31 Mayıs 2022 Salı

pêgirtin

Alî Fikrî Işik dibêje, 
"Divê em çi fêhm bikin ji lidijderketina Aynur Doganê? An jî lidijderketina Aynur Doganê tê çi wateyê?"
De ka du deqeyan guhê xwe bide min û li min guhdarî bike, rêzdar Alî Fikrî Işik.
Şîfreyên lidijderketina Aynurê çi ne?
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, peyameke eşkere radigihînin: dibêjin hûn kurd in, em jî tirk in; tu carî em ê we ji xwe nehesibînin û wek xwe nebînin.
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, dibêjin, hûn kole û xulam in, em jî efendî û xwedan in; ji bo konfora me hûn ê tenê bixebitin.
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, dibêjin, Tirkîye ya tirkan e û xwe bi xwe hûn xwe asîmile bikin û heta qirika we biqete û biqîrin bibêjin em tirk in jî, li ber çavê me hûn ê her kurd bin.
Lê...
Xwezî bi qasî tirk a dilê xwe dibêjin û dijminatîya we dikin, xîret bi we re jî çêbiba û we jî xwe nas bikira.
Îja ka aqil!

Wer xuya ye tirk jî êdî dibînin sêhra serokê sererd û binerd belav dibe û roj bi roj tav dide qûnê, kurd pê dihisin bê çi baloneke xapînok e, radibin hewl didin wî ji nû ve li ber dilê kurdan şêrîn bikin.
Lewra...
baş dizanin bi saya serê Evdila bi genetîka kurdan lîstin, kurd ji kurdbûnê dûr xistin.
Lê...
dibînin roj bi roj kurd ji wê xewa bindestîyê, ji wê xewa hêsîrîyê şîyar dibin û ji ser şopa Evdila vedigerin.
loma jî...
bi vê şîyarîyê hesabê wan ê malê û hesabê wan ê sûkê yê li hev dernekeve...

Gotina Dawî
Erê, berê pêgirtin para me bû, lê êdî hûn piçekî pê bigirin û sebra xwe pê bînin!..

30 Mayıs 2022 Pazartesi

ax û ax

Van îdeolojîyên teres kurd hînî xwexapandinê kir, mixabin.
Dixwînin lê ji wê xwendinê fêhm nekin jî, li xwe danînin bibêjin min jê fêhm nekir; 
lewra...
heger li xwe mikur bê, kêmasî ye ji bo wî.
Ji ber ku,
rêber û rêvebirên wan kodên ehmeqîyê li ser mejîyê wan bi cî dikin; 
da ji her tiştî re serê xwe bihejînin û bibêjin erê.
Jixwe...
piştî wextekî êdî hewcedarî namîne ew bi xwe bifikirin û li gorî aqil û mentiqa xwe tev bigerin; aqil jî, mentiq jî hew bi kêrî wan tê;
êdî her yek ji wan li ber çonga şêxê xwe mirîdek e.
Di sîyasetê de weha ye...
Di edebîyatê de weha ye...
Di hunerê de weha ye...
Bi kin û kurmancî,
van teresan ruhê civakê stendîye, civak bûye sosret û di mirêkê de xwe dibînin lê xwe nas nakin.

Gotina Dawî
Ax, him diafirîne, him jî dirizîne!..

29 Mayıs 2022 Pazar

bimire kûçikatî

Hunermendên qîmet nedan zimanê berhemên xwe, ji sekn û helwest û dilsozîya wan jî bawer nekin,
lewra...
ew tenê tucar in.
Û Aynûr Dogan û yên mîna Aynûr Dogan tenê ji kurdî diçêrin
anku kurdî ne li ser bala wan e, ne jî xema wan e.
Tûrikên xwe tije dikin ji bo jîyaneke bikonfor û carinan jî li zimanê xwe dipêçin ji bo populîzma xwe ya netêrbûyî.
Ev çend roj in rojev ew in; bi têra xwe reklama xwe kirin.
Çi erênî çi neyênî reklam reklam e...
Ji xêndî çend daxuyanîyên teres û erzan û libergerîn hûn li helwesteke tund û xurt rast hatin?
Na.
Na, ji ber ku qêmîşî dewleta xwe nakin; belkî sibê lazim bibe.

Gotina Dawî
Axir, bi kesayetên qop û seqet lixwevegerîn zor û zehmet e.
Bimire kûçikatî!

