1 Ağustos 2025 Cuma

kokqeşmerî

Pirsgirêka kurdan a herî mezin ew e ku piştî ew qas zilm û zorî hîn jî pirê kurdan heya ji destê wan tê hewl didin dilê tirkî û tirkan ji xwe nehêlin. 
Dema mijar dibe kurd û tirk, bi demokratbûneke romantîk radibin qûna xwe bi haweyekî serê xwe bi haweyekî kil dikin. 
Bi wê kompleksa xwe ya xwekêmdîtî hewl didin xwe aştîxwaz û merivhez/humanîst nîşan bidin.
Lê mixabin…
hey kerên ceh li ber!
Nijadperestên ku li ssr nebûna we xwe ava kirine, ne dikutin demokratbûna we, ne jî dikutin merivhezî û qaşo objektîfbûna we!
Ji bo wan hûn tune ne, tu-ne-ne.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heya hûn tirkî/erebî/farizî wek dijmin nebînin û bi çavê dijminan li tirk û ereb û farizan nenerin, ne zimanê we azad dibe, ne jî hûn serbixwe dibin.

Ji peyva “Tirkîyeyî” hewce ye em kurd xwe jê aciz bikin, tew ne eyb û ne fedî tirkên ku bi zilm zora xwe navê vê axê kirîye Tirkîye radibin xwe aciz dikin.
Ha tirk, ha tirk-îyeyî?
Ma koka tirkîyeyîyê jî ne tirk e, hey nijadperestên çavnebar!
Îja ka aqil! (Ji bo kurdan)
Lê jixwe netewedewletî êdî demode ye û em sînor mînoran jî naxwazin.
Alaya her dewletê alaya me, zimanê her neteweyê zimanê me ye 
û ji biratî û aştîyê xweştir tişt tune ye.
Armanc…
ewil demokratîzekirina tirk û ereb û farizan e, dû re jî bi îzn û destûra Xwedayê alemîn demokratîzekirina hemû cîhanê ye.

Gotina Dawî
Hew xîret mabû, kokqeşmeran ew jî kuşt!


29 Temmuz 2025 Salı

rojev û yekîtî û tifaq

Îroj sê roj in ji ber rewa anku rutûbeta zêde meriv bi xwe re nabîne xwe tev bide. Canê meriv mezeloqî ye, kincên meriv bi meriv dizeliqin, lê jixwe tazî me…
Axir, ji hêlekê ve jî rojev jî dikele, li rewa û rutûbetê guhdarî nake.
Omer Ocalan di navbera Enqere û Îmralîyê de dihere û tê, rebeno êdî mû bi zimanê wî ve hat hingî ji kurdan re dibêje, “Tifaq û yekîtî, tifaq û yekîtî…” lê ji bilî mirîdan kes bawerîya xwe nayne bi Omerê xelfetî.
Filistînî li bajarên Ewrûpayê çalakîyan çêdikin, lê dijminantîya wan ji cihûyan bêtir bi kurdan re ye, mixabin.
Û kurd jî ji her neteweyê bêtir ji bo wan xwe li erdê dixin û digirîn.
Wextê aqil tune be, beden dibe himal, lê ne ji serê xwe re…

Gotina Dawî
Hêsirên we têra belengazîya we nakin!

28 Temmuz 2025 Pazartesi

xal û xwarzê

-Haa xalo!
-Ka bibêje, berxê xalo.
-Bi te azadî çi ye?
-Ma bi Xwedê berxê xalo, ku her tim barek li pişta meriv be, çi azadî! Û em kurd jî, barekê datînin, barekî hildigirin…
-Yanî?
-Yanîya wê ev e. Azadî bêberpirsîyarîyê dixwaze û de îja were kurdan qala azadîyê bike!..
-Wê çaxê kes ji me ne azad e, te go çi?
-Erê xebera te ye, lê bi şev dema ez dikevim himbêza xalojina te ez tehma azadîyê hiltînim, lew xalojina te min li ser baskên xwe dike û ber bi dîyarê fantezîyan ve difirîne. Bi serê te, wê kêlîyê ne Xwedê di bîra min de tê, ne Şeytan di bîra min de tê, ne jî kurdbûna min…


