30 Aralık 2022 Cuma

pele û zaroktîya min

Do, sê seetan, min ji romana nuh tenê sahneyek nivîsand;
sehneyeke erotîk...
Ji bo Ekrem û Nofê têr di hev nin û her weha piştî xwendevan jî bixwînin, herin di hev nin, tam sê seetan min serê xwe bi wê sahneyê re êşand.
Dû re,
piştî ew sahne qedîya, min xwe negirt û berî xwendevanan, ez çûm, min kurmê xwe şikenand.
Ez dijîm û dû re diherim dinivîsînim an ez dinivîsîni û dû re diherim dijîm, 
nizanim(!)

Pele jî bû kulmek hîç û wenda bû ji ber çavan.
Ez negîhaştim dema wî, lê di zaroktîya xwe de min pir bihîst nav û deng û hunerên wî.
Îroj li ser medyaya sosyal ez li vîdeoyekê rast hatim; ji lîska Pele û futbolîstên nuha. 
Ew cambazîya futbolîstên îroj a bi her tevger û hereketa xwe her kes mest û şa dikirin, di dema xwe de Pele hemû ceribandibûn.
Ez kinik û hejar û reşik bûm, lê di futbolê de pir jêhatî û sivik bûm.
Loma jî,
leqabê min Pele bû.
Û mîna brezîlyayîyekî min dida pey wê topê û tobe be ku kesî bikarîya ew top ji nigên min qut bikira; bi topê re dans dikir, lê bêsiûdîya min, li ser axa me ne qîmetê topê hebû, ne jî topa me pê dilîst pere dikir.
Heger dê û bavê min ne Seadet û Cemîl, Rebeka û Robert bûna, dema mijar bibûya futbol û li ser Pele û Maradona û Sokrates û Messî û Ronaldo bihata peyivandin, belkî navê min jî bihata ser zimanan.
Îja...
Ez nebûm futbolîstekî navneteweyî, lê ez bûm Devlikenekî neteweyî.
Poşmanî?
Bi qasî serê misqalê ne poşman im, bi vî halî.

Gotina Dawî

29 Aralık 2022 Perşembe

hema ji mecbûrî xweda çêke

Şîzofrenan dinya di nav xwe de parê kirîye û hin biaqilên bi gotinên şîzofrenan xwe zana û aqilmend dihesibînin jî, bi şîretan hewl didin me kawikan ji rêya xwar vegerînin.
Fantezîyên şikeftan...
Çîrokên bê temel...
Û serek û rêberên jirêder...

Di vê feqîrî û xizanîya feqîr û belengaz li ser sergoyan li fêkî û zebzeyan digerin de, tew hin xwelîser ji bo li dora wî kevirê Kabeyê yê ku kes nizane bê ka çi tê de ye, şeş heft tûran bizîvirin, têra xwarina sed malbatî ya mehekê xerc dikin.
Di bin çengê wan de feqîr û belengaz ji birçînan kîrê hev dimêjin, narin du kurtêlan navêjin nav wan reben û belengazan, diherin bi hezaran dolar xerc dikin, di rêya yekî ku hayê wî bi xwe jî ji wî tune ye bê heye yan tune ye.
Û şeqeşeqa girtina wan selfîyan.
Ka aqil!

Qîrîn, bi hemû zimanan qîrîn e, lê qîrîna bi kurdî dil û kezeba meriv di devê meriv re derdixîne û diperitîne.
Lewra bi salan e kurd tenê li ser kezebên xwe diqîrin, mixabin.

Gotina Dawî
Û rast derew, xêr û guneh di stûyê Cibo de be, dibêje, Xweda rojê sê dahnan kezebê dixwe û piştî her têrxwarinîyê paşîya qûna xwe dide kurdan û dibe xurexura wî radikeve.

Têbinî yan jî Jêrenot
Cebraîl bi kurdî Cibo ye. 

