6 Kasım 2021 Cumartesi

kurdistan

Birazîyê Şêxê Îmralîyê, yek ji parlamenterên TBMMyê rêzdar Omer Ocalan gilî û gazin li birayên xwe yên tirk kirine û gotîye:
Pirs 1:
"Kurd çi dixwazin?"
Pirs 2:
"Em çi dixwazin?"
Ciwamêr belkî jî nexwestibe weha bibêje, lê carinan binhişîya meriv bi xweber vedirişe û ya dilê meriv derdixe, anku meriv lê diçerixîne.
Lê xweş çerixîye haa!
Îja, 
Kurd çi dixwazin?
Em çi dixwazin?
Law Emero, bi telaq tu heyat î, heyat!
(Şaş fêhm neke, ji ber ku wek kurdekî û bi kurdî ez bi te re dipeyivim, di şûna Omer de, ez Emer bi kar tînim. Ha heger tu yê dilê xwe bigirî jî, ez dikarim bi zimanê xwe re bixeyidim û bibêjim Omer)
Tiştê ku Xweda nayne bîra meriv, Şeytan bi şeytanî bi meriv dide kirin...
Bijî Şeytan!
Bimire Xweda!
(Ku ez herim welêt, ji bo van kufrîyên xwe ez ê herim li ber destê Mele Birhan tobe bikim. Xwedê Teela Mele Birhan ji ser serê vê civakê kêm neke)
Emero!
Heyrana çavê te, qurbana serê te!
Ka îja du deqeyan li vî birayê xwe yê him paşdemayî, him hov û him jî netewperest guhdarî bike, lê berî wê, wê qerewata stuyê xwe sist bike û here derpîyekî sentatîk li xwe bike, da ku tu bikaribî bi rehetî bi haweyê çarmêlkî rûnî.
Ji qewla rehmetîyê apê min Mehemê Hecî Hisênê Îsayê Hesê Îsa,
Birê bavê min!
Berî salên heyştêyî apê te rêxistinek ava kir û li ser esasê azadî û serxwebûna Kurdistanê manîfestoya wê nivîsand.
Nizanim ka temenê te çi ye!
Belkî neyê bîra te, lê heger tu ji mezinên xwe bipirsî, ew ê ji te re bibêjin.
Belê, apê te piştî ew rêxistin li ser esasê azadî û serxwebûna Kurdistanê ava kir, keç û lawên kurdan ref bi ref xwe lê girtin, mîna dawetekê bi dil û can...
Kurdistan bûk e û kurd berbû ne!
Ez ê ji te re çîroka ku bi hezaran kes dizane ji nû ve ta bi derzîyê ve nekim, lê bi kin û kurmancî ez ê ji te birayê xwe yê ne ji DÊya xwe re bibêjim:
Sal bi sal sînorên daxwazan teng bûn.
Serxwebûn... Serxwebû... Serxweb... Serxwe... Serxw... Serx... Ser...
Û ser jî çû!
Dû re,
Federalîzm...
Konfederalîzm...
Xweserî...
Komara Demokratîk...
Û nizanim çi û nizanim çi û nizanim çi!
Û îro ro jî qonaxa em hatine lê asê bûne, di nav sînorên Mîsak-i Millîyê de doza biratîya gelan e.
Heyf!
Xwezî biratîya wan jî bira bûya!..
Bi dehhezaran keçên gulîsor û lawên mîna egîd û fêrizan di ber biratîya gelan de li ser axa xwe bûn kulmek ax!
Û ji dê û bavan re jî ji kûrayîya kezebê tenê ma "AX"ek!
Ax! Ax!
Îja ne eyb û ne fedî wa ye hîn jî tu dipirsî û dibêjî, 
"Kurd çi dixwazin? Em çi dixwazin?"
Weleh birako, piştî ew qas êş û jan û mirin, kurd tenê tiştekî dixwazin; ew jî Kurdistan e, çendî ev nav bi we xerîb be jî, 
lê hûn çi dixwazin?
Nizanim.

