29 Ağustos 2023 Salı

whatsap

Ne zêde, lê carinan ez meraq dikim û xwe li nav whatsapçîyan diqewimînim. 
Sosret û qebhet û hetiketî!
Mîna storyên înstagram û facebookê rewşên/durumên whatsapê jî pir komîk û nokokîk in.
"K"ya zêde ya dawîya "nakokî"yê ji bo aheng û estetîzm û hevdengî/kafîyeya peyvan min lê zêde kir.
Kesên kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, di rewşa xwe/duruma xwe ya whatsapê de tiştinan par ve dikin, heger hayê meriv ji qûna wan a tazî tune be, meriv ê bibêje ev kîrquzdê hemû li ber destê xalê Hegel û xalê Spinoza û xalê Nietzsche ango xalê Nîçê mezin bûne.
Ji qewla Seadetê, tirên wan dibêjin şîreqqq!
Bi wî mejîyê xwe yê bi rehetî dikeve qûna mirîşkan û bi ketina qûnê re mirîşk li xwe ho jî venadin, radibin gotinin felsefîk par ve dikin, bawer bikin piştî wê parvekirinê ew bi xwe jî bi xwe re dikevin nav şik û gumanê û nizanin ew ê çawa di bin giranî û barê karakter û kesayet û helwesta wê gotinê de rabin.
Lê jixwe ne xem û problem e ji bo tirekan; ji tirekan re tirek û deh tir yek e.
Di wê jîyana xwe ya fikir û îdraqê ya teng de sînorên xeyal û fantezî û xwexapandina xwe ew qasî fireh dikin, piştî demekê êdî ew bi xwe jî ji xwe xuya nabin.
Lê ji bo em li gorî pîvana feminîzm û wekhevîya ocalanîst tev bigerin, divê ez hevoka destpêkê ya bi "kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin" dest pê kirîye pûç bikim.
Na, hewce nake. 
Ew tiştên li jor min gotîye ne nêr in, ne mê ne, her duyan jî di xwe de dihewîne, 
loma jî tenê ji bo him jin, him jî mêr li xwe bigirin, divê ez hevokekê li hevoka bi "kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin" dest pê kirîye, zêde bikim.
Himm!
Ka îja hevtayê vî qalibî çi ye gelo?
Ji bo mêran min got, "Kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin" lê ji bo jinan ez qalibekî çawa çêkim an biafirînim?
Dîsa himm!
Kesên kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin û kesên quzê xwe û devquzkan...
Devquzk!
Super! 
Ev xweş bû, lê...
Vê carê jî hûn dikarin bibêjin îja "devquzk" çi ye?
Lê wê jî hûn herin ji xwe re lê bikolin!
Heger hûn bi ser neketin, bila ew jî bibe mijara nivîseke din.
Lê heger hûn peyva "kolan"ê ji xwe re bikin mestere, ew peyv ê we bigihîne devquzkê.
Ê de baş e, 
lê "gotina dawî"yê jî ji bîr nekin.
Bixwînin!
Wek ez di hundirê dilê we de bim. Nuha xwe bi xwe hûn dibêjin, ma em ne kwîr in û em dibînin jixwe. Îja hewceyî gotinê ye!
De bi vê mebestê min çend gotinên din ên kurdî li mijarê zêde kirin.
Ma xerab e?
Ez dizanim, Evdilayê me yê ne Abdullah û hin kes ji nivîsên dirêj aciz in, lê ez çi bikim?
Nikarim bi xwe!..

Gotina Dawî
Ji xwe/xwebûna xwe dûr nekevin; heger hûn ji xwe/xwebûna xwe dûr bikevin, hûn ê bi xwe jî hew xwe nas bikin.
Xwe...
Xwê...
Xwelî...
Heger xwe bimire, hebûna meriv dibe kulmek xwê û xwê dibe xwêdan, diherike bi erdê de, hew tê hevdan.
Û heger herikî erdê jî, êdî xwê, xwelî û xwelîserî dibe nexweşî û belaya serî!..

