9 Eylül 2024 Pazartesi

kordkokenlî

Yilmaz Guney, 40 berê wek îro koça dawî kir û xatir ji sînemayê xwest;
ji sînemaya tirkî!..
Çendî bi eslê xwe kurd be jî, ciwamêr asta sînemaya tirkî derxist erşê Xwedê û li ser şopa wî, sînemaya tirkî dîsa bi saya serê kurdkokenlîyên wek wî sal bi sal pêş ket, xurt bû, bilind bû, di qada navneteweyî de deng û olan da;
eynî mîna Yaşar Kemal ku bi sekn û helwesta xwe zimanê tirkî û edebîyata tirkî bibask kirin;
eynî mîna Ahmet Kaya ku bi stranên xwe reng û ahengek çêkir ji muzîka tirkî re;
eynî mîna Ahmet Guneştekîn ku bi hunera xwe hêjayî û nirxên kurdî kirin mal û milk û serweta tirkî.
eynî mîna Yilmaz Erdogan ku qerf û mîzaha kurdî bi kirasekî tirkî firot kurdan û bi saya qerf û mîzaha wî ken li kurdî bû girî!
Îja li ser navê xwe…
ez ê heqê xwe li wan helal nekim ku nehiştin ez ji bin hukm û serdestîya tirkî û tirkan rizgar bibim.
Axir…
Xweda wan bi rehma xwe hîç û pûç bike!

Gotina Dawî
Xwedan prensibî ji esaletê dizê û esalet jî nabe qismetê her kesî!