27 Ağustos 2024 Salı

ez û araso

Bala wî ket morîkên stuyê min, bi meraq û baldarî lê nerî, nerî…
Got:
-Xalê Devliken, ew çi ye?
Min got:
-Morîk!
Got:
-Na na. Ya di nava morîkan de. 
Û destê xwe avêt wê fîgurê. 
Min got:
-Tav e! Û tav jî Xweda ye! Çawa tu bawerîya xwe bi Xwedayê xwe tînî, ez jî bawerîya xwe bi tavê tînim.
Got:
-Tobe estaxfûrullah! Xalê Devliken tu kufir dibî, wer nebêje.
Min got:
-Ma Xweda derewan dike?
Li min nerî, dû re yek bi yek li hevalên din ên li dora maseyê rûniştine, nerî,
Got:
-Erê, Xweda jî derewan dike!
Min got:
-Hey bênamûsê bêehlaq, ka heya nuha min çi derew li te kirîye?
Got:
-Heşayî te, xalê Devliken, min ne ji te re, min ji Xwedê re got.
Min got:
-Xweda ez im û ji nuha pê ve êdî tu jî pêxemberê min î.
Sar sekinî, kêlîyekê ne xwe tev da, ne jî peyv ber devê wî ket.
Got:
-Xalê Devliken tu meriv ditirsînî, lo!
Min got:
-Netirse! Bila ji te bitirsin!
Û ez fitilîm ser çayger,
Min got:
-Ji Xwedê û pêxember re çayê bîne.
Got:
-Xalê Xwedê, bibore, xalê Devliken, bila ji min re lezo bîne, ez ji çayê hez nakim.
-Min got:
-Lezo venexwe. Lezo vexwarina zarok û zilamok û qeşmerokan e. Êdî tu pêxember î û pêxember jî tiştê giran vedixwin.
Kenîya…
Got:
-Xalê Devliken, ma çi giranîya çayê heye? Bi Xwedê dêya min çayekê çêdike eynî wek lezo ye, tenê tehma wê naşibe çayê.
Min got:
-Min tu kirî pêxember, ji nuha şûn de hewce ye tu hay ji rabûn rûniştin, tevger û peyva xwe hebî; hewce ye tu hay ji xwarin û vexwarina xwe jî hebî.
Got:
-Xalê Devliken, here were min ê lezoyek vexwara, te kir qebhet!
Ez fitilîm ser çayger,
Min got:
-Ji min re çay, lê ji pêxember re aveke cemidî bîne.
Û ez fitilîm ser Araso,
Min got:
-Aras, lawê min, min pêxembertî ji te stend, êdî wek ên din tu jî pez î û ji dergeha min rabe, biqeşte biceheme, here, bila careke din çavê min bi te nebe.
Şûşeya ava cemidî bi ser xwe dakir û rabû ser xwe, kejika stuyê xwe xwirand û hêdî hêdî ji min dûr ket. Heya ji çavên min wenda bû jî, neh deh caran di ser stuyê xwe re zîvirî, li min nerî.

Gotina Dawî
Em dînan baqil, baqilan dîn dikin…
Sedeqallahulez!


26 Ağustos 2024 Pazartesi

dijûn û xeberên qezê/qoserê

Got:
-Evdo, tu çi dikî?
Got:
-Ez dinim ca xwe! Ka tu jî nayê? 

Got:
-Evdo, ez birmîme, tu nanekî nadî min?
Gof:
-Tu ha li vê dera hanê tu di ca min nî û ez jî li te binerim, min nan neda te!

25 Ağustos 2024 Pazar

civatên mêrdînê

Li Mêrdîna xopan hêdî hêdî germa dişkê û bi şev rûniştina li derve xweş dibe, lê pêjna Ednan nayê îşev.
De qey ew jî xwedî jin û zaro ye û heqê malîyan jî li ser wî heye.
Îşev, ez ê bi çend ciwamêrên nîvciwamêr hewl bidim şûna Ednan nedim hîskirin.
Çaya qaçax, sûka Qoserê û piştî nîvê şevê gera derve ya serxweş û tolaz û tewteweyan.
Erê…
Welat xweş e, heger bêhişan bêhişî belav nekira!..
Axir…
Ka ez vegerim civata xwe. 
Li bin sewta Miradê Kinê û kurmancîya reş a ku hêdî hêdî gewr dibe…

