30 Haziran 2022 Perşembe

cebeş û zebeş û şebeş û erotîzma kurdan

Rebenê Cebeş!
Erê weleh, rebenê cebeş çi hat serê wî û çi nehat serê wî...
Rebeno!
Li Mêrdînê şebeş e.
Xwe gindir dike, digihêje Dîyarbekirê, dibe zebeş.
Ji Dîyarbekirê ber bi Cizîrê ve dihere, li wir jî dibe şebeş.
Ê de...
Şabaş ji cebeş re jî, şabaş ji zebeş re jî û şabaş ji şebeş re jî.

Di odeyeke twîtterê de Azad Penaber û mêvanên xwe li ser erotîzma kurdan dipeyivin, lê bi piranî bi tirkî ye civat...
Nebû!
Di erotîzmê de lehengê sereke anku serleheng ziman bi xwe ye û di felsefeya erotîzmê de heta ziman bedenê bi hêç nexe, har neke û li ser wê bedenê tov û bizirên şehwet û arezûyê neçîne, li jêr govend nagere û quz li ser kîr nalîrîne, mixabin.
Îja heyran!..
Serleheng çawa dest bi govendê bike, govend ê bi meqamê serleheng digere.
Yanî...
Herin berê hest û hîsên xwe bi kurdî pîrozwer bikin, dû re werin em bi kurdî bedenan bispêrin bedenan.
Mijar xweş û populer e û gelek kes li pey megalomanîyê ne, 
lê hewce ye bi kar û emil û sinhetê xwe meriv wê megalomanîyê heq bike.
Bi kin û kurmancî,
de herin qûna xwe li avê xin, lo!

Gotina Dawî
Ka îşev bi cebeş, biborin bi zebeş, na na, bi şebeş îdare bikin, sibê ez ê bala we bikişînim ser firingî û xox û bacanê reş jî...

29 Haziran 2022 Çarşamba

sîyaset û şeytanîyên şeytanî

Hin jin...
Dibêjin, "Ma ji bo repkirina kîrê mêran em 'cînsel obje' ne!" 
lê ji bo kîr li mêran rep bibe jî, çi ji destê wan tê, texsîr nakin.
Hûn bi şeytanîyên xwe rabin şeytanê hundirê mêran ji xew rakin û dû re ne eyb û ne fedî hûn dest bi gilî û gazinan bikin;
yanî heger hûn ne şeytanî bûna, mêr jî li kerê şeytên siwar nedibûn.
Bêguman dinya hurîyet e lê heger civaka hûn di nav de dijîn hay ji hurîyetê hebe...
Di nav zîhnîyeteke birçî de hurîyet tenê fantezîyeke xapînok e.

Kîrquzdêyekî li ser twîterê nûçeyek belav kiriye:
Xwedê giravî nasekî wî ji ber bi kurdî nizane, li Dîyarbekirê hatiye kêrkirin.
La hewle wela!
Hey te quzê wê xwaro!
Di ferhenga me mêrdînîyan de "wê" di şûna "dê" de tê gotin û xwendin...
Bi gotineke din:
Hey te quzê ca xwe yan jî hey te quzê dêya xwe xwaro!
Heger gotina te rast be, divê dîyarbekirî xwe bi xwe hevdu qir bikin; 
lewra ji sedî heyştê dîyarbekirî bi kurdî nizanin.

Xêr û guneh di stuyê Hemdila Arda de be. Dibêje li Qezaya Mêrdînê anku bi gotina apocîyan, li Qoserê, kaxetên durumên kibaban ji kîsên çimentê çêdikin, 
loma jî pişta her durumçîyî li înşeetekê ye.
De maşalê ji dêvla xwê û îsotê çimento bi ser durumê wernakin!..
Heger we li Qezê durum xwar, hay ji xwe bikin!

Gotina Dawî
Sîyaset di nav destê sîyasetnezanan de mîna şeytanpêkenînê ye.

28 Haziran 2022 Salı

kê kir kê

Li bakurê welatê min xêr di komunîzm û sosyalîzmê de nemaye; îdeolojîyeke nuh û terîqeteke nuh derketin.
Solalêstîzm!
Û Terîqeta Solperestan!

Li paytexta dagirkeran jî sîyaset êdî bi rêya doxînê dimeşe; kî li kê xweş rep bike, yekî din jî radibe li wî rep dike û ev repkirin bi haweyekî sîstematîk vedizele.
De qey Reb ê jî rep bike li van repbenan!..

