4 Mart 2021 Perşembe

pênc tê(n)binî

Erê, di rewşeke wek îro de me got bila her kes bi kurdî binivîsîne, lê werger karekî din e;
perwerdeyîyeke xurt jê re divê.
Dû re...
Nivîskarên qerase li ber çavê meriv dibin mîna qeşmerên ji rêzê.
Heqê kesî tune ye bi namûsa rebenên Tolstoy, Dostoyevskî, Shakespeare û James Joyce bîne du quriş û nîvan...

Rewşenbîrên rastîyan veşêrin, ji rastîyan bitirsin, bi dil û ûjdan û bextê xwe re têkevin dudilîyê, rastîyan manîpule bikin, yan jî li gorî berjewendîyên xwe, yan jî li gorî berjewendîyên partîyekê-rêxistinekê tev bigerin-jixwe di vir de jî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî berjewendîyên wê partîyê-rêxistinê diparêzin-, ew rewşenbîr ne rewşenbîr in; rewşê dibînin, lê xwe li ber sîya rewşê li kerrî, kwîrî datînin.

Sîyasetvanên bi xwe re ne rast û durist bin, xwe nesipêrin ber sîya wan, yan na hûn ê li ber sîya wan di xew re herin û hûn hew bi xwe dihisin tu carî.

Mîzahjenên kurdî tenê ji bo qeşmerîyên xwe bi kar bînin û bi saya wan mîzahjenan kesên bi kurdî dipeyivin-dijîn, di bin hişê civakê de mîna qeşmeran karîkaturîze bibin û wer bimînin, heqê wan mîzahjenan xesandin e, lê tenê ne jêra wan, herweha heqê wan meriv zimanê wan jî jê bike û bixesîne.

Stranbêjên naafirînin, tenê li ser keda xelkê dixwin, vedixwin, diçêrin û quretîyan dikin, li ku hûn li wan rast hatin, bi xêra xwe çend qurişan têxin bêrîka wan û ji wan re bibêjin, bila herin ji xwe re karekî din bikin.
Haa!
Û bila navê xwe jî li bin keda însên nenivîsînin.

Jinên hîn bi haweyekî fîzyolojîk û bîyolojîk nebûne jin û hest û hîsên jinane li xwe bar nekirine, berî hûn ê herin li qad û kolanan feminîzmê biparêzin û xwe û derdora xwe bihetikînin, herin li cem Fehîmê Terzî ji xwe re fîstanekî bidirûn, ji bo em bawer bikin êdî hûn jin in û em jî bibêjin erê weleh teorî û pratîka wan li hev rûdine.

Gotina Dawî
Belasebeb nan neçînin şorbeyê!


3 Mart 2021 Çarşamba

ji îro

Seadetê li mitbexê rûniştibû, hevîr distira.
Telefona wê lê dikeve, lê wek her car telefona wê ne bi wê re ye, li odeya rûniştinê ye.
Mitbex û ode têra xwe ji hev dûr in, dengê telefonê nare Seadetê.
Keçika wê Leyla bi qîrîn bang dikê.
Seadetê destên xwe ji nav hevîrê xwe derdixe û bi lez ber bi odeyê ve dihere.
Radihêje telefonê, pê li bişkoka "Yes"ê dike û dide ber guhê xwe.
Operator e ya telefonî wê dike; dengê jinika operatorê di guhê wê de olan dide.
Awirên tûj di Leyla de difirîne, bi hêrs telefona xwe diavêje erdê û ji bo here hevîrê xwe bisitirê li xwe dizîvire û xwe bi xwe dibêje:
"Ma ev toga heram nizane telefona min ne Ayfon (Iphone) e!"

Em li metrobusê siwar bûn, dinya ewr, hewa sar bû.
Em ji metrobusê peya bûn, ber bi perava Modayê ve meşîyan.
Em çawa gîhaştin ber bahrê, ji nişka ve ewr belav bûn, tav derket, dinya xweş bû.
Ferhad di ser xwe re li esmên nerî, bi bişirîn got:
"Xwedê jî biaqil e, haa! Dizane ew ê li gorî dilê kê bide û li gorî dilê kê nede."
Em kenîyan!
Bi bişirîn em çûn li ser wan kevirên-tahtên li qiraxa bahrê rûniştin.
Ferhad ji kîsikê mîqa bîra derxistin.
Me him civat gerand, him bîrayên xwe vexwarin.
Tav, perav, bahr, bîra û civat...
Ambîans pir xweş bû.
Hîn me bîrayên xwe xelas nekiribûn, ji jor de çend çipik baran li enêya min ketin.
Bîraya min li ber devê min, çavên min li jor, min got:
"Hop hop Midur! Yên bîrayê vedixwin em in, tu dimîzî! Ma weha dibe?"