Gotina Dawî
Dijminê bavan nabe dostê lawan!




5 Kasım 2021 Cuma

ez û xwe

Av bi çongên min de hat!
Erê weleh, av bi çongên min de hat.
Ez nîvro ji malê derketim, seeteke berê min xwe avêt malê. Nêzîkî şeş seetan qûna min bi erdê nebû, sikak bi sikak, kolan bi kolan ez bi vir û wê de bezîyam.
Dema ez ketim hundir, raste rast min berê xwe da tuwaletê, mîzê zor dabû min...
Bêyî ku ez derpî ji xwe daxim, teva derpî ez li ser kevirê kilozetê rûniştim, lê berî ez bibeliqînim bi nîvkêlîyekê ez li xwe hayîl bûm.
Tam min dikira nahletek li Şeytanê reben bikira, di ber xwe de du caran li ser hev min got, "tobe tobe!"
Jixwe yê ez bi ser hişê xwe de anîm rêzdar Şeytan bi xwe bû. Ne ji wî bûya, Xwedê yê min bi min bida jibîrkirin û ji sedî sed min ê bin xwe şil bikira...
Baş e ku ez hêla xwe ya çepê her tim dispêrim Şeytên...🤒
Hêla min a çepê!🤔
Erê, ez çep im, loma!😉

Piştî piçekî min xwe rehet kir, lê ne wê rehetkirina hûn lê difikirin ha...
Li Serhedê, heger şaş bim bila Îko min hişyar bike, ji rewşa piştî nîyhandinê ku canê meriv sist dibe re dibêjin, "filankesê-filankeso xwe rehet kir!.."
Erê, ez vegerim ser mijara xwe.
Piştî min xwe piçekî li ser piştê vezeland û xwe rehet kir, mahdê min anku dilê min çû masîyan. (Jixwe îsal hîn masî bi devê min nebûbû)
Li cem masîfiroşê me yê taxê kîloya hemsîyan bi panzdeh lîreyan e, çêkirina wan jî duwazdeh lîre...
Weleh muhameleya şuştin û veşuştin û çêkirina masîyan jî teşqele ye. Heta meriv dişo, vedişo û çêdike, jixwe êdî hew mahdê meriv anku dilê meriv diherê, meriv xwe bi xwe têr dixwe.
Piştî wê betilandin û westandinê xwarina masîyan ez rehetttt kirim, lê êdî dereke min xwe ne rehet hîs kir!..🤪🍺😚
De guh medinê!🤫

Îko anku Îkram Baban!
Ew kurdên bi kurdî di nava konforê de ne û li ser pişta kurdîyê quretîyan dikin, diçêrin, gunê Îko bixwin.
Bi emir min du emrê wî kiriye, lê bi wê jîrbûn û biaqilbûn û kurdîhezîya xwe tu carî nehişt ez wek zarokekî lê binerim, loma jî bû yek ji hevalên min ê herî ciwan; jixwe av di navbera min û ciwanan re derbas nabe, ji min hez dikin, lê bi serê Şeytên ez jî ji wan hez dikim.
Min ê çi bigota!
Ev xortê jîr bi qasî rehma Şeytên ji zimanê xwe anku ji kurdî hez dike û herweha di warê rastnivîsîna kurdî de jî serketî ye.
Ev xort ji bo debara xwe bike di înşeetan de dixebite, erê kar û xebat ne eyb e; çêtir e meriv xwe motajî bêkesayetan bike, lê ev xort dikare bi rehetî ji weşanxaneyekê re edîtorîyê bike.
Û jixwe hûn baş pê zanin bê di warê redaksîyonê de weşanxaneyên kurdan di çi rewşê de ne; bi kêmanî di her kitêbeke çapbûyî de sed şaşî, kêmasî hene.
Gunê vî xortî bixwin û bihêlin bila ev xort bi dilê xwe ji zimanê xwe yê wek dilê xwe dibîne re xizmetê bike û bi xêra vê xizmetê baş xerab debara xwe bike.
Ji dêvla wê enerjîya xwe li înşeetan xerç dike, bila di ber zimanê xwe-we de xerç bike.

