31 Mart 2025 Pazartesi

çerx û felek

Peyva ku “Zêde qîmet nede însên,ku meriv zêde qîmet dide însên, ji ser xwe diherin.” di esasê xwe de divê weha be, “Zêdeyî qîmetê însên qîmet nede însên.” lewra hin karekter tam nekemilîne û karekterên nekemilî jî lawaz in, zû dikevin bin bandora kesan, tiştan.
Û carinan jî hin koneyên xwe jîr û baqil dibînin, kesên li hemberî xwe anku hevalên xwe kawik û sersem dibînin.
Xwe nehetikînin!

Carinan ji nişka ve ji nivîsandinê sar dibim, dû re ku hewl didim ji nû ve lê germ bibim, vê carê jî dikim nakim nikarim. 
Bawer im gotina “axûzî” tam li gorî vê rewşê ye. Nizanim lê tu yê sûnd bixwî axûzî di min de hatîye!
Remezan xatir xwest û çû.
Her weha di bin atmosfera cejnê de gelek kesan jî li derîyê hev xist, telefonî hev kir û bi derewan ber dilê hev xweş kir.

Û rojev…
Dem, wext, pêvajo!
Reîz li kemalîstan hatîye xezebê û kemalîst jî xwe qup dikin mîna dîkê qoqo,
lê dîkê qoqo jî piştî bi mirîşkan fis dike, li ser sifreya kurdan dibe çend gep şîv.
Reîz ji hêlekê ve, kemalîst ji hêlekê ve, lê kurd jî di navbera Reîz û kemalîstan de govendê dikişînin.
Kî zava kî zava?
Ne belî ye!

Denîz Gezmîş!
Nazim Hîkmet!
Ûgûr Mûmcû
Mustafa Kemal Ataturk!
Şoreşger!
Û Volkanê ku wek tirkekî bi ber pêlên behra reş ve ketîye û xwe şoreşger dihesiband…
Wextê meriv ehlaq ji nû ve neafirîne, têgeh serî li meriv dike meşka dew.
Û li Tirkîyeyê şoreşgerî, manîpulasyoneke populîst e.
Bi sloganan mesele safî bûbaya, nuha apocîyan deh Kurdistan ava kiribûn.
Axir…

Gotina Dawî
Qîmetê kêlîya ku hûn dijîn, bizanin!..

28 Mart 2025 Cuma

derûnî û politîka

Ez li enerjîya hin hevalan şaş dimînim.
Bi rastî jî ew hevalên ku bîst û sê seet û nîvê xwe li odeyên twîtterê yên sohbetê derbas dikin, armanca we çi ye?
Hûn kêfê distînin an hûn bi çavê perspektîfeke berpirsîyarî lê dinerin?
Bi we serfkirina ew qas enerjî hewce ye yan çi qasî bi kêr tê?
Gelo sedem acizî û tenêtî ye û ev jî ji bo we deşarjbûn e?
Nizanim ka bê sedem çi ye, lê bi min, bi taybetî jî ji bo hin hevalan ev êdî nexweşîyeke derûnî ye.
Axir…

Gotina Dawî
Mixabin, tenê tiştek di destê me de maye ku em sebra xwe pê bînin; ew jî politîkbûn e.

27 Mart 2025 Perşembe

rojev dikule

Dîsa ji nû ve dest bi sloganên beradayî kirin:
“Selahattîn Demîrtaş berdin!”
“Ji Abdullah Ocalan re azadî!”
Ez jî dibêjim,
“Ne Selahatîn Demîrtaş berdin, ne jî ji Abdullah Ocalan re ‘azadî’yê dixwazim.”
Bi telaq û namûs, bi vî haweyî serê me rehettir e; qet nebe bi gotinên manîpulatîf kes xwe li nav êgir naqewimîne.
Axir…
Heger gavin werê bên avêtin, dîsa û ji nû ve kurd ê pê bigirin,
ji ber ku Devlet Bahçelî bi xwe jî bi qasî Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş ne aşiq û evîndarê Tirkîyeyê ye.