28 Ağustos 2023 Pazartesi

xwendin

Ev serê mehekê ye kitêbek li ber destê min e, lê dikim nakim xelas nabe; xelas nabe ji ber ku ez naxwînim; lê ne ku naxwînim, dixwazim bixwînim, lê wê xwestek û daxwaz û keysê di xwe de nabînim.
Her berêvar ez ê rabim xwe hazir bikim, rahêjim kitêba xwe û derkevim derve, bimeşim, lê ew kitêb tenê ji min re dibe bargiranî. 
Baş e kes di destê min de nabîne, yan na ew ê bi qûna xwe bi min bikenîyana.
Rojekê ez bi Ilyas Salmanê kurdkokenlî yê xwe li koka xwe jî nake xwedî re rûniştim.
Xwelî li serî be!
Min got, "Tu çawa yî?"
Got, "Dema yek ji min re dibêje tu çawa yî? Ez rewşa welatê xwe tînim ber çavê xwe. Ez dibêjim ez wek welatê xwe me; heger rewşa welatê min baş be, ez jî baş im, heger rewşa welatê min ne baş be, ez jî ne baş im."
Di dilê xwe de min got, "Te quzê wê xwaro" lê çendî dengê min nebihîst jî, di awirên wî de min pê derxist wî ji min fêhm kir bê min xwest ez çi jê re bibêjim.
Axir, jan bi serê Ilyas bikeve!
Lê wek Ilyas digot, wer xuya ye derûnî û psîkolojîya min jî ne kêmî ya Ilyas e. Rewşa min jî li gorî rewşa welatê min diguhere, lê çi welat çi hal!..
Êdî wer nabe; hewce ye ez xwe bişidînim, heger na,
ez ê pê bigirim.
Û pêgirtin jî ne tu hawe ye, heger yek ê ji te re pê negire.
Ê de Xweda kesî ji pêgirtina kesan kêm û mehrûm nehêle.
Amen!

Gotina Dawî
Xwendin xweş e lê ne bi xwendina nîvxwendeyan!..

27 Ağustos 2023 Pazar

helbesta bizekemê

Li welatê ro li me gerîyaye, 
em ji xelkê re dibêjin, 
"Hûn wenda ne"
Û ew pelçimokên her hinek ji me navekî li wan dikin, 
ji şevê xeyidîne, 
hew ji qulên xwe derdikevin êdî.
Erê û êdî 
mar hew êrişî goran dikin, ji ber meytên nehelalkirî.
Dibêjin,
meytên ku di ber maran de reş û şîn dibin, 
ji ber bêhna xwe ya genî hew disitirin vî zemanî.
Mar jî hew dixwin wî goştî.
Genî bûye welatek bi genetîkeke genî
û dê weledê xwe avêtîye bi sloganên mirîdî
Bijîbijîya me ye li pişt derî,
lê derî li me asê bûye 
û em dikin nakin hew vedibe ew derî,
bi serê Remê Gurî.
"Gurî gurî qaqa, serî bi şîlmaqan" tîne bîra me wê zaroktîya me ya ji ber ol û îdeolojîyên beradayî mirî.
Mirî! Mirî!
Lê xwezî tune bûya mirîdî
û êdî hew kes bimira ji bo kesî.
Ziman, zeman!..
Zeman, ziman!..
Heger em man, 
qey du gotinên me yê jî hebin ji bo xwelîseran.
Û xwelî xwelî ye, lê li ser axa xwe meriv dibe welî.
Heger hîn ne miribe xalê Welî,
ji Yezdan temenekî têr û dirêj dixwazim ji bo wî.