Gotina Dawî
Tehm di sikakan de jî nemaye; ruhê zarokan dimire…
Û ruh jî ziman bi xwe ye!

ednan

Dîsa Ednan!
Em rûniştine, heval qala zaroktîya xwe dikin bê kê di ber çi de ji destê mamosteyan lêdan xwarîye…
Erdêl got:
-Law ma me îşê lêxistinê xwar ji ber me îstiklal marşî ezber nizanîbû.
Ednan fitilî ser Erdêl, got:
-Ma bi Xwedê îstiklal marşî kevn bûye, divê bê guherin!

Ednan dihere ser doktor. Li derî dixe, derbasî odeyê dibe; doktor û jina li ber destê wî dixebite jî rûniştine.
Doktor serê xwe ji ber xwe radike, li Ednan dinere, dibêje:
-Çi nexweşîya te heye?
Deng ji Ednan dernakeve. Doktor hêrs dibe û bi himehim dibêje:
-Kuro ma qey dengê min nayê te!
Ednan dibêje:
-Hi ii?
Doktor dibêje:
-Kuro çi nexwaşîya te heye, tu ji bo çi hatîyî?
Ednan xwe naêşîne, dibêje:
-Hela ka bise bêhna xwe fireh bike, ez ê bifikirim bê çi yê min heye…
Doktor aciz dibe, bi hêrs dibêje:
-Derkeve derve, teresê teres! Îja ka bise ez ê bifikirim! Derkevvvv!

23 Ağustos 2024 Cuma

dîn û baqil

Got,
-Devliken, her tim tu bi dîn mînan re wêneyan digirî û li ser medyaya sosyal belav dikî, ji kerema xwe re wêne mêneyên me jî belav neke, xelk ê bibêje qey ew jî dîn in!
Min got,
-Ma ez baqil im ku bi baqilan re rûnim!

Gotina Dawî
Baqil li paş baqilan paşgotinîyan dikin, lê dîn li çavên dînan dinerin û dibêjin…

22 Ağustos 2024 Perşembe

rêwîtî-2

Vê sibehê min û kaptanê xwe, xwe avêt binya Aksarayê.
Kaptan tir li hewşa petrolekê sekinand, ew bi mazota xwe re şitexilî, min jî dest bi hazirîya taştêyê kir.
Ez dibêjim qey çay ji çaya bi destê şofêran çêdibe, xweştir tune ye.
Vê sibehê Evdirehman kaptan jî çayek ji wan çayan ji me re çêkir ku ji xwîna berêz tîrtir…
Axir, em rabin firaxên xwe bidin hev û bimeşin.
Heya bêhnvedaneke din,
Adîos anku bi xatirê we, cimhet!

21 Ağustos 2024 Çarşamba

rêwîtî

Di dawîya tirê de, ez li ser piştê veketime, min nigên xwe radane, ber bi welêt ve diherim.
Û welat!
Welatê bêwelatan…
Axir, îşev dixwazim tenê guhdarî bikim