Ruhstîn li Cuneyt Arkin jî rep kir û berê wî da hêla dinê!..
Ka îja li hêla dinê bibe mêvanê horîyan an mêvanê nûrîyan, ew û siûda xwe.
Lê wer xuya ye ji ber bi her nigî lê dixist, li hêla din jî ew ê li ser wî her pozîsyonê biceribînin.

Gotina Dawî
Dinya dinyaya kê kir kê ye...

27 Haziran 2022 Pazartesi

kasetê welatê me buha ne werin sêva

Tirk tam bûne "hamamoxlani"
Destê kê di bêrîka kê de ye, kîrê kê di qûna kê de ye, ne belî ye.
Îro çend roj in serê kasetan dest pê kiriye.
Ji nuha şûn de em ê nigên xwe biavêjin ser hev, araqa xwe bi kêfxweşî vexwin û ji xwe re li qeşmerî û kepazetîya wan guhdarî û temaşe bikin.
Jixwe medenîbûn û modernbûn ne karê van teresan e. 
Ji ber ku xwedan zîhnîyeteke qirêj in, bêehlaqîyê di rengê modernbûnê de dijîn; tiştê ji modernbûnê fêhm dikin, ew e.
Ka bê sibê tav ê bide qûna kê û kasetên kê yê derkevin pêyasê...
Ez bi çar çavan li bende kaseta Bahçelî me, lê ya Reîs ê jî ne xerab be, haa!
Gelo kasetên HDPyîyan jî li ber destê Sedat Peker hene?

Gotina Dawî
Keçikê gundê me buha ne werin sêva
Werin sêva werin sêva werin sêva
Kasetê me pir hêja ne werin sêva
Werin sêva werin sêva werin sêva


26 Haziran 2022 Pazar

mekap

Şam şekir e lê welat jê şêrîntir e...
Welat hinguv e lê Urfa jî ne xerab e...
Urfa xweş e lê Amara bihuşta rengîn e...
Şam!
Welat!
Urfa!
Amara!
Û ax!
Na na, xwelî...
Piştî axa Amarayê, lê ax pîroz e û ji axê gelek ber dizên,
loma jî, ne ax...
Xwelî!
Erê, piştî Apo bû welî û ax jî bû xwelî, mirîdan bi kulman xwelî li serê xwe kirin li ser navê welî.
Lê...
Îja dor hat mekabê!
Te got mekap?
Ji bo muhamedîyan kevirê Kabeyê, ji bo Apoyîyan jî sola mekabê!

Gotina Dawî
Sedeqallahulez!


