an siwar bûm û min berê xwe da taxa Gazîyê.

Zemanekî şoreş ji Gazîyê difûrîya, lê jixwe nîyhandin bi xwe jî şoreş e.

Di otobusê de min telefonî wê kir; hîn ji kargehê derneketibû ber bi malê ve neçûbû, xanimê.
Min got, "Ez di rê de me, ber bi te ve têm. Çi lazimî divê?"
Got, "Li malê masî jî heye, araq jî heye; tenê şiva kîrê te divê."
Ya star!
Lê min ne ji wê re got; piştî min telefon girt, xwe bi xwe min got.
Berî ez dagerim malê, min çar şûşe bîra jî kirîn û bi xwe re birin; piştî araqê, di nav nivînan de ji senfonîya kîr û quz re dibe cîla û zingara hestan jê dibe.
Xanî jêrzemîn bû, lê ji alîyê dinê ve zemîn bû û pêşîya wî ji hewşeke biçûk pêk dihat; ji dara erikan a hewşê ji derve hundirê xênî xuya nedibû.
Me her duyan jî xwe şûtîtazî kir û bi hev re me dest bi çêkirina masîyan kir.
Heta sifreya me hazir bû, du caran me kurmê hev şikenand û bi dor em ketin serşokê...
Tarî ket erdê û em li ser sifreyê rûniştin.
Masî...
Araq...
Du bedenên tazî...
Û sura bê...
Bi dengê derî re em veciniqîn!
Cîran ji axûwax û nalenala me aciz bûbûn!

5 Eylül 2021 Pazar

dîplomasî mîplomasî û kitêba reîs

Reîs Erdogan dibe nivîskar; di demeke nêzîk de kitêba wî derdikeve pêyasê.
Û dibêjin buhayê wê jî çel lîreyê tirko ye.
Çavnebarî û têrnexwarî tiştekî werê ye qey!
Ser û binê Tirkîyeyê li ser navê xwe tapo kir, ne bes e, dike kitêba ne kitêba xwe jî bi darê zorê bifiroşe xelkê.
Çi?
We got kî yê bikire?
Ji bavê kê zêde ye nekire!
Weleh ew ê bikirin û pê re wêneyan bigirin û li ser medyaya civakî jî par ve bikin.
Rebeno bi xwe re nabîne li ser nigan biedile, îja çawa kitêb nivîsand!
De ka em binerin bê qala çi kiriye û çi nivîsandîye!
Heger ez bi xwe nexwînim jî, îlhez em ê ji hin kesên bixwînin bibihîzin bê qala çi kiriye...
Axir!
Her pêxember bi kitêba xwe heye; loma jî ji Reîs re jî kitêbek hewce ye.
Reîs ê piştî kitêbê pêxembertîyê jî li xwe zêde bike.
Em! 
Nizanim,
lê tirk ê pê bigirin!

Heyeta CHPê çûye Kurdistanê...
Xêr e gelo?
Dîsa çi diqewime, yan jî dike çi biqewime?
Gelo dîsa hazirî mazirîya pakêt makêtan dikin!
Min go dek û dolab li cem tirko xelas nabin!
Divê başûrekanem pir û pir baldar bin!
Çi CHP, çi AKP, çi MHP, çi DEVA û çi SAADET û çi HDP...
Eman û eman!
Yek rê heye û hemû rêwî ne di rêya tirkîyeyîtîyê de...

Gotina Dawî
Ji dêvla bi dehan serek û serokan, tenê Messîyekî me, yan jî Ronaldoyekî me hebûya, nuha ji zû de kurd jî netewek bû ji neteweyên dinê...

mûcîze

Mûcîze!
Ji bo istakozên li mitbexa keştîya Tîtanîkê li benda birajtin û raqelandinê bi haweyekî bêçare li benda nefesa dawî ne, noqîbûna avê ya Tîtanîkê ji bo wan istakozan mûcîzeyek bû.
Wê rojê li derekê ez li vê anekdotê rast hatim, kêfa min jê re hat û wexta min xwend, di bin simbêlan de mizicîm.
Yanî carinan felaketa bi serê hinekan de tê, ji bo hinekî din dikare bibe mûcîze jî herweha.
Wek çawa bi serxwebûna Kurdistanê, hinek ê herin ber ker û golikan, şivantî û gavantîya pez û dewaran ê bi destê wan nekeve, hinek ê jî li ser axa azad qedehên şerabê noş bikin ji bo ruhên serbixwe...

Gotina Dawî
Tu carî bêhêvî nebin!

