18 Kasım 2025 Salı

taqtîk e heval taqtîk

Kesk û sor û zer zer e 
de were û de were
Sor û spî li ser e 
ezbiheyrano guh bel e
Kî gur e kî ji me pez e
êdî zeman diguhere
Wele dikujin hev re 
de were bixwin bi hev re
Zeman zemanê wan e 
neyar yar yar neyar e
De wa ye bira bira ye 
û jixwe bazar xuya ye
Pêvajo mêvajo dûr diajo 
lê xem nake wa ye çêlek bi ga ye

Kê digot me dewlet tune ye
way li min
Weleh heye û mîna qatirekî ye
way li min
Erê piçekî kal e
way li min
Lê şûr simbêlê wî nabire
way li min
Way li min way li min way li min
Way li min way li min way li min

Gotina Dawî
Taqtîk e heval, taqtîk!..

17 Kasım 2025 Pazartesi

ha ayşe ha eyşê

Ev serê çend roj in li ser dîroknasa Ayşe Hurê nîqaşek heye. Hin kes wê diparêzin, hin kes jî xwe ji wê aciz dikin. 
Ya rast, ez ne li her du alîyan im jî; ne wê diparêzim, ne jî xwe ji wê aciz dikim,
ji ber ku,
tenê bi kar û xebatên xwe dadikevim, difikirim, hûr dibim û li xwe/xwebûna xwe konsantre me.
Tehlîl û analîzên politîk, sîyasî, îdeolojîk kê kirîye nekirîye, ne xema min e; 
çi Ayşe, çi Eyşê…
Û meriv dikare tehlîl û analîzên Ayşeyê jî tehlîl û analîzên Eyşê jî li bêjinga mejî û mentiqa xwe bixe û bi xwe jî tehlîl û analîz bike.
Nizanim Dogû Perînçek, Yalçik Kuçuk, nizanim Îsmaîl Beşîkçî û nizanim çi!..
Heyran,
heger meriv jîr û jêhatî û zana be, meriv dikare têbigîhêje bê kî bi rastî, durustî tev digere, e, kî jî bi fen û fût û zexelî!
Lê bi min, 
ji bo “tav bide qûnê” kî çi xebat, tehlîl û analîzê bike, bixêr e, bi fêde ye;
ji ber ku,
gelek çepgir û lîberalên tirk ji kurdan bêtir qîmet didin xewn û xeyal û xebatên Ocalan;
kurd naxwînin û didin pêy wî, lê tirk dixwînin û didin pêy wî anku qîmet didin sekn û helwest û stratejîya wî,
lew…
ew rewşenbîr û sîyasetzanên tirkperest bi xwe jî dizanin îro ro sekn û helwesta Ocalan, teqtîk û stratejîya ku Ocalan dimeşîne (bi ekîba xwe) ji xêr û fêdeya kurdan bêtir di xizmeta tirkî û tirkîtîyê de ye;
loma jî…
hûn bi ya min dikin, jixwe ez dizanim hûn ê bi ya min nekin, kurd bimînin, kurdî bimînin û tenê enerjîya xwe li kar û xebat û berhemên kurdî xerc bikin.

Gotina Dawî
Hûn çi qasî kurdî bin ew qasî hên ê bikarin xwe ji wê vîrusa tirkî û tirkîtî û tîrkîyetîyê biparêzin.
Axir…

8 Kasım 2025 Cumartesi

hema hema

Ji ber sîya dagirkerên xwe rabin û xwe bispêrin zimanê xwe; veketandina li ber sîya dagirkerên xwe û bi zimanê dagirkerên xwe hûn bang rojê bikin jî, roj ê li we hilneyê û tavê nede ser we.

Qûna xwe belasebeb bi vir de û wê de nebin neynin, kurdî têra ser axê jî, têra bin axê jî dike, lew ku tu bi xwe re rast û durust bî.

Konfor, tenê ne xwarin û vexwarin û nîyhandin e; konfor, her weha bêsînorîya hest û hîs û fikrên te ye ku tu bi zimanê xwe re ne xayîn bî sînorê konfora te firehtir dike.

