10 Temmuz 2023 Pazartesi

îşev ez ê tiştekî nenivîsînim

Îşev ez bi xwe re nabînim qûna xwe ji cî bileqînim û tiştekî binivîsînim.
Jixwe wek firkekê stuyê min zevt kirîye, nikarim bi dilê xwe serê xwe bi vir de û wê de bizîvirînim.
Û li derve jî dê weledê xwe avêtîye; tu li van jinên nîvtazî dinerî, çav di serê meriv de zîz dibin, devê meriv dihere li paş guhên meriv disekine.
Ya Rebî! 
Ne tu bî û ne horîyên te yên hêla din bin; hemû horî li vir in û ji tirsa te jî em bi kîrê xwe re dixeyidin, newêrin li hêla wan binerin.
Min go îşev ez bi xwe re nabînim binivîsînim; nizanim çima lê weha canê min sist e û ew sistbûn her tiştî li ber çav û dilê meriv sist dike.
Îja baş e ku
ev horîyên nîvtazî nahêlin bi carekê em sist bibin!..
Lê di germê de jî bîra rebê meriv dileqîne, ha, ji qewla xwedênehiştekî binxetî.
Ji zû de ye pêjn û bêhn û berateya wî ne xuya ye.
Nizanim!
Heger miribûya bi haweyekî hayê me yê jê çêbûba, lê ne bawer im însanên pîs û xerab zû bimirin.
Erê, wek min got, heger miribûya, nuha ji zû de birçîyekî populîst li ser hesabê xwe yê facebookê wêneyekî wî par ve kiribû û ketibû pey dua û fatîheyan.
Weyla li we nebe sibeh! Erê weleh li we nebe sibeh!
Facebook ji konê şwînê xerabtir bûye...
Tew wê rojê yekî wêneyê bavê xwe yê nod salî par ve kiribû û li bin jî dua mua jê re dixwest!..
Heger ez di şûna bavê wî de bûma, min bigota, "Hey min di qafê te nîyho! Jixwe ev sîh sal in hew li min radibe, ez mirime jixwe; xêr e tu ketîye pey duayan û mudaxaleyî karê Ezraîl dikî. Bihêle bila Ezraîl efendî were emanetê xwe bibe û here. Qe nebe li hêla din ez ê dîsa li mêranîya xwe vegerim û di nav horîyan de bidim lotikan."
Îja ez ne bavê wî me û bav jî ji bo çend rojên qeşmerane û teres li objektîfa kamerayê dinerî û dilê me bi xwe dişewitand.
De hêvîya min ji Xwedê ew e, tu yê sed salên din bikî û hew!
Ka bê bi wê nemêrîya xwe tu yê çi ji xwe, çi ji vê heyatê fêhm bikî!
Teresê teres!
Na weleh, wa ye seet bi ser yazdehan ket û wer xuya ye îşev ez ê tiştekî nenivîsînim.
De tişt nabe.
Îşev jî hebekî zû herin têkevin himbêzên hev û bi xwe û bi hev xweş bînin.
Min go tişt ji nîyhandinê xweştir tune ye di vê heyatê de.
De îja hûn bi kêfa xwe ne.
Sibê heger firka stuyê min rehet bû û min xwe baş hîs kir, ez ê ji we re li ser meseleyekê çend gotin û kelam û hevokan binivîsînim.
Ax ax!
Ez di şens û siûda xwe nim!
Yar jî ne nêzîk e, ez herim xwe bispêrim rehma wê û ew jî were şilfîtazî li ser stuyê min rûne û wê firka stuyê min bikewîne, rehet bike.
Min go îşev ez ê tiştekî nenivîsînim!..
Û ez nanivîsînim!

Gotina Dawî
Ezraîl jî yê kurtêl û quriş û bertîlê ye; zû bi zû bi sî û starê zengînan nakeve, mixabin.

9 Temmuz 2023 Pazar

wilo û werê mîna jin û mêr in

Tarî ketîye erdê 
û ez dimeşim ber bi parka bajêr ve.
Ewrekî nîvqure li jor mirûzê xwe tirş dike.
Ketîye dudulîyê!
Bibarim nebarim, 
bibarim nebarim...
Û ez bi yarê re dipeyivim li ber ronîya lambeya dîregê parka bajêr.
Du sê jinên zimanarîyanî di ber min re dibihurin 
û ez li pêncî salên din difikirim.