26 Ağustos 2023 Cumartesi

mele û yasînê dîn

Ji derve tenê pêjna beq û req û çirçirkan dihat; heger ne ji wê senfonîya beq û req û çirçirkan bûya, te yê sûnd bixwara tenê şênîyek jî di gund de nemaye; gund ketibû xewa mirinê.
Hecî Hemo û hecî Nofê jî li odeya klîma tê de, xurexura wan bû, raketibûn. Televîzyona vekirî ji weşanê ketibû, li ser ekraneke tazî tenê dikir tûtetût, tûtetûteke bi guhan ve radipelikî.
Hecî Nofê xwe tev da û bi xwe hisîya. Fitilî hêla hecî Hemo, niqurçî wî.
Bû gimegima hecî Hemo, bi zorê şîyar bû. Çavên xwe firkandin, devê wî mîna qaçika bizinê ji hev çû.
Hecî Nofê got:
-Rabe sibeh e. Here ji xwe re destmêj bigire, were nimêja xwe bike û dîsa rakeve. De de de! Rabe nahletekê li Şeytên bîne. Tişt ji xewê dernakeve.
Hecî Hemo di şibakeyê re li derve nerî û dû re wek tu ji dîwêr re bibêjî, li hecî Nofê ho veneda. lihêf kişan heta binya çenga xwe û bi dengekî mirarokî got:
-Ma Mele azan da?
-Dengê wî nehatîye min, lê wa ye tarî gêj bûye.
-Na na. Ez ê rakevim. Kengî mele azan da, ez ê rabim destmêj bigirim.
-La hewle wela! De tu bi kêfa xwe yî.
Hecî Hemê serî avêt xewê û hecî Nofê jî rabû ser xwe, çû destmêja xwe girt, nimêja xwe kir û vegerîya ket nav nivînên xwe, serî avêt xewê.
Bû sibeh, ro bejnekê bilind bû û hecî Hemo hêdî hêdî di nav nivînan de xwe tev da. Hecî Nofê berî wî şîyar bûbû.
Hecî Hemo çawa çavên xwe vekirin, kes li dorê tune ye. Bû himehima wî:
-Hecî Nofê! Hecî Nofê!
Hecî Nofê, li hewşê li ser tifikê şorbe dabû ser êgir. Bi himehima hecî Hemo xwe li hundir qewimand:
-Çi ye, Hecî? Çi qewimî? 
-Keçê, ne Mele azan da, ne jî dengê dîkê me hat. Weleh nimêja min li min çû.
-Ê min ji te re got li kerê Şeytên siwar neyê, rabe ji xwe re nimêja xwe bike, Xwedê ji te razî! 
-Keçê min got bila mele azan bide, ez ê rabim, lê ne Mele azan da, ne jî deng bi kezebperitîyê dîk ket. Ez çi bikim! Jan bi serê dîk keve. Hela mele azan neda, kê nîyha te?
Hîn her du hecîyan diavêtin ber hev, nevîyê wan Şewket bi rev xwe li derîyê hewşê qewimand û derbasî hundirê xênî bû. Bêhn lê çikîyabû. 
Hecî Nofê bi awirên tije metirsî li Şewketo nerî, got:
-Şewket! Kuro lawo! Çi qewimîye? Te bêhn li xwe çikand! Hela bêhna xwe veke, berxê min.
-Kalo! Pîrê! Mele! Mele!.. Mele mirîye, Mele!..
Hecî Hemo û hecî Nofê ziq man li Şewketo nerîn, wek tu kwîzek av bi ser wan dakî, sar sekinîn.
Hecî Hemo got:
-Wehh! Çawa mirîye, kuro? 
Şewketo got:
-Dibêjin hinekan jahr dayîyê!
-Îja jahr! Kuro ma kûçi...
Devê xwe tije kir, lê xelas nekir:
-Tobe estaxfûrûllah!
Hecî Hemo rabû ser xwe, kincên xwe li xwe kirin û derket, ber bi mala muxtêr ve çû. 
Berî têkeve sikaka mala muxtêr dengê xirecirekê ket guhan. Xwe li dengê xirecirê girt. Deng ew ber bi mala Yasînê Dîn ve dibir. Ku gîhaşt ber derîyê hewşa mala Yasînê Dîn, gundî hemû li ser serê Yasînê Dîn kom bûbûn.
Hecî Hemo xwe li qelebalixîyê girt û lezand. Çi bibîne!
Yasînê Dîn hemû dîkên gund girtine, ew kuştine û di ber wan de çarmêlkî rûniştîye, wan diperitîne.
Hecî Hemo di ber xwe de got, "Kuro min got deng ji dîkê me nehat! Demeg..."
Fitilî ser muxtêr, got:
-Muxtar, Şewket got hinekan jahr daye mele, mele kuştîne!..
Muxtar bi dev û lêvan bila hecî Hemo bir ser Yasînê Dîn. Hecî Hemo li xwe zîvirî, li Yasînê Dîn nerî. Yasîn jî ximexima wî bû, pê ketibû, perîkên dîkên kuştî dirûçikandin. 
Muxtar got:
-Ma tenê mele!
Hecî Hemo got:
-Hela hela! Ê nabêje min ji bo çi ew kuştine, law?
Muxtar got:
-Hema ji te çêtir tune ye, Hecî. Ka jê bipirse bê çima kuştine?
Hecî Hemo xwe di ber du zilaman re rakir, piçekî din xwe nêzîkî Yasînê Dîn kir, got:
-Kuro Dîno! Çima te ew kuştin law? 
Yasînê Dîn serê wî di ber wî de perîkên dîkên xwe yên kuştî dirûçikandin. Bêyî ku serê xwe bilind bike û li hecî Hemo binere, got:
-Her şeveq ji ber qarewara wan xew li min diherimî, ma çi heqê wan li min heye her şeveq her şeveq rabin biavêjin ber hev û min aciz bikin, hi ii!
Hecî Hemo destê xwe avêt kumê xwe, kumê xwe ji serê xwe kir û serê xwe, cîyê weşîyayî xwirand, got:
-Kuro Dîno, te ev dîk kuştin kuştin! Te çima meleyê reben kuşt, lo lawo? Ma mele çi bi te kiribû?
Yasînê Dîn bi hêrs destê xwe avêt gurzek perîk, ji sînga dîk rûçikand, got:
-Hahew! Ma jixwe her tişt ji bin serê wî quzjingê mele derdiket. Xeta xwar ji gayê pîr de ye. Yê serê govendê dikişand mele bi xwe bû. Radibû dest bi azanê dikir, dû re dîkan jî li wî dinerîn û wan jî diavêtên ber wî û bi hev re dikirin qarewar, guh ji min dikirin. 
Serê xwe rakir, li Hecî Hemo nerî û di bin simbêlan de kenîya:
-Îşev, ez ê ji xwe re têr rakevim.

