Li Qezê/Qoserê dozger bi polîsan re digirin ser malekê.
Xwedîyê malê mirîye, şilfî tazî li nava salonê li ser piştê veketî ye.
Li qozîyeke odeyê jî jina wî li ser çongan rûniştîye, digirî, li xwe dixe.
Qomsêr li kîrê mêrik dinere şaş û matmayî dimîne, ne kîr e, doxa tevşo ye, mîrato.
Di ser stuyê xwe re dizîvire, li dozger dinere û dev lêva xwe dike û serê xwe dihejîne.
Dozger jî di bin simbêlan de dikene û difitile ser jinikê, dibêje, “Serê te sax be. Xwedê sebrê bide te, xweha min.”
Girîyê jinikê pirtir dibe, bi hutik û kulmikan bi sînga xwe dikeve.
Dibêje, “Axx ax, dozgerê min! Ê tu nizanî bi çi zilam bû! Ax ax!”
Dozger dizîvire, dîsa li kîrê mêrik dinere, dû re awirekê dide qomsêr û difitile ser jinikê.
Dibêje, “Bi Xwedê bi Xwedê, tu çi qasî bigirî û li xwe xî, tu ne neheq î! Ez jî bi çavên xwe dibînim bê te çi wenda kirîye.”