Bi çend hevokên estetîk ên hunerî min xwest hêdî hêdî ez we ber bi mijarê ve bînim.
Her roj bi sedan, bi hezaran îranî, afgan xwe li sînorên Tirkîyeyê diqewimînin.
Jixwe bajarên bi lîman, kurdên me yên başûr hêdî hêdî dagir dikin.
Û yên ji xwe re dibêjin tirk jî xwe li sînorên Ewrûpayê diqewimînin, bi taybetî jî li sînorên Almanyayê.
Heger weha dewam bike, piştî 50 salên din Tirkîye yê ji tirkan paqij bibe, têkeve bin kontrola arîyan û bibe Aryan; tirk ê jî zîhnîyeta xwe ya hov û teres bi xwe re bibe li Ewrûpayê bireşîne û di nav çavê ewrûpîyan de Tirkîyeyeke nuh ava bikin.
Rojhilata nêzîk ê bibe Ewrûpa, Ewrûpa yê jî binale bi zîhnîyeta tirkan.
Ev pêşdîtin ango analîz, him hêvî û daxwazek e, him jî mumkun û îhtîmalek e.
Bi hêvîya ev îhtimal xurtir bibe û bê cî!..

Li dijî neheqî û bêehleqî û nezanîyê sekn û helwesta xwe dîyar bikin.
Nekevin pey berjewendî û hesabên erzan û xwe erzan nekin,
yan na
roj bê, ew bêdengîya we yê bibe toqa nahletê û têkeve stuyê we û li ber çavan ew ê tilîyan biavêjin qûna we ya we ew elimandîye tilîyan.
Bila nigekî we ne li dêrê, nigekî we ne li mizgeftê be; hewce bike xwe ji dêrê jî bikin, xwe ji mizgeftê jî!..
Û xwe jîr û biaqil û zana, hevalên xwe jî kawik û sivik û ehmeq nebînin;
lewra pirê caran naxwazin wê konetîya we li nav çavên we bixin, loma bêdeng in!..

Bi peyv û gotinên xemilî yên tenê şinekî ji wan difûre, nexapin.
Erê, belkî ji bo demekê bi we xweş tê û hûn xwe baş hîs dikin, lê bêyî ku hayê we jê çêbibe, kesayet û karakterê li we ditevizîne û we dike zirhîçek.
Û hîç jî pîç e li her derê!..

Gotina Dawî
Meriv nizane çi li pêşîya meriv e, lê meriv dibîne bê çi nêzîk dibe...



