16 Mayıs 2026 Cumartesi

li ber straneke fransî

Ciwamêrekî xaltîka xwe bir paş girekî, li wir têr nîyhayê û dû re rabûn bi destên hev girtin, berê xwe dan cem melê.
-Selamuneleykum.
-Eleykumeselam.
Mele got:
-Kerem bikin, hûn çi ji min dixwazin?
Ciwamêr got:
-Em hatine tu mehra me bibirî.
Mele got:
Hûn çi yê hev in?
Ciwamêr got:
-Ev xaltîka min e, ez jî xwarzîyê wê me.
Mele got:
-Heyran, mehra we çênabe.
Ciwamêr got:
-Çima çênabe?
Mele got:
-Kuro, ev jin xaltîka te ye, Tu di dewsa lawê wê de yî. Ma mehra meriv li dêya meriv dibe? Nabe nabe.
Ciwamêr got:
-De rabe ser xwe lo! Weleh berî em werin cem te bi nîv seetê li girê pişta gund, me nîyha hev, qûn li hev qetand, îja nabe!

Îja heyran…
Em dibêjin, “Keçê, çima tu bi tirkî dipeyivî?” 
Dibêje, “Ez baş nizanim xwe bînim zimên.”
Ê keçê xwelîserê! Heya doh jî li gund tu di nav rêx û bişkulan de, tu li pey qûna pez û dewêr bi vir de û wê de zîz dibûyî, ma çawa çêbû?

Gotina Dawî
Mehr li her tiştî tê birîn, tenê mehr li zimên nayê birîn; 
lew ziman anarşîst e, tu hez bikî nekî ne xema wî ye, lê ku ew hez bike, tu dibî xwedan kesayet, xwedan civak, xwedan netewe, xwedan dewlet.
Bi kin û kurdîya kurmancî, tu dibî xwe-dê bi xwe.