Hin hevalên ku îmana xwe bi populîzmê anîye, dema ji ber metirsîyên xwe yên şexsî ji rojevê dûr dikevin, hew Xwedê dizane bê çi ezabî dikişînin û çi qirçînî ji dilê wan tê.
Populîzm nexweşîyeke derûnî ye û mixabin derûnîya civakê ne normal e.

Kesên ku ji bo berjewendîyên xwe bi haweyekî kone anku fisgenî bi kesan re didin distînin û xwe pir jîr û baqil dihesibînin, 
ji bîr nekin…
bi qasî we hayê wan kesan jî ji wê konetî anku fisgenîtîya we heye, lew deng nakin ku hûn bi xwe li ber çavê xwe bibin netiştek.
Û hûn dibin jî!..

Di çalakîyên dijdesthilatîya Erdogan ên kemalîst de, hin fotoyên romantîk bi destên hin kesên romantîk li ser medyaya sosyal belav dibin, bi qastî û zaneyî…
Armanc:
Yek,
-Çalakvanan wek kesên pêşketî û medenî nîşan bidin.
Dudu,
-Ruhê nijadperest romantîze bikin ku sibê bi hev re bikarin li dijî kurdan vî ruhî bi kar bînin.

Bi min, tilîya Amerîkayê jî di girtina Ekrem Îmamoglû de heye.
Hûn ê bibêjin çima?
Ji bo bi bandora guherînên ku dê li rojavayê Kurdistanê pêk bên, tirk nikaribin serê xwe rakin û xwe aciz bikin.
Her kaos û tevlihevîyek, mizgînîya guherîneke nû ye.
Bi gotineke din,
operasyoneke bêdeng û veşartî…

Gotina Dawî
Dengê defê ji dûr ve xweş e, lê ji me kurdan re ferq nake, govend her govend e!..


26 Mart 2025 Çarşamba

ji nû ve

Rast derew, dibêjin Selahattîn Demîrtaş di demeke nêzîk de serbest e.
De çavê wî û malbata wî û hezkirîyên wî ronî be. Bi hêvîya hişê wî hatibe serê wî, lê bi guman im;
bi guman im, lewra ne hêsan e berevacî vê zîhnîyeta serdest e, tev bigere; jixwe ne bawer im li dijî vê zîhnîyetê bikare tev bigere;
ew ji vê zîhnîyetê diçêre, ev zîhnîyet jî bi sekn û helwestan van karekteran li ser nigan e.
Ya girîng,
rasterast ew ê di bin sîya Apo de bimeşe yan hêza Apo jî li xwe bar bike û qudretlîtir bibe?
Li vir jî,
pozîsyona dewletê girîng e. Dewlet ê qelemekê li ser navê Apo bixe, wî rake arşîvê û bi Selahattîn re bimeşe yan Selahattîn ê bibe dengê wî yê legal?
De ka bi xêr bila Selahattîn Demîrtaş derkeve û neh deh rojan kurmê xwe bişikîne, em ê dîsa li mijara xwe vegerin.
Axir…

Gotina Dawî
Senarîst mir, senaryo ji nû ve tê nivîsandin.
Û qehreman jî wek berê ne zêde ne…

25 Mart 2025 Salı

kirasê herî pîroz kurdî ye

Bala min lê ye vê pêla dawîn agirê stand-upê ketîye kurdan û pir kes xwe lê diqewimînin,
lê bi serê we, li ber qerf û henekên we, mêş jî orgazm nabin.
Erê, kurdî û qerf/mîzaha kurdî behr e, lê hûn bi çavê cihokan lê dinerin, lewra hûn zîro ne û zîro jî di cihokan de dijîn.
Belkî hûn dilê hin nîvkurd û kurdkokenlîyan rehet û xweş dikin, lê bi serê we, li ber çavê me reşkurdan hûn ne tiştek in.
Berî her tiştî,
divê meriv bi ruhê zimên baş dizanibe, dû re bi ruhê kurdan, herî dawî jî, ji bo hûn wî ruhî li wî zimanî bar bikin, vîzyoneke qerase divê.
Axir…
De tişt nabe, bi teqlîdkirina teqlîdan hûn jî xwe bikin teqlîdeke ji destan.