Seadeta Emîna Eshed

Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardeh saliya xwe de. Erê...
Dema bû bûk temenê wê ji tiliyên her du destan piçekê zêdetir bû. Nuh balix bûbû, ne zarok bû, ne mezin; ne keçik bû, ne jî jin…
Di şeveke wek temenê xwe kin de ji nişka ve mezin bû; ji keçikbûnê ber bi pîrekbûnê ve, ji zarokbûnê ber bi mezinbûnê ve gav avêt…
Di şazdeh saliya xwe de bû dê, bû dêya zarokeke ku tenê bi çend salan jê mezintir. Berî ku bizewice bi du salan bi holîkan dilîst ligel hevtemeniyên xwe. Pêlîstoka wê jê stendibûn berî bizewice bi kêliyekê. Kêfa wê bi çêkirina zaroka wê re hatibû; pêlîstoka wê lê vegeriyabû.
Her şev bi dizî û di tariyeke ku çav çavan nedidît diçû nav nivînê mêrê xwe. Xezûr, xesû û tiyên wê çend gavekî ji wan wê de radizan, lewma jî nikarîbû bi dilê xwe hest û hîsên xwe par ve bikira bi mêrê xwe re rebenê. Di kêliya herî xweş a şehwetê de dev li qozîka lihêfê dikir, da ku dengê wê nebihîzin. Eyb bû, şerm bû, diviyabû veşartî û bêdeng bi hev şa bibûna…
Sibê zû şiyar dibû berî banga dîk û azana melê. Av germ an cemidî mecbûr bû xwe helal bikira berî xesû û xezûr şiyar bibûna. Eyb bû nedibû bi porê şil derketa pêş wan…
Di temenê xwe yê herî ciwan û evîndar de bi dizî jiya evîna xwe. Tenê carekê jî bi çavê ronî nepeland bedena evîndarê xwe û maçî nekir bi dil û can dev û lêv û rûyê mêrê xwe…
Zarok li piştê, gah heywan êm dikir, gah diçû avê, gah jî zîz dibû ji bo çêkirina taştê. Zarok birçî, ew ji zaroka li pişta xwe birçîtir, nedibû rûnê li ser sifrê heya xezûr, xesû û tiyên wê ranebûna. Daturizandin, bêhnvedan, xwerehetkirin, rûniştandin tune bû di ferhenga wê de, her li ser nigan, her dixebitî, her amade bû ji bo fermaneke nuh. Ji hêlekê ve zilma xesûyê, ji hêlekê ve kar û barê çolê û xizmeta mêr û her çar tiyan, ji hêlekê ve jî zarokê ew dimêt ji pêsîrê. Di şazdeh saliya xwe de dişibiya jineke çel salî rebenê.
Ew zarok û li ser serê hev çêkirin yek bi yek zarok. Ew û zarokên xwe bi hev re mezin bûn. Di şazdeh saliya xwe de zaroka xwe yî ewil, di çel û çar saliya xwe de zaroka xwe yî sêzdehemîn çêkir; yên mirin ne tê de haa.
Dema nixwiriya xwe zewicand bi sê tiliyan bi ser sîhî ketibû. Nixwiriya wê piçekî ji wê bishûdtir bû. Salekê zêdetirî wê zaroktî tahm kiribû. Huvdeh salî bû keça wê dema ji mêrê xwe re bû jin û ji xesûya xwe re bû bûk.
Pişt re wê û keça xwe, yanî nixwiriya xwe dor bi dor dest bi welidandinê û çêkirina zarokan kirin. Car caran çelê wan ketin hev, car caran jî çend meh ket navbera welidandina wan.
Mêr û xezûr û xesû û tiyan li hev nekirin, bar kirin çûn li bajêr cîwar bûn. Xaniyekî ji du ode û saloneke biçûk pêk dihat girtin. Xanî bi kerpîçan lêbûbû, lewma jî belengaziya wê li bajêr jî dev jê neqeriya. Zivistanan, gah yek di malzarokê de, gah yek bi şalikê li piştê girêdayî, gundor di dest de gêre kir, da ku xanî dilop neke. Havînan jî di kelkela germa dojehî de ji bo ardûyê çend tenûran werîs û termox û misînkê wê yê avê di dest de pirêze bi pirêze geriya. Di bin wan piştiyên ku du caran ji xwe girantir de gah ji xwêdanê çav lê şewitîn hew ber xwe dît, gah jî çongên wê hew şixulîn di bin piştî de rûnişt, lê tenê carekê jî ne got ax, ne jî got wax!
Tu carî li gor mahdê xwe xwarinek neneqand û nexwar rebenê. Çi bidiya û çi hebûya ew dixwar. Car caran taseke dew û kurtêleke nanê tisî, car caran pîvazek û du firingî, car caran jî dims an jî şorik û zilopî… Heke ne ji zaroka xwe ya berşîr bûya, ew jî nexwar bawer bikin.