Gotina Dawî
Ax bi zimanê xwe bi te re dipeyive, lê te terka axê kirîye!..

7 Kasım 2025 Cuma

durustî

Li ser paskên pinpinîkekê zarokekî xeyalperest im;
ne li paşerojê difikirim, ne li pêşerojê difikirim, mîna bêjîyekî bêxem im.
Li ber sîya gunê bavê xwe zarokekî zirç û şûm û bêedeb im.
ne mizgeft li ser bala min e, ne dêr li ser bala min e, mîna serserîyekî tercal im.

Ev serê çend rojan e li ser medyaya sosyal mijar hunermend û stranbêjên kurd e; lê ji wan stranbêj û hunermendan deng dernakeve, kerr û lal in.
Ditirsin an şerm dikin?
Şerm nakeve serê min, lê bi îhtimaleke xurt tirs ê hebe, lê ne tenê tirs, bi min hin jî weha dinerin anku difikirin, dibêjin, 
“Tiştê çû hey çû, qe nebe em ji tiştê heyê nebin.”
Mîrata kapitalîzmê kirîye ku êdî her kes bi haweyekî oportunîst tev digere.
Berê zik, dû re binzik…
Û Devlet Bahçelî bi çar çavan li benda derketina Selo başqan e, lê ji Îmralîyê jî pêlên gazinan li bin guhên hev dikevin.
Dansala anku sezona masîyan jî dest pê kir, lê li welatê ku bi sê çar alîyan bi behrê dorpêçkirî masî ji goştê kahr û berxan buhatir e.
Nizanim em ber bi ku ve dibezin lê hin xwelîser berê me didin kêş.
Axir…

Gotina Dawî
Destpêka her tiştî durustî ye. 
Durust bin!..


xal û xwarzê

-Xalo, her der bûye toz û dûman, mij û xumam. Kî kî ye, kî ne kî ye em hew ji hev derdixin. 
-Xêr e xwarzê? Wer xuyaye dîsa serî li te bûye tara bêjingê.
-Ê ma çawa nebe tara bêjingê, Xwedê ji te razî! Bahçelî bûye serok Bahçelî, birêz Bahçelî; Ocalan bûye onder Ocalan, sayin Ocalan û nizanim çi!.. Kî heval e, kî gurê har e, êdî ne belî ye, bi serê xalojna min.
-Berxê min, surec û pêvajo pir hesas e û ne karê te ye. Tu bi ya xalê xwe dikî, here mala xwe, jina te wek gulokekê ye. Ji xwe re di hev nin, zarokan çêkin û bêvila xwe nexe nav vê surec murecê, pêvajo mêvajoyê.
-Ê ka te negot, çi ji vê surec û pêvajoyê dikeve serê te, xalo?
-Ma serî maye hey te xwelî li serê min kiro, berxê xalo.

5 Kasım 2025 Çarşamba

welat û dewlet

Heger mebest tenê zanîn be, jixwe teknolojî têra xwe pêş ketîye/dikeve û êdî zanîn di hundirê telefonekê de ye; meriv kengî çi bixwaze bi rêya googlê anku bi rêya hişê çêkirî meriv dikarî bi dest bixe, loma jî tenê zanîn têr nake.
Ji bo çi?
Ji bo guhertina zîhnîyetekê…
Ji bo lêvegerandina genetîka neteweyê…
Ji bo lixwevegera neteweyî…
Ji bo xurtkirina kesayetê…
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
pêdivîya me anku hewcedarîya me bi robotan û bi hewldanên mekanîk tune ye; 
divê em ruhekî milî/neteweyî li mejîyê xwe bar bikin
yan na…
ew mejî mîna himalekî anku xulamekî, meriv dikare bibêje koleyekî, tenê ji xelkê re xizmetê dike.
Bêguman…
Em bixwînin, xwe fêrî her tiştî bikin, lê divê em ji xwebûna xwe jî dûr nekevin, li ser xwebûnê hemû huner û zanînan li xwe bar bikin.
Lê belê…
ev hemû tişt jî bi zimanê we mumkun e, loma jî zimanê xwe di ser her tiştî re bibînin, bigirin ku tav nede qûna we û di bin wê tavê de hûn nebin leylan.