binhişîya xwe kedî bikin

Rexne heger ji dil be, meriv pê xurttir dibe. Û ez ji paktîya dilê Îko piştrast im.
Wek hûn dizanin, belkî jî hûn nizanin, li ser twîtterê bi navê Rastnivîsîna Kurmancî rûpelek heye. Xwêdîyê vê rûpelê Îkram Baban e, lê ez bi xwe jê re dibêjim Îko. Hûn bi ya min dikin hûn jî jê re bibêjin Îko. Hewceyî bi tîpên zêde tune ye, heger xwedîyê nav ê jî bi navê xwe qayîl be...
Ev xweşmêr dilxwazekî zimanê kurdî ye û bîst û sê seet û nîvan serê xwe bi vî zimanî re diêşîne.
Ez texmîn dikim, ne ew bîst û sê seet û nîv, lê ya ji we re kul e, ew nîvseeta ye, lê ez ê ji wê re nebêjim bê ka di wê nîv seetê de çi dike.
Axir...
Li ser twîtterê ev xort li şaşîyên kê dihulkume, nabêje tu lawê an jî qîza kê yî, carinan mîna centilmenekî fransî, carinan jî mîna dîplomatekî xwedan prensîb şaşîyên xwedîyên şaşîyan radixe pêş çavê wan.
Yanî komîsertîya zimên dike û ez bawer im ji rewşa zimên a tê de ye jî hewce ye.
Xwe ji vî xortî aciz nekin û xwe jê nexeyidînin. Her çi dike, ji bo zimanê min û we dike.
Erê, belkî li ser twîtterê pêjna wî bi we ne xweş bê, lê heger rû bi rû hûn wî nas bikin, hûn ê rabin dilê xwe derxin, têxin kefa destê wî û li paş xwe nenerin, herin.
Û wextê hûn vegerin jî, hûn ê bibînin dilê we di dilê xwe de parastîye ji bo wek xwe bimîne.
Bi kin û kurmancî, 
çendî carinan bi wê ciwanîya xwe ya xwîngerm dilê we bihêle jî, bidin xatirê ciwanîya wî ya pak û henûn û tenê di bin simbêlan de bibişirin; piştî demekê ew bişirîn ê li ser zimanê we jî bibe bişirînek!..

Semyanî Perîzade
Ew kultura me ya bi zayîna îslamê re roj bi roj ji resenîya xwe dûr ket û di bin çarşefa reş de bû gulokek ji êgir û civak da ber xwe, tenê dikare bi hêz û wêrekî û xwebawerîyê ji nû ve li xwe vegere.
Em ne miletekî fahş û bêhawe bûn, lê em ne miletekî girtî, paşverû û olperest bûn jî.
Heta ez dikarim vê jî bibêjim; 
îslam, bi xêra wê paktî, xweşbînî, xweşehlaq û merivhezîya me piçekî nermijî, loma jî îslama di nav kurdan de tu carî neşibîyaye îslama di nav tirk û ereb û eceman de...
Wê rojê jî min gotibû:
"Heta ronakbîr xwe li ber çavê civakê reş nekin, ronî yê nekeve çavê civakê û di wê reştarîyê de civak ê ber xwe nebîne."
Bêguman...
Qesta min tenê ne ronakbîr in, her weha stranbêj, nivîskar û aktîvîst in jî.
Ji bo civakeke medenî, modern û pêşketî hewce ye ronakbîr, hunermend, stranbêj, nivîskar û aktîvîstên wê civakê civaka xwe bitehenîne, aciz bike.
Hûn ê her tiştê bi we xweş û rast lê bi wan şaş û fahş tê, hûn ê her tiştê bi we biedeb û normal lê bi wan bêedeb û beradayî tê, li ber çavê wan bikin û têxin çavê wan, ji bo lê binerin, bibînin û bilerizin; ji bo di hundirê wan de tofan rabe û ew tofan wan bide ber xwe; 
wan bi rastîyên wan bihisîne!
Wekî din, heger hûn ji tirsa wan li rastîyên xwe xwedî dernekevin û nedin pey rastîyên xwe, ew ê jî li rastîyên xwe yên jê dûr ketine, venegerin.
Hûn jê hez bikin nekin, tercîhên wê, jîyîna wê bi we ecêb bê neyê, Semyanî Perîzade bi sekn û helwest û tevgera xwe zingînîyê ji serê vê civaka paşverû tîne û ji kesên xwe avêtine paş arezû û daxwazên xwe yên zayendî/seksual re dibêje, "Hûn durû ne û hûn îxanetê li hest û hîs û bedena xwe dikin. Ez mirêka binhişîya we me. Ez a dilê we gelek kesan tînim cî, loma jî hûn ji hêz û wêrekî û xwebawerîya min dihesidin; xwe bi xwe hûn dibêjin çawa ew dikare em nikarin! Tiştên ez dikim ji we nayê. Barebar û nalenala bedena we ye, lê çendî hûn dibihîzin jî, hûn guhên xwe jê re digirin. Nehesidin, rik û gir bi min re najon. Li min xwedî derkevin da hûn bikaribin rojekê li rûyê zarokên xwe binerin!.."
Li Semyanîyên vê axê xwedî derkevin û nehêlin ji alî fahmkoran bên afarozkirin.
Ne ji Semyanîyan, ji kesên ehlaq di devê xwe de kiriye benîşt û bîst û çar seetan wî benîştî bi haweyekî fisgenî û bêehlaq dicûn, bitirsin.
Di rêya jîyaneke azad, medenî û modern de hûn hewceyî "bêehlaqî"ya Semyanîyan in.
Yan na,
her û her ji bo nuhkirina destmêjê hûn ê bibin kulmek ar!
Rengînîya civakê huzûr û aramîya civakê bi xwe ye.