Gotina Dawî
Qey rojekê bext ê jî dernekeve ser text...




4 Kasım 2021 Perşembe

tiroviro

Ez kurdekî agnostîk im, lê hesasîyet heysîyet e, çendî qibleya meriv ne yek be jî, di warê kurdîtîyê de hewce ye meriv rast, durist û ji dil be.

Loma jî,

ziman ziman ziman, heta ku kurdî nebe hesasîyeta kurdan, 

bi taybetî jî nebe hesasîyeta partî û rêxistinên kurdan, 

heysîyet tenê cîyê şikê ye.


Kemal Kiliçdaroglû singê xwe rakir, xwe rakişand û got, "Erdogan bi xêr kengî tu ji ser wî textî ketî û ez derketim ser wî textî, tu yê bibînî bê ez çi felaketê tînim ser Qendîlê. Heger li Qendîlê min kevir li ser kevir hişt, bila xavika serê jina te li serê min be!"

De bi serê Şêxê Îmralîyê, ne ji Qendîlê be, ne kes dine qûna Erdo, ne jî kes dine qûna te Kemo!

De îja bila yên têgihiştî ji yên tênegihiştî re ta bi derzîyê ve bike!..


Zimanê tirkî vîrus e û roj bi roj mîna şewbekê li nav me belav dibe.

Jîyana rojane...

Perwerdeyî...

Sîyaset...

Edebîyat...

Têkilîyên evînî...

Û sînema...

Bakurî ne bes bûn, wa ye mîna dargerînkê tirkî xwe gîhand rojhilatîyan jî.

Berî nuha derhêner Hiner Selîm bi şewba tirkî ketibû, wa ye nuha jî wê şewbê xwe bera ser kezeb û gurçikên Behmen Qubadî jî daye.

Ez ê bibêjim Xwedê bi xêrê bigerîne, lê weleh êdî ev mesele ji xêrê jî wê de ye; xwelîserî ye.

Agir bi mala kapitalîzmê bikeve!

Ji bo jîyaneke bi konfor agir bi jîyana kurdî xistin,

lê ew xwelîser tê nagihêjin ku konfora mezin jîyîna bi kurdî bi xwe ye.


Ez ê bibêjim Xwedê aqil bide, lê Xwedayê reben jî êdî dike bixurife jixwe!

Ne kesî binê quz dîtîye, ne jî kes ji qezençkirin û berhevkirina mal û milk û pereyan têr bûye.

Hewce ye meriv qîmetê kêlîya tê de ye baş bizanibe; 

lewra zeman diherike û kalûpîrbûn anku yextîyarî mîna kerengê kelandî ye; û kerengê kelandî jî ne tê xwarin, ne jî tê avêtin; 

meriv bixwaze jî ew mal û milk û pere yê bi kêrî meriv neyê, piştî qonaxa dawî ya temen.

Lê...

Wek min got,

Ka aqil!


Gotina Dawî

Heger kurdî ji ber xwe fedî nekira, xwe li kurdan nedikir xwedî...

3 Kasım 2021 Çarşamba

xwelîya xelkê

Spas ji Xwedê re, ji bo vê roja xweş.
Li ser wan gomeyên perava Modayê û di bin tîna wê tava pêjinxweş de, bi du bira re û bi vexwarina bîrayê re sohbeteke cirxweş.
Xuya ye mêzîna kişwerê bermeqlûb bûye; demsal li bin guhê hev ketine; ne zivistan zivistan e, ne havîn havîn e, ne jî bihar û payîz mîna berê di navbera germî û sermê de qasidîyê dikin.
Ê heyran, nayê bîra min ez çêbûme, de îja Xwedê sed emrê min kiriye.
Kifş e ew jî êdî ne yê berê ye û hişê wî dihere û tê...