Li bajêr bingeh û esasê zarokên xwe li ber serê zarokên xwe avêt, car caran bi dizî, car caran jî ew bi xwe hisandin…
Ligel ewqas karesat, belengazî, bêderfetî, bi eşqeke bêhempa û nedîtî ji zilamê xwe hez dikir rebenê. Jixwe bêhna eşq û hezê difûriya ji hemû zarokan.
Ew xanî û jiyana bajarî jê re pir hat dîtin gelek caran. Derfetên gundan ên perwerdehiyê kêm bûn, lewma jî pirê caran dêtî kir ji zarokên tiyên xwe yên ku dihatin ji bo xwendina dibistanan. Tenê rojekê jî mirûzê xwe tirş nekir û negot ev çi hal e ey Yezdan. Her bêhnfireh bû, her dilgerm bû, her rûken bû…
Sixlet giran bû, mêr tenê nikarîbû di bin vî barî de rabûya, lewma jî xanîyekî biçûk zêde kir li xaniyê xwe û xwedî kir tê de çêlekek ji bo mast û şîrê zarokan. Lê ewçend ne hêsan bû lênêrîn û xwedîkirina çêlekê. Êm lazim bû, av lazim bû, paqijkirina rêxê lazim bû. Lê negot ax serê min jî tenê rojekê. Wek ferzên nimêjê, tenê dahnekî jî ne ji bîr kir êmê çêlekê, ne jî av û rêxa bin wê.
De îcar ew ne bes, rêxa ku ji bin çêlekê dida hev jî ji xwe re dikir sergîn û radixist li ber tavê. Piştî ku ew sergîn hişk dibûn, him pê gur dikir agirê tifikê, him jî di zivistanan de distirand zarok ji seqem û sermê. Tew ez qala kilskirin û seyandina xênî, çêkirina dahno, şuştina hiriyê û xwedîkirina mirîşkan jî nakim haa…
Ligel ewqas zor û zahmetî, ne rojekê ji nimêja xwe ma, ne jî bi qastî rojiya xwe xwar, tenê car caran ji ber çelê xwê rojiya xwe xwar û hew. Serî li ser sicadê her di rêya Xwedê de bû, lê dimeşiya nedimeşiya nedigîhayê…
Jin bû, dê bû, xweşnimêj bû, lê ji kurdbûna xwe re jî jineşêr bû. Hemû zarokên xwe bi zimanê xwe, li ser bingeheke kurdewar mezin kir û bi firê xistin.
Di çel saliya xwe de êş û şewata ewil dît belengazê. Dema dewletê lawekî wê yî wek berxekî kuşt, hîn nuh bi jintî û dêtiya xwe hisiya. Hîn nuh jînê xwe bi wê da naskirin. Hestên wê li hev qulipîn wê rojê. Dem sekinî, jiyan sar û bêdeng ma. Rehek ji dilê wê qetiya û ji wê rojê şûn de hew keniya. Ji kenê wê hêsir bariya. Kulekê li ser dilê wê kon vegirt û ew kon her vegirtî ma. Hestan ji bedenê bar kir. Çav bi keder, beden westiyayî, dil bi şewat…
Digiriya kesî hêsir nedidît. Diqîriya kesî nedibihîst. Gilî û gazin dikir, Xwedê ji ber kiriyarên xwe şerm dikir, lewma jî qul bi qul jê direviya û xwe jê vedişart û deng nedikir.
Panzdeh rojan xwe reş girêda, şîn gerand bi xwe re. Ne rojekê dengê giriyê wê bihîst tu kesî, ne jî niquteke hêsirê wê dîtin. Girî lal, hêsir zuha diherikî. Piştî şîn belav bû, hestên wê nuh lê hatin xezebê. Roj bi roj kêm kir û kêm kir û ket. Li erdê bû wek pepûkekê, te karîbû ew bi şalikekê li pişta xwe bikira û bi saetan bigeranda mîna zarokeke berşîr; tenê hestî û çend kîlo çerm mabû. Wek mirov mû ji mêst bikişîne, diran ji pidan diweşiyan. Dema li nexweşxaneyê çavên xwe vekirin, her kesî destê xwe jê şuştibû. Her çiqas Ruhstîn xwestibû wê ji vî ezabî xelas bike jî, Xwedê li dijî vê fermanê derketibû û nehiştibû xatir bixwaze ji kul û derdên mayî re…
Ji nişka ve bîst sal li temenê wê zêde bûn. Êdî bi taximê devê xwe, bi qermîçekên rûyê xwe bûbû pîreke heftê salî. Mixabin Xwedê lê hatibû xezebê carekê, mirin ewçend ne hêsan, ne erzan bû û fermaneke nuh da Yezdan. Hîn nuh brînên wê dicebirîn, mêr jî hew ji hesreta lawê xwe debar dike û dide ser piştê, berî dide hêla dinê. Ewil perçeyek ji kezebê jêdibe, dû re jî dilê wê disekine… Serê xwe bilind kir, li jor nêrî, destên xwe ber bi esmên ve vekirin û bi ser Xwedê de qîriya. Ji wê qîrînê Xwedê xwe avêt pişt esmanê heyştan û hew deng jê derket.