3 Eylül 2021 Cuma

ergatîv

"Dengê meyger min bizdand!"

(Ji berhema Ferhad Pîrbal a bi navê Santiago de Compestela)

Ferhad Pîrbal bi soranî nivîsandîye.

Besam Mistefa wergerandîye kurmancîyê.

Û weşanxaneya Avestayê jî çap kiriye.


Celadet Elî Bedirxan gotîye:

"Şerma mezin ew e ku meriv bi zimanê xwe nizanibe."

Îkram Baban gotîye:

"Şerma mezin ew e ku meriv bi mijara ergatîvîyê nizanibe."

Û ez jî dibêjim:

"Şerm û qebheta mezin ew e ku nivîskar û weşanxaneyên kurdî bi mijara ergatîvîyê nizanibin."

2 Eylül 2021 Perşembe

du pêkenokên unîversal-gerdûnî

Ciwamêrek destê xwe li texsîyeke tucarî bilind dike û texsî tê lê disekine.
Ciwamêrê me li texsîyê siwar tê û texsî bi rê dikeve.
Teyba texsîyê vekirî ye; dengê muzîkê li hundirê texsîyê olan dide.
Ciwamêrê me dibêje, "Ji kerema xwe re wê teybê bigire. Ma di dema Hz. Muhamed de muzîk hebû! Guneh e, guneh!"
Şofêr bersivê nade. Bi haweyekî hêdî hêdî texsîyê li qiraxa rê îstop dike û di ser stuyê xwe re li ciwamêrê me dizîvire; dibêje, "De ji kerema xwe re derî veke û ji texsîyê peya be; dema Muhamed texsî jî tune bûn; çûyin û hatin bi deveyan bû; here gazî deveyekî bike, bila deve te bibe."

Yekî misilman, yekî xirîstîyan û yekî cihû li hev rûdinin.
Mijara wan pereyên xêr û xêrxwazan e.
Ewil ji yê xirîstîyan dipirsin; dibêjin, "Pereyên xêrxwaz tînin, tu wan pereyan çawa belav dikî?"
Xirîstîyan dibêje, "Ez xêzikeke gilover çêdikim û di hundirê wê xêzikê de ez wan pereyên kombûyî difirînim, diavêjim hewa. Pereyên derdikevin derveyî xêzikê ji min re ne, pereyên di hundirê xêzikê de dimînin ji Xwedê re ne."
Misilman dibêje, "Ez jî wek te dikim, lê pereyên di hundirê xêzikê de dimînin ji min re ne, pereyên derdikevin derveyî xêzikê ji Xwedê re ne."
Misilman û xirîstîyan difitilin ser cihû; dibêjin, "Le tu çawa belav dikî?"
Cihû dibêje, "Weleh ez jî wek we wan pereyan difirînim, diavêjim hewa, yên Xwedê wan ji xwe re zevt bike ji wî re ne, yên dikevin erdê jî ji min re dimînin."




1 Eylül 2021 Çarşamba

muxtar

Got:
-Ma bi şev jî qereqol vekirî ne?
Got:
-Na. Êvarî derî digirin, diherin malên xwe û wexta dibe sibeh jî, tên derî vedikin û dest bi wezîfeya xwe dikin.
Got:
-Himm!
Got:
-Xêr e, te ji bo çi pirsî?
Got:
-Muxtêr êvarî hat ket nav nivînên min, ez ji xew şîyar kirim û min kir û nekir bi ya xwe kir û bêyî dilê min xirpişî ser dilê min, bi haweyekî zorgayînî dilê xwe li min rehet kir, kurmê xwe şikenand û rabû çû serşokê xwe helal kir û hat serî avêt xewê, bû xurexura wî raket. Min li seetê nerî, nîvê şevê derbas bûbû; yan na heger min dizanîbûya qereqol ne girtî ye, wê seetê ez ê rabûma, min ê biçûya gilîyê wî bikira, lê...
Got:
-Himm!

Got:
-Wexta îkametgah ji jina te re lazim dibe, ma dibe tu ji jina xwe re îkametgahê derxî, Muxtar?
Got:
-Na, ez wê dişînim mizgeftê cem Melê!
Got:
-Himm! 

Gotina Dawî
De hema ji bo xatirê vê rojê îşev dev ji şer û pevçûnê berdin û heta destê sibehê di hev nin û bikutin hev.
Heger Mele azan da jî, guh nedinê, ne rabin nimêjê, ne jî ji bo xwehelalkirinê herin serşokê...