Tav dide qûnê...
Bi cîguhertina demsalan re, germî jî ji berê germtir, ji berê tûjtir bûye.
Û mejîyê bakurîyan bi tesîra vê germîyê roj bi roj dihele, dimehe, difûre...
Kes hew "Das Kapîtal"a Karl Marx dixwîne, bakurî radibin, rûdinin, ji çend salan carekê li "Kapitalîst Modernîte"ya Şêxê Îmralîyê vedigerin û mîna hecîyên diherin li hecê bi ava zemzemê destmêj digirin û tobe dikin, ev pepûkên reben jî bi xwendina van kitêban mahra xwe bi mirîdîtîyê re nuh dikin.
Bi kin û kurmancî,
heger di nava van pênc-dehsalan de ji kurdî re Kurdistanek ava nebe, bakurê me yê bibe rojhilat û başûrê rojhilatê xelkê.
Xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!

Min got xwelî, lê xwelî nabe qismetê her kesî!
Kesên hayê wan ji xwelîya welatê wan tune ye, diherin xwelîya xwelîserên xelkê li serê xwe dikin.
Heger poz bişewitîya û biçûna xwelîya welatê xwe li serê xwe bikirana, jixwe ew ê di nav wê xwelîyê de li nirxên wê axê bihilkumîyana.
Îja,
dengê defê ji dûr (ne)xweş e!

Gotina Dawî
Heger rojekê qantir za, bi xêra gora mirîyên xwe bila hinek werin ji bakurîyan re bibêjin.
Belkî piştî zayîna qantirê, bakur jî gon bixwe!..



2 Kasım 2021 Salı

aqil taca zêrîn e

Meriv çi kir, hewce ye meriv ji dil bike; heger dil neke û meriv çi bike, mîna pîneyekê li ser meriv beloq disekine.
Ji ber ku xwebûn mîna kirasekî transparan e; xweya tu dixwazî bibî ew jî, xweya tu bi xwe jî di bin wî kirasê transparan de dibiriqînin...
Li ser medyaya sosyal, bi taybetî jî li ser twitterê, 
Gundî hewl dide bajarî tev bigere!..
Kevneşopperest hewl dide modern tev bigere!..
Dîndar hewl dide xweşbîn, bi tolerans û medenî tev bigere!..
Nezan (bi saya googleyê) hewl dide zana tev bigere!..
Nexwende (bi saya jiberkirina navên çend nivîskar û kitêban) hewl dide xwende tev bigere!..
Qalibperest hewl dide anarşîst tev bigere!..
Xwenezan hewl dide dîn û cuda tev bigere!..
Lê tenê mirîd (xwe bi ava zemzem û kewserê bişo jî) mirîd e û naguhere!

Endezyarê projeya entegrasyonîst Selo başqan, li dijî Erdogan û Bahçelî piştgirî û destekê dide Kiliçdaroglu û Akşenerê.
Ji wî heye bi çûyîna Erdogan, Meral ê Tirkîyeyê ji bo kurdan bike bihuşt.
Lê hişê wî, wî nabe li "hafiz"a Ahmet Guneştekîn naqewimîne bê ew pêşengeh ji bîranînên Meralê jî mişt û tije ye...
Ka aqil!

Aqil taca zêrîn e, xwe li serê her kesî danîne!
Tenê di van çelsalên dawîn de kurd û tirkan bi dehhezaran ji hevdu kuştine; di her maleke kurd de êşa şervanekî, di her maleke tirk de êşa eskerekî...
Ez yên bi destê dewletê bi haweyekî veşartî (faîlî meçûl) hatine kuştin jî nabêjim.
Bi vî gir û rikî û bi van birînên nayên kewandin hûn çi qasî hewl bidin jî, hûn ê nikaribin kurd û tirkan bi hev bibahnînin; ne bira, cîrantîya wan ê jî ne tu cîrantî be.
Zû bi zû kes êşa xwişk û birayê xwe, êşa mêr û bavê xwe ji bîr nake.
Loma jî,
dev ji vê biratîya qeşmerane berdin!
Kes bi kesî re nabe bira.