28 Mayıs 2022 Cumartesi

îhd

Serekê ÎHDyê Ozturk Turkdogan dibêje, "Amerîka dixwaze li rojhilata navîn dewletên neteweyî zêde bike, lê serokê me yê sererd û binerd baş dizanîbû dewra dewletên netewî derbas bûye, zû bi vê fen û fûta Amerîkayê hisîya û ev proje têk bir, nehişt bi ser keve."
Îja heyran!..
Mafê her kesî heye dewletê bixwaze û xwe qure bike.
Lê her weha...
Mafê her kesî jî heye dewletê nexwaze û xwe pîs û teres bike.

27 Mayıs 2022 Cuma

kurd û mejî û qehreman û xayîn

Bi qasî misqalekê kêfa min ji Grup Yorumê re nayê, lê min daxuyanîya wê ya di heqê Aynur Doganê de belav kiribû nuh xwend; çendî di wê pencereya xwe ya teng de li mijarê nerîbe jî, ne neheq e.
Mesele sekn û helwest û prensîb e...
Û mixabin, 
ne sekneke Aynurê heye, ne helwestek Aynurê heye, ne jî xwedan prensîb e.
Hîn jî peyv û sloganên berê:
Biratî...
Tirkîyetî...
Û komplekseke teres.
De tu jin î, ji ber vê zîhnîyeta teres a tirkan rabe vê zîhnîyetê bi redkirina zimanê wan protesto bike.
Dee!..
Lê ka ew bîr û bawerî!
Ka ew sekn û helwest!

Reîs sûnd xwarîye, ew ê kevir li ser kevir nehêle.
Sûnd xwarîye heta vê dewleta teres hilneweşîne, ew ê nesekine.
Sûnd xwarîye!
Sûnd xwarîye heta Kurdistan ji bêkêrîya kurdan rizgar nebe, ew ê nesekine.
Û...
Sûnd xwarîye, ew ê navê xwe jî di nav avakarên Kurdistanê de binivîsîne,
sûnd xwarîye!..

Gotina Dawî
Pirê kurdan bi mejîyê xwe re xayîn in!

26 Mayıs 2022 Perşembe

wextê xîret bar dike

Xwezî hemû partî/rêxistinên kurdan şer bikirana û ji ser rûyê erdê qir bibûna; dû re çend rîhspî/aqilmendên dilkurd pev biketana û serî li Amerîka, Îngilistan û Israîlê bidana...
Belkî bi xêra van gawiran em jî bigîhana miradê xwe.

Li ser twîtterê yek rabûye gazinan dike, dibêje, "Ez fêhm nakim çawa kurdek ji kurdekî re bi zimanê dagirkeran qala dagirkerîyê dike!"
Û ev kes jî HDPyî/apocî ye!..
Ê weleh yadê heyranê!
Bi qasî serokê te xulamtîya tirkî û tirkan dike, kes nake.
Bi qasî partîya te xizmetê ji tirkî û tirkan re dike, kes nake.
Bi qasî rêxistina te dijminatîya kurdî û kurdan dike, kes nake.
Lê tenê rojekê jî hîn min nedîtîye te destê xwe li sînga serokê xwe xistîye û rexne li partî û rêxistina xwe girtîye!
Dev ji populîzmê û wan quretîyên xwe yên beradayî berdin. Tav li jor e û tu qûn nikare xwe ji tavê vedize!..
Êdî tavê daye qûnê; ne xwe bixapînin, ne jî derdora xwe.
Lê yan hûn ehmeq in yan jî hûn derdora xwe ji xwe ehmeqtir dibînin.
Ne sûcê we ye.
Genetîka vî miletî xera bû, êdî ev milet hew bi ser hişê xwe ve tê.
Û hûn bi ser ketin.
Bijî ehmeqîzm!

Aynûr Dogan û sekn û helwest û têkçûyîn!
Tirk dilê min li we rehet dikin; hûn heq dikin.
Ciwanik û ciwamêran li hundirê çavên we dinerin û ji we re dibêjin, "Em xwîna we jî vexwin, kela me narije!" lê heyf û mixabin namûs nakeve pozê we û pozê we naşewite.
Her ku ew xwîna we vedixwin, bêtir dibe bira biraya we û hûn xwe bêtir bi wan ve dişidînin.
Aynûr!
Heger piçek xîret mabe, hewce ye tu zimanê tirkan li xwe qedexe bikî!
Lê...
Ji tirkan bêtir tu bi tirkî şewitîyî!..