27 Aralık 2022 Salı

hevpeyvîn

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Devliken Kelogirî ji kerema xwe re tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Devliken Kelogirî – 1- Çendî kêfa gelek nivîskaran ji vê pirsê re bê jî, ez bi xwe ji vê pirsê aciz im, lewra bi min danenaskirina mêvanan karê mazûvên e, lê madem bûye adet, bi kin û kurmancî, bêyî ku ez xwe li ber çavê xwendevanan bikim hûtekî efsanewî, li ser xwe çend gotin û kelaman bikim. Ez Devliken im. Lê bira jî ez dev li ken im; him dikenim, him jî dikenînim. Lê carinan jî diqeherim, aciz dibim, hêrs dibim. Devliken û qehr? Devliken û acizî? Devliken û hêrs? Bêguman nabe! Nabe, lewra min jî go ka ez paşnavê xwe jî bikim Kelogirî, mîna şev û rojê ez jî kirasê jîyanê lê bibirim û lê bikim; lewra jîyan her ne bihar e. Bi min felsefeya jîyanê bi girî dest pê dike lê bi naskirina jîn û jîyanê re ew girî bi demê re vediguhere ken. Û ken jî dermanê jîyanê ye. Bikenin, bikenînin da ku hûn xweş bijîn!.. Heger hûn bixwazin li ser min xwe bigihînin hin agahîyên klasîk jî, kerem bikin herin serîyekî li http://devliken.blogspot.com/?m=1 bixin. Li wir, di heqê min de her tişt heye; ji xêndî bejn û bala min. Lê jixwe bejn û bala min jî ne xema we ye. De belkî hinek ji we bi xwe re nebînin herin li derîyê bloga min bixin, loma ka ez ji bo we li ser xwe çend gotinên klasîk bikim: Ji Mêrdînê me. Li Qoserê ji dawa dêya xwe ketime û heta lîseyê jî ez li wir jîyame. Dû re derketim Stenbolê. Min li zanîngeha Beykentê beşa sînema televîzyonê xwend. Nuha jî dansalek ji min re maye ez beşa erdnîgarîyê ya zanîngeha Stenbolê biqedînim. Lê piştî ev beş jî biqede, ji bo ez li erdê nemînim û li xwe neheyirim, hewce ye sala bê ez dest bi xwendina zanîngeheke din bikim. Wek hûn jî dizanin li Stenbolê çûyin û hatin mesele ye û meriv di ber heqê rê de dernakeve. Qet nebe bi xêra xwendekarîyê ez xwe bê akbîl nahêlim; akbîla xwe dixim bêrîka xwe û bi haweyekî bêminetî li sikak û kolan û qadên Stenbolê zîz dibim. Hêleke dilê min ji bo edebîyatê, hêleke dilê min jî ji bo sînemayê diavêje. Bi navên Doxînsistîzm, Xwelîserîzm, Xweşzûgotinokîzm, Leylan û Peyvforîzma pênc kitêbên min çap bûne. Bi navên Xof, Reş û Şîn, Mirîd û Xwekuştin çar kurtefîlmên min hene.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Devliken Kelogirî – 2- Xortanîya min li Stenbola xopan bi haweyekî lumpen derbas bû. Ji sala 96an heta sala 2002an ji edebîyat û hunerê dûr, tenê ez li pey kêfa kîr û dilê xwe pengizîm. 
Erê ez kurd bûm, bi kurdî dipeyivîm, bi kurdî dijîyam û di nav derdoreke politîk de radibûm rûdiniştim (çendî jîyaneke min a lumpen hebû jî wextekî min ê pir li NÇMyê jî derbas dibû) lê polîtîze nebûbûm. Wek nuha di xortanîya xwe de jî tu carî bi haweyekî rêxistinî ez nebûm zilam û endamê partîyekê/rêxistinekê, her serbixwe bûm. Lê ji sekn û tevger û karaktera xwe min bi xwe derdixist ez ne kesekî ji rêzê me. Û piştî demekê (piştî çavê min û dilê min û navnigên min gelek tişt dîtin, pelandin, tahm kirin) mejî û dilê min berê min dida derin dinê. Dema min ji kovara qerfî-mîzahî Pîneyê re karîkaturek çêkir û min ew karîkatur li ser rûpelên Pîneyê dît, min hîs kir orgazm tenê ne di nav nivînan de ye û ew roj ev roj e ez nikarim xwe ji wê orgazmê dûr bisekinînim. Erê, bi kovara Pîneyê min çav berda huner/edebîyatê, lê bi malpera Lotikxaneyê ez bûm evîndarekî serserî. Çima? Heger eşqa huner û edebîyatê bi meriv re çêbûbe, meriv ji kîjan zimanî afirîbe, hewce ye meriv bi wî zimanî binivîsîne, bike. Û ez ji dawa kurdîyê ketime. Ziman îxanetê efû nake!

 Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 3- Wek di pirsa berî vê pirsê de min got, meriv ji kîrê kîjan zimanî ketibe, meriv dola wî zimanî ye û heger tu bi wî zimanî binivîsînî, tu dibî perçeyekî wî zimanî. Bi min, kurdên bi eslê xwe kurd, ne kurd in, heger xwe nas kiribin lê ji bo kurdbûna xwe neketibin nav hewldanekê!.. Loma jî, nivîskarên bi eslê xwe kurd heger bi tirkî-erebî-farisî binivîsînin, ji dagirkeran bêtir xisar û zirarê didin miletê xwe, lewra, bi qasî miletê wan bi qelema wan ji xwe dûr dikeve/asîmile dibe, bi çek û seleh û zilma dagirkeran ji xwe dûr nakeve/asîmile nabe. Heta kurdî azad nebe, heta Kurdistan serbixwe nebe, ew luks û heq û konfora nivîskarên kurd tune ye bi zimanên dagirkeran binivîsînin û xizmetê ji ziman û edebîyat û hunera wan re bikin. Lewra ji ber serdestîya tirkî/erebî/farisî, îro kurdî bindest e. Îja ka aqil!

 Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Devliken Kelogirî – 4- Di edebîyata kurdî de qelemên tûj û xurt hene, lê ji ber ku pirê berheman dişibin hev, meriv nikare bi dewlemendî pesnê wê bide. Lê heger ji kurdî re dewletek çêbibe, ew potansîyel heye; him ji bo edebîyatê, him jî ji bo huner û sînemayê.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Devliken Kelogirî – 5- Ji bo kurdan a herî hêsan helbest e, çendî helbest ne karê her kesî be jî. Bi min roman li pêş e. Bi qasî ez taqîb dikim…

 Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye, şiroveya berhemê ye, xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 6- Û bêguman ji rexnegirîya edebî re vîzyoneke xurt divê lê mixabin pirê zana û xwendeyên me bi vîzyoneke televîzyonî tev digerin.

 Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Devliken Kelogirî – 7- Dev ji girîngîyê berde, rexnegir newêrin bi sî û stara berhemên min bikevin. Ê bêguman sedemên wê jî hene: Ez ne endam û zilamê partîyekê/rêxistinekê/sazîyekê me. Ez ne mirîdê şêxekî/serokekî me. Ne dêr xema min e, ne mizgeft. Wek hinekan bi haweyekî margîseyî/bûkalemonî tev nagerim û dilê her kesî xweş nakim. Serê min jî bifire, ji bo berjewendîyên şexsî ji sekn û helwesta xwe nayêm xwar. Zimanê min çewt û tûj û rep e, kî bi ber keve, avê lê venaxwe, xwe lê diqelibîne û di ser re dihere. Ne dîn û îdeolojî li ser bala min in, ne jî civak û ehlaqê civakê yê pepûk û reben û belengaz û têkçûyî. Xema min ne misilman in, ne elewî ne, ne jî êzîdî; jixwe meriv li ser axa xwe ne azad û serbixwe be, bi kêrî çi tê ew dîn û dîndarî û mirîdî! Bi kin û kurmancî, kurd ji rastgoyan aciz in û ez jî têra xwe û wan, wan aciz dikim.

 Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çi radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Devliken Kelogirî – 8- Rexnegirîya edebî di nav kurdan de bi haweyekî gundîkî ye; dilê kê ji kê re bixwaze, dipesinîne, lê heger meriv ne şinek û şelaf û qûnalês be, bi gotineke din heger meriv xwedan sekn û helwest be û hesabê kesî neke û guh nede berjewendîyên şexsî, berhema meriv çi qasî bikalîte û hêja be jî, ji hesûdî û çavnebarî kes qala wê berhemê nake. Rexnegirî, xwendin û xwenuhkirin e. Rexnegirî, lêkolîn û lêpirsîn e. Rexnegirî, zanîna edebî, hunerî, estetîkî, felsefî, sosyolojî û psîkolojîyî ye. Rexnegirî, bext û ûjdan e. Rexnegirî, kesayeteke vîzyoner e.

 Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çi ne?

Devliken Kelogirî – 9- Mijara berhemên min diguhere. Ez ji xwe re sînoran çênakim. Zimanê min ji axa ez li ser dijîm azadtir e. Erê, hîn ji bedena min re welatekî azad û serbixwe ava nebûbe jî, zimanê min ji xwe re welatekî azad û serbixwe ava kirîye. Dilê wî çi û çawa bixwaze werê dijî. Carinan bi haweyekî qûnde û tolaz û serserî, carinan bi haweyekî bêhawe û bêedeb û henekî, carinan jî li pey peyv û gotin û kelaman bi hewara feylesofekî dipengize mîna şêxekî, dewrêşekî, dînekî… Ez bi zimanekî eşkere bibêjim. Mijarên berhemên min: Çîrokên qerfî, mîzahî û erotîk. Peyvforîzmayên civakî, politîk, dînî. Helbestên erotîk û qerfî. Pêkenok û meselok û çîrçîrokên cûr bi cûr. Romanên postmodern û têra xwe bi zimanekî vekirî û erotîk.

 Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?

Devliken Kelogirî – 10- Weleh ez kitêbên kurdî dixwînim lê yên kêfa min ji wan re neyê, ez heta dawîyê wan naxwînim; xelas nakim û datînim. Bêguman ez xwe li nivîskêr jî diceribînim!

 Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 11- Seyda, helbest ne qada min e, loma jî naxwazim tiştekî bibêjim, lê bêyî ku zêde bidim nav, heger sibê kurdî azad bibe, hin helbestvan ê qelema xwe bişikînin û di qûna xwe kin, lewra ne kurdî ew qasî erzan e, ne jî hosteyîya helbestê…

 Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Devliken Kelogirî – 12- Xwezî hin rexnegiran bikarîya bi dilekî wêrek berhemên min rexne bikirana lê ne çavê wan bar dibe pesnê berhemên min bidin, ne jî xwedîyê wî dilê wêrek in rabin li ser berhemên min ne baş binivîsînin. Ê qey ez ê jî ranebim xwe bi xwe, xwe rexne nekim! Rastîyeke din jî heye, terzeke min a cuda heye, belkî jî rexnegir û edebîyathez hîn jî hînî vê terzê nebûne… Lê ev terz ê jî wan azad bike, hayê wan ji wan tune ye.

 Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Devliken Kelogirî – 13- Çi dost çi heval, heger mebest bû huner û edebîyat, ji bo asta civakê bilind bibe, çi çê çi xerab divê meriv texsîr neke û ya mejî û dilê xwe bê tirs û bê fedî bibêje. Lewra civaka ku di warê huner û edebîyatê de ne pêşketî be, ew civak tim bindest û belengaz û ketî ye. Huner û edebîyat mirêka civakan e. Bi kultura şinekî û şelafî û xweşkirin û hevaltîyê rexnegirî nabe, heger bibe jî, nabe rexne, dibe rêxne.

 Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Devliken Kelogirî – 14- Em endamên civakeke hestyar in. Peyv zû li meriv dikeve, mixabin. Malbata em tê de mezin bûne, civaka em tê de hînî jîyanê bûne, sîstema perwerdeyîyê ya seqet, her yekê bi serê xwe li ser bedena me birînek vekirîye û bêyî em van birînan tedawî bikin, em bi van birînan re dijîn. Loma jî tehamula me ji rexneyan re tune ye. Bi qîma me nayê yek di heqê meriv de tiştekî ne bi dilê me bibêje; wan birînan em hînî pesn û pesinandinê kirine.

 Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tiştekê wan kêmê neteweyên din nîn e. Divê erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 15- Edebîyat û huner li eyb û şerm û fedîyê guhdarî nake. Jixwe ji bo ew eyb û şerm û fedî terbîye bibe/kedî bibe edebîyat û huner heye. Û ew kesê nikaribe kirasê şermê ji xwe bike, bila li mala xwe, li nav zarokên xwe, li ber serê jina xwe/mêrê xwe rûne û karekî din ji xwe re bike. Edebîyat û huner, ne li pey civakê, civakê li pey xwe digerînin. Loma jî hewce ye edebîyatvan û hunermend bajon ser tabû û metirsîyên civakê. Bi vî haweyî meriv dibe milet û di nav miletekî de bi qasî kesên “biedeb” kesên “bêedeb” jî hene. Mixabin, pirê kurdan çûne li bajar û metropolan bi cî bûne lê gundîtîya xwe jî bi xwe re birine. Şaş fêhm nekin, mebest ne biçûkxistina gund û gundîyan e, lê ev jî rastîyek e, bi mentiq û hişmendîyeke gundîkî karên bajarî û bajarvanî nabe. Hewce ye edîb û hunermend ji kompleksên xwe rizgar bibin. Civaka ku edîb û hunermendên wê ne azad bin, ew civak ê tu carî azad nebe û pêş nakeve. Divê zîhnîyet bê guhertin lê bi van tabû û kompleksan, bi vê mentîq û hişmendîya pûç û perîşan zor û zehmet e. Û ji bo zîhnîyeteke xweş û ronak jî zîhnîyeteke nûkîtop divê; zîhnîyeteke xweş û nûkîtop jî bi tedawîkirina zîhnîyeta berê ne mimkun e; divê zîhnîyeta berê ya nexweş bimire û li şûna wê yeke nuh ava bibe. Ez dizanim ez zêde peyivîm û min hûn aciz kirin.

 Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd. de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

Devliken Kelogirî – 16- Ma nizanim hewce ye ez bersiva vê pirsê jî bidim? Jixwe yek ji wan nivîskaran ez im û di wî warê de ez dibêjim ê herî bêkompleks tev digere ez im.

 Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Devliken Kelogirî – 17- Ez dikarim li ser navê xwe û berhemên xwe bersiva vê pirsê bidim. Çendî meriv xwe qure bike û bibêje bandora kesî li ser min çênebûye, ez xwedan terzeke cuda me jî, ev tez zirderewek e. Ji roja em dest bi xwendinê dikin heta em xwe nas dikin û dibin xwe û heta piştî wê qonaxê jî, çê xerab bandora nivîskar û hunermendan li ser meriv çêdibe. Erê, her kesek xwedan karakterek e û piştî demekê li ser wê karakterê kesayetek ava dibe. Nivîskarî, hunermendî jî werê ye. Karakterek heye lê bi demê re ew karakter dixwîne, dibîne, diceribîne û hewl dide ji wan tecrûbeyan karakterek xweser çêke û heger ew potansîyel hebe, çêdibe jî. Loma jî min kî û çi berhem xwendibin, çê xerab îlle bandor li min kirine. Lê ji hemûyan ên li ber dilê min delalî, ji bo qonaxa min a edebîyatê: Charles Bukowskî, John Fante, Dostoyevskî, Tolstoy, Jose Saramago, Vladimir Nabokov, Gorkî, Balzac, Stefan Zweig. Lê herî pir John Fante û Charles Bukovskî. Di qonaxa min a sînemayê de jî: Abbas Kiarustemî, Pedro Almodovar, Alejandro Gonzalez Inarritu, Akira Kurosava, Francis Ford Coppola, Theodoros Angelopulos, Ingmar Bergman. Ez neheqîyê li yên me jî nekim, bêguman bi xêra Hesenê Metê, Bavê Nazê, Mehmed Uzun, Bextîyar Elî, Mistefa Aydogan, Cemîl Denlî, Jan Dost, Arjen Arî û Helîm Yusiv jî min ji kurdî û edebîyata kurdî hez kir. Lê carinan li ber tayê Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran jî xwe dihejînim.

 Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?

Devliken Kelogirî – 18- Hewce ye meriv her ekolê biceribîne û jixwe kurd jî diceribînin. Hewce nake meriv ta bi derzîyê ve bike û yek bi yek bîne ziman, îro ro di edebîyata kurdî de çê xerab hemû ekol hatine ceribandin. Lê ez bi xwe realîst û postmodernîst im.

 Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?

Devliken Kelogirî – 19- Bêguman esasê edebîyat û hunerê, afirînerî ye. Heger afirînerî qels an jî kêm be, pirê caran xewn û xeyal û fantezî jî bi hewara meriv de nayên. Mixabin, pirê nivîskaran serpêhatî û bîranînên xwe û bav û kalên xwe dinivîsînin. Belê, ew jî hewce ne lê heger meriv karekî werê kir jî, hewce ye meriv bi vîzyoneke xurt bike. Ji bo edebîyat û hunerê afirînerî, vîzyon, şarezatî, xeyal û fantezî hewce ne; hemû bi hev ve girêdayî ne û heger ji van têgehan yek qels an tune be, berhem jî qels dimîne. Bi kin û kurmancî, ji bo meriv berhemên xwe bi xeyal û fantezîyan bixemilîne, xwendineke xurt divê, vîzyoneke xurt divê û ya herî girîng, afirînerî divê. Mixabin, di edebîyata kurdî de afirînerî, xeyal û fantezî têra xwe ne serketî ne.

 Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çi ne? Û herweha mijara berhemên te çi ne? Û tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 20- Bi min bersiva vê pirsê jî di nav bersiva pirsa berî vê pirsê de heye. Jixwe edebîyat û huner ji peyva nehewce hez nakin. Haa, mijara berhemên min jî, ez ne şaş bim li jor, li derekê min qal kiribû lê ji bo te bi kinî ez dîsa bibêjim. Ji bo berhemên min her tişt dikare bibe mijar û bûye jî. Serpêhatî hene, bîranîn hene, xeyal û fantezî hene, romantîzm û nîyhandin û erotîzm hene, peyvforîzma û aforîzmayên civakî/sosyolojîk/politîk hene, çarînên eşqê û şehwetê jî. Mijara berhemên din jî ne xema min e, ez li xwe û berhemên xwe germ û konsantre dibim.

 Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 21- Her kes bi kêfa xwe ye. Tiştek hebe û heta sibê ez bibêjim ew tişt tune ye, ma ew tişt tune dibe? Na. Û jixwe dema mijar dibe edebîyat û huner, ên bi qasî misqalekê dil û mejî û hestên xwe li ber wê baranê baş şil nekiribin/ne nermijandibin, radibin xwe qure dikin û li ser serê civakê xwe dikin otorîte; lê ew kesên xwe otorîte dibînin, di esasê xwe de ne tu barûte ne. Loma jî ha ew peyivîne ha keran tir kirine heman tişt e.

 Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Devliken Kelogirî – 22- Weleh Seyda, ne ez xwe nêzîkî kesî dibînim, ne jî kesî nêzîkî xwe… Ez deve me û bi serê xwe me. Ne tirsa min ji sîyasetê heye, ne tirsa min ji dîn heye û ne jî qeyde û adet û tabû û kompleksên civakê xema min in. Mejîyê min û dilê min dinin hev, ji wê nîyhandinê çi bizê, zimanê reben wê dibêje. Ez kesekî rep im! Zimanê min jî rep e, sekn û helwesta min jî…

 Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendine?

Devliken Kelogirî – 23- Çima derewan bikim, weleh hîn min nexwendîye, lê piştî vê gazinê ez ê bixwînim.

 Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Devliken Kelogirî – 24- Nuha li ber destê min du proje hene; yek edebî, yek sînemagerî… Min dest bi romanekê kirîye û heger ew Xwedayê ku ez nizanim xwe li ku veşartîye hêz û qawet û xîretê bide min, di demeke nêzîk de ew ê bigihê. Her weha heger ez çend qurişan bikarim bidim ser hev, li ber destê min senaryoya kurtefîlmekî heye, mijar serxwebûn e, dixwazim herim li welêt bigirim.

 Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

Devliken Kelogirî – 25- Ez ji “Gotina Dawî” hez dikim. Di bloga xwe de jî bi vî navî quncikek heye. Îja madem te got gotina te ya dawî, ez jî te neşikînim û gotina xwe ya dawî bikim: Bi hêvîya kurdî bibe kîrek û têkeve qûna kurdan!