Nakokî!
Ez fêhm nakim bê kurdên me yên xwende-zana-nivîskar-rewşenbîr-hunermend-sîyasetvan ên li dijî tirkî û tirkîtîyê kirasê xwe diçirînin, çima terka zimanê tirkî nakin û hîn jî xwelîya tirkî li serê xwe dikin û xewn û xeyal û fantezî û fikrên xwe bi tirkî dibêjin, dinivîsînin, par ve dikin, belav dikin?

Gotina Dawî
Hewce ye namûs bibe kîrek û têkeve poz, belkî wê çaxê poz ji xîretê avis bibe û namûs bizê!


1 Kasım 2021 Pazartesi

gur ji qulê derket

Ma min got merheba ji we re!
Ev zêdeyî mehekê ye min ji xwe (we) re nenivîsandibû...
Mixabin, carinan meriv ji taqet dikeve û bi xwe re nabîne xwe tev bide; mîna tiralê bin dara xurmeyê li meriv tê.
Axir...
Gur ji qulê derket!
Ka dîsa ez ji xwe û we re bikim adet û her roj ji vê bloga xwe ya bi qasî zimanê min belengaz re binivîsînim.
Ez ji ku û çawa dest pê bikim?
De ez ê jî xwe lê biqewimînim; qey ew Xwedayê ku Mele Birhan îmana xwe pê anîye ew ê li ber min bike ronî û bihêle ez di wê rêyê de bi çavgirtîngê bimeşim.

Ahmet Guneştekîn!
Şagirtê Yaşar Kemal; 
Yaşar Kemalê bi sekn û helwesta xwe bi haweyekî bêhişî kurd di nav pirika tirkî de gevizandin û hişt ku zimanê tirkî li ser serê kurdên ji mecbûrî di bin desthilatîya tirkan de dijîn, bike maqûl û efendî;
erê, bi saya Yaşarê nuha najî gelek çîrok, çîrçîrok, çîvanok, serpêhatî û destan bûn malê tirkî û kurdî jî li ber dîwaran ma sêwî û belengaz. 
Ahmet Guneştekîn jî di rêya mamosteyê xwe de bi çargavî dibeze.
Li ser êş û birînên kurdan bi haweyekî postmodern hunera tirkîtîyê berztir, xurttir dike.
Ji bo Ahmet Guneştekîn û yên mîna wî berjewendîyên şexsî berî her tiştî tên û ji bo konfora xwe çi hewce be, wê dikin.
Sînorên welatê wan ji pereyan dest pê dike, li pereyan diqede.
Dîn, îman, netew, ala, dewlet ne girîng in ji bo wan; konfora wan ji ku bê, li wir in.
Û heta mecbûr nemînin jî hêla xwe ya kurd-kurdî dernaxin pêş; wextê derdixin jî, ilhez berjewendîyeke wan tê de heye, loma derdixin pêş...
Kurdkokenlîbûn besî wan e û ji serê wan zêde ye.
Kurdkokenlîbûn mîna kirasekî transparan e; him li ser wan xuya ye, him ne xuya ye.
Sîstema dagirker, bi saya van belengazan kurdan di nav tirkî de dimehîne, anku entegre dike û hêdî hêdî wan ber bi kurdkokenlîbûnê ve dahf dide.
Û jixwe heta hemû kurd nebin "kurd kokenlî" ev proje yê her berdewam be.
Û piştî em hemû bûn "kurd kokenlî" jixwe ev mesele jî bi xweber çareser dibe.
Ma we bihîstîye kurd kokenlîyekî doza kurdî û kurdîtîyê kiriye?
Na; 
na ji ber ku yên dibin "kokenlî" çi kurd, çi ereb, çi ermen, çi rûm, çi laz, çi çerkez ji tirkên tirk bêtir dibin tirkperest û xwelîya kokên xwe li serê xwe dikin.
Bijî xwebûn!
Heger ew jî mabe...