xwelîserî

Ji meraqa xwe dipirsim, lê kesên bi şewba bihêşîyê ketine, ew meraqa min ê tu carî ji wan re nebe meraq,
lewra meraqa wan daye pey ji meraqa ji min re bûye meraq populertir e.
Sedem çi ye?
Nezanî?
Bêkesayetî?
Birçîtî?
Bi min her sê jî ji hev diçêrin.
Kurdekî ku ji xwe re dibêje ez welatperwer im, ez kurdperwer im û li pey doz û dahweya netewe û welatê xwe me, çawa dikare bi serbilindî bi zimanê dagirkerên xwe binivîsîne?
Binerin, ez qala xalê Sebrî, meta Şemsê, apê Reşît, xaltîka Çeço, sofî Birahîm, mele Menîr û şêx Bedir nakim, haa!
Ez qala nivîskarekî kurd dikim bê çawa ew nivîskar nikare di navbera xwe û zimanên dagirkerên xwe de bendekê, dîwarekî lê bike?
Ê ne hûn gazinan dikin û hûn li dijî asîmilasyonê derdikevin,
Xwedê giravî!..
Baş e, hûn li dijî asimilasyonê derdikevin, naxwe kî yê li dijî we û bêhişî û xwelîserîya we derkeve?
Her ku hûn bi qelema xwe tirkî/erebî/farisî xurt bikin û wan li ser serê kurdî qure bikin, zarokên kurd ê jî li pey xwelîserî û bêhişîya we bipengizin kerî bi kerî.
Li pêşîya doza kurdîtîyê populîzm nexweşîya herî giran e.
Û çi biçûk çi mezin bi ber bayê vê nexweşîyê ketine, mixabin.
Û dîsa û...
Medyaya başûr jî bi qasî van xwelîseran xizmetê ji asîmilasyona dijmin re dike.
Nizanim beşa tirkî ya filanê, nizanim beşa erebî ya bêvanê, nizanim beşa farisî ya quzilqurta hanê...

Meseleya terikandina kurdî jî bû adetek, lê adeteke fahş û teres û qeşmerî.
Kî ji kê hêrs bibe, ew ê rabe kerba xwe ji kurdî derxe.
Ez hew bi kurdî distirêm!..
Ez hew bi kurdî dinivîsînim!..
Ez hew bi kurdî tir û fisan dikim!..
Lê min aciz nekin 
an na ez ê jî bi kîrê xwe re bixeyidim û ferman û komûtê bidimê, bila hew bi kurdî bi dora quzan bikeve!..
Hûn kî ne û hûn xwe çi dihesibînin hûn radibin quretî û mineta xwe li kurdî dikin.
Kurdî tune be, hûn ne kurd in ango ji bo me hûn tune ne,
lê heger hûn tune bin, ne xema kurdî ye û kurdî bê we jî heye û ew ê hebe.
Li ser medyaya sosyal dev ji vê populîzma xwe ya pûç û erzan berdin.
Heger hûn hew bi kurdî bistirên, binivîsînin, bijîn jî, bêyî ku hûn ê hayê me ji xwe çêkin, bijîn û xwe bikin bêjî, 
lê vê jî ji bîr nekin, 
hûn ê ne xema me, ne jî xema kurdî bin.

Piştî ev her du mijarên têra xwe cidî û politîk, hewce ye li ser qerf û erotîzmê jî ez çend gotin û kelaman bikim.
Siltanê me yê şofêr qey rojekê kîr lê rep dibe û li ser otobana Entabê tira xwe dikişîne qiraxa rê û bang qahpikekê dike.
Axir qahpik tê û piştî bazareke zor û dijwar li hev dikin û Siltanê me wê diavêje dawîya tirê, lê wek hawê quzê qahpika me zêde Siltan naxwaze û zuwa ye. 
Destê xwe diavêje çentekê xwe û kremê ji çentekê xwe derdixe û bi quzê xwe ve dide, quz li xwe şil dike. 
Û Siltanê me xwe lê diqewimîne û dest pê dike, li ser difîkîne.
 Lê vê carê jî hingî quz lê şematokî dibe, Siltanê me zêde zewq û kêfê ji nîyhandina xwe nastîne. 
Radibe zincîra xwe ji stuyê xwe derdixe û li kîrê xwe digerîne. 
Qahpik şaş û metelbûyî li Siltan dinere, dibêje:
-Tu dikî çi bikî, law?
Siltanê me destê xwe bi simbêlê xwe ve berdide û dibêje:
-Keçê, ma di rêya biçirav û şematokî de meriv zincîrê li tekerên xwe nagerîne?
Û Siltanê me dixirpişe ser wê û hêdî hêdî serî li tirê kil dibe mîna erdhejeke ne pir xurt.

Gotina Dawî
Vî zemanî heger ne ji kurdî be, kes ê nekute qûna kurdan.
Îja ka aqil!..


8 Temmuz 2023 Cumartesi

mala pîrê stara pîrê

Malxerabî û malkembaxîya herî sosret ew e ku,
pîrek heyştêsalî ya êdî bêhna axê jê difûre, nikaribe bi zimanê wê axê daxwaz û merema dilê xwe ji nevîyên xwe re bibêje!..
Ha ev e ha çîroka min û we.
Kêr gîhaştîye hestî û hindik maye hestî jî qul bike û derbas bibe.
We got, wekhevîya gelan û biratîya zimanan?
Gelan nîyha gilika we û zimanê we jî di nav zimanan de bi herikîna zemên re dibe leylan...
Û bi xatirê we, kurdên axirzeman!