26 Aralık 2022 Pazartesi

dîaspora

Şaredarê şaredarîya Parîsê di daxuyanîya xwe de gotîye: 
"Piştî wê bûyer û trajedîya kambax û biêş, apocîyan bi piştgirî û desteka hin çepgirên fransî yên oportunîst li sikak û kolan û qadên Parîsê agir bi erdê xist; kaos û çalakîyên vandalî zirareke mezin da bajar û bajarîyan. Û ez bawer nakim fransî bi çavekî sempatîk li van talan û çalakîyên vandalî binerin."
Bi kin û kurmancî, ciwamêr gotîye: 
"Hûn ne ehmeq in jî, hûn hîn diherin ji ehmeqan re taşerontîyê dikin."
Bi gotineke din xwestîye bibêje:
"Hûn di bin ehmeqan re ne."
Berê aqil ji kîsê xelkê bû, lê nuha aqil ji kîsê vala ye, mixabin.

Li Tirkîyeyê, pirê caran ez bûme şahid, hin çepgir û anarşîstên tirk jî piştevanîya HDPKKyê dikin. 
Û hay ji kurdan heye, ev çepgir û anarşîstên bi eslê xwe kemalîst û parêzvanên dewleta xwe ne, dostên kurdan in.
Na.
Ew bi xwe jî baş dizanin HDPKK li dijî Kurdistanê ye, loma piştevanîya wê dikin.
Xwedê giravî ew çepgir û anarşîst li dijî sînoran in lê dema meriv ji wan re dibêje, "ka kerem bikin, pêş ve werin, ewil bi hev re em sînorên heyî (Tirkîye) hilweşînin, dû re em alaya anarşîzmê hildin û li ba bikin" mîna ji par ve kîrek têkeve qûna wan, devê wan ji hev dihere; lewra ne durist in û tenê ji xwe re li ser pişta kurdên bêhiş bi haweyekî romantîk masturbasyona îdeolojîk pêk tînin.
Li Ewrûpayê jî werê ye. 
Pirê çepgirên ewrûpî bi çavê anarşîst û sosyalîst li HDPKKyîyan dinerin, lê ew çepgirên ewrûpî yan nizanin yan jî bi qastî xwe li kawiktîyê datînin ku trajedî û kuştina kurdan ne problemeke îdeolojîk e, ji bêdewletîyê ye. 
Û divê sosyalîst û anarşîstên kurd vê rastîyê jî piştguh nekin; 
her çepgirekî ewrûpî her weha dewleteke wî jî heye û ew dewleta wî wê wêrekî û xwebawerîyê pê re çêdike ku ew jî bi wê wêrekî û xwebawerîyê bi haweyekî romantîk fantezîyan diceribîne.
Bi kin û kurmancî,
Sosyalîst û anarşîstên kurd nanê bêxwe dixwin, tirên şor dikin, 
lê sosyalîst û anarşîstên ewrûpî nanê wan jî bixwê ye, tirên wan jî şor in.

Gotina Dawî
Dîasporayeke xurt a kurdistanî hewce ye ji kurdan re û hew.

25 Aralık 2022 Pazar

vandalîzm

Ev du roj in medyaya tirko bi coş û kêfxweşîyeke hew dibe li ser çalakî û protestoyên Parîsê dipeyive; 
dema qala wê vandalîzma tirkpocîyan dikin, ava heft şorbeyan bi ser devê wan dikeve; ji ser hişê xwe ve diherin; 
bi gotineke din bi haweyekî bicizbêketî orgazm dibin.
Çi tiştê ku fêdeya kurdan tê de tune be, tirkpocî diajon ser wî tiştî û hewl didin bi wî tiştî kurdan bikin netiştek.
Sezaî Temellîyê bi eslê xwe bêtemel e, ji bo kurdên ku van demên dawî li ber dilê Amerîka û Ewrûpayê şêrîn û sempatîk bûne, terorîze bike, li ser twîtterê provokatorîya xwe kifş û eşkere kir:
"Parîs bişewite!"
Çalakî/protesto, ne rê û rêbaza xwenezan û lumpenan e.
Çalakî/protesto, li welatên pêşketî, modern û medenî hewldaneke nerazîbûnê ya kesên xwezan û medenî ye.
Lê ku xwenezan û nemedenî vê rêbazê ji xwe re bikin mertal,
ango...
heger bi haweyekî demokrat, medenî û maqûlane tu rê li ber çalakî û protestoyên xwenezan û lumpenan vekî, ew xwenezan û lumpen ê xwe jî te jî bişewitînin.
Loma jî, 
hewce ye meriv bi zimanê wan bi wan re bipeyive.
Ma ker ji medenîyet û medenîbûnê fêhm dikin?
Na.
Ji bo tu keran bi rê ve bibî, hewce ye dar û çoyê te di destê te de be û her çoçoya te be.
Ewrûpîyan jî bi qûna vê medenîbûn, demokratbûn û humanîzmê girtine û ha ha çi dewarên ji nav naxirên xwe revîyane, li xwe vedihewînin.
Dîndarên terişî û beradayî...
Çepgirên tewtewe û qeşmer...
Nijadperestên bêmejî...
Diz û keleşên pûş û bêkesayet...
Êê!
Wextê li ser navê demokrasî û medenîbûnê hûn van neînsanan li xwe vehewînin, hûn ê nikaribin wan bikin însan, berevacî vê, bi saya demokrasîya we, ew ê we hînî neînsanîbûna xwe bikin.
Û kaos ê bizê!..

Gotina Dawî
Ez di şûna ewrûpîyan de bim, ez ê van neînsanan ji nav sînorên xwe biqewirînim û hawîrdorî xwe bi bircên bilind lê bikim û êdî nehêlim tenê yek ji van neînsanan jî derbasî nav sînorên min bibin.

