20 Nisan 2026 Pazartesi

bîra qederê û mehmed ûzûn

Her sal,
salê carekê ji nav pirtûkan ez vê pirtûkê derdixim û bi germayî û dilsozîyeke henûn wê dixwînim, 
lê ne ji ber feraset û hunera Mehmed Ûzûn ez vê pirtûkê dixwînim; 
na…
ji hezkirin û hurmeta min a li Celadet Elî Bedirxan ez dixwînim û dibim şirîkê wan hestên wî yên dilsoz û kurdîperest.
Her weha,
her sal bi xwendina vê pirtûkê,
çawa dema hecîyek dihere li hecê dibe hecî û xwe pîrozwerbûyî hîs dike, ez jî di wê “bîr”ê de xwe dişom û pîrozwer dibim.
Di jîyana xwe de zû bi zû ez serî li kesan mezin nakim anku zû bi zû qedrê kesan nagirim;
bi kin û kurdîya kurmancî,
zû bi zû bi gotinên qelew û nasnavên qure ez wan pênase nakim, pir kêm in kesên wanî,
lê…
Ji bo min Celadet Elî Bedirxan yek ji wan kesan e ku bi dilekî pak dikarim jê re bibêjim, 
“Mamoste” anku “Mam-Hoste”
Kêm zêde ev 75-80 sal in ji nav me koç kirîye, lê hîn jî di eyara wî de kurdek derneketîye ku meriv jê re bibêje him kurd û kurdî ye, him modern û medenî ye, him jî entelektuel û rewşenbîr û pirrengî ye.
Lê zeman bi me re xerab ket; 
em çep gerîyan, 
çerxa feleqê çep gerîya 
û di labîrenta jîyanê de nigên me çeporasto li hev gerîyan, 
mixabin.

Gotina Dawî
Bêguman, 
ez dikarim weha jî bibêjim, bi min, zimanê Mehmed Ûzûn di vê “bîrê” de piçekî fetisokî jî bûye, 
lê…
“bîr”ê nehiştîye bifetise!..