20 Eylül 2021 Pazartesi

piştî te

piştî te

bi hezaran qaqlîbaz li asîmanan asê man

yûnisên kerî bi kerî avjenî dikirin hew bi ser avê ketin

û evîndar ji peravê xeyidîn

pisîkên nefsek stuxwar man


piştî te

behr ji pirê xeyidî

av bêyî dilê xwe herikî

û di bin şopa şênîyên bajêr de

evînekê ber avêt


piştî te

li bazara bazirganan evîn bû qahpikek

kesî li xwe daneanî li hêla wê binere

stuxwar ma li kolanên bajêr

ma min ji te re negotibû qîmetê evînê tune ye li vî bajarî


piştî te

ez ê jî terka evînê bikim

û bibim zebzefiroşek

ez ê her tiştî bifiroşim

lê tenê destê min ê li evînê negere

19 Eylül 2021 Pazar

reîs û kitêba ne kitêba wî

Rast derew, xêr û guneh ne di stuyê me de, dibêjin, Reîs kitêba xwe ya çapbûyî nexwendîye!
Hêja ye Kitêba Rekoran Guinnes bi herfên zêrîn navê Reîs li ser navika xwe binivîsîne.
Kî bîra meriv nexwîne û rabe binivîsîne lo lawo!
Ev jî hunerek e haa!
Lê haya Reîs ji vê hunerê heye, tune ye, nizanim.
Ilhez hinekan bi zorê ev huner kiriye hunera wî.
De îja...
Wî bi xwe nexwendîye...
Ê bi qasî ez rojevê dişopînim, hîn tu kesekî din jî nexwendîye.
Hi ihi!
Û jixwe li cem xalê me Seleh (Medya Kitap) jî nayê firotin.
Ka îja em ê çawa bizanibin bi çi ayet û hadîsan xemilîye?
Îhtimaleke mezin wî bi xwe nenivîsandîye; hinekan ji dêvla wî nivîsandîye.
Lê kes newêre xwe bide ber jî...
Ma hîn meseleya dîplomayê safî nebûbû, îja kitêb jî derket pêyasê û bû zêdeyîya ser kezebê.
de xalo, de xalo!
çemê çetelê de xalo!
Le ku hinekan fantezîyên xwe yên seksê nivîsandibin!
Ininin! Ininin! Ininin!!!
Belî nabe.
Lê xwezî fantezîyên Reîs binivîsandana.
Weleh nuha têra xwe rengîn in.
Qesra bedew a bi şeml û şemal û fantezîyên bicizbêketî...
Ya star!
Haho!
Allahuekber!
Allahuekber!
Sibê ez ê herim li A101 û BÎMê binerim, bê ez kitêba Mr. Reîs bi dest naxim...

Vê pêla dawî, li ser medyaya sosyal zêde diajon ser Hêja Netira ku dike nake nikare xwe ji tirk û tirkî û zîhnîyeta tirkan rizgar bike.
Rebenê jî bi qasî hêz û qaweta xwe li ber xwe dide, lê dem ne dema liberxwedanê ye, mixabin;
yên li ber xwe dan, ji dawa dêya xwe filitîn û yek bi yek bûn kulmek ax!
Hûn bi ya min dikin, zêde bi ser de nerin û bes wê aciz bikin,
yan na ew ê rabe "ne"ya ber paşnavê xwe jê bibe û xwe bike belaya serê tirkan.
Hûn dahwa çi lê dikin heyran?
Deve ye û bi serê xwe ye. Baş, xerab, kar karê wê ye, çi ji we re!
Şêrîn e, sempatîk e, xweşik e û wek jinekê jî têra xwe mêrkujane ye, bi şerefa Hecî Meter.
Erê, carinan piçekî xwe fahş dike, lê jixwe di dema me ya îroj de fahşbûn bi xwe hunerek e.
Ha, ez vê jî bibêjim, heger bi şewba îdeolojî mîdeolojîyan nekeve û tenê bi hunerê re mijûl bibe, jineke jîr û jêhatî û di qerf û mîzahê de jî serketî ye,
lê wek min got, divê xwe bi jahra îdeolojîyên teresonîk jardadayî neke.
Wek hevbajarîyekî te (herweha kalikê te jî dostê bavê min bû; rehma Xwedê li wan be) karê xwe bike; heger te jê hez kiribe, bi kesî re nekeve nav heftûheyştan...
Û tu sax, ji qewla şêxê min Laleş Qaso!


18 Eylül 2021 Cumartesi

kurdistan

Vê pêla dawî tiştin diqewime.
Dîplomasî...
Lobî...
Çûyin, hatin...
Serdan, serhildan...
Kurd, mird, ewrûpî mewrûpî...
Cehş, xayîn, xwefiroş, xwefiroşî...
Destê kê di bêrîka kê de ye?
Lê bêhna hazirî mazirîyan tê!
Hoo kurdino!
Ma pêjna serxwebûnê nayê we jî?
Qey hûn gêj in!
Dengê defê jî dûr xweş e!
Lê Kurdistan nêzîk e!..


