31 Aralık 2023 Pazar

sersal

Îşev ez dixwazim li ser mijarekê binivîsînim, lê dikim nakim mejî nazê.
Erê, sersal e, lê naxwazim li ser sersalê binivîsînim; jixwe îşev heta destê sibehê ew ê mijara her kesî ev be.
Şûşa min a şerabê hat li nêvî sekinî, lê hîn jî tesîr li mejîyê min nekirîye; ew ê bike neke, ew jî ne belî ye.
Hevalekî min digot, "Devliken, min tu serxweş nedîtîyî. Ez dixwazim şevekê bi te re vexwim heta em serxweş dikevin; jixwe bi halê xwe yê normal tu ne kêmî serxweşan î, gelo ku tu serxweş bibî, tu yê têkevî çi halî?"
Ez kenîyabûm û min jê re gotibû, "Piştî ez serxweş dikevim, ez jî dibim wek we."
Ditirsim îşev ev şerab li min bê xezebê û her ku ez vexwim ez ji xwe dûr bikevim. 
Û jixwe ku ez ji xwe dûr bikevim jî, ez ê bibim wek we.
Yanî?
Yanî ev e!..
Ez ê bibim wek we û ez ê jî wek we li ser sersalê binivîsînim.
De ka ez qedeha xwe ya nîvco maye biqedînim, ku wek xwe mam, ez ê li ser mijareke balkêş binivîsînim; na, heger bûm wek we, li min negirin lê ez ê jî ji mecbûrî wek we bikim..
Piştî nîvseetekê...
Qedeh vala bû, lê mixabin ez serxweş nebûm, loma jî divê ez li ser mijareke balkêş hûr bibim, lê hîn jî li dora mejî pêjna qolincan nayê!
Axir...
Mêr mêr e, ker ker e; lê mêrê ker ji kerê ker bêkêrtir e!..
Mêrek, serê sibehê ji malê derdikeve, ber bi cîyê kar ve dihere.
Li ser rê li kerekî rast tê; ker jî rep kirîye, li bin zikê xwe dixe, mîna meriv du bacanên reş bi ser hev ve bidirû.
Mêr li xwe dinere, li wî dinere, dibêje:
"Erê, ma xema kîrê te ye! De kero bila nan û xwê ji te bihata xwestin, bê te yê bikarîya ew kîr weha rep bikira û li bin zikê xwe bixista?"
Îja heyran, 
nan û xwê ji nivîskaran tê xwestin bêyî ku ji nivîskarîya xwe çend qurişan qezenc bikin.
Dû re...
hinek heval ji ber nebûna nan û xwê, diherin xwe dikin xulamê hestî û kurtêl.
Nahlet li bêderfetîyê bê, 
lê dîsa jî,
hewce ye meriv zêde xwe kêm neke, lewra heger karekter hat û şikest, êdî hew dicebire, mixabin.
Û karektera şikestî jî ji dijmin dijmintir e ji xwedîyê xwe re.

Gotina Dawî
Serê salê binê salê, Xwedê karekterekê bar bike li vê civakê.

30 Aralık 2023 Cumartesi

çend gotinên keskeyî

bihar e
berîya mêrdînê kesk xemilîye
ne serî heye ne binî
û li bêrîyê bêrîya min dike
bêrîvaneke çavkeskeyî

got:
-tu ji kîjan pêsîra min hez dikî?
min got:
-kîjan di devê min de be, ew!..

got:
-tu rebê min î?
min got:
-heta ez rep bim, ez ê rebê te bim, lê ku ez ji repanî bikevim?
got:
-wê çaxê jî ez ê bibim reba te ji bo dîsa li te rep bikim!..


29 Aralık 2023 Cuma

dengê defê

Ji ber daxwaza me ya futurîst, em ji nirxên xwe yên jîyanî dûr dikevin, mixabin.
Hêdî hêdî jîyan ber bi monotonîzmê ve diherike; li ser navê modernîzmê, sîstem merivan vediguherîne robotan û merivên robotîk jî bi haweyekî mekanîk, ji nû ve jîyanê dîzayn dikin.
Li ser meseleyê:
Bala xwe bidin welatên pêşketî yên modern, jîyan ji hîs û hestan dûr, bi hewldaneke robotane tenê sîstemê modernîze dikin; merivên modern, mîna koleyan, enerjî û zemanê xwe bi piranî ji bo dîzaynkirina vê sîstemê xerc dikin.
Meriv, ji hest û hîsên merivî, ji nirxên ehlaqî, ji têkilîyên germ û henûn dûr in.
Her weha dûrketina ji van nirxan, tesîra xwe li siruşt/xwezayê jî dike û siruşt/xweza jî wek berê ne comerd e, mixabin.
Ji hovîtîyeke nemodern ber bi hovîtîyeke modern ve!..