Dewlemendîya mejî ji dewlemendîya mal û milk girîngtir e. Heger dewlemendîya te ya mal û milk ê tesîrê li dewlemendîya mejîyê te neke, here xwe bi wî mal û milkî re bişewitîne;
lewra tu bi xwe jî mal î!..

Hevaleke nuh derbasî nav sînorên jîyana min bû.
Ez kesekî konformîst im û dema li kesên baş û rast û durist û bikarakter rast têm, ez derî û şibakeyên dilê xwe ji wan re vedikim.
Dewlet jî yek ji wan kesan e. Li ser medyaya sosyal me hevdu nas kir û dû re rûbirû...
Li bin profîla wê nav weha bû: Cîhan Dewlet Çevîk...
Bawer bikin heta dereng jî ji ber "Dewlet Çevîk" min bi guman lê dinerî; min xwe bi xwe digot, "gelo dibe polîs molîs be" lê min zêde neajot ser.
Dû re hêdî hêdî ku me hevdu nas kir, min dît jineke kurd a xas û hur û resen e û têra xwe jî şoreşger û neteweperwer e😂
Min got:
-Keçê, ez bi çi navê bang te bikim?
Got:
-Tu bi kêfa xwe yî!..
Axir, di destpêka hevnasînê de jixwe min jê re gotibû Cîhan û nav Cîhan ma, lê...
Piştî rûbirû em rûniştin û me hevdu baş nas kir, xwe bi xwe min ji xwe re got, "Dewlet çêtir e, ji ber ku dema ez bibêjim dewlet, ew ê ew birçîbûna min a bêdewletîyê jî têr bibe û ez ê xwe xwedan dewlet hîs bikim.
Li ser telefona xwe min navê wê Cîhan nivîsandibû. Ez rabûm min li ser telefona xwe navê wê guherî, kir Dewlet û min ev peyam jê re nivîsand:
"Min Cîhan kir Dewlet û ji nuha pê ve ez ê ji te re bibêjim Dewlet, ji bo ez xwe xwedan dewlet hîs bikim."
Tu hîs bi qasî hîsa dewletbûnê xweş tune ye. Dema dewleteke meriv hebe, mîna her xwedan dewletîyan meriv jî hur û azad û serfiraz e.

Gotina Dawî
Berxwedan jîyan e, xwebierdêdan mirin e.
Û xwebierdêdan karê bêdewletîyan e, mixabin!..

7 Temmuz 2023 Cuma

hema ji acizî

ez keç im keça azad im 
hur difirim mîna baz im
carinan dê carinan keç carinan jin im
lê ne kole me ne xulam im
ne jî jina mêrên xwelîser û belengaz im

ne pordirêj û aqilkin im
li gotina we ya nêrane disekinim
hûn li ber destê me mezin dibin
tew îja ne eyb û fedî hûn radibin gazinan dikin

her azad im her azad im her azad
ne ditirsim ne ditewim ne diwestim
jin im jinek xwedan helwest û bargiran im
jin im keç im xwişk im ji mêr û bav û bira re 
lê ne namûs im tu carî ez ji bêehlaqîya wan re 

bi teyrê baz re difirim 
bi dê û keç û jinan re digerim 
bi bav û bira re dipeyivim 
li şato û katedralan temaşe dikim

hur çêbûme her azad im 
hur çêbûme her azad im
her çi bikim bi xwe dikim
û xwelîyê li ser we dikim

jin im jîn im jîyan im 
hur im serbixwe û azad im
jin im jîn im jîyan im 
hur im serbixwe û azad im

naxapim bi peyv û gotinên nepoxok
dixapînim ez mêran bi cîlweyek nîyhandok
azadî ne ew e ku tu ji her tiştî re bibêjî erê
azadî ew e ku tu ji her tiştî re nebêje erê
erê erê erê na na na
erê erê erê na na na

berçem berçem diçime benîştê xwe dikim balon û diteqinîme
ne xema min Elo ye ne xema min Welo ye
dilê min kê û çi bixwaze wilo ye
min go dilê min kê û çi bixwazim wilo ye

ma tim mêr ê bixwazin 
divê jin jî bixwazin
sîng û berên min qelen 
de were hey xwelîser 
ma hîn tu çi dixwazî 
hey ehmeqê ceh li ber

porê min ê xelekxelekî yê hineyî
çavên min ên keskeyê zeytûnî
lêvên min mîna hinguvê serhedî
serê memikan bel sekinîne mîna tirîyê mêrdînî
ma tu hîn li benda çi sekinîyî lo ehmeqê serserî

mêr mêr in hin ji wan nêr
nêr nêr in hin ji wan mêr
mêr mêran nêr nêran
lê ez we teva dişînim ber keran

li ser medyaya sosyal kubarekî entelektuel
di jîyana rastîn de belengazekî xwelîser
geh don juan e geh qeşmer
xweda jinê biparêze ji nêrmêrên werê ker

