Û belasebeb ji kesên beradayî re nabêjin “çeqilmast”
Dew vezwarina maqûlan e, li ser sifreyên maqûlan piştî xwarina goştê berxan tê vexwarin.
Axir…
Ka îşev ez ji van her du peyvan çend hevokan bihûnim û ji mijarekê re bikim mestere.
Du peyv hevokekê, hevokek hevokeke din diafirîne û çend hevok xwe li hev diboqînin, pasajekê çêdikin.
De îja pasaj heye pasaj heye!
Pasaj heye, ji qelebalixîya peyvan meriv navê xwe ji bîr dike, pasaj jî heye ji dewlemendîya quranê dewlementir e.