31 Mayıs 2026 Pazar

rojeva rojê

Şeş heb shot (Tuborg/Bîra) vexwarin û hêdî hêdî hat li kêleka min rûnişt. Serê wî mîna mirîşka bi êşê ketibe li ser stuyê wî nediedilî.
Got:
-Xwedê li kîjan qatî ye, xalo?
Wa min ji xwe re bala xwe dayê û bi haweyekî dûr û dirêj lê nerî û ez di ber xwe de bişirîm.
Min got:
-Qala ezmanê heftan dikin, dibêjin li qatê heftan e.
Bi haweyekî neketibe serê wî kenîya, lê ji kenê wî fuqurîyek jî difûrîya. 
Got:
-Xalo!
Min got:
-Hêê!
Got:
-Bi vê bîraya ku min îman pê anîye, heta ezmanê heyştan jî ez çûm, min ew nedît.
Min got:
-Waa!
Got:
-Erê bi wê rîha te ya nûr jê difûre.
Min got:
-Gelo dibe xwe li derinan veşartibe?
Got:
-Ji ber kê?
Min got:
-Ji ber me însanan, ma ji ber kê!
Rabû ser xwe, pihênek li qutîka bîraya ber xwe ya vala xist, destên xwe dan paş qûna xwe û di derî re derket. Du sê gav avêtin neavêtin, sekinî, di ser stuyê xwe re li min zîvirî, serê xwe hejand û kenîya.
Got:
-Erê erê, ma qey ez nizanim! Tu Xwedê yî, tu ji min re nabêjî.
Û hêdî hêdî ji min dûr ket…

Carinan nîqaşa li ser hin mijaran bifêde ye; bandorê li nerîn û perspektîfa meriv dike.
Li ser nivîsareke min niqaşa min û seyda Laleş Qaso yek ji wan nîqaşan e.
-Roj baş Devliken, min nivîsa te ya bi vê ser nivîsê xwend "Tehma Quz"
Bi kurtî, ezbenî nivîs, kitêb û filîmên li ser Kîr û Quz nabin hiner û hinermendî! Dibe porno, dibe perwerdeya seksê, tolazî û doxînsistî. Helbet divê keç û xort û jin û mêr bibin xwedî têgihiştineke seksî û romantîk! Îcar rêyên wê hene. 
Mesele, em ê roman û kitêba seksê çawa ji hev derxin? 
Guh bide min, “Heso ber bi mala Xecê ve diçû, û Xecê jî ber bi mala wî ve. Xecê çawa ku Heso dît, beşirand, xwe bi ser hev de xiland û hema di cih de li malê vegeriya. Heso lezand û li devê deriyê hewşê nêzîkayî li Xecê kir. Her du rawestiyan, her duyan bi haweyê ku li hindur bigihên hev çav dan hev. Xecê lezand, Heso jî. Xecê derbasî odeya razanê bû û xwe li wê navê avêt erdê, Heso jî mîna teyrê mirîşkan xwe dada hindur û derî xiliqand.”
Eha heta vir zimanê romanê ye, îcar ku nivîskêr her duyan tazî bike û bibêje, “Heso destê xwe di nav şeqên wê de pelikand, bi zîlikê lîst, av jê hat û hwd.” eha wî çaxî jî nivîskar ne romanê, porno dinivîsîne, û tu sax
-Ew fikr û nerîna te û bêguman tercîha te ye, seyda. Bi fikr û nerîna min jî divê qalib û tabû tune bin. Îja kê gotîye zimanê romanê ne wilo ye, ha wilo ye? Otorîte çi ye? Otorîte kî ye? Pîvan çi ye û kî dipîve?
Û ya din jî ev ne roman e, pekenîn e.
Haa! Ez ê bi zimanekî weha rût û tazî romanê jî binivîsim. Kê gotîye porno, kê gotîye erotîk, kê gotîye romantîk, kê gotîye zimanê romanê wilo ye ne wilo ye, zêde ne li ser bala min e jî, ne xema min e jî. Kê çawa xwest bila binivîse; divê em rastîyên xwe li ser kesî ferz nekin û tu sax.
-Erê, ya ku te nivîsiye pêkenok e, lê pêkenokeke ku ne di mistewa pêkenokên odeya civatan û pêkenokên Ezîz Nesîn e ku her civat karibe lê guhdarî bike! Ez wê dibêjim, û wekî din jî kî çi kirasî li nivîsa xwe bike wê bike, û tu saxtir.
-Seyda, her tim Nesînkî jî nabe. Carinan Devlikenkî jî hewce ye.
-Eha ev erê, de destê Melekê Tawis li pişta te be.