16 Mayıs 2024 Perşembe

bor

Dema min BORa Çîdemê xwend, BORan ez ber bi demên BORî ve BORandim.
Û ketim tunela dem û BORan…
Tu carî min ji tiştên asayî/normal/ji rêzê hez nekir; her û her “dîn”îtîyê/neasayîyê/nenormalîyê bala min kişand û min da pey delodînîyê.
Û li cem dînan ango sohbet û hevaltîya bi dînan re min li min vedigerîne, dibim xwe; şilfîtazî, kirasçirandî, ji kompleksan dûr…
Erê, wek her kesî min jî berhemên nivîskarên edebîyata klasîk bi kêfxweşî xwendin, lê herî pir nivîskarên ku jîrîtî, xwebûnî, bixweredurustî bala min kişand.
Her weha di beşên hunerê yên din de jî wisa bû. 
Li ser meseleyê:
Hubreya qelema Nabikov a afirînerîyane pejiqî nav mentiqa min, reng û aheng da hişê min. 
Mijarên berhemên Paulo Coelho ez ber bi qonaxa jîrîtîyê ve birim. 
John Fante ez li wê henûnî, pakbûnî û xwebûna zaroktîyê hilkumandim; hişt ku bi haweyekî sade/basît û sivik ez jîyanê bibînim, binirxînim û sade/basît/sivik bijîm.
Charles Bukowskî derket keşfa serserîtîya min a ku di nav qaliban de asê mabû. Bi Bukowskî min ew qalib şikenandin û bûm xweyekî serserî.
Bi helbestên Pablo Neruda yên şoreş û romantîzm jê difûrîyan, hêla min a muxalîf piçekî din şidîya.
Dînîtîya darbeyên firçeya Salvador Dalî, hêla toksîk a Frîda Kahlo, ew hesasîyeta ruhî ya Modîglîanî ez ber bi qonaxên rengîn lê têra xwe derûnî ve birim.
Bi felsefeya Charlîle Chaplîn ez gîhaştim asta bilind a qerf û mîzahê ya civakî û rexneyî.
Wekî din…
Divê ez neheqîyê li yên nijada xwe jî nekim. 
Bi Baba Tahirê Uryan min xwe ji qalibên civakî rizgar kir.
Bi Melayê Cizîrî ez bûm dînekî delodîn û mîna derwêşekî hişfirîyayî ketim pey evînan.
Bi Şêx Riza Talabanî min kirasê şermê çirand, lê şermeke ku meriv ji şerpezeyîyê azad dike.
Bi Cegerxwîn ez di nav dewlemendîya zimanê xwe de li xizanî û feqîrîya xwe hayîl bûm.
Axir…
min BORa Çîdemê jî xwend… 
xwend… xwend…
û hêdî hêdî li ber çavên xwe wenda bûm; wenda bûm, wenda bûm, bûm hîç. 
Dû re min got madem her hîçek bi hîçekê dest pê dike û berî hîçê jî piştî hîçê jî pêjna hin hîçan hebûye/heye/ew ê hebe, wê çaxê ez rabim xwe tev bidim û hêdî hêdî li ser wê hîçê bingeh û esasê hîçeke din deynim/saz bikim/ava bikim
û min xwe tev da; 
vê carê jî ez bûm pîç, pîçekî tişt ne li ser balê; pîçekî nahletulah!
Û hîç û pîç bûn destbirak li ser vê rêya şayîk!..
Erê, dema min ev roman xwend, di vê rêwîtîyê de carinan li hîçan, carinan jî li pîçan rast hatim,
lê…
pîçekî ne ji dê û bav pîç, pîçekî ji ber bêdewletîyê pîç û hîç, lê her weha pîçekî serhişk û têra xwe qure û zimanbenîşt!
Bi wî zimanê xwe yê ku ji roja neteweyan xwe kirîye dewlet û ew û neteweya xwe bê dewlet mane, qerf û henekên xwe bi hebûna serdestîzmê kirîye, ne guh dide hîçan, ne guh dide pîçan, hewl dide ji me re bibêje:
Ka hûn? 
Ka zimanê we?
Ka neteweya we?
Ka dewleta we?
BOR, meriv di tunelên dem û xwezî û dîsayan re diBORîne;
digerîne, dibezîne, dipengizîne…
celî dike ber bi bêwatebûneke xwedubarekirî ve…
Di wan tunelan de, meriv li xwedubareyîyan dihilkume û di wan xwedubareyîyan de meriv bi dehan car li hespê xwezîyan siwar tê û ber bi hebûnê ve dibeze, lê her gîhaştina qonaxeke hebûnê dîsa meriv tûşî hîçekê dike û ew hîç dibe destpêka hîçeke dinê.
BORa Çîdemê serhildan e, lewra ji me re dibêje xwe nekin hîç çendî her tişt ji hîçê dest pê bike û dîsa li hîçê vegere jî.
BORa Çîdemê serhildan e, lewra ji me re dibêje bi xwezîyan meriv nagihêje kezîyan.
BORa Çîdemê serhildan e, lewra rûtînîyê qebûl nake, red dike. Ji me re dibêje ji wê xewa mirar şîyar bibin û qûçan li ser hîçan ava bikin.

Gotina Dawî
Çîdem, bi BORa xwe govenda peyv û gotin û kelamên kurdî biaheng digerîne û xwenaskirineke hişî, karekterî, mentiqî, nasnameyî/bênasnameyî radixe pêş çavên me û ji me re dibêje ji ber zimanê xwe serbilind bin, lewra…
bi sermîyanîya vî zimanî hûn dikarin ne tenê dewletekê, hûn dikarin împaratorîyeke ku her û her dikare li ser nigan bimîne, ava bikin.

Gotina Herî Dawî
Çîdem Baran, lê li ser kitêbê navê wê weha hatîye nivîsandin: Çidem Baran
ango “î”ya piştî “Ç”yê bê kumik e
yanî ne Ç-î-dem e, Ç-i-dem e.
Loma jî…
di vir de peyameke sublîmînal heye.
Ne Çî, çi…
Çi dem?
Ji nav jî dîyar e, Çîdemê xwestîye bi gotinên xwe yên acizî ji xwezîyan, ji dîsayan, ji rûtûnîyan kirîye, me di qonaxên dewr û deman re derbas bike û em careke din li bêhişîyê neqewimin. 
Û ez dikarim bibêjim têra xwe jî gîhaştîye miradê xwe, berxikê.

Têbinî ango Jêrenot:
Ji ber ku min bihîst ku pir ji peyva berxikê hez dike, min nivîs bi “berxikê” xelas kir.