24 Aralık 2022 Cumartesi

karakter

Karakter
Xwendin, baş e, heta pir baş e,
lê...
têr nake, mixabin.
Çawa ku tenê qerewat nikare hovtî û fahştîya meriv veşêre û meriv nake bajarî, 
her weha tenê bi xwendina çend kitêban jî meriv nabe rewşenbîr û şareza û zana.
Îja çi divê?
Karaktereke xurt, lê divê em vê jî ji bîr nekin, 
karaktereke xurt jî dana Xwedê ye.
Haa! 
Şaş fêhm nekin!..
Li ser meseleyê min got û jixwe di kurmancîya reş de jî Xwedê tenê ne Xwedê ye; 
carinan ji bo zelalkirin, şîrovekirin û ravekirina hin mijar û meseleyan qalib e jî.
Xweda ji Xwedê razî be ku pirê caran pîbarê me radibe.
Pîbar anku destek, piştgirî, piştevanî...
Min digot çi?
Karakter!
Karakter pir û pir girîng e, gelî dost û most û postan. 
Heger karakter tune be yan jî qels be, di her war û qonaxa jîyanê de meriv nîvçe ye, nêvî ye, nîv e û nîvbûn jî bi xwe re gelek problemên din tîne.
Xwebawerî kêm e.
Sekn û helwest sist û qels e.
Meriv di nav dost û dozan de dike kulmek toz ew bêkarakterî yan jî karaktera nîv û nîvçe û nêvî.
Wek min got,
karaktereke xurt, dana Xwedê ye û heger meriv xwedan karaktereke xurt be, teqîna bombe û roketan bi qasî tesîra patpatkan tesîrê li meriv dike.
Û ya herî girîng,
cesaretê/wêrekîyê li meriv bar dike.

Fransa û Kurd
Nebin benîştê devê dînan. Hişê xwe bidin serê xwe û bi mentiq tev bigerin.
Jixwe ji çaralî ve em dorpêçkirî ne; hewceyî pênc û şeşan nake.
Fransa û fransî ne pûşt û post in, ji dostên xwe re dost in.
Bi fen û fûtên tirko nexapin û bi dewla lawê pîrê nerin "bîr"ê.
Hay ji pûştên bi eyarê mîyê di nav me de digerin, hebin.
Heft çîrokên tirko hene, her heft jî li ser teresîya tirko ye.
Û hevalên teresan jî wek teresan teres in.

Fehîm Işik
Bi qasî dûvê beranekî simbêl li ber bêvila wî ye. Nietzsche çav li simbêlên wî bikeve, ji fedîya dinyayê mabe, ew ê here bi wan simbêlên xwe de bimîze, jê bike û hew simbêlan berdide, radibe wê vandalîzmê diparêze, haho!
De were kirasê xwe neçirîne û serê xwe li bin guhê dîwaran nexe!
Ev jî xwedê giravî rewşenbîr û mewşenbîr û rojnamevan û mojnamevanê wan ê herî jîr û zîrek û nizanim çi ye!..
Îja ka aqil!

Gotina Dawî
Bi wê şikefta Erban a ku Şêx Hadî tê de li ser pîrekan dixwend, ez di şûna Emmanuel Macron de bûma, min ê hemû apocî mîna meriv kefen dike, ew bi wan ala malayên wan bipêçana û ew ji Fransayê celî bikirana.
Îja xelk ji ber xwe fedî dike, mixabin.
 

22 Aralık 2022 Perşembe

şeva yeldayê

Hêdîka derî da alî. Hundir tarî bû, çav çav nedidît; perde kişandibû ber pencereyan.
Ber bi pencereyê ve meşîya, çû ji ber pencereyê perde piçekî da alî. Ronîya lambeyên derve da hundir. Tîrêjên ronîyê li ser bedena nîvtazî mîna leylanê reqisîn.
Li ser kêlekê pal dabû û nenixumandî bû. Jora wê bi tshortekî spî yê bêpî nixumandî bû; jêra wê tazî, 
yan derpîkê xwe yê kin ji fiqurî ji xwe kiribû yan jî jixwe bê derpîk ketibû nav nivînan, bi xwe re nedîtibû yekî nuh li xwe bike.
Porê wê yê xelekxelekî ku meriv digot qey zêr jê diherike, li paş serê wê li ser bahlîfa ber serê wê kon vedabû. 
Qûna wê ya gilover bi tîrêjên ronayîyê bêtir meraq ji çavan re çêdikir. 
Lêvên quzê wê di nav nigên wê de ji par ve mîna tabloyeke Pablo Picasso xuya dikir.
Piştî çavên wî têr bedena wî har kir, xwe tazî kir û hêdîka mîna marê kuşnik xwe bera tengala wê da û pê re pê re xwe bi wê ve zeliqand. 
Kîr mîna rêber û rênasekî rêya xwe nas kiribe, bêyî ku tehbeke giran bibîne, hêdî hêdî vezelîya û da ser şopa quz; jixwe quz jî dilîrand...
Ku serê kîr gîhaşt dora her du lêvên quz, Yelda ji nişka ve veciniqî. Wê vecinîqê mû li canê wî kirin mîna keleman; harbûna wî hartir kir.
Serê xwe ber bi serê wê ve bir, lêvên xwe gîhandin nermika guhê wê û bi şehwet ew nermik di nav lêvên xwe de mêt, mêt û guvaşt. Yeldayê hewl da xwe bi hêla wî ve bizîvirîne lê nehişt. Lêvên xwe ji nermika guh qetandin û bi dengekî nerm got, "Yelda, îşev şeva Yeldayê ye." hilmegulma wî ya arezû û şehwet jê difûrîya li ser rûyê Yeldayê belav bû.
Yeldayê ji kûrayîya kezebê keserek kişand û mîna dema marek nêçîra xwe dixwe û ji bo daqurtandinê carê xwe lê diqulipîne, ji nişka ve xwe qulipand alîyê din. Di wê tarîyê de çav li çavan ketin, hilmegulma wan tev li hev bû. Pêsîrên Yeldayê di qefesa sînga wî de ji xwe re li hêlînekê digerîyan da tê de bisitirin. Got, "Ez Yelda û şev Yelda, mîna vê şeva dûr û dirêj, hêdî hêdî mîna hovekî dirinde li ser sîng û berên min biçêre heta sibe ro dihere ava."
Ew di bin xwe de bi cî kir, tshortê wê jê şeqitand û ji lêvan dest pê kir...
Arezû û şehweta ji bedenan diza, dibû kulmek xwê û ji binê pêsîran ber bi navik û berzik û binberzikê ve diherikî. Kîr lê rep bûbû lê nedihişt xwe li wê qula tarî bigire; çendî rişma wî dişidand jî, quzê bi arezû û şehwetê şilek bûbû, mîna qula tarî ya gerdûnê ku her tişt ber bi xwe ve dikişand û dadibelihand, kîrê reben jî li xwe digirt.
Piştî lêv ji hev têr bûn, hêdîka berjêr daket;
çeng...
stû...
sîng...
memik û sermemik...
Zû bi zû destê wî ji memikan nebû. Ew memikên mîna sêvên Meletê û serên wan... Te yê sûnd bixwara hebên tirîyê mezrone ne û li ber tava Kurdistanê qemirîne, lê qemirîneke ne beloq; qemirîneke çokolatayî...
Bêhn kir, peland, miz da, firkand, çût, alast, mêt, serê xwe danî ser û bi heman haweyî dubare, sêbare, çarbare... çû û hat û lê vegerîya.
Zimanê xwe li dora navikê bir û anî, carinan jî hewl da serê zimên bigihîne binê navikê. Bi her derbeya zimên re ricifînekê bedena Yeldayê dîl digirt. Êdî zor debar dikir. Bi her du destan serê wî ber bi quzê xwe ve dahf da. Dema serê wî di nav şeqan de bi cî bû, ji harbûna quz te yê sûnd bixwara ji ber baranê revîyaye, rûyê wî şil û pil bû. 
Mîna gurekî zivistan bi birçînan derbas kiribe û pezek ketibe nav lepan, bi wê xezebê bêhn li xwe jî li Yeldayê jî diçikand. 
Axîn û qîrîn û nalenal ji şeva Yeldayê re bû senfonî û her du beden bi şewata wê arezû û şehwetê hêdî hêdî bi ser hev de hilîyan.