Ev meseleya tîktokê êdî pir cîdî ye. 
Jixwe civakê mejîyê xwe xwarîye, bi ser de jî her kî di tîktokê de hesabekî vedike, hema qey bi şaşî vîdeoyeke wî belav dibe, êdî ji ser hişê xwe ve dihere û ku kîrê wî bigihêje qûna wî, ew ê rabe di xwe ne!
Belkî hin ji wan vê fantezîyê jî diceribînin!
Mîrata tîktokê, li welêt çi qas kesên fehş û qeşmer û beradayî hebin, hemû kirin navdar û populer û îdol, mixabin.
Bi min divê sînor anku kotaya bikaranîna înternetê li gorî ast û zanîn û xwendinê qedeme bi qedeme be yan na civak dibe zir garanek 
û jixwe bûye jî.

Elewî, bi qasî êzdîyan ne kurd û kurdistanî ne.
Bi gotineke din anku ez ji we re ta bi derzîyê ve bikim ku hûn baş li ber bikevin:
Elewîyan kirasê kemalîzmê li xwe kirîye û pirê wan êdî bi tirkî mîna tirkên spî dijîn, 
lê êzîdîyan tu carî kirasê kurdistanî ji xwe nekir û her tim bi kurdî jîyan/dijîn.
Di nav malê de ziman kurdî ye, li derve ziman kurdî ye, stranên wan bi kurdî ne, ken û şahî û dawet û şîn û girîyên wan bi kurdî ne,
her weha îbadeta wan jî bi kurdî ye.
Loma jî…
divê pîrên elewîyan herin li ber destê şêxên êzdîyan tobe bikin
yan na…
xelkê kîrê Elî û Hesen û Hisên û duwazdeh îmaman têxe qûna wan, wan bike perçeyekî misilmanan ê xav.
Axir…

Gotina Dawî
Hûn kêfa xwe ji çi kirasî re tînin, bînin, lê berî her kirasî kirasê kurdî li xwe kin, dû re bi ser de hûn çi kirasî dikişînin ser, bikişînin.

zeman û ziman û dewran

Reîz, talîya talî bi ya xwe kir û navê dizo danî pêşîya navê Ekrem Îmamoglû û berê wî da qulikê;
di ferhenga me mêrdînîyan de du cureyên qulikê hene;
yek qulika qûnê ye, yek jî heps e.
De îja hêvî dikim nevîyê Topal Osman di qulikê de qulqulî nabe!
Pirsa din jî,
Reîz ê Ekremê diz bişîne kîjan qulikê?
Bişîne qulika Îmraliyê?
Yan bişîne qulika Edîrneyê?
Ku wî bişînin Edîrneyê, kêf kêfa wî ye; Selo başqan ê wî bi xwendina helbest û çîrok û romanên xwe yên bi tirkî xenê bike. 
Selo yê di nava şeş mehan de Ekrem Îmamoglû bike Yaşar Kemalê hur û resen.
Na, ku wî bişînin Îmralîyê, ew ê pê bigire!
Roja ku ji hepsê derkeve, ew ê çend kîlo bombe bi xwe ve girê bide û here xwe di nav nigên çend belengazan de biteqîne.
Axir…