Gotina Dawî
Welatê me heye, lê dewlet ji me re hewce ye.

4 Kasım 2025 Salı

piştî demekê

Îro bi hîşyarîya şopînerekî zingînî ji serê min hat ku ji zû de li derîyê vê bloga reben û belengaz naxim; erê ev bloga ku li ber diwarê dagirkeran maye sewî.
Axir…
Carinan ji xwe, carinan ji hinan û ji hin tiştan aciz dibim, lê carinan jî ji mecbûrî paşîya qûna xwe didim blogê û jê dûr dikevim.
Lê wek ku ciwamêr jî gotîye…
Divê ez bêhnê li entegrasyonîst û asîmilasyonîstan fireh nekim û her li ser pişta wan bim.
Kurdekî bi kurdî bizane, gelo çi sedem, sendrom û travma dikare bihêle li Ewrûpayê jî wî li zimanê dagirkerê wî germ bike?
Xelîserî?
Belengazî?
Bêkesayetî?
Pepûkî?
Nezanî?
Bi min, hemû…
Û bila kes xwe nespêre sedem û sendrom û travmayan. 
Madem tu kurd î û madem axa te, welatê te hatîye dagirkirin, heqê tune ye tu bi zimanê dagirkerên xwe bi xwe xweş bînî.
Dîsa axir…
Lê axir li me kirin axur û tenê qarewara pez û dewêr dikeve guhên me.
Zeman xerab e lê em jî bi zimanê zemên bi zemên re napeyivin, mixabin, loma jî em qebheta xwe dikin qebheta zemên.
Lê zeman jî dibêje ziman!
Û roj bi roj ziman di devê zemên de lal dibe.
Lal!
Lalûte!
Axavtina bi zimanê ne zimanê xwe jî lalbûn e, lalûtebûn e.
Û pirê kurdan lal in, lalûte ne.

Gotina Dawî
Spas ji Remezan re ku hişt ez li vê sêwîya li ber diwarê dagirkeran maye sêwî vegerîm.

20 Eylül 2025 Cumartesi

5 gol 5 xencer

-Ha xalo!
-Xêr e?
-Hesenê Cabdar…
-Ew kî ye?
-Du sal berê li hefsa Mêrdînê gardîyan bû. Nuha li Îmralîyê gardîyan e.
-Ê kuro, ez di jina hefsed bavên Hesen nim! Çi ji min re Hesen li ku gardîyantî kirîye, nuha li ku çi gûyî dixwe. Hela hela! Di meriv ji dîn û îmanê derdixî!
-Euww! Vê sibehê çi bêhna te teng e, Xwedê ji te razî! Weleh şûjin jî di qûna te re nare vê sibehê. Xuyaye xalojna min îşev tu pihên kirîyî, loma tu agresîf û aciz î.
-Axir, ez serê te di xalojna te kim! Te yê bigota çi? Ka bibêje bê Hesenê Quzêkerê çi kirîye?
-Na, tişt nekirîye. Doh min Ebasê me yê gardîyan dît. Go Hesen telefonî min kirîye, gotîye şeva ku Frankfûrdê 5 gol avêtin Galatasarayê, heya destê sibehê xew neketîye çavên serok. Ji bo ber dilê wî xweş bike, Dewlet Bahçelî bi telefonê seetekê pê re peyivîye heya hilma wî hatîye ber wî. Û gotîye taştê jî nexwarîye.
-Ka aqil!