17 Eylül 2021 Cuma

quretîyên erzan

Ji bo pirê kesan, quretîyên li ser medyaya civakî tenê hobî anku cîyê kêf û dûrketina ji stresa problemên xwe yên şexsî ye.
Ji wan bawer nekin!
Xwarina du lahmecûnan, an jî vexwarina du qedeh araq, ji bo wan ji azadî û serxwebûna Kurdistanê girîngtir e.
Lê dema dipeyivin, an jî dinivîsînin, ji Don Kîşot Donkîşottir in,
lê (bê)Don kîşot in, haya wan ji wan tune ye!

Kêf û zewq xweş in!
Hez û eşq xweş in!
Haz û arezû xweş in!
Lê ji bo van tiştan ked hewce ye; divê meriv heq bike...

Ehmeqîya herî ehmeqî ew e ku meriv xwe jîr û biaqil bibîne lê meriv hesabê jîrbûn û biaqilbûna kesên hemberî xwe neke...

Pere pere pere, lê Napoleon mir û têr nebû ji pere...
Pere baş e, lê heger têkeve xizmeta ciwamêrî/ciwanikî û maqûlî û comerdîya te.
Pirê kesan ne xwedîyên pereyan in, xulam û koleyên pereyan in.
Pere çavê we têr û tije bike jî, hestên we yê her birçî bin, mixabin!

Gotina Dawî
Qîmetê zemên bizanibin, an na hûn ê bi ber bayê zemên bikevin û bibin kulmek xwelî.

16 Eylül 2021 Perşembe

mamoste û xoce

Di du meseleyan de kurd û tirk pir dişibin hev; di meseleya kurdî û futbolê de.
Di civaka me kurdan de zanîna kurdî û di civaka tirkan de jî piştî futbolîstek jubîle dike anku dev ji futbolê berdide.
Di civaka me de, her kî dest bi xwendin û nivîsandina bi kurdî bike, êdî derdor jê re dibêje "Mamoste" û li ser serê civakê dest bi quretîyan dikin; di civaka wan de jî her kî dev ji futbolê berdide, derdor jê re dibêje "Xoce" û ew jî êdî ji haş û baş dipeyive û li ser serê civaka xwe mîna ramangerek li ser felsefeyê bipeyive, li ser futbolê dipeyive.
Mamoste û xoce...


15 Eylül 2021 Çarşamba

durûtîya civakê

Problema vê civakê çi ye?
Problema vê civakê:
Çi jin, çi mêr, di teorîyê de hin tiştan, nirxan li xwe bar dikin, wek îdeolojî, bawerî, zayendî, kesayet û hwd. lê di pratîkê de anku di tevgerên xwe de ne tu gû ne.
Di xeyalên xwe de dixwazin bibin her kes û her tişt û pirê caran wek bûne her tişt tev digerin, lê di esasê xwe de tenê belengazîyeke kêmqawetî bûye para wan.
Ji vêya re dibêjin sendroma xwelîserîyê.
Min gelek jin nas kirin, lotikên anarşîstî, lotikên serbixweyî û lotikên azadî avêtine, lê bi dehan car ez bûme şahidê wan ê wê belengazîya tirsonek û dilê min bi wan şewitîye.
Loma...
Bi gotinê nabe.
Divê gotin û kirin yek bin.
Gen divê...
Kesayet divê...
Xwendin û zanîn divê...
Vîzyoneke kulturî, edebî divê...
Û ya herî girîng, nîyhandineke têr û temam divê; di warê nîyhandinê de divê têrxwarinî hebe û çavê te ne li derîyan be.
Belasebeb nehatîye gotin, "Çavê li derîya, xwelî li serîya!"




14 Eylül 2021 Salı

2025

Konsolosê holandî gotîye, "Divê hêzên pêşmergeyan bêyî ku têkevin bin tesîra rojeva partîyan, ji bo veguherin hêzeke modern hewl bidin, tev bigerin."
Bi min di vê daxuyanîyê de peyameke sublîmînal heye; heta sublîzelal..."
Bi kin û kurmancî, te dît bi qasî min jê fêhm kir, dibe ku ne wek min be jî, lê min weha jê fêhm kir:
Rêzdar konsolos dixwaze bibêje, bi tiştik miştikên pûç û beradayî enerjîya xwe xerc nekin; xwe bikin yek û ji bo hêzeke qerase ku ew hêz ê bikaribe di bin barê serxwebûnê de rabe, hewl bidin...
Lê...
Ka aqil!