Gotina Dawî
Civakeke birçî, nikare berhemên têr biafirîne!

20 Ağustos 2024 Salı

nîvkurdistanî

Tebhekî min ê ne baş lê di esasê xwe de pir baş e û pir jê hez dikim jî ev e:
Dema ez berê qûna bêkarekter û oportunîst û populîsfan didim tavê û dihêlim her kes wê qûna wan a tazî bibîne.
Îja pozê wan naşewite!
Ha te gotîye, ha te gotîye; mîna meriv ji dîwêr re bibêje,
lê xwezî wek ku carinan dîwar xwe digihîne bûka malê, me jî bi haweyekî bikarîya xwe bigîhanda van teresan.
Em jî dizanin ber sîya dîwarê dêrê jî xweş e, ber sîya dîwarê mizgeftê jî, 
lê ya girîng û hêja ew e, meriv bi haweyekî bêminet serê xwe bilind bike û bimeşe di bin wê tava tûj de.
Îja wek min got, 
teresî dibe konfor û li bêkarekter û teresan vedigere, lê…
konforeke xapînok.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
bi wê karektera xwe ya oportunîst û populîst û teres ranebin pesnê diz û wawîk û keftaran nedin.
Heya hûn ji diz û wawîk û keftaran re nebêjin, diz û wawîk û keftar, hûn bi xwe jî ew in.

Gotina Dawî
Nîvapocîtîya we, we nake nîvkurdistanî, lewra heger hûn apocî bin, kurdistanîbûna we zir derewek e.

19 Ağustos 2024 Pazartesi

amedspor û şoreşa derewan

Kurdistan,
ne tenê di warê edebîyat û hunerê de, her weha di warê futbolê de jî xwedan potansîyeleke mezin e û ne kêmî welatên Emerîkaya Latînî ye. 
Di her bajarekî kurdan de,
heger meriv bike karê xwe, du sê Messî hene, meriv piçekî din tahdê bide xwe, xwe biêşîne, meriv ê bikare du sê Ronaldoyan jî lê zêde bike wek eşantîyon,
lê mixabin,
îro tu li tîma Amedsporê dinerî, meriv dibêje qey Kenyaspor e, ne Amedspor e.
Nizanim, 
lê zemanekî ji bo bêhna demokrasîya ekolojîk pêl bi pêl li ser gerstêrka Efrîkayê jî belav bibe, serokê sererd û binerd li Kenyayê dîploMASÎyeke mezin dimeşand.
Bêguman,
bi îhtîmaleke xurt apocîyan jî, biborin, amedîyan jî ji bo xatirê xatiran tîma Amedsporê tije reşikên porxelek kirîye.  
Haa!
Ez vê jî bibêjim…
teva ku ew qas milîtanên reşik ên porxelek transferî Amedsporê bûne jî, bi şerefa sofîyên bêdestmêj, Amedspor bi tu futbolê nalîze! Û heger vê futbolê dewam bike, ne dûr pir nêzîk ew ê pê bigire,
lê Xwedê heye…
sehaya Amedsporê jî ne seha ye, haa, dişibe mişarên pîvazan, mixabin 
anku mîna erdê cotkirî ye; baran bi ser de hatîye û çêre xweş bûye, tenê pez û dewar jê kêm in.
Axir…

Gotina Dawî
Ma we pankarta di destên futbolîsên Îstanbûlsporê de dît?
“Berê Wetan!” xistin qula çavê me.
Û em jî qala dîploMASÎyê dikin!..
Em kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, îja dîplomasî!!!