26 Eylül 2024 Perşembe

netewe-pere-st

Kurd, tenê dixwazin ji Kurdistanê biçêrin û bixwin, lê çavê wan bar nabe carinan jî Kurdistanê têr bikin
anku…
ji stendinê re hene, lê ji danê anku ji dayinê re tune ne, mixabin;
loma jî,
pirê kurdên ku qaşo xwe bi neteweperwerî û neteweperestîyê qure dikin, qurişekî xwe jî di ber Kurdistanê de xerc nakin; 
bi gotineke din,
qurişekî xwe bi Kurdistanê nadin.
Û wextê peyv tê peyvê jî,
şwîr simbêlê wan nabire.
Heyf lê…
divê ev xwelîser jî bizanin,
heya Kurdistan têr û avis nebe, nikare bizê û beran bide me;
îja…
ka aqil!
Bi wî aqilê xwe yê hundirê qalikê qwîzekê tije nake, radibin xwe wek parêzvan û şêrgeleyên Kurdistanê nîşan didin.
Heyra!
Ji qewla pêşîyan, bi taybetî jî ji qewla rehmetîyê Cemîlê Hisênê Îsa ku digot,
“Ez jî dizanim bê çend ta mû bi qûna we ve ye, hûn jî dizanin bê çend ta mû bi qûna min ve ye. De îja kerem bikin bê kî berx e, kî beran e!”
loma jî…
wek bira, qûna xwe bi vir û wê de nebin, neynin, em baş bi hevdu dizanin û baş hevdu nas dikin.
Hûn bi qurbana axa Kurdistanê bin ku xelk we bi wê axê dixe şûna însên û qedrê we digirin.
Axir…

Gotina Dawî
Eyarê bênamûsan fireh e!..