Mîna çivîkeke baskokirî û birîndar diperpitî.
Axûwax û nalenala wê bi dîwarên odeyê ve radipelikî.
Xwe bi ser wê de dewisand, lêva wê ya jor xist nav lêvên xwe, têr mêt û pê ve kêleka destê xwe rada devê wê, diranên wê mîna mîxan xwe li kêleka destê wî dan hev, zevt kir; çendî dewsa wan qîlan diêşîya jî, ji arezû û zewqa wê kêlîyê êşa ji ber wan qîlan hîs nekir.
Axûwax û nalenala wê piçekî fetisî!
Û ji nişka ve li ser derzika pişta wî çend çipik xwêdan ketin pey hev, mîna morîkên tizbîyeke nod û neh ber bi jêr ve herikîn...
Di bin qefesa sînga wî de dilê wê dikir teperep lê teperepeke ne normal.
Erê, bi hatina pişta wî re, ew jî orgazm bûbû.
Devê xwe xist guhê wê û di guhê wê de kir pistepist:
"Bi qasî ez di himbêza te de azad im, li ser tu axê ez ew qasî ne azad im."
Û bişirî; dû re ew peyivî:
"Meraq neke, rojekê ez ê li ser axa serbixwe jî te li ber sîya pêsîrên xwe azad bikim û di hundirê quzê xwe de te veşêrim.


13 Eylül 2021 Pazartesi

tevlihevî û kaosa peyvan

Nizanim îşev ez li ser çi binivîsînim!
Sîyaset!
Civak!
Edebîyat!
Huner!
Mîzah!
Magazîn!
Yan erotîzm!
Serî li min bûye def û her yek ji hêlekê ve digurmîninê...
Rojev pelûl e jixwe; her roj du roj eynê kerafî!
Ne tirk du gavan pêş ve diavêjin, ne jî kurd terka biratîyê dikin.
Jixwe Reîs Sedat Peker jî xeyidî...
Ka îja em ê wext û dema xwe bi kê û çawa derbas bikin?
Derbenda qûna Erdogan qetîyaye, êdî Emîne xanim bêyî hefat hew dihêle derkeve derve, xwe û derdora xwe bilewitîne;
lê jixwe jêr û jor bûne yek û bi dor dipeyivin!
Û qebheta hetka jor ji qebheta hetka jêr bêtir e.

Gelo berî mirinekê wek netewên din ên xwedan dewlet em ê jî rojekê ji wê şeraba azadîyê vexwin û li ber bayê serxwebûnê serxweş bikevin?
Off!
Serxweşîya bi şeraba azadîyê jî serxweşî ye, haa!
Heger Kurdistan serbixwe bibe, divê wê şevê hemû serxwebûnxwaz xwe şûtîtazî bikin û heta berbanga sibehê vexwin, serxweş bikevin û di hev nin!
Lê jin û mêr, ne mêr û mêr an jî jin û jin!
Na na!
Azadî, ji her kesî re azadî ye,
loma jî dilê kê çawa dixwaze, bila weha jî bike û texsîr neke;
çi jin bi mêr re, çi mêr bi mêr re, çi jin bi jinê re, çi jî garankî...

Gotina Dawî
Hêvî dikim berî kurdî ji ser vê axê bar bike, Kurdistan ava bibe;
yan na, kurd ê kurmî bibin...

12 Eylül 2021 Pazar

12yê îlonê

Piştî nîvsetekî din 12yê Îlonê dibe 13yê Îlonê û em ê fatîheyekê li ser ruhê şoreşgerên wê demê bixwînin.
Tenê bîst û çar seetan ketin bîra me, me ew dem bi bîr anî û nuha jî qedîya.
Wek îroj, doh jî kî çû, ji kîsê dêya xwe çû.
Ne şoreş pêk hat, ne jî yên xwîna wan fêriz û gulîsoran rijandin hatin cezakirin.
De serê xwe deynin ser bahlîfa xwe û rakevin; belkî hûn di xewna xwe de li tahma azadîyê binerin.
Û...
Ji xwe pê ve bi kesî bawer nebin!
Her kes li pey berjewendîyên xwe ye û mixabin ne çav têr dibe, ne jî zik...

11 Eylül 2021 Cumartesi

govenda bêhişan

Li alîyekî welatê min:
Qesîde!
Qewl!
Zikir!
Û cizb!
Şêx û mele, hecî û sofî mîna bi bonzaîyê dewx bûbin, hiş bi hêlekê ve dipengize, mentiq bi hêlekê ve...
Govend e, govend, lê kî bûk e, kî zava ye, ne belî ye.
Li alîyekî welatê min jî:
Îdeolojî!
Sosyalîzm!
Demokrasî!
Wekhevî!
Û sloganên biratîyê!
Xwende û rewşenbîr û sîyasetvan hewl didin ji bêzimanîyê miletekî çêkin.
Û miletek li ber senfonîya xwelîserîyê hêdî hêdî di nav çend miletên din de dimehe.
Bîyanîyekî digot:
Heger doz û dahweya we yê ne serxwebûn be, xwe ber bi pêlên asîmilasyonê ve berdin, qet nebe bêyî hûn xwe biêşînin, hêdî hêdî hûn ê bi haweyekî entegre asîmile bibin.
Lê hîn jî xwelîserên xwe wek zana û rewşenbîr dibînin û xwe li ser serê vê civakê qure dikin, bi haweyekî megalomanî û fisgenîtî hewl didin bi zimanên dagirkerên xwe miletê ku bi vê dozê hew maye bibe toz, ji vê xewa belengaz şîyar bikin.
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!

Gotina Dawî
Heger Xweda bikute meriv, nabêje tu gay î yan transeksuel î!