20 Aralık 2022 Salı

sînorên gotinê

Salih Agir Qoserî
Tê bîra min di destpêka nivîskarîya min de ev ciwamêr di malpera Kurdistan-Postê de edîtorê beşa kurdî bû. 
Carinan min ji van malperan re jî dinivîsand. 
Rojekê li ser nivîseke min nîqaş qewimî. Ez ne şaş bim min biwêjek bi kar anîbû, wî jî ji ber wê biwêjê xwe aciz kiribû. 
Di biwêjê de "Şorbeya qereçîyan" derbas dibû û xwedê giravî ciwamêrê me jî bi hestên ultra-humînal ev gotin wek heqaret qebûl dikir, loma jî nehişt ew nivîs biweşe/çap bibe. 
Dû re li ser vê nivîsê nîqaş û pevçûnek derket. 
Nizanim mijar çi ku, min jî ji dêvla bandorê, bandrol bi kar anî. 
Ciwamêr xwe li erdê xist û bi haweyekî qure got, "Here xwe hînî kurdî bike, dû re were bi min re nîqaşê bike."
Piştî wê nîqaş û pevçûnê min hew nivîs ji wan re şand.
Axir...
De îja zeman û ziman şahid in "ku" roj bi roj vî ciwamêrî li xwe kêm kirîye, min jî li xwe zêde kirîye.
Fermo, ka bala xwe bidin vê hevoka wî ya ku agir bi mejîyê meriv dixe û mejî diteriqîne!..

"Hate qebûlkirin (ku) xenzîrên (ku) eşkere bû (ku) ew ji heywanên din jîrtir in, wê di der barê hemû pirsên birêvebirîya çewlikê de biryaran bidin, bi şertê (ku) biryara wan bi piranîya dengan were pejirandin."

Nuha di metrobusê de rûniştime.
Meriv li hinek çêlekan şaş dimîne. 
Mîna dermaleyekê ye, lê deh deqeyan bêhnê nastîne, dev nasekine, dixwe û dixwe û dixwe!
Nuha li hemberî min rûniştîye, her felqeyeke qûna wê li ser qoltixekê ye û em rebenê Xwedê jî, wek sê pepûkan, çongên me bi hev zeliqî, em xwe dicivînin ser hev.
Û ne eyb û ne fedî hîn jî simîta xwe dixwe, xanimê.
De were ji yên werê re nebêje, "Hohê çêlê!"

Gotina Dawî
Xuya ye ew ê tu carî dawî li gotinê neyê û ez ê bi gotinên xwe sînorên gotinê her firehtir bikim.
De hûn jî, kirasê xwe diçirînin, yekî din difesilînin û didirûn, hûn bi kêfa xwe ne.