27 Temmuz 2025 Pazar

gilî û gazin

Ji bo xatirê kurdî ez bûm çi û nebûm çi 
anku… 
ji bo xatirê kurdî ez bûm benîşt di devê nezan û xwenezanan de, 
lê xem nake.
Gotineke pêşîyan heye:
“Ji bo xatiran meriv dihere ser dînê kafiran.”
Erê, eynî tiştekî werê/wilo/wanî/halo/wisa ye, ya min jî…
Ez bûm çi û nebûm çi lê ka kê çi jê derxist, nizanim.
Min xwe kir şeytanê nahletulah û xwe da ber kevirên gunehkaran, lê ne ji kevirên wan, ji durûtîya wan veciniqîm, mixabin.
Jinan got, “Zimanê te seksîst e, tu jinan wek objeyeke seksê dibînî.”
Mêran got, “Tu tolaz, doxînsist û sapix î.”
Dîndaran got, “Tu kafir î, tu kufirbaz î, tu ne misilman î.”
Civakê got, “Tu bêehlaq û serserî yî.”
Hevalan got, “Tu xayîn î.”
Malbatê got, “Tu beradayî û qeşmer î.”
Merivan got, “Te qûna xwe ji derpî derxistîye, heyfa bavê te ku tu ji pişta wî yî.”
Dewletê got, “Tu terorîst î.”
Xoşewîst û dilketîyan got, “Tu çavnebar û têrnexwar î, kîrê te li ser milê te ye, kî bibêje ka, tu nabîjî na…”
Lê min çi kir û ez çi dikim, ji bo kurdî dikim ku kurdî nebe em ê jî nebin.
Axir…
Di vê rêya zor û dijwar de ku mirî jî hew xwe li kurdî dikin xwedî, tu carî min kiras li ser kirasan li xwe nekir û xwe veneşart/xwe nenixumand; her tazî gerîyam, bê tirs, bê fedî, bê kompleks lê…
ne poşman im û ez ê poşman jî nebim, lew min çi kir min ji bo xatirê kurdî kir û dikim.
Ji bo xatirê kurdî,
min jin, mêr, dîndar, civak, heval, malbat, meriv, dewlet, hezkirî/dilketî/xoşewîst, 
bi kin û kurdîya kurmancî, min her kes kir neyarê xwe. 
Min sînga xwe kir mertal ji durûtîya civakê re.
Ji bo kurdî nemire û kurd jî di nav neteweyên din de wek neteweyekê kifş bibin, 
bi zimanê xwe yê seksîst min xwe li ber çavê jinan…
bi zimanê xwe yê qure min xwe li ber çavê kesên bikompleks…
bi zimanê xwe yê vekirî/erotîk min xwe li ber çavê civakê…
bi zimanê xwe yê tûj min xwe li ber çavê sîyasîyan…
bi zimanê xwe yê dijdînî min xwe li ber çavê dîndaran…
bi zimanê xwe yê qerfî/mîzahî min xwe li ber çavê mal û malbat û merivan…
û bi hemû şêwazên xwe yên kurdî min xwe li ber çavê dewletê reş kir, 
lê kêm kesan ez fêhm kirim, mixabin.
Wek min got, ne xem e. 
Qet nebe bi xwe re durûtîyê nakim û ji sekn û helwest û prensîbên xwe danakevim.
Ev jî stratejîyek e û min ev stratejî tercîh kir, loma jî ne poşman im, ez ê poşman jî nebim.

