8 Eylül 2024 Pazar

axir

got,
“diêşîyam!..
û ne li ser bala te bûm. 
te ez kirim kulmek êş 
û tu çûyî!
ne bûm xem ji te re, 
ne jî bûm wefa…
êşîyam, pir!
lê…
derbas bû, 
lewra
êdî êş ji min direve, ji êşê êştir im.
bû pola dilê min, bi saya serê te,
û…
ji nû ve ez ê xwe vejînim ji êşê, 
heger bikarim vegerim xweya xwe ya berê.”
got,
“te got êş?
te got derbas bû?
xwezî min jî bikarîya bigota êdî derbas bû!..
axir…”