19 Aralık 2022 Pazartesi

şopa zimên

Edebîyat, bi ziman dibe û meriv bi kîjan zimanî binivîsîne, meriv dibe perçeyek ji edebîyata wî zimanî.
Bêguman, 
ji bo me kurdan şert û merc dijwar bûn; ji bo em ji edebîyata xwe re xizmetê bikin, ewil hewce bû em zimanê xwe biparêzin, xizmetê ji zimanê xwe re bikin, 
lewra ziman, di nav çar gurên har û devbixwîn de mîna berxikeke ku maka xwe wenda kiribe û di nava tirs û xof û metirsîyê de gêj bûbe, lê hatibû.
Bi salan e, bi saya serê gorbihuşt û hêjayên heyî ev ziman li ser nigan ma 
û çendî derb xwaribe jî, 
nemir, roj bi roj geştir bû, xurttir bû û êdî xizmetê ji edebîyata xwe re dike.
Ji bo zimanek nemire, li ser nigan bimîne, ji wî zimanî re stargehek hewce ye 
û ew stargeh jî dewlet bi xwe ye. 
Lê heger neteweya vî zimanî nebûbe xwedan dewlet jî, 
bi kêmanî ji bo ev ziman xwe li ser nigan bihêle, hewcedarîya vi zimanî bi derdoreke însanî, ehleqî heye. 
Mixabin, 
kurdî di nav çar dewletên neînsan û bêehleq de bi salan e xwîna xwe vedixwe.
Îja ez kin lê xim û qut bibirim...
Bi salan e dijmin wezîfeya xwe bi cî anî û hema hema bi ser ket; 
heta ku ji destê wan hat kurd ji kurdî dûr xistin, dawîya mayî jî, vîrusek li nav me belav kirin 
û êdî bi wê vîrusê em hevdu nexweş dixin û ji ziman dûr dikevin.
Lê...
her tişt wek wan nebû û hesabê serhişkî û girê kurdan nekiribûn.
Axir!..
kurdî nemir, 
jîn bû, 
lê ji bo jîn bimîne ango jîntir bibe, hewce ye meriv xwe jî jîn bihêle. 
Bi qasî kurdên ji ser axa Kurdistanê dûr ketine bi kurdî dinivîsînin, kurdên li ser axa Kurdistanê dijîn, nanivîsînin. 
Û bivê nevê ev jî tesîreke neyînî li zimên dike. 
Heger meriv ne li ser wê axê be, ne di nav jîyîn û kultura wê axê de be, 
bêyî ku meriv bi xwe bihise hêdî hêdî meriv ji ruhê zimanê wê axê jî dûr dikeve.
Çi ye ew ruh?
Deng e...
Derblêdan e...
Qalib e...
Hevoksazî ye...
Daçek û daçeknasî/daçekzanî ye...
Tewang e...
Zayenda peyvan e...
Biwêj e...
Tevn e...
Mentiqa zimên e...
Fikirîna bi kurdî ye...
Hesenê Metê li Ewrûpayê dijî.
Jan Dost li Ewrûpayê dijî.
Firat Cewerî li Ewrûpayê dijî.
Helîm Yusiv li Ewrûpayê dijî.
Û gelekên din...
Ka bala xwe bidin qonaxên nivîskarîya van nivîskaran. 
Ji kerema xwe re herin berhemên wan ên bîst sal berê û berhemên wan ên nuha bixwînin û werin wan berheman bidin ber hev bê di van bîstsalan de ziman çi qasî ji xwe dûr ketîye.
Bi min, 
ji dêvla sal bi sal xurttir bibin, her ku çûye li xwe kêm kirine; 
him di warê zimên de, him jî di warê tevn û hevoksazî û vegotin û hûnandina çîrokê de...
Loma jî...
ez dibêjim, hewce ye şopa meriv ji ser axa meriv qut nebe; çi pir çi hindik, meriv li ser şopa xwe digihêje xwe.
Lê...
heger bê û şop wenda bibe, meriv jî hêdî hêdî bi wê şopê re wenda dibe.

Gotina Dawî
Ez tu carî gazinan ji kesên ji rêzê nakim; her tim ez gazin û rexneyan li zana, xwende, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û sîyasetvanan digirim, lewra çê jî xerab jî bi destê wan dibe û belav dibe.
Û kurdên li Ewrûpayê dijîn, dev ji kompleksên xwe berdin. Dema li ser mijarekê nîqaşek qewimî, nekevin pey parastina kurdbûna xwe. Kesî ji we re negotîye hûn ne kurd in an kurdbûna we kêm e. 
Û heqê kesî jî tune ye jixwe. Ev daxwaz e, dilxwazî ye, tercîh e.
Kî bixwaze bibe çi, dibe ew û hûn sax!
Bi kin û kurmancî,
kesî negotîye "pozka sola te xwar" heger tu wê xwarbûnê bi haweyekî beloq nexî çavê me.

Gotina Herî Dawî
Hewce nake em xwe li ser serê hev qure bikin. Em hemû çêlkewên hêlînekê ne. Û em dizanin bê çend ta mû bi qûna me û kê ve heye!..

14 Aralık 2022 Çarşamba

reîs û ehmeqî

Ehmeq!
Ehmeq!
Ehmeq!
Kî ehmeq e?
Ka ehmeq?
Çawa yanî?
Ehmeqekî ji ehmeqekî re gotîye ehmeq, lê bi hezaran ehmeq ji bo ehmeqîyê xwe kirine ehmeq!
Rehmetîyê bavê min digot, "Eşîr çilvirîye!"
Wî zemanî me baş nedizanî bê çima dibêje, "çilvirî!"
Dû re em pê hisîyan ku
bi kesî re ne bext maye, ne ûjdan maye, ne jî ehlaq!..
Îroj li Tirkîyeyê jî em dikarin bibêjin, "Dewlet çilvirîye!"
Lewra...
Tevna civakê xera bûye û di navbera pez û civakê de tu cudayî nemaye.
Û de îja...
Em kurd jî ji vê civaka teres hêvî dikin ku bi rêya dmokrasîyê, li ser esasê biratîyê em li hev bikin.
Demokrasî!
Tew!
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!
Hewce ye berî roj hilê em rabin ser xwe, berê xwe bidin rojhilat, destên xwe vegirin û nifiran bikin:
"Hêvî dikim kevir ê li ser kevir nemîne!"
Bi kin û kurmancî, 
heta ji binî de xera nebe, ava nabe!..
Û roj bi roj Reîs kaos û alozîyê li Tirkîyeyê bar dike.
Kaos û alozî!
Kurdino!
Xwe ji vê kaos û alozîyê dûr bixin; ev ne şerê we ye.
Bila xwe bi xwe di dê û jinên hev nin!
Bijî kaos!
Bijî alozî!
Destê Şeytên li pişta te be, ya Reîs!

Di bernameyekê de dêyek bi keça xwe re bi kurdî peyivî lê kanalê deng birî û nehişt kurdî bê bihîstin.
Dû re çi bû?
Pirê kesan şok derbas kir!
Hela hela!
Şok çima?
Ma hûn di guhê gê de dijîn?
Tirkî li ser kurdî, tirk li ser kurdan û Tirkîye jî li ser Kurdistanê ava bûne.
Lê...
Ji ber ku îdeolojîyan mejîyê we pûç û genî kirîye, hûn şokê derbas dikin.

Gotina Dawî
De hewce nake em xwe bixapînin lo! 
Em bi xwe guhê xwe ji zimanê xwe re digirin, îja gazina em ji xelkê dikin çi ye?
Heger hûn bi xwe re ne durist û rast bin, xelk ê jî bi we re ne durist û rast bin!