19 Eylül 2025 Cuma

ji kurdî re dewletek divê

Pirtûkên li weşanxaneya Avestayê çap dibin bikalîte tên hesibandin, lê ew kalîte bi Avestayê re tune ye ku berhemên di qalib û tabûyan de hilnayên çap bike.
Loma,
xwendevan jî her di nav qalibên “edebî”yatê de asê ne…
Zêdeyî mehekê ye ji xwendin û nivîsandinê dûr im. Nizanim çima lê vegera min a blogê bi serê Avestayê de teqîya.
De qey carinan hewce ye meriv binhişîya xwe der bike, der bike ku ew lêm û elem genî nebe, genî neke.
Axir…
Vê sibehê li ser twîtterê anku li Xê ez li nivîseke Arif Zêrevan rast hatim. 
Arif Zêrevan li ser demajo û pêvajoya ku di navbera Ocalan û Bahçelî de dihere û tê de li ser hin kitekit/detayên dîrokî sekinîbû.
Qala 1071ê dikir…
Qala bandora kurd û farizan a li ser selçûkî û osmanîyan dikir ku bê kurd û farizan di warê kulturî, edebî, zimanî, hunerî de bandoreke çawa li wan kirîye.
Rast e.
Tirkên xwe tirk dibînin û ji hêla Asyaya navîn hatin, bi herikîna dem û zemên re di nav kurd û farizan de mehîyan, hilîyan anku asîmile bûn û çûn.
Zimanê farizî kurdî bûn zimanê wan ên fermî.
Şopa hunera wan nema, radestî hunera kurdî/farizî bûn.
Hest û hîsên wan li ber rîtma muzîka kurdî/farizî ji nû ve dîzayn bûn.
Li ber tehmên kurdî/farizî terka mitbaxa xwe kirin.
Rabûn rûniştin, tevger, hereketên wan guherîn, êdî cil û bergên kurd û farizan li xwe kirin, lê…
Erê lê ji bo meriv van rastbûyer û rastagahîyan têxe çavên van xwelîseran dewletek divê;
tenê dewletek dikare kurdî û kurdan li ser serê van koknedîyaran bike efendî û serdest.
Min go axir…

Gotina Dawî
Divê kurdî azad û serbixwe bibe ku kurd ji vê belengazîyê rizgar bibin û bibin xwedîyê xwe
yan na…
di çîrokên heram de tenê em ê têkevin nav hewldanekê ku xwe helal bikin.

1 Ağustos 2025 Cuma

kokqeşmerî

Pirsgirêka kurdan a herî mezin ew e ku piştî ew qas zilm û zorî hîn jî pirê kurdan heya ji destê wan tê hewl didin dilê tirkî û tirkan ji xwe nehêlin. 
Dema mijar dibe kurd û tirk, bi demokratbûneke romantîk radibin qûna xwe bi haweyekî serê xwe bi haweyekî kil dikin. 
Bi wê kompleksa xwe ya xwekêmdîtî hewl didin xwe aştîxwaz û merivhez/humanîst nîşan bidin.
Lê mixabin…
hey kerên ceh li ber!
Nijadperestên ku li ssr nebûna we xwe ava kirine, ne dikutin demokratbûna we, ne jî dikutin merivhezî û qaşo objektîfbûna we!
Ji bo wan hûn tune ne, tu-ne-ne.
Axir…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heya hûn tirkî/erebî/farizî wek dijmin nebînin û bi çavê dijminan li tirk û ereb û farizan nenerin, ne zimanê we azad dibe, ne jî hûn serbixwe dibin.

Ji peyva “Tirkîyeyî” hewce ye em kurd xwe jê aciz bikin, tew ne eyb û ne fedî tirkên ku bi zilm zora xwe navê vê axê kirîye Tirkîye radibin xwe aciz dikin.
Ha tirk, ha tirk-îyeyî?
Ma koka tirkîyeyîyê jî ne tirk e, hey nijadperestên çavnebar!
Îja ka aqil! (Ji bo kurdan)
Lê jixwe netewedewletî êdî demode ye û em sînor mînoran jî naxwazin.
Alaya her dewletê alaya me, zimanê her neteweyê zimanê me ye 
û ji biratî û aştîyê xweştir tişt tune ye.
Armanc…
ewil demokratîzekirina tirk û ereb û farizan e, dû re jî bi îzn û destûra Xwedayê alemîn demokratîzekirina hemû cîhanê ye.

Gotina Dawî
Hew xîret mabû, kokqeşmeran ew jî kuşt!