Ez û Ferhad li Modayê li ser wan kevirên-tahtên qiraxa bahrê rûniştibûn.
Berê me li bahrê bû, me bîrayên xwe vedixwarin.
Du romanên-mirtibên muzîkjen hatin li pişt me, di ser serê me re sekinîn û dest bi stranekê kirin.
Yekî li kilarnetê dixist, yekî li tipilkê-darbûkayê...
Piştî sitran qedîya, min destê xwe avêt bêrîka xwe, pere derxist û dirêjî destê wî kir.
Yekî ji wan spas kir, xatir xwest û xwe bi xwe got:
"Bêehlaqîya araqvexwiran ji ûjdanê muhafezakaran duristir e."


2 Mart 2021 Salı

mele tûjo

Her ji çend rojan carekê ez û Evdila telefonî hev dikin û mîna pîrekên ser tenûran qala namûsa xelkê dikin.
Ji haziran ne çêtir be, hevalekî min ê têr û tije û têra xwe maqûl e; bi seetan meriv bi wî re civatê bigerîne, meriv jê aciz nabe.
Di tûrikê wî de kultura herêmekê veşartî ye; carinan mîna kalekî heftê salî ye, carinan jî dibe xortekî ciwan ê medenî û şareza.
Pirê caran ez bi xwe jî ji wî tûrikî diçêrim.
Çi cara em civatekê bigerînin, ji bloga min re jî mijarek dizê.
Doh jî ji civata me ev mijar derket.
Fermo...

Li bin konê ezayê-şwînê bi kêmanî sed kes rûniştine.
Şervanek mirîye!
Mele Tûjo jî li dawîya kon rûniştîye, ji cimhetê re dipeyive; ji serpêhatîyên pêxember hedîsan dibêje.
Ji nav wê qelebalixîyê dengek bilind dibe:
-Seyda!
Deng li hundirê kon li hev vedigere.
Mele Tûjo li hêla deng dizîvire:
-Kerem bike!
-Seyda, ka tu ji me re nabêjî, rehmetî şehîd e yan na?
Wek ceryan bi Mele Tûjo bigire, dikeve tev, nizane wê çi bibêje. 
Bi qasî çend sanîyeyan difikire, xwe bi xwe dibêje, "Ez nuha rabim, bibêjim şehîd e, di nav vê qelebalixîyê de meriv nizane, sîxwirek, ajanek hebe, ew ê rabe here li min bide, mala min bişewitîne. Ez bibêjim ne şehîd e, xwedîyên mirî yê di nav vê qelebelixîyê de min di ber hev de bikutin, tirek bikin." 
Ji nişka ve şeytanîyek tê hişê wî. Difitile ser xwedîyê pirsê, dibêje:
-Heyran, piştî hefteyeke din herin gorê vedin, heger laşê wî xera bûbe, ne şehîd e; na, heger laşê wî xera nebûbe, şehîd e.
                             *.  *   *
Rojekê kalekî heftê salî ji bo tobeyê xwe li Mele Tûjo digire, tê cem wî.
Piştî li hal û ehwalên hev dipirsin, Mele Tûjo difitile ser wî, dibêje, "Kerem bike, tu çi ji min dixwazî?"
Kalê heftê salî dibêje, "Seyda, heta vî temenî tu guneh nema min nekir; êdî ez poşman im, ez hatim ber destê te tobe bikim..."
Mele Tûjo tûj tûj di bin çavan re awiran tê de difirîne, dibêje, "Ero tu poşman bûyî, yan tir di qûna te de bûye fis, êdî hew tişt ji qûna te tê, tu hatîyî tobe bikî? De rabe here û ji nuha pê ve çi ji qûna te tê, bike û texsîr meke!"