24 Ağustos 2023 Perşembe

jîyan

Jîyan, 
carinan bi qasî vexwarina qahweyekê bi me xweş e, 
carinan jî mêtina cotmemikên gilover bi meriv dijwar e.

22 Ağustos 2023 Salı

amen

Hi ihi!
Dîsa bû şev û wa ye blog xanim bang dike:
"Devlikeno, li min rabûye û xwir ketîye canê min, ma qey tu yê neyê ber dilê min xweş nekî, hey xwelîsero!"
Li ser somîyê rûniştime, li maça Arsenal-Crystal Palaceyê dinerim.
Berê, me ji qenepeyê re digot somî. Ka îja ew somî ji ku hatîye, nizanim.
Jixwe maç jî ne tu maç e.
Ka îja ji blog xanimê re çi bibêjim vê şevê?
Ez qala zimanê medyaya kurdî bikim?
Ez qala twîttên Hasîp Kaplan ê nuhbalixbûyî bikim?
Ez qala mîzaha tirkmancî ya nifşê nuh ê bi şewba populîzmê gêj û qure bûye bikim?
Yan ez qala stuxwara serxwebûnê bikim?
Na weleh. 
Û ne yek jî!..
Bîska din li ser twîtterê ez li daxuyanîya meleyekî nîvtirk û nîvmisilman ketim; 
digot, "Ji çay û qahwe û nescafeyê dûr bisekinin, Şeytên dixe aqilê meriv û qûndetî bi meriv xweş tê."
Weyla tu bi qurbana Şeytên bûyî!
Jixwe ne ji xalê Şeytên be, masturbasyon ê jî li me here gilî û em ê pê bigirin.
De îja di hadîsan de tê gotin, pêxemberê van bêmejîyan, dema lê rep dibû û agir bi doxînê dixist, ew li mizgeftê li pêşîya cimhetê berî li qibleyê bûya jî, xatir ji cimhetê dixwest, sola xwe şimikî bi ser nigê xwe ve dikir û lê dixist, diçû malê, germa germa diket himbêza jinek xwe û kurmê xwe dişikenand.
Ax ax!
Ma ne ji vê kêmaqilî û bêmejîtîya civakê bûya, we têr dixwar! 
Mizgefteke wek şato, hundir bi terehe û merş û kilîmên xweşik raxistî û hevînî, zivistanî bîst û çar seetan furefura hewaya kilîmayê...
Rojê çar pênc caran azan bide û carinan jî ji cimhetê re qala çîrok û çîrçîrokên ber bi aqilan ve narin bike û serê mehê binê mehê meaşê xwe têxe bêrîka xwe û bi şev di himbêza jina xwe de bifîkîne.
Ma bi Xwedê belasebeb ez ji xwe re nebûm meleyek.
Bi roj min ê ji cimhetê re çîrok û çîrçîrokên fantestîk bigotana, bi şev, piştî her kes biçûya mala xwe, ez ê jî rabûma, min ê derî li ser xwe bigirta, şeraba xwe vekira û geh bixwenda, geh binivîsanda.
Û ku li min rabûya jî, qey min ê rê û çareyek ji doxînê re jî bidîta.
Erê, bi serê Mele Birhan!..
Wer xuya ye îşev jî ez ê we bi vî haweyî di xew re bibim.
De heta sibê Xweda mezin e, lê em jî têra xwe hene, ji qewla xwedênehiştê Fero.

