Heso qurta dawî li araqa ber xwe xist û rabû ser xwe.
Şiveq bû. Li hêla mizgeftê nerî, deng û pêjna melê tune ye. Bi xwe re nedît here li tuwaletê bimîze; tuwalet li serê qozîya dîwarê dawî yê hewşê bû. Li ber dika xênî şelwer li xwe sist kir û bi dîwarê ber derî ve mîst. Ji şîdeta mîzê çend niqut pejiqîn nav çavê wî jî, lê ji tesîra serxweşîya araqê li serê kîrê xwe nenerî, serê xwe bilind kir li ezmên nerî. Dinya çikîsayî bû; bi haweyekî şaşmayî lêvên xwe xwaromaro kirin û serê xwe hejand.
Piştî kunê xwe yê mîzê vala kir, li xwe fitilî, çû derbasî hundir bû. Bêyî ku xwe veke li ser dev xwe bi ser doşekê ve avêt û serî avêt xewê.
Berî nîvro bi xwe hisîya. Rabû ser xwe, parîyeke nan avêt devê xwe neavêt devê xwe, rabû berî da hêla mizgeftê. Li devê derîyê mizgeftê li mele rast hat. Piştî dana silavê, got, “Seyda, mala min lê ye, tu di nimêja sibehê de tu hew azan didî. Xêr e?”
Mele dibêje, “Erê, ez rabim nimêj bikim ji bo hûn jî şîyar bibin û rabin herin pez û dewarê xwe êm bikin, ne? Di nimêja sibehê de ez du ciwamêran li pey xwe nabînim ku nimêj dikin. Îja madem ku hûn ê neyên li mizgeftê li pişt min nimêj nekin, ez jî hew azan didim ji bo we şîyar bikim. Hûn ne bes in îja ez rabim ji pez û dewarên we re jî meletîyê bikim.”
Goyina Dawî
Divê meriv bi xwe re ne di nav dudulîyan de be; durûtî ji xwenebawerîyê tê û ji bo meriv bi xwe bawer be jî ewilîn divê meriv xwe re rast û durust be.