8 Eylül 2024 Pazar

pîrdahfî

Destê xwe li dora stuyê pîrekê gerandibû, ber bi malê ve dibezîya, Heseno.
Temenê pîrê li dora heftê bû; qermiçokî, qijmirokî û têra xwe ne xweşik…
Heseno di ser stuyê xwe re fitilî, li min nerî û kenîya; kenekî fiqurî li ser rûyê wî belav bû.
Min texmîn kir pîrê ne pîrka wî ye, bi haweyê “la hewle wela”yê min serê kil kir û li wan bihurîm, meşîyam, bi rêya xwe de çûm.
Roja din min ew li bexçeyê xalê Birhan dît, bi tena serê xwe rûniştibû, çay vedixwar.
Min silavek dayê û kursîkeke biçûk kişan bin qûna xwe. 
Ji min re jî çayek xwest.
Çaya min hat, min şekirê xwe avêt binê qedeha xwe, şingînî ji binê qedehê anî û qurtek lê xist, vexwar.
Min got:
-Heseno, kuro law, tu wek teyrê ser berateyan î. Li vî bajarî pîreke peloxî, jineke qirêj, gemarî û ne xweşik li ku be, tu diherî dixirpişî ser dilê wê û dikute wê, lawê xwe. Heyfa te law! Çi mehd û mîde li ser te ye?
Got:
-Devliken, jinên ne xweşik, pîrên peloxî yên kes nakute wan, ez diherim bi xêra xwe dikutim wan. Guneh in û heqê wan jî heye bi xwe xweş bînin. Ez nekutim wan, tu nekutî wan, xalê Silhedîn nekutî wan, kî yê bikute wan? Ya ez dikim xêr e û ew xêr ê li hêla din derîyê cinetê li ber min veke;
yan na bi vî emelê xwe yê ne pir paqij ez ê di nav agirê cehenmê de bişewitim, bibim kulmek xwelî. Û xwelî jî li serê bêkêran be, rebbîî!
Rahişt qedeha xwe ya çayê, qurtek li çaya xwe xist, hîn qedeha xwe danenîbû ser maseyê, fitilî, li xalê Birhan nerî.
Got:
-Xalê Birhan! Hoo xalê Birhan!
Xalê Birhan qedehên xwe yên vala didan hev. Xwe rast kir û fitilî, di ser stuyê xwe re li Heseno nerî.
Got:
-Çi ye law? Dîsa kê bi te ve danî, Heseno?
Heseno got:
-Xalê Birhan êdî tu jî pîr î. Bi gumana min kîrê te jî hew radibe. Heqê te jî heye tu xwe germ û nerm bikî û jixwe êdî tu di kategorî û sinifa wan jin û pîran de yî. Bi xêra gora mirîyên xwe ez dikarim bikutim te jî, haa!
Xalê Birhan hêrs bû û ji qedehên destên xwe yên vala qedehek avêt Heseno. Qedeh li ber nigên Heseno li erdê ket, hûrhûrî bû.
Got:
-Here bikute pîrka xwe, pîrdahfîyê welêt!
Heseno got:
-De here. Te quzê wê xwaro!
Û qurta dawî li qedeha ber xwe xist û rabû ser xwe, ber bi sûka sobecîyan ve çû…

Têbinî anku Jêrenot
Pîrdahfî, gotineke hur û resen e û ji ferhenga rehmetîyê bavê min e. Rehmetî ji mêrên ku bi temen jinên wan ji wan mezintir re digot, “Pîrdahfî”