25 Haziran 2022 Cumartesi

selo yan erdo

Selahedîn an Erdogan?
Bi min, Selahedîn, ne Erdogan.
Lê...
Çima Selahedîn lê ne Erdogan?
Nermî meriv ditevizîne, pûç, tiral û tembel dike.
Û tiralî û tembelî jî bi xwe re belengazî û xwelîserîyê tîne...
Jixwe bi salan tirkên "çepgir" û "lîberal" hewl dan bi rê û rêbaza îroj Selahedîn dimeşîne, kurdan di nav pirik û çirava tirkîtî û tîrkîyetîyê de bigevizînin; 
bêguman bi ser jî ketin.
Îro ro bi milyonan kurd bi vê rê û rêbazê bûne kurdkokenlîyên zarokên wan nizanin çi ne!..
Heger Kurdistan hebûya û li ser axa Kurdistanê kurdîtî di bin parastinê de bûya, min ê bigota rê û rêbaza Selahedîn dimeşîne rêyeke maqûl e, lê kurd û kurdîtî di bin xetere û tehlûkê de be û meriv rabe wek kurdekî kurdan ji kurdîtîyê dûr bisekinîne, dûr bixîne, ne karê aqil e û hêja ye meriv biguman tev bigere.
Selahedîn, ji rêvebirên dewleta dagirker bitesîrtir e, lê tesîreke neyînî...
Jixwe kar û xebat û armanca rêvebirên dewletê kifş e û meriv jî bi wan dizanin ji bo çi û dixwazin çi bikin!
Lê...
Selahedîn û yên mîna Selahedîn bi dîzî û bi haweyekî fisgenîtî bi meriv ve didin. Ew pêvedana wan mîna kokaînê ye; ewil bi meriv xweş tê, dû re hêdî hêdî meriv sist dibe, ditevize û ji her haweyî ve ji ser hişê xwe ve dihere; êdî meriv ne xwe ye û meriv bixwaze jî hew dikare bibe wek xwe yê berê.
Loma jî...
Hay ji Selahedînan hebin!
Û heger li bakurê welêt li dijî vê sîstema dagirker partîyek/rêxistinek kurd û kurdî hebûya, di rewşa Tirkîye ya îroj de bi rehetî ew ê xweserî yan jî federasyon bi dest xista.
Îja heyran...
Derd û xema HDPKKê ne xweserî ye, ne jî federasyon e; hewl didin bi haweyekî xwelîser kurdan di nav vê sîstemê de bimehînin. Û jixwe têra xwe jî mehandin.
Îja em werin ser meseleya "Çima Erdogan?"
Qîmerê Erdogan bizanin, lewra...
Di nava bîst salan de bobelat û felaketên Erdogan anîn serê tirkan û Tirkîyeyê, ev sed sal in partî û rêxistinên kurdan neanîne serê tirkan û Tirkîyeyê.
Lê...
Wek min li jor jî ta bi derzîyê ve kir, li bakurê welêt xwedê giravî ew hêza ku dibêje ez ji bo kurdan tê dikoşim, şer dikim HDPKK ye û heyf û mixabin HDPKK jî ji kurdan re ne serxwebûnê dixwaze, ne federasyonê dixwaze, ne jî xweserîyê; bi haweyekî xwelîser dixwaze xwelîyê li serê kurdan bike.
Û jixwe bi wê zîhnîyeta xwe êdî ji axê xwelî difûre!..

Gotina Dawî
Ji her tiştê Erdogan re ez li çepikan dixim;
nîyha eskerîyê, ew pozê wan ê bilind jê kir, kir qûna wan;
misilmantî li ber çavê însên kir marê reş, misilman ji misilmantîyê sar kirin;
bi ser kemalîzma ku li ser xwîna kurdan û neteweyên din ava bûbû de mîst, kemalîst kirin reîz û teres;
lê...
tenê ji ber buhabûna bîra û şerab û araqê ez jê aciz im; heger bîra û şerab û araqê jî erzan bike, ez ê tu carî wî ji bîr nekim û her wek qehremanekî qala wî bikim û wî bi bîr bînim.

24 Haziran 2022 Cuma

kurd batkan

Îroj ji sibehê heta êvarî, li ser medyaya sosyal ew vîdeoya wî sêlekê tirk hebû.
"Kurd batkan!"
Hetiketî!
Xwelîserî!
Belengazî!
Hîn jî em li bende ne tirkek rabe were destê xwe li ser serê me bigerîne û ji me re bibêje, "Eferim!"
Hîn jî gotina tirkekî ji sed û yek gotinên me biqîmettir e.
Hîn jî li hemberî tirkan em stuyê xwe xwar dikin û bejna xwe ditewînin.
Û hîn jî me toqa nahletê ji stuyê xwe dernexistîye; hîn jî...
Ma qey heta tirkek ji we re nebêje hûn însan in, hûn ê xwe însan nehesibînin?
Kurd batkan!
Kurd batkan!
De bira jî kurd batkan kurd batkan bûya...
Û sosret û qebheta herî mezin jî;
ew gebgebeyên sermezin û mejîbiçûk ên xwe wek xwende û zana û sîyasetvan û sîyasetzanên kurd dibînin, hew mabû bi gotina vî zarokî bask bi wan ve şîn bibe û bifirin.
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!
Êdî aqilê xwe ji kîsê xelkê derxin!

Gotina Dawî
"Kurd batkan" bi qasî Erdogan, Kiliçdaroglû, Bahçelî û Akşenerê kurd e, bi qasî Erdogan, Kiliçdaroglû, Bahçelî û Akşenerê tirk e.