Gotina Dawî
Konfora herî mezin, tifaqa dil û mejî ye, 
loma jî…
her tim min daye pey vê tifaqê û tev gerîyame.
Bi wêrekî fikra xwe tînim ziman û bê kompleks diajom ser daxwaz û arezûyên xwe. 
Rast e, ez dizanim û hîs dikim li ber çav û dilê kesên xav anku kesên bikompleks beloq û xwîntehl xuya dibim, lê jixwe ez we nabînim, ji bo min hûn tune ne.
Axir…


26 Temmuz 2025 Cumartesi

tirs û metirsîya dewleta tirko

Dibêjin dewleta tirko hesabê Îbrahîm Halîl Baran di nav sînorên xwe de asteng kirîye.
De îja…
dewleta ku ji tehlîl û analîzên Îbrahîm Halîl Baran bitirse, ka ew dewlet ê çawa li ser nigan bimîne?
Ne mumkun e!
Berevacî vê,
ez di şûna dewletê de bim ez ê rê li ber ên wek Îbrahîm Halîl Baran vekim,
lew…
çendî tehlîl û analîzên Îbrahîm Halîl Baran li dijî fêde û stratejîya dewletê be jî, zimanê dewletê li nav kurdan xurttir, geştir dike.
Jixwe…
berî nuha bi salan generalekî tirk weha gotibû:
“Heger kurdan bi tirkî heqaret li we kirin, çêr û xeber ji we re dan jî xwe pê aciz nekin, ji ber ku radestî zimanê we dibin”
Û iştî demekê jî ziman xwe li wan dipêçe, wan vediguherîne qewmê xwe
anku…
kurdên ku bi ber pêla tirkî dikevin, bivê nevê piştî demekê êdî wek wan difikirin, wek wan dinerin, wek wan hest dikin, hîs dikin, wek wan tev digerin.
Axir…
bi hêvîya hesabên twîtterê yên hemû kurdên tirkîziman bên astenkirin.

Gotina Dawî
Xezeba we ji tirsa nava we ye!

25 Temmuz 2025 Cuma

pûtperestî

Pirsgirêk û nexweşîya herî mezin zîhnîyeta mirîdane ye. Heya kurd ji vê koletîyê/xulamtîyê/himaltîyê rizgar nebin anku heya mejîyê xwe azad nekin ew ê her bindest û belengaz bin, çi di bin desthilatîya yên “xwe” de çi di bin deshilatîya dagirkerên xwe de,
loma jî ditirsim ji Mazlûm Abdî jî Abdullah Ocalanekî çêkin/derxin.
Û ev jî toqa nahletê ye, mixabin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ya neteweyan pêş ve dibe, ne kes an qehreman in ku bi destê girseyan çêdibin, ya neteweyan pêş ve dibe, avakirina pergalên xurt e.
Û ji me  kurdan re pergaleke xurt hewce ye.

Gotina Dawî
Ruh nedin pûtan!
Ewil di serê xwe de wan pûtan hilweşînin, dû re di çavê girseyan de…

19 Temmuz 2025 Cumartesi

pêvajo mêvajo û xalê cemîl

-Xalo, ma te bihîst Cemîl çi gotîye?
-Cemîlê me yê aşiq, kuro?
-Na loo! Cemîl Cemîl! Cemîl Bayik!
-Çi gotîye dîsa, law?
-Gotîye, “Heger pêvajo mêvajo neçê bajo jî êdî em hew radihêjin wê selehê.
-Waa!
-Erê bi serê xalojna min.
-Ê gelo tu dibêjî kurd neman ku rahêjin wê selehê yan kurd neman ku bibin qurbanên wê selehê?
-Hi ii!
-Hi ii û serî!

Di meseleya tercîha zimên de, bêguman ji qewla pêşîyan, “Mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe…” 
anku kî bi kîjan zimanî peyivîye ne xema min e, ne jî li ser bala min e, 
lê heger kurdek rabe ji dagirkerên xwe bêtir zimanê dagirkerên xwe xurt bike, bixemilîne, wê çaxê ez dîn û har dibim û serê wî dikim quzê ca wî!

