20 Mayıs 2024 Pazartesi

ahenga peyvan

Rojhilata nêzîk û navîn dikele!
Projeyek şûna projeyekê digire, projeyek li projeyekê zêde dibe, lê kîjan proje yê bi ser keve, ne dîyar e
yan jî ne zelal e.
Na na, ne dîyar, ne jî zelal, ne kifş e, çêtir li rewşê tê.
Û zemanê berê, Rewşê yek ji navên kurdî yê herî otantîk û xweş bû, lê Rewşê jî bi guherîna rewşê re ji ser zimanan koç kir, mixabin;
mîna Seyrê, Stê, Şarê, Bozê, Rihanê, Biharê, Nofê, Hedo, Hedla û Pîrozê…
Û Heval û Hêja û Bêrîtan û Egîd û Sîpan û Delîla û Vîyan û Zîlan li ser koka wan şîn hatin, lê şên nebûn;
nebûn, lewra ji axa xwe, ji ava xwe, ji tava xwe, ji zimanê kal û pîrên xwe dûr ketin
û bi wê ketinê şerpeze bûn; ne bi kirasê wan gerîyan, ne jî kirasê nuh li ser bejn û bala wan rûnişt.
Kiras!
Bi peyva kiras meriv dikare bi sedan rewş pênase bike bi haweyekî zelal û sublîmînal.
Çi gotineke efsûnî! Çi gotineke qerase û xweş!..
Qerase jî di ferhenga kurdî de qûna xwe bi vir û de wê de dibe tîne, lê carinan em neheqîyê lê dikin û tenê em ji bo kesên biqilafet bi kar tînin.
Qilafet jî tenê ne bejn û bal e, her weha xweşikbûn, bedewbûn û ahenga lihevhatinê ye jî.
De ka ez bi gotineke lihevhatî mijarê bigihînim hev…
Kurdî, mîna jineke nazik û kubar û bejinzirav e, lê rewşa tê de mixabin pir û pir giran e.

Gotina Dawî
Ne şaş bim Jan Dost gotibû, “Kurd, kurd-dewar in.”