Li Tirkîyeyê sîyaset bûye "Kêkirkê!"
Desthilat û muxalefet ketine qirika hev, yek diz e, yek dixwaze bidize...
Û sîyaseta kurdan jî di navbera dizan de dibize!
Ez bibêjim Xwedê çêke, lê Xwedayê reben jî ketîye heyra xwe û xwebûnê; êdî ew bi xwe jî bi şik û guman li xwe dinere!

Du cureyên mirîdan hene;
Yek jê ji ehmeqî û nezanîya xwe mirîd e, yek jê jî bi konetî û pûştîya xwe...
Yên ehmeq û nezan jixwe nizanin mesele çi ye, ker in û cehê wan li ber in; dinya ji ku tê, dihere ku, ne li ser bala wan e.
Yên kone û pûşt jî, hayê wan ji ser erdê jî, ji bin erdê jî heye; erê bi sloganan pesnê serok merokan didin, lê heger hewce bike, bi hêsanî dikarin wan serok merokan bi telîsek ka bifiroşin; 
ew tenê li pey hestî û kurtêlan in; kî hestî û kurtêlan bide wan, ji wan re dibin mirîd û xulam.
Û mixabin, hemû xerabî jî ji van kone û pûştan çêdibe!

Bila îşev weha be, heta sibê Xwedê biçûk, em mezin in!..



24 Eylül 2021 Cuma

agir bi pêyasê ketîye

Loqmanê Ceho yê bi zaroktî zarokan tilî diavêtin qûnê, mezin bû, bû zilam; kar kir, xebitî, li ser pişta xelkê, bi pereyên selefê (faîz) dewlemend bû û ji xwe re kargehek vekir.
Bi dilê xwe ofîsek çêkir û hundirê wê li gorî zewqa xwe xemiland.
Pismamê wî Cibo li xwe diheyire û ji mecbûrî ji bo karekî bidê, dihere xwe lê diqewimîne, 
Loqo li ser qoltixa xwe ya çermîn xwe qup û qure dike, dibêje, "Meaşê te yek û nehsed, ji heyştê şev heta heyştê sibehê tu yê bixebitî. Xew tune ye û heta tu mecbûr nemînî nigê te yê bi hundir nebe; çi havîn, çi zivistan...
Cibo dibêje, "Were li malê, li ber derîyê min, ji heyştê şev heta heyştê sibehê nobetê bigire, ez ê du hezaran bidim te û serê sibehê jî tasek şorbe jî li ser..."

Ne şer bi tirkan re dibe, ne jî meş...
Piştî ew qas sal em çûn û hatin, dîsa em hatin li sifirê sekinîn.
"Kurd Sorunû"
Deng ji kurdan dernakeve; li ser ekranên televizyonan, tirk gazinan dikin, dibêjin, "Kurd çi dixwazin?"
Erê weleh, kurd çi dixwazin!
Erdo dibêje min "kurd sorunû" çareser kiriye.
Kemo dibêje ez ê bi HDPyê re "kurd sorunû" çareser bikim.
Sezo dibêje muxatab Îmrali ye.
Û Selo jî dibêje dev ji gotin motinên pûç û beradayî berdin, cîyê çareserîyê TBMM ye.
Û li pêyasê dolar difire, kes nikare baskokirî bike.
Kîloya pîvazan jî bi ser pênc wereqeyan ketîye.