Haho ji derdê vê bêxîretî û bêşexsîyetîyê!
Bi kurdî îngilizî dizanin...
Bi kurdî fransî dizanin...
Bi kurdî almanî dizanin...
Lê dîsa jî terka tirkî nakin!
Hûn pîç û pûç in û hew!

Gotina Dawî
Ax! Tenê ax!..

projeya mezin a rojhilata navîn

Bi salan bi me wek teorîyeke komployî hat!
Lê...
Wer xuya ye ew teorî rast digere.
Êdî kifş û eşkere ye, Reîs muhendisê projeya projeya mezin a rojhilata navîn e.
Doh, Kemalê me yê nîvkurd û nîvelewî got, "Reîs hazirîya xwe dike, ew ê agir bera binê dewletê bide û lê bixe here Amerîkayê.
Çima ne Katar û Erebîstan û Ebu Dabî lê Amerîka?
Ji ber ku...
Proje, projeya Amerîkayê ye û Reîs jî di bin kontrola Amerîkayê de ye.

Gotina Dawî
Bi serê we, heya Reîs agir bera temelê Tirkîyeyê nede û Kurdistanê serbixwe neke, ji pêxîla tirkan û birayên tirkan neket!

24 Mayıs 2022 Salı

holîka zarokan û zarokên bê holîk

Di qada sîyaset û huner û edebîyatê de, heta zîhnîyeta dîyarbekirîyan neşikê, bakurê welêt rizgar nabe.
De îja bi wê tirkîya xwe ya beradayî jî xwe him bajarî, him jî komîk dibînin.
Lê hewce ye meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje; erê, bi qasî pîvazekê xêr û fêdeya wan li kurdî nabe, lê tirkî jî dilewitînin.

Teresên nezan!
Efes, navê bajarekî antîk/kevnare yê Yewnanîstanê ye.
De jîa...
Tirkan navê tîma xwe ya basketbolê kiriye Anadolû Efes e, lê Efes her weha navê markayeke bîrayê ye jî. 
Wek min berê jî gotîye, tirk tirek e û bê hemd ji ber Xwedê çûye?
Ji ber ku IQya van teresan nare qûna mirîşkekê, navê Efesê tenê wek markayeke bîrayê di hişê wan de maye.

Derdê kesî ne netewe û netewebûn e, ne jî xema kesî kurd û kurdî û Kurdistan e; her kes li pey berjewendîyên xwe ye.
Li ser medyaya sosyal, bala min lê ye, çi apoîst çi barzanîîst, çi dîndar çi ne dîndar hemû li pey populîzmê ne.
Kulmek populîzm ji hemû axa Kurdistanê buhatir e.

Feylesofê berî dema xwe, rêzdar Meheme Ocalan dibêje, "Heger derîyê Îmralîyê venebe, mesele û pirsgirêk û problemên rojhilata navîn ê çareser nebin."
Meheme kurdekî pak û paqij xuya dikir, heta berî têkeve nav sîyaseta van sîyasetnezanan, lê sîyasetê ev reben jî ji dilqê însanetîyê derxist, mixabin. 
Mîna çêleka ku li mazatê kî ber bi wê ve biçûya, berî ew devê wê vekin, wê bi xwe devê xwe vedikir û diranê xwe rê wan dida, rebenê Meheme jî êdî dema çav li kamerayan dikeve, wek şeple pê keve, berî nûçegîhan/muxabîr tiştekî bipirse, xwe bi xwe dest bi feylesofîyê dike û felsefeya hîn ji alîyê tu feylesofan ve nehatîye nivîsandin, dibe qebeqeba wî, li ber çavan radixe her tiştî.
Li ser bextê wî be, dibêje heger ne ji birayê min be, rojhilata navîn ê bi ser xwe ve neyê.
De îja...
Rojhilata navîn a ku her ji deh rojan pêxemberek lê zêde dibû û kes nizane bê hejmara pêxemberan çi qas e, mesele û problem û pirsgirêkên rojhilata navîn çareser nekirin, serokê sererd û binerd ê rabe çareser bike.
Belî nabe.
Belkî jî wek Meheme dibêje, şîfreyên formula çareserîyê li Îmralîyê veşartî ne, lê...
Heger birayê wî bi xwe jî ji wan şîfreyan ne şîfreyek be!..