Xewnên meriv nasnameya meriv dîyar dikin. Meriv herî pir bi kîjan zimanî xewnan bibîne, êdî bivê nevê meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.
Loma jî...
Hewl bidin xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, heger na, 
di zimanê xwe de hûn ê bi xwe bibin xewn!..
Ji bîr nekin!

Ev çend roj in li ser medyaya sosyal dîsa li ser rewşenbîrîyê nîqaşek heye.
Rewşenbîrî çi ye?
Meriv dikare ji kê re bibêje rewşenbîr?
Wek hinekan nikarim peyvê bi vir de û wê de bibim bînim; 
ji bo rewşenbîrtîyê xala yekem:
Kesekî bi zimanê neteweya xwe nizanibe, ne rewşenbîr e heger ji google zanatir be jî...
Bi min divê pîvana rewşenbîrîyê weha be:
-Divê tu bi zimanê xwe bizanî.
-Divê tu bîrbir, zana û xwedan vîzyon bî.
-Divê tu xwedan bext û xwedan ûjdan bî.
-Divê tu ji rastî û pêwistîyên normal re nelîrînî, li çepikan nexî, pesnê kesî nedî; berevacî vê, divê her tim hişê te, bala te li ser şaşî û çewtîyan bî û bi sekn û helwesta xwe ji kesî/ji tiştekî re texsîr nekî; rexne bikî, rexne bikî, rexne bikî!..
-Divê tu ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora xwe ji ber kesî danequrtînî; her û her biheq, biedalet tev bigerî.
-Divê tu pişta xwe nedî partîyekê, rêxistinekê, sazîyekê; her serbixwe û azad bî.
-Divê tu xwedan prensîb bî.
-Divê tu bi nefsa xwe ya populîst bikarî û nebî mirîdê ego û kompleksên xwe.
Heger ev feraset ê bi te re tune be, ji kerema xwe re here li mala xwe rûne, bê meriv çawa dikare ji jina xwe re/ji mêrê xwe re bibe mêrekî çê/jineke çê û ji bo siberoja zarokên xwe meriv dikare çi bike?

Gotina Dawî
Dengê defê ji dûr ve xweş e!..

28 Aralık 2023 Perşembe

bêhna zaroktîyê

çavên me li mûzan asê diman 
li ser dezgeyên fêkîfiroşên ku tenê dewlemendan bi quretî xwe lê diqewimandin
me xwezîya xwe dadiqurtand wê kêlîyê 
çendî me nedizanî bê tahmeke çawa ye jî
û berî nîvroyan bi çar çavan me xwe dida benda evdo
em zarokên wê hewşê li ser stuyên hev siwar dibûn ji bo qetraya binê sinîya wî ya tatlîyan
carinan çend tatlî jî di stuyê wî de diman û dibûn para me
lê herî pir me nahlêt li xizanîyê dianî dema bêhna goştê birajtî xwe li firnikên zaroktîya me dixist
em biçûk bûn û bajar biçûk
dû re em li ber lorînên zemên 
bajar jî bi şopên me mezin bû
û ew tahmên bi me xerîb bi mezinbûna bajêr re ji tahm ketin
ne tahm di me de ma ne jî bajar wek xwe ma
mixabin

26 Aralık 2023 Salı

ziman û zarava

Erê, soranî jî zaravayeke me ye û bi min xweş û şêrîn e jî wek hemû zaravayên din ên kurdî, lê ya bala min dikişîne ev e: 
Mesûd Barzanî di nav de, pirê rayedarên/kadroyên rêvevir ên Kurdistanê ji kurmancîyê bêtir soranîyê bi kar tînin. (Ji bo rayedarên/kadroyên PDKyê)
Hûn kurmanc lawê kurmancan in, lê di gotar û daxuyanîyên xwe de herî pir hûn soranî bi kar tînin.
Çima kaka gîyan, hi iii? Çima?
Û heger hûn û yên wek we soranîyê di ser kurmancîyê re bigirin, jixwe soranîperestên mîna Şêrko Bêkes ê jî hewl bidin soranîyê bikin zimanê fermî yê Kurdistanê.
Heyf!!!