Gotina Dawî
Gelo li ber destê Mele Birhan ez ê di çend mehan de meletîyê xitim bikim û bibim xwedîyê mizgeftekê?
Lê heger bûm mele û mizgeftek teslîmî min kirin, ji bo şerabê hewce ye hin xêrxwaz bibin sponsor ji min re.
Ez dibêjim ji ber ku mesele ne projeyên hunerî-edebî-kulturî ye, bi hêsanî sponsor ê derkevin!..
Xweda me ji xêrên xêrxwazan bêpar û mehrûm nehêle.
Amen!

20 Ağustos 2023 Pazar

ziman xwe diwelidîne

Carinan meriv jin kesan pir aciz dibe û çavê meriv êdî tiştekî nabîne. Meriv ew qasî ji wan aciz dibe, ew qasîji wan aciz dibe, meriv dibêje êdî bila qet bi sî û starê meriv nekevin. 
Carinan, 
meriv xwe nagire û darê ji binî de dibire;
carinan jî,
meriv nahletekê li çavê Şeytanê reben tîne û dev li zimanê xwe dike, da ku ew ziman rep negere û di derinan re nere.
Pêşîyan belasebeb negotîye,
"Ji bo xatirê xatiran!.."
Loma jî,
divê meriv ji bo şaşîyekê ango kêmasîyekê zû zû qelemê li ser navê kesan nexe, tew ku ew kes heval an nasekî meriv be.
Haa!
Bi şertê ew şaşî ango kêmasî dubare, sêbare û dehbare nebe...

Ziman xwe bi xwe diwelidîne heger xwedîyê wî hebe.
Got, "Evana di nava hev de hevîr distirên!"
Min got, "Te got çi?"
Got, "Min çi got!"
Min got, "Keçê, te got hevîr, nizanim çi!.."
Got, "Wîî! Min ji bo zarokan got. Zarokan çavê hev derxistin, çermên hev guran, loma min wer got."
Nizanim, belkî we ev biwêj bihîstibe, lê bi min xerîb hat û pir bala min kişand, 
loma jî kêfa min hat;
kêfa min hat, lewra tişt ji hînbûnê xweştir tune ye.
Enerjî û zemanê xwe bi kesên beradayî re nebihurînin; çi jzewac, çi xoşewîstî/dildarî, çi jî hevaltî, bi kesên bikalîte û xwedan vîzyon re rabin, rûnin, bimeşin, hevaltîyê bikin.

Gotina Dawî
Heger Kurdistan serbiwe û azad bibe, xeman nexwin, bi zorê be jî, em ê Xwedê jî hînî kurdî bikin!..


19 Ağustos 2023 Cumartesi

go erebê qûna te reş e go malê min ev e

Li Urfayê ango li bajarê Şêx Evdila, xwelîserekî xwestîye demançeya di ber xwe de serast bike û bêhemdî tîlîya wî çûye ser tetîk, demançe teqîyaye û gule çûye li serê kîrê wî ketîye, kumê kîrê wî firîyaye.
Nuha hekîm û Lokman bi hev re ketine nav hewldanekê ji bo kumê kîr bidin serî,
lê...
Heger hekîm û Lokman bi ser nekevin, ew ê di bin wî kumî de qulekê vedin û endameke din li LGBTÎ û nizanim çiyan zêde bikin.

