20 Mayıs 2026 Çarşamba

xewna silo û rojeva mem

Silo ji eskerîyê vegerîyaye, êdî doza zewacê dike, lê plan û bername û rojeva bavê wî Xeto tiştekî din e.
Xeto dibêje wa ye lawê min ji eskerîyê vegerîya, çend quriş perekê min heye, ez ê bi wan çend qurişan ji me re tir û qemyonekê bikirim û jixwe rêya Kurdistanê zêr dibire; her ji seferekê hezar dolar ji me re bimîne, bi her du mekînan nemîne nemîne mehê çar pênc hezar dolar ê ji me re bimîne.
Xeto tir û qemyonekê dikir, wan li ber derî girê dide û dor bi dor her carê Silo li yekê siwar tê û dikeve kezeba rê, geh li Duhok û Zaxoyê ye geh li Konya û Stenbol û Bûrsayê…
Seferek…
Du sefer…
Sê sefer…
Silo sor kirîye, bi dîwaran ve radipelike, lê deng ji Xetoyê bavê wî nayê.
Xeto jî çav li pereyan ketîye, karê wî pereyan dijimêre, dide ser hev û mîna kûçikê nuh bi hestî hisîyabe di bin simbêlan de hîrtehîrta wî ye dikene, kêf kêfa wî ye.
Sibeyekê Silo ji xew radibe tê li miqabilî bavê xwe rûdine, dibêje:
-Haa yabo!
Xeto dibêje:
-Çi ye, Silo? 
Silo dibêje:
-Vê sibehê hema berî azana melê min xewnek dît.
Xeto dibêje:
-Bi xêr be înşalleh!
Silo dibêje:
-Bi Xwedê yabo, ji kê re bi xêr be ji te re ne bi xêr e. Di xewnê de min dît min dinîyha te.

Gotina Dawî
Îja heyran,
meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê jî ji kê re xêr be ji kurdan re ne xêr e. Her kes li pey a xwe ye û em giş jî dizanin bê a wan çi ye.