Gotina Dawî
Kes bi qasî me ne dijminê xwe ye!..


25 Aralık 2023 Pazartesi

ax û ax

Divê cizîrkî jî li zaravayên kurdî zêde bibe; lewra ne kurmancî ye, ne kirmanckî ye, ne soranî ye, ne jî lorî û hewramî ye; bi serê xwe zaravayek e û ez bawer nakim ji wan pê ve kes ji wan fêhm bike.

Carinan çûyînek bi dizî û kin di xwe de çîrokeke dûr û dirêj dihewîne. Sê çar hevok têra trajedîyekê dike.
Û hewceyî gazinan jî nake.

Piştî salên heyştê, pirê kurdên xwedan kesayet û jîr û zîrek ji ber nasnameya xwe ya sîyasî ji welêt derketin û revîyan, çûn li bîyanîstanê bûn kulmek hêvî, kulmek hesret û li wir ketin pey şopa trajedîya xwe; trajedîya wan bû kabûs û ket xewnên wan; bedenên wan li vê dinyayê ne, lê ruhên wan li ser pira silatê li xwedîyên xwe digerin.
Lê van çend salên dawî, berevacî salên heyştê, êdî kurdên bêkesayet û zîrt û zirtole ji ber bênasnametîya xwe ji welêt derketin/derdikevin, revîyan/direvin.
Bi têkçûyîna aborîyê re kurtêl û hestî ji diz û keleş û qeşmer û tewtewe û qahp û pûştan re jî nema.
Bi koça doh em xemgîn bûn, lê bi koça nuha em şad û bextewar in.
Bi hêvîya çûyin hebe, veger tune be...
Belkî piştî vê çûyînê ax xwe ji şopên bêxîret bişo!..

Mixabin, 
tucarên tirk û apocî ji xwîna zarokên me têr nebûn/têr nabin û wer xuya ye ew ê têr nebin.
Hîn jî di ber vê zîhnîyeta teres de dêyên kurd li çongê xwe dixin û porê xwe radikin.
Lê dê jî êdî ne dêyên berê ne; 
dêyên doh di ber zarokên xwe de mirin didan ber çavê xwe; xwe tî û birçî dihiştin, nedixwarin, didan zarokên xwe, 
lê îroj ji bo fantezîyên Apo bi destê xwe zarokên xwe dişînin mirinê.
Heyf, 
lê tu ji kê re dibêjî!

Gotina Dawî
Ax li xwe digere!..