Ji ber ku bi şewba berêz ketime, newêrim ji malê derkevim, loma jî ji bo wextê xwe derbas bikim, li ser yotubeyê dor bi dor min li pîrozbayîyên Newrozê yên çend bajaran temaşe kir.
Bi rastî jî apocîtîyê mejî di serê vî miletî de nehiştîye.
Ne karekter bi kesî re hiştîye, ne îrade bi kesî re hiştîye, ne jî aqil û mentiq…
Bêvîzyonîyeke bi vê xezebê!
Ji ber bêvîzyonîya kesên ku derdiketin ser dikê û dest bi propagandayeke beradayî dikirin, ji hêrsan meriv dev li goştê canê xwe dikir.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
êdî Newroz bûye holîka zarokan, giranîyeke wê nemaye; eynî gotin, eynî hevok, eynî peyam, eynî slogan.
Erê em bi aqilkê wan dikenin, lê mixabin, bi wê ehmeqîya xwe desthilat in û peyv peyva wan e, gotin gotina wan e.
Jixwe ya meriv diêşîne jî ev e.
Zir kerwanek e û rişma kerwên bi qûşa kerê ve ye, li pey kerê dihere.

Gotina Dawî
Zeman diherike, ziman diperpite, lê dewran eynî quzilqurt e.


