29 Mayıs 2024 Çarşamba

kafe pîne û manîpulasyonên kurdan

Li welatê ku tiştên normal bi meriv anormal tên, serê rebenekî kurdbelengaz xist nav teşqele, tevlihevî û pirikê.
Mîna meriv di mirêkê de çav li qûna xwe bikeve û xwe bi xwe bibêje, “Hahoo! Ev zirqûn qûna min e!” li Ameda ku kurd xerîbê kurdî ne, bi bihîstina kurdî, kurd bûn qesasê kurdekî!..
Û anormalîyeke ku di eslê xwe de normal e,  mixabin wek anormal belav bû û kurdên ji xwe û xwebûna xwe dûr ketine jî rabûn bi tirkî li ser vê anormalîya ku di eslê xwe de normal e, bi haweyekî anormal dest bi lotik û zîtok û zîtirk û quretîyên populîst kirin.
Tew hinekan hewl dan bi vê hwtiketîyê PKKyê heq û mafdar derxin.
Erê, em dizanin dagirker ker û ehmeq û hov in, lê heyran!..
Tir li ku das li ku?
We bi manîpulasyonan hetka rebenê xwedîyê kafeyê anî, loma dagirker lê hatin xezebê.
Li bajarekî kurdan kurdek rabe ji xwe re kafeyekê veke, xebatkarên wê kafeyê wek xîret, wek helwest bêyî ku heqaretê li kesî bike, tenê bi kurdî xizmetê bikin û xwelîserên wî bajarî jî wek tiştekî ecêb, wek qîyamet rabûbe, rabin bikin lîrelîr û hewar hewar û halanan hildin û pesnê wê kafeyê bidin.
Hoo amedîno!
Na na…
Hoo dîyarbakirlilar!
Heger ji serê serî de hûn jî wek vî ciwamêrî li xwe û xwebûna xwe xwedî derketibûna û zimanê kuçe û kolan û sûk û danûstendinên we jî bi kurdî bûya, ji ber zimanê we, îro kes ê nehata ji mala we, ji dikana we, ji kafeya we bi çeplê we negirta û hûn nedana ber xwe û hûn nebirana!..
Îja wextê meriv xwelîser be, xelk ê jî bê xwelîya ber derîyê meriv li serê meriv bike!
Axir!..

Gotina Dawî
Derdê dagirkeran ne PKK ye, heyran; PKKyê ji xwe re dikin mahne/behane û bi vî haweyî hewl didin kurdan dîzayn bikin. 
Ango PKK ne armanc e, PKK alav e!!!