Gotina Dawî
Li fisgenîyan miqate bin û xwe ji wan bisitirînin!

1 Mart 2021 Pazartesi

yaşar kemal

Min got, "Qelema Yaşar Kemal, ji çek û sîlehên dagirkeran bi tesîrtir bû!" û nîqaşekê dest pê kir.
Bêguman qelema Yaşar Kemal bi qasî çek û sîlehên efendîyên wî bi tesîr bû.
Çima?
Lewra çek û sîlehên dijmin meriv dikuje, lê koka meriv naqelîne.
Piştî demekê zarokên wan kuştîyan mezin dibin, dewsa wan digirin û dikevin pey heyfa mezinên xwe yên bi çek û sîlehên dijmin ve hatine kuştin!
Lê qelema Yaşar Kemal?
Qelema Yaşar Kemal şerê zimên kir; şerê zimanê kurdî kir.
Bi tesîra qelema wî zimanek anku kurdî birîndar bû; çû ber sekeratê.
Û mirina zimanekî, netewekê jî bi xwe re dikuje, mixabin!

Ka fermo, bê piştî vê mijarê kê çi gotîye...

Avesta Muaz
Mejîyê kurdan tevlihev e û ji fantazîyan pir hez dikin; ji ber vê her sal li ser vê mijarê nîqaş çêdibin!! 
Ez pirsekê bikim: Gelo Yaşar Kemal pirtûkek weke "Lixwemikurhatinên Min"  nîvîsandîye? Gotîye, "Ez kurd bûm, zilma dewletê li ser min hebû, min ji bo miletê xwe tiştek nekir? An jî min nikaribû tiştek wûsa binivîsîya berî mirinê?

Bernas Heshyar
Yaşar Kemal jî wekî gelek namerdên din civaka kurd û zimanê kurdî di orta pişta wan da şikand.
Ne Yaşar Kemal û ne jî bênamûsekî din ê wekî wî ti carî li ber zimanê kurdî neketin, tenê zengîniya zmanê kurdî ya bi hezaran sal kirin bazara talankirinê.
Van namerdan sembolîk be jî, zimanê kurdî di dilê miletê kurd da şîrîn nekirin. Heger Yaşar Kemal demekê biçûya qurseke zimanê kurdî û ji xelkê kurd jî ev tişt bixwasta, ew ê miletê kurd bi zmanê xwe ser bilindtir bibûya. 
Qet nebe, heger bi rik di bernameyên televîziyonan da bi kurdî bipeyivîya, ew ê teserîke mezin li ser kurdan bikira.
Lê berhewa ye, nakin û nekirin; ji ber ku zimanê kurdî ne xema wan segbavan e.
Loma luksa nivîskar, sîyasetmedar û hunermendên miletên bindest tune ye ku bi filan û bêvan sefseteyan statuya xwe ya kuçiktîyê bi me şîrîn bikin.
Gava Dogu Perînçek henekên xwe bi kurdîya Yaşar Kemal dikir, Yaşar Kemal bi sextekarî digot, "Ez ê kurdîya xwe bi hêztir bikim, tu yê bibînî!"

Remzî Kerîm
Ji bo min 3 alîyên pirsên muhîm in: 
1- Nivîskar wek nivîskarê kîjan edebiyatê tê nasîn, li ser edebiyata kîjan ziman û miletî tê hesibandin? 
2- Nasnameya xwe ya etnîk (û kulturî) red dike? Newêre eşkere bike? Yan eşkere û bêminet li nasnameya xwe ya etnîk xwedî derdikeve û 
3- Helwêsta wî li ser polîtîkaya dewleta tirk a li dijî kurdan û li dijî ziman û welatê kurdan çawa ye? 
1- Yaşar Kemal nivîskarekî edebiyata tirkî ye. Dunya wî wek nivîskarekî tirk dinase û wî bixwe jî TI CARÎ ev yek înkar nekiriye. Serbar: Yek ji wan nivîskaran e yên asta zimanê tirkî bilind kiriye. 
2- Yaşar Kemal TI CARÎ NEGOTIYE EZ KURD IM. Kes jî wî wek kurd nas nake. 
3- TI CARÎ EŞKERE li dijî polîtîkaya dewleta tirkî ya li dijî kurdan, zimanê kurdî û axa kurdan -bi qasî mezinahîya navê xwe- derneketiye. Lê nexebitîye romanên wî ji bo zimanê kurdî bên wergerandin. Lê li gelek welatan weşanxaneyekê bi peyman romanên wî werdigerandin zimanên din. Sultanê Fîlan û ...... vê rastîyê naguherîne.

