21 Mayıs 2026 Perşembe

margîse anku bûkalemon

Kurdên poliîk û qaşo welatperwer û kurdperwer ên nivîskarîya tirkî dikin, ji dagirkerên kurdan bêtir zirarê didin kurdan, mixabin.
Lê…
ku tu ji wan bipirsî jî, kes bi qasî wan ji kurdan re xizmetê nake.
Ne ku nezan in, na!
Dizanin bi xwe û xwebûna xwe re ne durist in û dizanin civakeke nezan bi haweyekî ehmeqane polîtîze bûye, 
loma jî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî genfiskîyê anku fisgenîtîyê dikin.
Di ber çi de?
Egoyeke heftserî…
Populîzmeke beradayî…
Konforeke kurtêlxwirî…
Karektereke pînekirî…
Lê ya herî ecêb,
ev nivîskarên ku ji xwe û xwebûna xwe dûr ketine û bi haweyekî nedurist tev digerin, ji duristan bêtir xwedîyê qedr û qîmet in li vî welatî.
Loma jî…
Ciwanik û ciwamêran serê xwe bi sosyolojîya vî miletî re êşandîye û ji xwe re li ser nezanî û ehmeqîya wan diçêrin.
Nav û deng bi xwe dixwin, 
bi pere û şohretê serxweş dikevin, 
di nav konforê de digevizin.
Û bi dizî ji vî miletî re dibêjin,
“Aqilê sivik barê giran.”
Axir…

Gotina Dawî
Meriv bi qasî kapasîteya mejîyê xwe bextewar e, diêşe…