23 Aralık 2023 Cumartesi

kurd û kurdî û nivîskarî

Li fûara kitêban a Amedê nivîskarên me yên mîna xiltan di bin axê de dijîn, bi hev re ketine qayîşa îmzekirinê.
Qayîş?
Ji bo kurdên hîn nuh zimanê xwe hîn dibin, ez vê jî bibêjim, bila serê wan tevlihev nebe. Guneh in.
Jixwe her kî hînî du sê gotinên "akademîk" dibe, radibe li ser serê civakê dibe mamosteee!
Haa!
Qesta min ji qayîşê, ne doxîn e ha! Qayîşkişandin yanî qerez. 
Li ser meseleyê:
Filankesan bi hev re dikevin qerezê.
Spasîyek ji bo Keskokê😉 ez jî ji wê hînî vê peyvê bûm, lê hîn jî ji bo min lê dikolê. Di sindoqa dêya wê de gelek peyvên sernixumandî hene...
Axir, dîsa mijar û mesele li bin guhên hev ketin. Ka ez li nivîskarên xwe yên bêhna entelîjansîyaya fransîya ji wan difûre vegerim...
Her yekî desteyek qelem xistîye binê tûrikê xwe û mîna teyrên ser berateyan bi çarçavan li benda berateyên xwe, pardon ango biborin, li benda xwendevanên xwe ne.
Û kurdên me yên xwende yên di jîyana xwe ya rojane de di nava rojê de tenê seetekê jî bi kurdî napeyivin, ji bo kitêbên xwe yên kurdî bi nivîskarên xwe yên kurd bidin îmzekirin, telefonên wan di destê wan de li benda dora xwe ne.
Selfîî!
Selfîî!
Selfîî!
Lê ji hemû nivîskaran Receb Dildar bi min balkêş tê; tu yê sûnd bixwî fûar ji bo wî çêdibin; li her fûarê ew li pêş e û mîna zarokekî berî cejnê/eydê kincên nuh jê re hatibin kirîn, her bi kêf e, her bi coş e.
Hezar şabaş ji sebr û kêfa wî re!..
De îja tew ku dema keç û jin kitêban bi wî didin îmzekirin û wêneyan pê re digirin, bi şerefa Kermo Dibo, wê kêlîyê di vê dinyaya gewrik de kes bi qasî wî xwe şad û bextewar hîs nake.
Îja vê êvarê min di twîttekê de bi şaşî ji dêvla Receb binivîsînim, Reeb hat nivîsandin; ew "c" ji ber tilîyên min filitî û nizanim çû ket kê?🤔
Ê de qey Şeytên bi min qurincî û got werê binivîsîne
Îja kî bîra Reeb!!!😂😂😂
De îja nuh hin ji we jî dibêjin Devliken hesûdîyan dike ji ber ku kesî eşandîye pey wî!..
Bi serê we, ji vir de û wê de bilêtên min bibirin jî, ez neçûm û min ew kitêbên xwe yên bê redakte ji bo kubir û ego û quretî û tucaretîya wan weşangeran îmze nekirin.

Min got,
-Evdilayê ne ji ometa Abdullah, heyfa kurdî ku kurd ji quzê wê ketine!
Got,
-Seyda, kurd di meha heftan de ji zikê kurdî ketine, loma jî nîvco ne, nîvco!
Min got,
-Yanî?
Got,
-Seyda, mejîyê wan tam nesitewîyayî ye yan na, ma dev ji zimanekî wek zimanê kurdî berdidan û diçûn zimanê tirkî dikirin qûna xwe!

Gotina Dawî
Heger kurdî azad bibe û rojekê kurdî bibe zimanê kurdan, gelek nivîskar ê qelema xwe bişikîne û têxe qûna xwe!


22 Aralık 2023 Cuma

helbesteke nehelbest

di binê şûşeya bîrayê de ez çav li zaroktîya xwe ketim vê êvarê
mîna serserîyekî serxweş zîz dibûm bi vir de û wê de li ber zimanê zemên
binê nigan hew hîs dikirin sitirî û kelem û bixuşk
sergo bi sergo digerîyan em ji bo tahmtîtikên tahmzarok
xalê xidir ê tat bi nîverebî û nîvkurmancîya xwe bi nîvê heq ji me dikirîn sifir û tûtya û elemiyonên me
lê em jî têra xwe hebûn haa
bi qasî nîvê heqê xwe yê me nedistend me bi kulman tije dikirin bêrîkên xwe bi çikolata û qidam û gufret  
xalê xidir dikenîya di bin simbêlê xwe de bi haweyekî zexel 
lê bi fîkefik em derdiketin û li pey hev rêz dibûn mîna morîkên tizbîya nodûneh