Gotina Dawî
Heyfa wê malzarokê ku dû re hûn xwe jî wê jî dilewitînin…

14 Temmuz 2025 Pazartesi

kaledonya

Qey ev kaledonyayî di guhê gê/ga de dijîn! 
Vî zemanê ku neteweperestî û dewletxwazî demode bûye, ev kêmaqil rabûne ji fransîyan cîhê bûne û doza dewletbûnê dikin.
Bêlome be!
Ka aqil!
Ev bênamûsên kaledonyayî heqaretê li aqil û qudret û felsefeya serokê sererd û binerd dikin!!!
Ez bi tundî kaledonyayîyan şermezar û qûna dewletxwazan jî dax dikim!

Gotina Dawî
Aqil taca zêrîn e lê ew serî bi her kesî re nîn e.

13 Temmuz 2025 Pazar

ked qûnde bû

Ka ez çi binivîsîm an ez qala çi bikim?
Ez qala axa qebhetpêdehatî bikim?
Ez qala zimanê li xwedîyê xwe digere bikim?
Ez qala hêsirên qewmekî kwîrbûyî bikim?
Ez qala bêûjdanîya bext an bêbextîya ûjdên bikim?
Ez qala felsefeya Xwedayên xwenenas bikim?
Ez qala xewnên beravêtî bikim?
Ez qala xeyalên qudûmşikestî bikim?
Ez qala hêvîyên bêmirad bikim?
Ka bibêjin, ez qala çi bikim?
Li vê herêma nahletbûyî ez gulîyên çend keçan li stuyê çend xortan bigerînim û bi vî ezmanê bêrehm ve daliqînim?
Mixabin, êdî peyv ji hevokan direvin û hevok seqet in.

Gotina Dawî
Ked qûnde bû bi destê kedxwaran.

çerxa felekê û bêbextîya bêbextan

Ji qewla Abbas Ahmed, kenê kafiran bi halê me tê.
Û hejaroo!..
Leyla (Ne)Zana bi serbilindî got, “Sed sal in em şer dikin, ne me pişta wan danî, ne jî wan pişta me!”
Dû re…
Dogû Perînçek got, “Heyfa wan çek û selehan. Çima wan çek û selehan belasebeb dişewitînin? Ew çek û seleh jî ji me re hewce ne, şervanên çekên xwe datînin jî ji me re hewce ne. Bila teva çek û selehên xwe bên xizmetê ji dewletê re bikin.”
Û îro li Colemêrgê jî, 
ji bo xatirê gavavêtina doh, navê taxekê kirine taxa Devlet Bahçelî. 
Ka sibê navê kîjan sikak, park an qadê bibe “Îttîhat û Terakkî” nizanim, 
lê hêvî dikim, êdî navên me yên ku bi dagirkerîya îslamê bûne erebî, wek paşnavên me bi “Turk” dest pê nekin an neqedin.
Axir…
Mîrata entegrasyonê zû dest pê kir lê ditirsim em jî pê bigirin, 
lew mîrata entegrasyonê tenê bi serê me ketîye, mixabin; 
her tim em entegreyî netiştekbûnê dibin û kenê kafiran bi xwe tînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
em entegreyî zimanê wan bûn û pê re pê re hêdî hêdî em bûn perçeyek ji zîhnîyeta wan.
Û talîya talî…
em ê wek wan bifikirin, em ê wek wan binerin, em ê wek wan bibînin, em ê wek wan hez bikin/hez nekin û em ê wek wan û belkî ji wan bêtir navê tirk û tirkîtîyê li seranserê dinyayê biqîrin.

Gotina Dawî
Lê wer xuyaye dîsa hin kes ê bixwin, hin kesê jî bifîkînin.

Gotina Herî Dawî
Ka îja em ê çîroka entegrasyonê çawa bigihînin wan gorbuhiştan, nizanim,
lê jixwe tiştê çû divê meriv nede dû…