23 Mart 2025 Pazar

eşîrtî û esalet

Di nivîsa îşev de para Evdilayê ne ji ometa Abdullahan jî heye. 
Wê rojê li ser mijarekê em peyivîn û min dil hebû li ser binivîsînim, 
lê mixabin, carinan mijar dikevin ser hev û rojev jî her diguhe, loma jî tê jibîrkirin.
Doh ez û Erdal li Kadikoyê rûniştin û wek du mêran bêyî ku bi nazenîna jinekê bala me belav bibe, em li ser gelek mesele û mijaran peyivîn, bi taybetî jî li ser eşîrtî û esaleta kurdan.
Bêguman hewa xweş û nerm bû û mîrata bîraya fiçiyê jî mîna hinguv xwe ji qirika me berjêr berdida. 
Di bin wê atmosferê de şeş heft seetan me nezanî bê zeman çawa herikî, çû.
Erê, berê em eşîr bûn, belkî em ne zêde modern û çavvekirî bûn, lê têra xwe em şareza û medenî bûn.
Berî her tiştî, em bibext bûn û xwedan ûjdanekî xwedayî bûn.
Navê me bi mêranî û mêrxasîyê berbelav bû. Di ger û serdan û serpêhatîyên seyah/gerokan de her tim bi esîltî qala me kurdan kirine; mêvanperwerîya me, bext û dilovanî û ûjdanê me, mêranî û mêrxasîya me pir bala wan kişandîye.
Lê îroj…
Mixabin, bi destê dîn û îdeolojîyan, ne bext bi me re ma, ne ûjdan bi me re ma, ne jî mêranî û mêrxasî. 
Bi dek û dolabên durû, em li ber çavê me reş kirin. Ne bûn ew, ne jî em wek xwe man.
We çîroka Emerê Huso û Nadoyê Huso bihîstîye?
Di navbera du gundan de şer û pevçûn derdikeve.
Birayê Emerê Huso, Nado tê kuştin.
Qesasê Nado xwe vedişêre. Salekê Emerê Huso li pey qesasê birayê xwe digere, lê digere nagere, dipirse napirse, kêsê bi qesasê birayê xwe naxe wî bikuje.
Dû re ji bo li hev bên û aştî çêbibe, êl û eşîra qesês giregir û rîhspîyên eşîrên cîran dixin navberê û dişînin cem Emerê Huso.
Emerê Huso bi tu awayî daxwaza heyetê napejirîne. 
Berê xwe dide êl û eşîra qesês, dibêje, “Heyran, hûn li ser çavan re hatine, mervantî heqê we, lê ez dizanim bê kê birayê min kuştîye û heya ez heyfa birayê xwe hilneynim, wî qesasî nekujim jî ev mesele safî nabe.”
Piştî salekê ji bo pez û dewarên xwe gundî li zozên in, lê dawîya payîzê ye û hemû gundî hêdî hêdî terka zozên dikin, dadikevin gund, ji bilî Emerê Huso, tenê konê Emerê Huso dimîne li zozên.
Wê esirîyê berf û ba û bahozek radibe, çav çavan nabîne. 
Di wê qefalîyê de ku ji mij û dixanê meriv bi zorê ber xwe dibîne, siwarek rêya xwe şaş dike, wenda dibe û dadigere konê Emerê Huso. 
Siwar ji hespê xwe peya dibe, xwe li derîyê kon diqewimîne. Ku Emerê Huso çawa çav li wî dikeve, nas dike, mêvanê bêwext qesasê birayê wî Nado bi xwe ye, lê xwe li kawikî datîne, nahêle qesas bi xwe bihisîne. 
Radibe hespê wî dibe li pişt kon ditewilîne û tê bi mêvanê xwe re derbasî hundirê kon dibin.
Ku mêvan piçekî bi ser xwe de tê, dibe teperepa dilê wî, ew jî fêhm dike û xwe bi xwe dibêje, “Eywax! Bi nigên xwe ez hatim ser mirina xwe.”
Emerê Huso bi metirsîya qesasê birayê xwe derdixe ku ew jî êdî serwext e. 
Ji bo wî ji wê tirs û metirsîyê dûr bixe, bi dengekî mêvanperwerî bi hêla kon a din ve diqîre:
-Malavê, hela min û xwe bikin qurbana mêvanê me û zû berxekî serjê bikin û sêleqelîyekê ji me re çêkin.
Berx serjê dibe. Sêleqelîya wan çêdibe. Sêleqelîya xwe dixwin û malî radibin ji êvar de nivînên wî û mêvanê wî li nîvê kon li ber hev datînin.
Heya destê sibehê ne xew bi çavên Emerê Huso dikeve, ne jî xew bi çavên mêvanê wî dibe.
Mêvan newêre rakeve, di dilê xwe de dibêje, “Ku ez rakevim, Emerê Husê yê min bikuje.” Emer Huso jî newêre rakeve, bi guman e, xwe bi xwe dibêje, “Heger ji bilî min ji malê yekî ew nas kiribe û wî bikuje, xelk ê nebêje bextê Emerê Huso tune ye, neyarê xwe di mala xwe de kuşt.” 
Bi vê metirsîyê li xwe dikin sibeh.
Sihehê jî ji mêvanê xwe re taştêyeke xweş û dewlemend çêdike, bi hev re taştêya xwe dixwin û radibin ser xwe.
Mêvan li hespê xwe siwar tê, Emerê Huso jî tifinga xwe diavêje milê xwe, rextên xwe li nava xwe dipêçe, li hespê xwe siwar tê û xwe dide tengala mêvanê xwe, mêvanê xwe digihîne sînorê gundê wî û li wir disekine û difitile ser mêvanê xwe:
-De here law, here, lê nebêje Emerê Huso nezan û kawik e, haa! Min tu nas kirî û dizanim tu qesasê birayê min î. Nedibû min di mala xwe min tu bikuştayî. Ez ne bêbext im, lê ji nuha pê ve li ku derê kêsê bi te xim, ez ê te bikujim. De oxir be ji te re.
Ku qesas digihêje gundê xwe, gundî lê kom dibin. Bi awayekî şaş û ecêbmayî dibêjin:
-Lo lawo, di wê serma û qefalîyê de tu çawa filitîyî? Me li cem xwe got nuha tu mirîyî.
Qesas, mîna xwîn ji rehên canê wî kişîyabe, ten lê spîçokî bûye.
Dibêje:
-Ez mirime law, ez mirime, bextê Emerê Huso ez kuştim! 
Û qala serpêhatîya xwe û Emerê Huso dike, dibêje:
-Hal û mesele ev e. 
Pismam dibêjin:
-Ê ka em çi bikin?
Dibêje:
-Ez ê kefenê xwe hildim, hûn ê jî çar pênc kes bi min re bên em ê herin nig Emerê Huso.
Wisa jî dikin. 
Çardeh metre kefen hildide bin çengê xwe, çar pênc pismamên xwe jî dide tengala xwe û lê dixin diherin gundê Emerê Huso.
Li ser kulavê Emerê Huso rûdine û dibêje:
-Ez ketim bextê te. Ev serê salekê ye ji te direvim, lê êdî bes e. Yan tu yê min efû bikî, bi pismaman re li hev bêyî yan jî tu yê min bikujî, xwîna min li te helal e.
Emerê Huso keserekê ji kûr dikişîne û li çavên qesasê birayê xwe dinere.
Dibêje:
-Here! Tu birayê min Nado yî û min tu efû kirî!