6 Temmuz 2023 Perşembe

pelûla arvên

Carinan divê meriv hin hevalan li bêjingê bixe û wan bipîve, lewra karakter mîna candarekî ye, zeîf û jar û lawaz jî dibe, xurt û qelew û giran jî;
loma jî divê em wan di bêjingê de werdin bê kî li ser dimîne, kî di wan qulikan re dişemite binî û dibe kulmek xwelî.

Got:
-Kuro, ma kê şer kirîye? Dibêjin dengê selehan ji nav gund hatîye...
Got:
-Mahfelîtîyan û misilmanan şer kirîye.
Got:
-De bi serê şêx tew min digot qey mahfelîtî jî misilman in.
Got:
-Erê erê, misilman bûn, lê piştî ev hizbila mizbila derketin pêyasê û ji xwe pê ve her kes kirin Şeytan, mahfelîtîyan jî got, "Ne Xwedayê we Xwedayê me, ne dînê we dînê me, ne jî kitêba hûn bi wê sûnd dixwin kitêba me.
Pîra Meyrê ji ber derî bang kir:
-Te pêxemberê wan ji bîr kir, pêxember!
Got:
-Kîjan pêxember?
Pîra Meyrê taximê xwe yê diranan ji devê xwe derxist, rahişt misînê avê, piçek av lê kir û dîsa ew li devê xwe rast kir.
Got:
-Min avek li taximê xwe kir, ji bo hundirê devê min hênik bibe. Ma te got çi? Dengê te nehat min!..
Got:
-Evdê Şêxê kîrê xwe bexişandîye, kîrê xwe. Piştî bimire, ew ê kîrê wî di ber de jê kin û wî bêkîr veşêrin. Dû re bi xêra wî ew ê kîrê wî bidin ciwamêrekî ku di qeze mezeyan de zirar gîhaştîye kîrê wî ango derb merb xwarîye...
Pîra Meyrê li wî kerê li dawîya hewşê sekinîbû nerî. Bala wê ket nav şeqên ker. Ker jî mîna copê gardîyanê hefsan rep kiribû.
Got:
-Ma kîrê Evdê Şêxê têra sê çar ciwamêran dike. Min go wek zirxurtûmekê di nav nigên wî de ye. Têra sê çar ciwamêran dike.

Gotina Dawî
Beq ji quretî dikin qurequr!..

5 Temmuz 2023 Çarşamba

helbestên tirşikîst

Îroj wek her car Evdilayê ne Abdullah silavek da min û li ser xwelîserî û bêhişî û ehmeqî û belengazîya xwe em peyivîn.
Peyvek ji vir, peyvek ji wir, peyvek ji derê han, mijar hat ser helbestê û kenîya. 
Got, "Seyda, te dî nizanim tê bîra te, carekê te helbestek nivîsandibû û te ew xwendibû. Helbestek weha tevlihev û kaotîk bû; te qala gelek tiştan dikir, lê te qala tiştekî jî nedikir. Bi haweyekî qerfî te metaforin ecêb û sosret bi kar anîbûn. Bi telaq ew helwest û helbesta te şoreşek bû" 
Û kenîya...
Min got, "Ya Evdilayê ne ji mirîdên Abdullah, de bi şeref ez ê îşev ji bo xatirê te zorê bidim xwe helbesteke mîna wê helbestê binivîsînim."
Kêfa wî hat û kêfa wî kêfa min anî. 
Û nuha jî ji kêfa wan kêfan ez ê bi kêfxweşî dîsa kêfa wî bînim û helbestê binivîsînim.
Fermo...

