aqilê protez serhildan 15ê tebaxê şer netew kurd kurdî analîz etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
aqilê protez serhildan 15ê tebaxê şer netew kurd kurdî analîz etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

16 Ağustos 2022 Salı

aqilê ji kîsê xelkê anku aqilê protez

Hinek eşkere, hinek bi dizî, hinek jî bi fisgenîtî 15ê Tebaxê bi bîr tînin; tenê di pencereya qehremanîyê re lê dinerin,
lê di esasê xwe de 15ê Tebaxê destpêka qirkirina nifşekî kurdîperwer û welatperwer bû.
Piştî 15ê Tebaxê bi 38 salan li bakurê welêt ax û keviran jî kurdî ji bîr kir û bi zîhnîyeteke teres û qeşmerane pûç û lal man!..
Bêsiûdî û bextreşîya wan gulîsor û xweşmêran ew bû, ji bîr kiribûn pirê caran rişma deveyên kerwanan bi qûşa keran ve dihat girêdan.
Û bi herikîna dem û dewrên re êdî ker jî li ber çavê deveyan vediguherîn deveyan!
Mixabin...
Heta ev îdeolojî û zîhnîyeta apocîtîyê bi hûrgulî neyê tehlîlkirin, bi xwîna kurdan, li ser axa kurdan ew ê tenê zîhnîyeteke pûç û pîç şîn û şên bibe!
Heyf e ku hin xwendeyên ji xwendina xwe hînî "xwe" nebûne, hîn jî radibin di 15ê Tebaxê de sloganên nebalixbûyî diavêjin û ji zarok û ciwanan re dibin rolmodel û mînakên xerab û fahş û beradayî.
Encam:
-Kuştin û birîndarkirin û zindankirina bi dehhezaran qîz û lawên jîr û zîrek!..
-Valakirin û şewitandina bi hezaran gund!..
-Hilweşandin û têkbirina sîstema bi dehan bajaran!..
-Qirkirina jîyîn û kultureke kevnare û qedîm!
-Talankirina hêjayî û nirxan!..
-Jahrdadayîna binhişî û zîhnîyeta netewekê!..
-Seqethiştina zimanekî!..
-Li serîyan barkirina aqilekî protez!..
Û qonaxa dawîn: 
-Civakeke nexweş, depresîf, travmatîk û agresîf!
Bijî serok Apo!
Û Apo dijî!..

Ev çend roj in li ser medyaya sosyal ez ji xwe re guh didim nûçeyên di heqê Um"ît" Ozdag de û dixwînim û di bin simbêlan de dikenim.
Di esasê xwe de kêfa min ji hewtehewta wî re tê; hîç ez bi wê hewtînê aciz nabim.
Bi wê hewtehewta wî eşkere dibe ku dewleta wî ber bi têkçûyînekê ve kaş dibe. Û sebeb jî kurd bi xwe ne; 
lewra ew bi xwe jî dibîne û dizane av diçe qûna wan û ev têkçûyîn jî roj bi roj bi xurtbûna kurdan e.
Ê jixwe...
Di wext de ew li ser têkçûyîna me ava bûbûn, îro jî em ê li ser têkçûyîna wan li xwe vegerin, bibin xwe û xurt bibin.
Û ya din jî ne ji hewtehewta van heramzade û dewşîrmeyan be em ê ji wê xewa bêhişî û bêxemîyê şîyar nebin; 
hewce ye ew hewtehewt her û her di guhên me de bike zingînî.

Gotina Dawî
Heta Kurdistan serbixwe û azad dibe, hewce ye kurd ji hemû dîn û îdeolojîyan dûr bisekinin, tenê kurdîtîyê bikin.
Piştî Kurdistan serbixwe û azad bû jî, we xwest bibin çi, bi haweyekî azad biçin bibin ew!..