were sêva were sêva were sêva
sêvê gundê me erzan e were sêva

23 Eylül 2021 Perşembe

teresî û bêmejîtî

Tirk ehlê teresîyê ne û Recep Tayyîp Erdogan ji serê wan û bavê wan zêde ye,
lê qey em kurd ji wan terestir in ku ev hezar sal in toqa wan mîna toqa nahletê di stuyê me de ye 
û ew çi gûyî dixwin, mixabin em jî bi wan re dixwin.
Kêm zêde em jî bûne ew û hemû tiştên me dişibin hev.
Teresî...
Ehmeqî...
Pûştî...
Bêxîretî...
Tirsonekî...
Namerdî...
Bi kin û kurmancî,
Rabûn û rûniştina me, tevger û hereketên me, rehm û bêrehmîya me, edeb û bêedebîya me, ehleq û bêehleqîya me...
Lê xuya ye poz jî êdî ji taqet ketîye û hew dişewite;
lewra çi diqewime, çi tê serê me, wek neqewimîbe, wek nehatibe serê me, em serê xwe bera ber xwe didin û xwe bi xwe ji bêmejîtîya xwe re dibêjin,
"guh medê!"
Ez ji Xwedê, 
Xwedê jî ji serek û sekreter û rêberên kurdan ne razî be,
ku tenê wek sermîyan bêxîretî ji me re hiştin...

Gotina Dawî
Kurd Kurdistanê naxwazin;
naxwazin, lewra barê Kurdistanê giran e.
Û ji teresîyê re jî bar mar ne hewce ye.

22 Eylül 2021 Çarşamba

şoreşa pez

Serekê pez rêzdar Beranê Serzer derket hemberî qebîleya xwe û bi dengekî berz û dawidî bi ser wan de qîriya:

-Ne gur, ne wawîk, ne jî keftar, tu kes ê nikaribe pêşiyê li vê serhildanê bigire. Ez wê hêviyê di çavên we de dibînim. 


Pez li hev nerîn, di çavên wan de tenê tirs û xof hebû. 

Mîha Serreş du gavan derket pêş, got:

-Quretîyan neke û nebêje tu kes nikare wê hêvîya di rengê çûriska ronayîyê de ji we bistîne. Piştî deh deqeyên din gur ê xwe li wê çûriska hêvîyê bigirin û werin di me û maka me nin; ser û qûna me yê bi derekê ve bipengizin, çîp û hêtên me yê bi derekê ve bipengizin, pişt û parsûyên me yê bi derekê ve...


Gotina Dawî

Dengê defê ji dûr ve xweş e.

21 Eylül 2021 Salı

aqil taca zêrîn e lê ew jî nema tê kirîn

Aqil tune be, 
yan jî aqil ji kîsê xelkê be, zor e.
Û mixabin, 
ne xwendin tesîrê li me dike, ne jî ger tesîrê li me dike...
Aqil tune be...
Aqil ji kîsê xelkê be
û bi ser de jî, xwendin û ger jî pere neke, ji mecbûrî meriv ê bireqise li ber tayê tolikê.
Dû re gazinan li Emînê Erbanî dikin, dibêjin Emîno bêvîzyon e.

Kemal Kiliçdaroglû dibêje, Bi HDPyê re em ê bikaribin pirsgirêka kurd çareser bikin."
Sezaî Temellî dibêje, "Muhatab Îmrali ye."
Birazîyê Apo anku Apoyê biçûk jî bi serê Apê xwe sûnd dixwe...
Lê Selo, şêrê zindanê pişta Kemal girt û berê çareserîyê da TBMMyê.
Kî berx e, kî bera ne, ew ê berê dansala dermaleyan belî bibe.
Û serê du beranan di beroşekê de nakelin!
De ka em jî guhdarî bikin bê çi ji vî şerê xal û xwarzîyan derdikeve!
Haa!
De guh nedinê...

Wextê siberoj tarî be, hemû çîrok li ser berê ne...
Sendroma tirk ketinê jî ev e;
siberoj tarî ye, 
lê ji sibehê heta êvarî li ser ekrana televîzyonên wan, li ser dîroka wan a hovane rêzefîlm li pey rêzefîlmê ye...

Aqil taca zêrîn e, 
lê mixabin zêr jî nema tê kirîn.
Berê di dawetan de xelkê fedî dikir zêrekî çaryek bi bûkê ve bike, 
lê îro pêvekirina zêrekî çaryek bûye nîşaneya zengînî û halxweşîyê...