Teneka rûnê vîtayê ya bîstûpênckîlo tu anî bîra min li ser mûlida şêxekî,
dema min kevçî li binê mesafa tûtyayê dixist û ji binê mesefê şotika wî rûnî diherikî nav wê birincê.
Hebhebî li ser rîha min belav dibûn ew hebên birinca qerejdaxî
û govenda qerejdaxîyan digerîya li ser wan kevirên rêş ên urfayîyan li orta sûkê pê serî li hev dikirin firingî û bacanên reş.
"Erê yadê, ez mirim ji eşqa jina qereçî" distira dengbêjekî diranketî yê pozhevîrî
û ji nav diranên wî dipekîya tif û xwezî, 
belav dibû li ser rûyê Hecî Xelefê Xursî.
Ax ax Hecî Xelefê Xursî, ax!
Hew Xweda dizane bê te li nav wan bax û bexçe û bostanan şeqên çend jinan li nava xwe gerandin û li ser sîng û berên wan fîkand bi terz û şêwaz û meqamê qesîdeyeke erebî, 
bi haweyekî bêderpî...
Û xursî xwedîyê xîyarê çelmisî, ne dixwe ne dide kesî, dide kerê ker pê difetisî.

Gotina Dawî
Di navbera hecîyekî û şeytên de fîstanekî tenik ê spî heye û hew.

2 Temmuz 2023 Pazar

bêderfetî

Carinan meriv li ber hin projeyên nîvcomayî dikeve.
ZÎTOK!
Erê, kovara Zîtokê jî yek ji wan projeyên nîvcomayî ye.
Bi mehan ez û Agirî Soran li ser xebitîm. Me nav lê kir, me logoya wê çêkir, ji bo naverok û mîzanpajê bi rojan, bi hefteyan, bi mehan me serî li xwe teqand, bi karîkaturîst û nivîskaran re em peyivîn, li ser terz û şêwazê me li hev kir; ez çûm Almanyaya xopan, çend rojan li wir jî ji bo wê em bi dost û nasan re rûniştin, bi hev şêwirîn û...
mixabin em bi ser neketin.
Sedem?
Ji bo pênc şeş mehan, heta xwe bi xwe, xwe fînanse bike, 10-15 hezar dolar hewce bû, lê mixabin ew 10-15 hezar dolarên ku hin ciwamêrên me yên dewlemend ên dema mijar dibe kurdîtî, xwe ji her kesî kurdperwertir dibînin û dikarin di şevekê de li ser sîng û berên jinekê li zik û binzikên xwe xerc bikin, bi sî û starê me neketin.
De îja, wextê peyv tê peyvê û mijar dibe kurd û kurdî û Kurdistan jî, dest megalomanî û quretîyan dikin, xwe li ser serê xelkê dikin, kurdperwerên herî biesl û fesl.
Ji qewla me mêrdînîyan:
We quzê wê xwaro!

Wê rojê ez bi hevalekî xwe re dipeyivîm. Ya rast, bavê wî rehmet kiribû, ji bo sersaxîyê min telefonî wî kiribû...
Ew jî ji cem me ye, mêrdînî ye. 
Li Bakirkoya Stenbolê di nexweşxaneyekê de doktor e.
Got, "Devliken, ez çûm çav li rewşa Qoserê ketim, ji mirina bavê xwe bêtir ez li ber mirina kurdî ketim. Nevîyên dêya min bi dêya min re bi tirkî dipeyivîn û dêya min a reben mîna ker û lalan tenê ji xwe re li wan dinerî. Min li dêya xwe nerî, min li wan zarokan nerî, dil li min pûç bû. Min got, 'Yadê! Ma çima tu ji xwe re namirî?' Dêya min li min nerî, min jî li wê, deng jê derneket, tenê çav lê tije bûn û bi haweyekî stuxwar hêsirên xwe bera hundirê xwe dan!..

Got:
-Li Mêrdînê jî bi roj gera li derve êşkence ye, zilm e. Di kelekela wê germê de meriv ji ber ruhê xwe aciz e.
Û keserek kişand ji kûrayîya kezebê. Bi qasî danûstendina du bêhnan bêdengî çêbû. 
Min got:
-Hundirê xênî yê jî ne kêmî derve be!..
Wek ku li ber neket.
Min got:
-Li hundirê xênî de jî di nav lepên min de nefes ê li te biçike 
û ew ê bibe nalenala te di bin min de; 
xwê û xwêdan ê di ser serê te re biavêje. Germaya min ê bibe gulokek agir û te bişewitîne.
Min texmîn kir arezû û şehweta wê kêlîyê bû xwir û li ser laş û bedena wê gerîya mîna morîyekê...
Got:
-Ez şewata te nadim bi rehma Xwedê. Min bişewitîne bi bêrehmîya xwe!..

Gotina Dawî
Ax, ne ji wê hêza pereyan bûya...