Gotina Dawî
Ya Rebî, tu çêkî û hew!

23 Mayıs 2022 Pazartesi

şerê gû

Evdila!
Ka şîfreyên di vî navî de veşartî çi ne, nizanim lê heta nuha bi navê Evdila ez hîn li yekî hedayet anku ne faziq rast nehatime. 
Çi dîndar, çi politîk, çi ji rêze...
Borîyên tuwalet û lawaboya Hecî Simaîl dixetimin.
Hecî Simaîl ji gunekî berîya Mêrdînê ye.
Radibe dişîne pey hoste.
Piştî seetekê du seetan hoste û şagirtê xwe tên.
Navê hoste jî Evdila ye.
Hecî Simaîl xêrhatinê li wan dike û bi hev re derbasî hêla tuwalet û lawaboyê dibin.
Şagirt destê xwe diavêje borîyekê, hewl dide wê borîyê veke lê Evdila nahêle, dibêje, "Kuro, ka bisekine; belkî ew borî borîya gû mû be, ecele neke, tu yê me bilewitînî!" lê şagirt lê guhdarî nake û bi ya xwe dike, wê borîye vedike.
Bi vekirina borîyê re Evdila û şagirt di nav gû û mîzê de dimînin, dilewitin.
Û Evdila xwe li şagirt radikişîne û bi ser de diqîre, "Hey min di quzê wê nîyho! Hey dola kîrê min! Hey min ew borî di qûna te û bavê te kiro! Lawê kîrê min! Ma min negot bisekine, veneke? Ev tir bi te re bû, hi ii! Te çima li min guhdarî nekir û kîrê min kir ca xwe!"
Teva wî gûyî xwe li hevdu radikişînin û xwe digihînin hevdu; hevdu didin ber pihên û şîlmaqan...
Wek meseleya "Girêka gû" Hecî Simal li wan dimîne heyirî. 
Here wan ji hevdu bike, ew ê gûyê xwe bi wî bidin, ew ê jî bilewite; nere wan ji hevdu neke, ew ê hevdu bikin gû lawê gû, hevdu ji gû jî nermtir bikin.
Di erênayê de dimîne...
Dû re qutîya xwe ya tûtinê ji bêrîka xwe derdixe, li ser tutukan rûdine, cixareya xwe dipêçe, vêdixe û di bin dû û dûmana cixareyê de ji xwe re li şerê wan temaşe dike.

Gotina Dawî
Temîya min li we, dema hdpyîyan û tirkan şer kirin, hûn jî wek Hecî Simaîl tenê ji xwe re li wan temaşe bikin; heger na, ew ê we jî bi xwe re bilewitînin, bihetikînin.

22 Mayıs 2022 Pazar

bext û text

Zemanekî, 
ew cebeşên di bin wê tava tûj de di lemên xwe de xera dibûn û pez û dewaran jî li xwe dianetanîn li hêla wan binerin, di refên marketan de bi dîliman tên firotin êdî...

Bi qasî Reîs Recep Tayyîp Erdogan enerjîya xwe li hilweşandina Tirkîyeyê xera dike/xerc dike, sîyasetvanên bakurê Kurdistanê jî xerc bikirana, nuha ji zû de kurd û tirkan dev ji biratîyê berdabûn, bûbûn cîran!..

Nêçîrvan Barzanî ji bo siberoja Kurdistanê hefteyê bi serekê dewletekê re rûdine, dîplomasîyê dimeşîne, lê hîn jî di nav xwe de yekîtîyek pêk neanîne;
Malbata Barzanîyan...
Malbata Talabanîyan...
Bi melekê tawiz sûnd dixwim, bi vê zîhnîyetê, dewleta ku serbixwe bibe jî, ew dewlet ê serê xwe bixwe!

Gotina Dawî
Ji bo guhertina zîhnîyetê perwerdeyîyeke baş,
ji bo perwerdeyîyeke baş sîstemeke xurt
û ji bo sîstemeke xurt jî, 
kesayet divê,
dilsozî divê,
netewperwerî divê,
bext divê, bext...
Ew bextê ku qêmîşî xwe nake xwe bifiroşe text!