18 Mart 2026 Çarşamba

emînê erbanî

Nahlet li feleka xayîn bê!
Nahlet li kodika tembûrê bê!
Mixabin, şahê dawetan Emînê me yê Erbanî yê ku govend li ber stranên wî bi cizbê diketin jî şehîd ket û çû!..
Zemên ew jî dabelihand!
Dîsa mixabin,
tembûr sêwî, elektro êtim ma. Û têlên tembûrê jî êdî bêtilî ew ê bi xwe xweş bînin.
Wî jî wek her bêdewletî berî welatê xwe azad û serbixwe bibîne, çû.
Erê, tiştê çû hewce ye meriv nede dû, lê çû…
Xwedê heqê wî ji Mûradê Emrûdî û Bismillî Zeko û Ednanê Şêbî re nehêle. 
Bi nifirên wan çû, rehmetî; 
êdî meydan ji wan re ma.
Heyf!
Bi çûna rehmetî re êdî Aynûr ê jî hew li ber strana “Ax Aynûr zalim Aynûr” bireqisin. 
Tew belkî piştî çûna rehmetî dê û bavên Emînhez hew navê Aynûr jî li keçikên xwe bikin.
Min go dinya derew e, lo! 
Û Emîno çû!

Gotina Dawî
Emînê Erbanî bi civakê da qebûlkirin ku meriv nexwende, nezan, bêvîzyon û her weha ji do-re-mî-fa-sol-la-sî fêhm neke jî meriv dikare navê xwe bi hozan û hunermendî li ser rûpelên dîroka muzîkê binivîse.

Gotina Herî Dawî
Henek li hêlekê, lê weleh di zemanê xwe de bira jî tu şahê dawetan bûyî û te kes di se pozê xwe re nedidît.
Axir…
Rehm li gora te be û li hêla din Xwedê te bike şahê govenda horîyan.