Gotina Dawî
Mixabin, em bi ber bayê dîn û îdeolojîyan ketin û em ji eşîrtî û esaleta xwe dûr ketin.

Gotina Herî Dawî
Spas ji bo keda Ayhan Erkmen.

kurd û kurdî

Jixwe dema meriv nexweş be, meriv ji ber ruhê xwe aciz e. 
De îja tew ku meriv nexweş be û bi ser de jî meriv li hin nexweşîyan rast bê!..
Hii ihii!
Wek hinekan ez nikarim politîk an jî oportunîst tev bigerim, mixabin.
Çawa ku dema kêfa min ji yekê re tê, ez di xwe de nahêlim û bi haweyekî digihînimê, her weha dema ku kêfa min ji yekî re neyê jî ez nikarim xwe li kerrî an kawikî deynim û bibêjim, “De guh medê lo, neyaran ji xwe re çêneke.”
Weleh heyran, 
ez ji bavê xwe bêminet im. Serê min jî tê de here, ez ê ji ya xwe daneyêm.
Doh, min serma girtîye, lê ne tenê serma, min pê jî girtîye, 
lew dema meriv nexweş be, lîbîdoya meriv jî ji meriv dixeyide û ferqa meriv û kerekî xesandî namîne.
Axir…
doh, him min serma û him jî min pê girtîye, di nav nivînan de, li ser piştê veketî me û li ser twîtterê rojevê dişopînim bê çi diqewime. Ji nişka ve ez li twîteke Kovan Baqî rast hatim; 
ê ma ne Newroz e jî û di rojên sembolîk de jî bivê nevê hewce ye nivîskar û hunermend jî xwe derxin pêş û çend gotinên sembolîk bikin:
“Keça Newrozê porrê xwe ji ser çavên min da alî, gerstêrk ji çavên wê herikî çavên min û bi tillîka xwe lêvên min dirût:
-Çima tu dibê ez ne nivîskarekî kurd im?
-Ez newêrim bibim nivîskarekî kurd. Lewra kurd qet nizanin bitirsin û nivîskarên kurd qet nizanin wêrek bibin.”
De were safî bike!
Ka îja ez herim xwe biavêjim bextê kîjan feylesofan ku bê Kovanê dêrikî xwestîye ji me evdên kurdî re çi bibêje?
Feylesof û zimannas û zanayên vî zemanî, vîzyona wan têra rave û şîrovekirina felsefe û kûrzimanîya wî nake.
Xwezî min bikarîya bi haweyekî astral xwe bigîhanda Leonardo Da Vîncî, Kant, Spînoza anku Hegel û Nietzsche, lê ew hişmendîya kûrayîya rêbaza gera astralî jî bi min re tune ye, mixabin.
Îja ev kurm anku xwîy ji salên nodî tê. Di salên nodî de modeyek berbelav bû; 
ji nivîsên te çi qasî hindik bê fêhmkirin, berevacî vê yekî di çavê civakê de ew qasî tu pêşketî, zana, entelektuel î.
Lê hin entelkutilktuelên me, hewl didin bi vî haweyî xwe entelektuel nîşan bidin. 
Ev jî encama serdestîya kompleksan e û hemû kompleks jî ji kanîya zaroktîyê ber bi binhişîyê ve diherike, li wir kom dibe, 
loma jî, 
ji bo tedawîya kompleksan divê meriv ber bi zaroktîyê ve têkeve rêwîtîyeke kûr û dûr.
De rehma Xwedê li Sîgmund Freud be!
Axir…
De îja hay ji kompleksên xwe tune ne û radibin xwe di ser her kesî re dibînin, kesî jî naecibînin; xwedê giravî ew qasî kûr û felsefîk dinivîsînin, “civaka nezan” li ber nakeve, ji wan tê nagîhêje.
Bi serê te, Kovan!
Ez jî û yên wek min jî, baş dizanin bê tehma zeytûnên Dêrikê jî çawa ye û baş dizanin bê li ser axa Dêrikê, zimanekî çawa jî şîn û şên e,
lê tenê kêmanîyeke me heye, 
mixabin, em nikarin bi mentiqa gundîtîyê karê bajarvanîyê bikin.
Lê li min negire, H. Kovan Baqî, min ji bîr kir ez wê “H”yê li pêş navê te deynim. 
Ya rast ne ku min ji bîr kir, min nezanî ka ew “H” pêştîpa kîjan navî ye!
Homeros!
Heraklîtos!
Hayyam!
Heynder!
Hemîd!
Hesen!
An Hewas!
Axir…

