-Çi ye dîsa! Çi qewimî?
-Bi Xwedê wer xuyaye şerê Israîl û Îranê yê zû bi zû bi dawî nebe.
-Kuro, hey kundir! Ma israîlî wek te jî ne baqil in!
-Çima? Ma min got çi, xalo?
-Kuro, ma dibe meriv mar birîn bike û birîndar berde? Ma tu nizanî bê marê birîndar çi qasî xetere û kîndar e! Ma heya heyfa xwe hilneyne disekine? Israîlî jî dizanin ku Îranê nîvkuştî anku birîndar bihêle, sibê ew Îran ê ji îro bêtir bibe agir û têkeve malên wan, loma jî heya serî neeciqîne ew ê nesekinin. De Xweda û Şeytan bi hev re li pişta wan bin!
-Amîn! Bi Xwedê xebera te ye, xalo. Wê havînê marek ketibû tuwaleta me ya derve. Xwarzîya te kir gilî û gazî û ez rabûm çûm, min xwe li hewşê qewimand, min rahişt bêrekê û ajot ser mar. De de de… min bêr dawişand nav pişta wî, min ew birîndar kir, bi haweyekî birîndar xwe li qula dîwêr qewimand û ji nav lepên min filitî, bêxwedîyo.
-Maşalê dû re nehatibe bi qûn mûna te ve nedabe!
-Na, ne bi min, lê piştî wê bi du sê rojan çû bi kûçikê cîranê me ve da. Ya rast ji hêlekê ve jî kêfa min hat.
-Çima gidî! Sûcê kûçikê reben çi bû?
-Tûlo, wextê cewr bû li ber destê min mezin bû. Havînekê ez ne li gund bûm, du sê mehan li çolê mam. Ku vegerîyam malê bêxwedîyê hew xwe li min girt, cîranê me bi goşt moştê qesaban xweş lê nerîbû, ji bo konfora xwe hew xwe li min kir xwedî, tûlo; xwe bi çend hestîyan firot.
-Weleh bextê kûçikan ne xerab e lê yê te bêbext derketîye, mixabin.
-Erê, rast e, lê jixwe ew ne kûçikê hur bû, qirme bû, qirme. Dêlika maka wî ji ber gur miran, rêvî mêvîyan gon xwaribû.
-Himm!
-Axir… jan bi serê wî bikeve. Min ê bigota çi? Haa… erê. Di nûçeyan de got ev şer ê zû bi zû nesekine û her ku here wê li herêmê gişî belav bibe. Got belkî bandorê li pêyasê jî bike. Erê weleh vê sibehê ez daketim bajêr min xwe li a-101ê qewimand, min têra du sê mehan ji bo serşok û tuwaletê kaxet maxet, peçete meçete kirîn. Min got belî nabe!
-Kuro, hey xwelîser! Ma ku nan tune be tu bixwî, tu yê çawa birî û ku tu nerî tu yê wan kaxet maxetan, wan peçete meçetan têxî qûna xwe, hi ii? Îja ka aqil!
-De tişt nabe. Qey wê lazim bibe…
-Erê erê, ew ê lazim bibe. Here wan kaxet û peçeteyan li ber derê hewşê li hev kom bike, bike londer û agir berdê, bila bişewite bibe xwelî.
-Çima xwelî, xalo?
-Ji bo tu li serê xwe bikî, berxê xalo.