Ez dibêjim ez ê êdî li ser van beradayîyan nenivîsînim, lê nikarim bi xwe.
Tenê ne qûna wan, em zotika wan jî bide tavê, pozê wan ê neşewite û xîret û namûs ê bi sî û starê wan nekeve!..
"Me bav û kalê were serî daneynî û were serî danaynin."
Hi ihi!
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Ev pankart ji çalakîyeke HDPyîyan e.
Ciwanik û ciwamêran ahd kirîye, sûnd xwarine ew ê vî zimanî bikujin,
lewra mîsyon û erk û wezîfeya wan ev e.
Anuha tenê bi tirkî şerê tirkîyetîyê bikirana, min ê xwe aciz nekira, 
lê bi qastî û bi zaneyî dest diavêjin namûsa zimanê me, zimanê me li ber çavê tirkan erzan dikin, dilewitînin.
Hûn û pêxemberê xwe bi qurbana vî zimanî bin û hew!

Carinan dema li ser medyaya sosyal li hin nakokîyan rast têm, di bin simbêlan de dimizicim, çendî nuha min simbêl mimbêl jê kiribe jî...
Wezîrê Ekonomîyê, ji qewla seyda Mehmet Sanri, Şêfê Pereyan Mehmet Şîmşekê bi eslê xwe kurd ku em ji wan re dibêjin "kurdkokenlî" gotineke Che Guevara par ve kirîye û pê serî li xwe mezin kirîye.
Wek ku bav û kalên min û wî gotîye:
"Tir li ku, das li ku?"
Şêfê Pereyan Mehmet Şîmşek li ser twîtterê weha kerem kirîye:
"Belkî tu tişt wek me dixwest çênebû, lê tu tiştî jî nekarî bihêle ez ji rêya xwe şaş bibim."
                                              Che Guevara

Koça Qewman dest pê kirîye û rojhilatî xwe li rojava digirin,
lê rojavayî yê bi ku de birevin?
Wer xuya ye piştî demekê, rojavayî yê jî ji ber van rojhilatîyên ku çi bi ber wan dikeve, talan dikin, ew ê ji xwe re dest bi hazirîya çûna gerstêrkeke din bikin.
20 salên din li rojavayê dinyayê, 
Wedat û Ebas û Şemsedîn û Şewket û Evdilhadî û Terfa û Fatê yê pir bibin, John û Peter û Hans û Coman û Lînda û Elîzabet ê jî kêm bibin.
Ê di dema vejînê de jî homo sapîens li ser rûyê dinyayê weha belav bûbûn.

Gotina Dawî
Quz û qizwan di kevçî de, min quz xwar, qizwan...
Pardon ango bibore!
Quz û qizwan di kevçî de min qizwan xwar, quz ma di cî de.

16 Ağustos 2023 Çarşamba

teyrê bêhêlîn

TUIKê sal bi sal serjimara keran derxistîye. Li gorî tabloya TUIKê sal bi sal serjimara keran kêm bûye:
Li Tirkîyeyê Tabloya Serjimara Keran:
1991=943.751 ker
1995=731.000 ker
2000=489.000 ker
2005=341.377 ker
2010=211.529 ker
2015=155.158 ker
2020=108.346 ker
2021=98.809 ker
2022=86.455 ker
Wek hûn di tabloyê de jî dibînin, li Tirkîyeyê, kurd jî di nav de, sal bi sal evrîm pêk hatîye, ker bûne însan, însan jî bûne ker!..