Gotina Dawî
Hûn çi qasî zimên rep bikin, talîya talî hûn ê bi xwe herin li ser rûnin.

22 Mart 2025 Cumartesi

zaroktî û tehmên berê

Ku tarî diket erdê, yadê hêdî hêdî dest bi hazirîya sifreyê dikir; beroşa xwe ji ser êgir danîbû, li benda bavê min bû ku wî jî nimêja xwe xelas bikira.
Bavê min, heya nimêja xwe nekira li ser sifreyê rûnedinişt. 
Sifre li erdê, mesef û sênî û nan li ser, em zarok jî mîna pisîka çavbirçî ku dema kevanîya malê goşt hûr dike û ew jî nûrenûra wê, ji bo qetek goşt li dora wê dihere û tê, çavên me li ser sifreyê bûn.
Ku bavê min nimêja xwe diqedand, bi wî re me êrîşî ser sifreyê dikir, lê her tim li gorî qeydeyan…
Mesefa birincê li ser sifreyê, li dora mesefê sê çar sênîkên biçûk ên zeleteyê û miqilka ku goşt tê de li ber bavê min.
Ji bo neheqî çênebûya, bavê min bi destê xwe ew goşt li me parê dikir; lê ji ber delalîbûna min, carinan îtimazî dikir, bêyî ku kes bi xwe bihisanda, bi dizî qetek goştê din jî diavêt ber min û dema bi kêfxweşîya wê qeta goşt bi bişirîneke bextewar çavên min li çavên wî diketin, di bin simbêlan de dimizicî û lêvikên wî bi serbilindîya bavekî şanaz diricifîn.
Qetên goşt ên xweş, bi haweyekî adîlane li me parê dikir, dû re li gorî hejmara qetan her carê qetek diavêt ber me.
Ji yadê re her tim qorika mirîşkê û qûna wê diket. Heya dereng jî me digot qey yadê ji qûn û qorikê hez dike, lê ne weha bû, mixabin, yadê bi têrxwarinîya zarokên xwe têr dixwar, mesele ev bû; lê divê meriv bextê xwe neavêje, bavê min jî ne kêmî wê bû.
De îja destê me li wan qetên goşt nedigerîya ku em zû zû bixirpişin ser û bixwin. Ewil bi kevçîyan em diketin ser wê birincê yan jî savarê, me xwe nîvtêrî dikir, dû re bi bêhna fireh me dest bi xwarina goştê ber xwe dikir. Ji bo zû xelas nebûya, hêdî hêdî bi kubarî me dixwar. Rebenên pisîkan li ber derî nûrenûra wan bû ji bo kêlîyekê berî kêlîyekê ew hestîyên ser sifreyê biçûna ser sifreya wan.
Piştî şîvê, çay dihat vexwarin. Û piştî çayê jî dema xwarina fêkîyan…
Bavê min, serê sibehê radibû, heger bi şev yadê neketibûya himbêzê yan jî şeytan bi dorê neketibûya, radibû erebkî (ji stu jor) serê xwe dişuşt, yadê jê re du hêk diqelandin, hêkên xwe dixwarin û radibû bedlê xwe li xwe dikir û derdiket sûkê.
Li sûkê, berî dagerî qahweyê cem hevalan, ewil diçû du sê kîlo mendelî yan pirtiqal û du sê kîlo sêv dikirî, dibir datanî dikana Mehemê Osê û telefonî malê dikir, ji bo em zarok biçûna dikanê, me rahişta wan fêkîyan û bianîyana malê.
Wî zemanî jî axaftina bi telefonan bi destê her kesî nediket, mîna esrarê li her malê tune bû. Bavê min pêşengê merivên xwe bû û Mehemê Osê jî yeka wî nedikir dudu, qedrê wî digirt.
Axir…
ku dor dihat xwarina fêkîyan, mîna pisîkan me çavên xwe li kîsikên cem bavê min pîs dikirin.
Wek çawa li ser sifreyê bi heqane goşt li me parê dikir, ew fêkî jî bi wî haweyî li me parê dikir.
Ax zemano, ax! 
Erê wek îroj her tişt tune bû, lê tehm û ekla wê tunebûnê ji tehm û ekla vê hebûna îroj xweştir bû.
Carinan sêvek an pirtiqalek heya lambe vedimirî û em diketin nav nivînan jî di bin bahlîfa ber serê me de bû…


