30 Mayıs 2026 Cumartesi

ka aqil

Rojekê ciwamêrek, ciwamêrekî têra xwe dewlemend ku li berîya Mêrdînê bi hezaran dolim erdê wî heye tê cem Hecî Şakirê mala Xatê.
Dibêje, “Hecî, ez dixwazim tiştekî bikim ku piştî pêncî salî jî navê min li ser zimanan be û her kes qala min bike. Tu çi pêşnîyar dikî? Ez çi bikim?”
Hecî Şakir wa dûr û dirêj li bejn û bala wî dinere û di bin simbêlan de dimizice.
Dibêje, “Çel pêncî berxî serjê bike, li orta sûka Qezê, ji ber peykerê Misto heya rêya ku dihere ser îpekê sifreyekê raxe.”
Dibêje, “Na, mesrefeke zêde ye.”
Hecî Şakir dibêje, “Wê çaxê rahêje keleşkofekê û li nav sûka Qezê hema kî bi ber te ket lê bireşîne; çel pêncî mêrî di ser hev de bikuje.”
Dibêje, “Weleh, ew jî zehmet e, nikarim.”
Hecî Şakir dibêje, “Ê hey te quzê wê xwaro! Ne maqûlî û ciwamêrî ji te tê, ne jî mêranî û mêrxasî. Rûne li mala xwe û bes xwe bibixudîne mîna dîkê elokan. Tu gû ji te dernakeve.”

Îja heyran,
vî zemanî deng tenê ji pereyê wan tê, ew jî wextê bi tirs destên xwe diavêjin bêrîkên xwe ku newêrin ciwamêrîyê bikin.

Gotina Dawî
Qûna we qûna mirîşkê ye, hûn diherin li ser hêkên betê rûdinin.