Qalibên civakî bişikînin û bidin pey daxwaz û xeyalên xwe;
ya me dike em, daxwaz û xeyalên me ne.
Xwe biguherin û her tim ji guherînan re amade bin, 
lê heger ew guherîn ê sînorên konfora we firehtir bike, xwe biguherin, di jîyana xwe de guherînan çêkin. 
Li ser meseleyê, 
hin kes hene, tenê ji ber ku li hemberî qeyde û nerîn û adetên civakê ne xurt in, bi guherînan xwe dixin bin barên du caran ji xwe girantir. 
Û dû re...
Di bin wî barî de perîşan dibin, heta talîya emrê xwe jîyan li ser pişta wan dibe barekî giran û wî barî bi xwe re digerînin heta gorê.
Çi zewac, çi xoşewîstî/dildarî, çi hevaltî, dema hûn ê kesekî yan jî kesekê têxin jîyana xwe, baş bifikirin; 
heger ew kes ê konfora we firehtir û kêf û zewqa we xweştir bike, derîyê dilê xwe li wî kesî yan jî li wê kesê vekin heta dawî, 
lê heger ew kes ê konforê li we teng bike, kêf û zewqê li we biqewitîne, wî kesî yan jî wê kesê biqewirînin û careke din derîyê dilê xwe lê venekin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
nehêlin kes jîyanê li we biherimîne. Jîyan xweş e, 
lê bi kesên xweş!..

Gotina Dawî
Teyrê bêhêlîn, carinan ji ber pirbûna hêlînan xwe bêhêlîn hîs dike.

romana neqedîyayî

Xwende û zanayên kurd her tiştên kurd û tirkan didin ber hev, lê tenê naxwazin li ser tiştekî bifikirin û xwe biêşînin.
Çi ye ew?
Dewlet û xwedan dewletbûn.
Heta hûn ji bo dewletbûna xwe sekn û helwestekê nîşan nedin, kes ê bi çavekî cidî li we nenere û we cidî negire.
Xanimekê li ser twîtterê gazinên tije quretî dikir.
"Çima bilêtên konserên Mem Ararat bi kurdan buha tên?"
Û berdewam dike...
"Ma çi yê starên kurdan ji starên tirkan kêm e?"
Ez bibêjim:
Ew xwedan dewlet in, em jî sêwî ne li ser axa xwe!..

Kêfa min ji xapandinê re jî nayê, ji xwexapandinê re jî nayê.
Û mixabin xwende û zanayên kurd- ka îja bi zaneyî ye yan bi nezaneyî ye- dixapin jî, dixapînin jî.
Sekn û helwest!
Ax ax, sekn û helwest! 
Ji ber nebûna vê sekn û helwestê, em tenê dûvik in ji dagirkerên xwe re.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ne sextekar bin, ne jî çavê xwe ji sextekaran re bigirin.
Heger serê we yê jî bifire, ji rastîyan re bibêjin rast e û biparêzin; ji şaşîyan re jî bibêjin şaş e û li dijî wan derkevin.
Hîn jî hin ciwanik û ciwamêr ji wê çîroka PKKyê ya romantîk bawer dikin û ji wan heye ev çîrok bira jî romaneke neqedîyayî ye.
Erê, roman neqedîyaye, lê em qedîyan, em diqedin, mixabin.
Xwedê giravî PKK bi armanc û mebesta serxwebûnê ava bû, dest bi têkoşîn û berxwedanê kir, lê bi zemên re ji wê armanc û mebest û meqseda xwe dûr ket.
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Lo lawo!
Ji roja roj de PKK çîrokek bû, çîrokeke xapandinê. 
Û bi ser ket!
Bi mebest û armanca serxwebûnê keç û lawên kurd li xwe vehewandin û dû re hêdî hêdî ew dan ber kêran; yên mayî jî jardadayî kirin, xwe bi xwe bûn dijminên xwe; ne mirin, ne jî sax man, li ser axa xwe perpitîn mîna mirîşkên serjêkirî.
Ziman çû!
Kultur çû!
Erf û adet û kelepûr çûn!
Zîhnîyet çilvirî!
Genetîk xerab ket!
Ma hewce ye ez ji we re wê çîroka xapînok bi haweyekî kitekit dehbare, sedbare, hezarbare bikim ji nû ve?
Jixwe êdî mû bi zimanê min ve hat!
Û ne bi xwe re dibînim, ne jî hewce ye!..

Gotina Dawî
Û tew piştî ew qas sosret û karesat û bobelat hîn jî hin heval hêvî û daxwaz dikin PKK li meqsed û armanca xwe ya destpêkê vegere.
Min got,
doh meqsed û armanc çi be, îroj jî ew e.
Û PKK bi ser ket,
bi ser ket,
bi ser ket!..