ji rojevê çend nûçeyên beloq

Fîrmaya siwêdîyan Volvoyê tira bi xweber dihere anku bêşofêr dihere îcad kir,
Siltanê me jî, li ser rêya Stenbol û Kurdistanê hîn û hîn bi kirîko û pimbê hewaya tekeran dadigire.
Û ciwamêr meha Remezanê jî fûl di ser re diqulipîne, tenê rojek jî rojîya wî lê nare.
Û anuha siwêdî bi nav lepên Siltan bikevin, di rêya cîhadê de ew ê bi tekerê tirê yê herî dagirtî di ser re derbas be, serî lê bike nanik û çend ayetan jî bi haweyê sloganîk biavêje.
Îja em hewl didin ji van qafgenîyan re Kurdistanekê çêkin.
Ka aqil!

Mêzînê şaş mekin!
Di têkilîyên meriv ên civakî, takekesî yan jî hîsî û evînî de bila mêzîna we xwar nebe.
Ne jî sînorê dil derkevin, ne jî ji sînorê mentiqî, lew dilê bê mentiq xwedîyê xwe rezîl dike, mentiqa bê dil jî xwedîyê xwe xemgîn dike.
Mêzînê şaş mekin!
Dilê xwe li mentiqê, mentiqê jî li dilê xwe bar bikin.

Vê govendê nîyha dê û maka me!
Çi aqilê di serî de hebû, hemû herikî qûnê û mixabin êdî em ne bi serî, bi qûnê difikirin û dipeyivin.
Zaroktîya min ne tê de, min xwe nas kirîye kêfa min ji rojên sembolîk re nayê;
lew rojên sembolîk her tim ji qûna tazî re bûye pîne 
û jixwe qûna tazî jî tembûrê dixwazî.

Asta herî bilind a sublîmînalîzmê û serok Devlet Bahçelî!
Min digot qey sublîmînalîzma serok Devlet Bahçelî tenê ji jimar û reqaman pêk tê, lê ciwamêr bi piştgirî û desteka qudretlî Ocalanûs, sînorê qudreta xwe firehtir kir û êdî em dikarin jê re bibêjin, “Qudretlî serok Devlet Bahçelî!”
Qudretlî Bahçelîyê ku vî zemanî bi tena serê xwe hew dikare here tuwaletê, berê xwe da Qendîlê û bi sê denga bang konseya serokatîyê kir.
Xidirelez!
Gulan!
Malazgîrt!
Û xwefeshkirin!

Gotina Dawî
Xwefeshkirin, diwedefiskirin e.
Û di termolojîya mirîşkan de, fiskirin, nîyhandin e. 
Dîk dixirpişe ser mirîşkê û pê de fis dike.
De ku we xwe fesh kir, ji bo helalkirinê em ê bi satil û meteran avê bikişînin çîyê!..