21 Aralık 2023 Perşembe

şeva yelda

Got,
"Tu radibî rûdinî dibejî ez kurdperwer û neteweperwer û kurdîhez im, lê quz û jin ji ser zimanê te hilnayê. Dînê te quz e, îmana te jin e."
Min got,
"Hey ehmeqê nizanim ji kî derê ca xwe derketo! Xizmeta bi kîrê xwe ez ji bo kurdî/kurdîtîyê dikim, pirê kesên mîna te ji sibehê heta êvarî halanan di xwe de hildidin û quretîyên populîst dikin, nikarin bi hiş û hişmendîya xwe, nikarin bi tevger û pratîka xwe wê xizmetê bikin."
Dêla xwe xist nav şeqên xwe û li paş xwe nenerî, fiskirand, çû!..
Carinan dema li ser hin mijarên kurd û kurdî ez û hin camêr dikevin qirka hev, ku tahde li wan tê û bersiveke wan namîne, hêrs û aciz dibin û bi wê hêrsbûn û acizîyê radibin ji min re dibêjin,
 "Ez ji te kurdîheztir im. Tu doxînsistekî jinperest û quzperest î!"
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Tam ez devê xwe tije dikim ku bibêjim, "Kurdîtîya di serê kîrê min de di serê te de tune ye" lê dev li zimanê xwe dikim, nahêlim ziman rep bibe...
Haa! Vê jî bibêjim:
Şeytanê ez nahletê lê dibarînim û Şeytanê ku misilman bi bêhişî diherin êrişî wî dikin û di wê alozîyê de serî li hev dişikînin û dipelixînin ne eynî Şeytan in, haa!..
Axir...
Kîrê min gelek jin kirine kurdîhez û ew bi xwe hisandine, lê hûn çi dikin?
Ji bilî xwelîya Amarayê!..
Hey bêhişên ehmeq!
Bi wê durûtîya xwe hûn eşq û hez û nîyhandinê jî li ber çavê jinan reş dikin, hûn wan ji kurdî û kurdîtîyê jî dûr dixin.
Îja ez çi bikim!
Heger ez ne heteroseksuel bûma, min ê hûn mêr jî bi kîrê xwe terbîye û perwerde bikirana, lê hezar heyf û mixabin, ji min nayê û nikarim wê xizmetê bikim.

Dibêjin îşev şeva Yeldayê ye!
De îja di vê şeva dûr û dirêj de meriv ji yara xwe dûr be û heta destê sibehê meriv bahlîfekê têxe himbêza xwe û xwe li wê bahlîfê biboqîne!..
Ker di Yeldayê ne û hew!

Û sîyaset...
Nizanim çi qasî rast e, çi qasî ne rast e, lê dibêjin partîzanên DEMê, piştî vexwarina çayek bidem biryar dane ji bo namzetîya şaredarîya Amedê herin li derîyê Leyla Zanayê bixin.
De îja...
Heger Leyla Zana teklîfa wan qebûl bike, Leyla Zana ji wan xerabtir e!!!
Û hûn sax, ji qewla Laleşê Qaso!..

Gotina Dawî
Yanî hîn min ê qala Şivan Perwer û sekna rewşenbîrî bikira,
lê...
De bila ev mijar jî bimîne ji sibê re.
Ma weleh şeva Yeldayê ye û hîn ji sibehê re pir heye.
De ka ez qenehek cîn vexwim, heger min bi xwe re dît, ez ê çend kelaman li ser vê mijarê jî bikim.
Axir...
Ka ez herim ji xwe re li bahlîfeke nerm bigerim; şev dirêj e!

19 Aralık 2023 Salı

ji şeva şevoquzî re

Got,
"Tenê tu bi çavê nîyhandinê li min dinerî. Ji bo te, nîyhandina bi qahpikekê re û nîyhandina bi min re eynî tişt e. Ez ne qahpik im. 
Min got,
"Kes bi qasî qahpikan ne pîroz e, lewra qahpik bi wê arezû û şehweta xwe mêran pîrozwer dikin û bi saya serê wan qahpikan mêr azad dibin."

Got,
"Tu çawa yî? Çi dikî, zalim? Pênc sal in deng û pêjna te nayê!.."
Min got,
"Ez baş im, lê li ser romanekê dixebitim; dikim nakim nikarim lê germ bibim. Îlham û mîlham nayê."
Got,
"Ka were serê xwe têxe nav şeqên min, ez ê bi her du destan serê te bi quzê xwe ve bidewisînim; piştî te ew bêhn kişand hundirê xwe, heger tu neçûyî te bi ser gora Tolstoy de bi şipîyakî nebeliqand ez ê ser pişta quzê xwe bi şîşa sor dax bikim û hew qahpiktîyê dikim."

Got,
"Ez bi heft dilan dil di te de me, lê ne xema kîrê te ye!"
Min got,
"Çima tu radibî barê heft dilan li dilekî dikî û wî dilî di bin wî barî de bênefes dihêlî, hey jina janzayî?"
Got,
"Tu hatîyî guhertin; êdî tu ne yê berê yî; wek berê tu li dora min nagerî, zîz nabî."
Min got,
"Na. Ez ê berê me û hîç nehatime guherîn, lê mîna te ez nikarim rabim di bin barê heft dilan de bimeşim bi dilekî,."

Gotina Dawî
hez kir...
hez kir... 
hez kir...
hezkirina wê ew kir ar û agir!..