30 Eylül 2024 Pazartesi

serwetê ji alîyê aqil ve bê serwet

Ew ciwamêrê ku doh min gotibû sibê ez ê li ser wî serpêhatîyeke trajîkomîk binivîsînim, Serwet e, erê navê wî Serwet e, lê ji alîyê aqil ve kêmserwet e, mixabin.
Serserî û tolazekî Qezê/Qoserê ye, lê tolazîya wî, tenê zimanê wî ye; ku ji şeş mehan carekê çend qurişan bide pîreke diranketî û bixirpişe ser dilê wê ne tê de, hesreta wî ye têr nîyhandinê bike.
Axir, rojekê malbata wî jê re yekê diecibîne û pev ve dikevin, radibin diherin xwazgînî.
Serwetê me yê ji alîyê aqil ve kêmserwet jî radibe ser xwe, rîh û simbêlê xwe kur dike, xwe dike wek pîvaza qeşartî, mîna jonekî sînemayê bedilê xwe li xwe dike, qundera xwe dixe pê û tevî malîyan dikevin rê û piştî nîvseetekê digihêjin mala bernamzeta bûkanîyê.
Li gorî merc û usûlên welêt mezinên Serwet keçikê ji lawê xwe re dixwazin û keçik hêdî hêdî bi haweyekî giran û kubarî ji hêla mitbexê derdikeve, sinîya qahweyê di dest de, derbasî salonê dibe.
Ewil sinîyê dibe dide ber dê û bav û mezinên Serwet, dû re dibe dide ber dê û bav û mezinên xwe. Piştî hemûyan keçik bi haweyekî nazik û nazenîn ber bi Serwetê me ve dihere, çendî çavên xwe jê birevînin jî, heya digihêje nig wî, bi dizî du sê caran li Serwetê xwe anku li nêrîyê xwe yê hulorî dinere. Serwet jî di bin simbêlan de bi xwe xweş tîne û disincirîne.
Ku keçik sinîyê dide ber wî, Serwet radihêje qahweya xwe, bi dizî awirekî didê û di ber xwe de dimizice.
Keçik çawa li xwe dizîvire, bala Serwet dikeve qûna wê û nikare bi xwe, dibêje, “Ahoo! Çi qûn li ser e! Meriv ê çi nîyhandinê li vê qûnê bike!”
Dengê wî li hundirê salonê olan dide û dikeve guhê bav û birayên keçikê, ji cîyê xwe hilor û pengiz dibin.
Ne dê dimîne, ne jin dimîne, ne xweh…
Êrişî Serwet dikin û her yek ji hêla xwe ve bi kulmik û pihênan digirin ser Serwet, ne dev û poz dimîne, ne sîng û parsû, wî tirekk dikin!
Bi kin û kurdîya kurmancî, şeva Serwet a herî xweş lê dibe reş û Serwetê me kejika stuyê xwe dixwirîne û rêya malê digire.
Ew roj ev roj e, bavê wî sûnda wî xwarîye û nahêle nigê wî bi malê bibe.
Serwetê me nuha li cem xalê xwe dimîne û bi çavê dijminayî li bavê xwe dinere.
Û Serwet jî sûnd xwarîye ku roja bavê wî bimire, ew ê bi du def û du zirneyan bike dawet.