Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
brûska zimanê te hat bi ser kemçika dilê min ve da.
Heya destê sibê serê min bû bahlîf bahlîf bû serê min
û serê min gindirî binya nigên min.
Wê sibê mele başewala ji himbêza jina xwe revîya çû bi cenabet azan da.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
pîra ku navrana delingê xwe didirût, bêhemdê xwe çermê berzika xwe bi navranê ve dirût;
xwîna kêçekê jê çû,
pîrê li keçikanîya xwe vegerîya.
Wê rojê ro sar ma, bi qasî sê seetan hîç xwe tev neda.,
wê li pîrê nerî pîrê li wê…
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
xwirekê ez girtim,
her ku min hewl da xwe bixwirînim xwir ji tilîyên min revîya.
Di nav tayên porê min ên firkbûyî de kelmêşan bi veşartokê lîst.
Dengê nalenaleke fahîşe xwe li guhên min girt.
Ez bi taya şehwetê ketim wê şevê heya destê sibê şilfîtazî gerîyam kolan bi kolan, lê bi ser ve nebûm;
ne li jineke bî rast hatim ne jî li bûkeke xêrnedîtî rast hatim.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
Req bûn kîso kîso bûn req û rez jî bû para hevalê beq.
Gerîkan dev ji xebatê berda, di wan şevên bêdeng de çirçirkan hew stira.
Wê şevê, ji çîrûzkên agirê qûna gulstêrkan stêrk xwiricîn, qebhet bi heyvê de hat.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
peyv bûn meyt û ez jî bûm darbest li ser destên xwelîserên bêbext.
Ne wext ma ne bext ma ne jî text.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
wê şevê li gel ku dinya çikîsayî bû jî di bin ronayîya stêrk û heyvê de berf û baran bi hev re barîyan hûr hûr kulî bi kulî.
Erd veqelişî ji nişka ve,
mirîyên tîbûyî tîna xwe şikenandin wê kêlîyê.
Ruhên bicenabet derketin tobê li ber nalenala bixweşanîna sêwîyan.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
kuxukekê ez girtim û hew ez berdam,
di nav belxema min de kurm li zimanê xwe gerîyan.
Ziman gon xwar, sîh û herfek ji ber çûn, ax kerr bû, ezman lal ma.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
ji firnikên Xwedê Şeytan pengizî,
stuyê min li pê toqa wî çû, li ser dilê min nahlet şîn hat;
rişma emrê min çû li çîpên pinpinîkekê gerîya; ew çû ku ez jî li pê wê bezîyam
û li ser rengînîya baskên wê ez kwîr bûm.
Erê…
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
peyv celî bûn ji ser zimanê min,
bi çolê ketin.
Û ji nişka ve çol veguherî mêrgeke rengîn mîna bihuşteke derewîn.