23 Haziran 2022 Perşembe

çerx diçerixe

Mêrdînî!
Mêrdînî!
Mêrdînî!
Hey xwelîya mêrdînîyan li serê we be!
Amedînino!
Serhedînino!
Ji dêvla hûn mêrdînîyan li ser serê xwe bigerînin, hûn radibin zimandirêjîya mêrdînîyan dikin.
Ne bi qasî mêrdînîyan, nêvîyê mêrdînîyan ji zimanê xwe hez bikin, xizmetê ji ziman û edebîyat û huner û kultura kurdîn re bikin, em ê we li kolana xwe bikin û bigerînin.
Dev ji vê hesûdîya xwe berdin û hûn jî mil bi mil bi mêrdînîyan re mêrdînkî lê xin.
Û mêrdînkî kurdîkî ye!..

Bêhna hilbijartinê tê!..
Û Reîs dîsa hewl dide li ser pişta serokê sererd û binerd serî li hinekan bike tara bêjingê.
Jixwe mirîdên Reîs û Apo jî pirî dişibin hevdu; li du slogan dinere.
Û Selo başqan jî li Edîrneyê bang dike:
-Ez dikarim ji Apo bêtir bi kêrî we bêm û xizmetê ji we re bikim."

Gotina Dawî
Ne Apo ne Selo, de bila aqilê te ne ji kîsê xelkê be, lo!

22 Haziran 2022 Çarşamba

berjewendî û hesûdî

Bi lez û bez hewce ye ez xwe bigihînim welêt û pê li wê axê bikim.
Dema ez ez xwe giran dikim û pirî ji welêt dûr dikevim, sîstema min tevlihev dibe, ew pira di navbera dil û mejî de hildiweşe; ne têr dixwînim, ne têr dinivîsînim, ne jî têr diafirînim.
Bi min, di navbera ziman û axê de pêwendîyeke kûr heye. Dema ziman ji axê dûr dikeve, ax zimên ceza dike û ziman dihilkume; di nav bera wî û mejî de her tişt bi rengê leylanê şolî xuya dike.
Loma jî, hewce ye ez rojek berî rojekê herim pê li wê axê bikim û kodên hiş çalak û aktîf dikin li zimên bar bikim.

Heger Tirkîye xwe ji vê rewşa ketîye jî xelas bike, êdî bila her kes dev ji xeyal û fantezîyan berde û ji xwe re bera pey hin xeyalên nuh bide.
Lewra ne Xweda terka Tirkîyeyê dike, ne jî Şeytan...

Hin xwelîserên teres radibin gazinan dikin, rûdinin gazinan dikin.
Îja çima li başûrê welêt li her derê înşeat hene?
Derdê van xwelîseran çi ye, hûn dizanin?
Ne ku dilê wan li ser kurdan û Kurdistanê dişewite. 
Na.
Ya ew dikin, 
hesûdî ye, çavnebarî ye. 
Û li gorî zîhnîyeta van xwelîserên teres; konfor ji xelkê re adet e, ji kurdan re qebhet e; 
lewra serdestên wan ew weha hîn û terbîye kirine...

Gotina Dawî
Anuha hûn kesên başûr bi lêkirina sîte û avayîyan rexne dikin, başûrî mifteya daîreyekê ji we re bişîne, hûn çi bertek û reaksîyonê nîşan bidin?
Çi? 
Dengê we nehat min!..


21 Haziran 2022 Salı

de were safî bike

Van rojan dîsa Selo başqan di rojevê de ye; qala dewlethezîya wî ya berê dikin.
Ji min derew, xwedê giravî dibêjin, berî hilbijartinên serokatîyê Selo başqan weha gotîye:
"Ji bo em ji sîstema serokatîyê re bibêjin erê, heger bi haweyekî eşkere û vekirî di makezagonê de xweserîyê û perwerdeyîya bi zimanê kurdî binivîsînin jî em ê nebêjin erê."
Ê de em jî ji te re nabêjin erê û xwelîya xweserîyê li serê te dikin.

Wek ku li Tirkîyeyê sansur tune ye û her kes hur û azad e, dikin ji bo medyaya sosyal qanûnekê/zagonekê li qanûnên din/zagonên din zêde bikin.
"Li ser medyaya sosyal yên bi derewan nûçeyan bigerînin, belav bikin, ew ê bên cezakirin."
Rast e derew e nizanim lê xêr û guneh ne di stuyê min de, Salihê Çapemenîst got piştî vê nûçeyê rojnamevanên "a haber" û rojnamevanên "Med Nuçe"yê bi hev re govend gerandine û heta destê sibehê bi araq û reqs û kêfê pîroz kirine.