Devliken Kelogirî
Jixwe qebheta mezin di "Sultanê Fîlan" de veşartîye. Di wê berhemê de hewldan û helwesta serdestan a ji bo zimanên din bikuje û zimanê serdest li ser her kesî ferz bibe, xweş vedibêje.
Yekî bi vî tiştî zanibe û kurd be û terka tirkî û tirkîtîyê neke û li kurdbûna xwe venegere, binhiş û kesayeta wî cîyê şikê ye.

Ferhad Alan
Hîn gelek rewşenbîr û zanayên me bîr nabin bê Yaşar Kemal çi xebat, çi xizmet ji dagirkerên xwe re, çi îxanet û bênamûsî jî bi gelê xwe kiriye!
De îja ka civak ê çawa kurd bimîne?
Rewşenbîrê vê rastiyê nabîne, ne rewşenbîr e, rewşenkwîr e.

Laleş Qaso
Yeşar Kemal ne dijminê qewmê xwe bû. Dostê qewmê xwe bû. Di nivîskariya xwe ya tirkî de dijminahî bi kurd re nekiriye. Ha, bi kurdî nenivîsandiye, ew tiştekî din e. Û tu sax!

Devliken Kelogirî
Nivîsandina bi tirkî bi serê xwe xizmeteke mezin e ji bo efendîyan; çi bi zaneyî, çi bi nezanî, lê dema meriv berhema wî ya bi navê "Sultanê Fîlan..." dixwîne, meriv ji binhişî û kesayeta wî dikeve şikê...
Û tu jî sax!

Laleş Qaso
Kîjan ronakbîrên kurd ên berî wî bi sed salekî jî bi osmanî, û di dema Atatirk de jî bi tirkî nenivîsandiye? Nûrî Dêrsimî kurdperwerekî mezin bû, lê bi tirkî nivîsand. Em deman tevlihev nekin, kurdên bakurê welêt ji salên 1980î ve sedî sed divabû bi kurdî binivîsandana, lê nenivîsandin. 
Bêguman mirov ji wan re jî nikare bibêje xayîn, yan jî tiştên wek vê. 
Xerab kirin ku nenivîsandin. 
Ha îro, îcar ên ku bi kurdî nenivîsînin, bi tirkî binivîsînin, qetla wan helal e. 
Çima? 
Ji ber ku em hema hema diqedin, û tu sax!

Devliken Kelogirî
Berî Yaşar Kemal bi salan, li ser vê axê Nevîyê Mîr Bedirxan Celadet Elî Bedirxan tevî ku yek ji malbatên herî dewlemend û qedirbilind bû jî û ciwamêr bixwesta dikarîbû heta talîya temenê xwe di nav dewlemendî û konforê de bijîya jî, lê ûjdanê wî qebûl nekir, bi sekn û helwesta xwe terka dewlemendî û konfora di bin sîya dagirkerîyê de kir û temenê xwe li ser kurdî û kurdîtîyê bihurand...
Qelema Yaşar Kemal bûye şûr û zimanê kurdan jê kiriye...
Yaşar Kemal ne nivîskarekî ji rêzê ye; Yaşar Kemal bi qelema xwe gelek kurd jî kirin heyran û evîndarên zimanê dagirkerên xwe.
Yaşar Kemal ji sîyaset û polîtîkayên asîmilasyonîst ên sîyasetvanên dagirker bêtir tesîr li kurdan kiriye û kurd bi ber bayê asîmilasyonê ve xistiye.
Û tu sax!

Perwîz Cîhanî
Min hema bêje hemû berhemên Yaşarî xwendine. Ewî bi dehan biwêjên kurdî yên resen kirine malê tirkan. 
Lê divê mirov rewşa wê serdemê jî bide ber çavan û ji xwe bipirse, gelo heger Yaşarî bi kurdî binivîsiya, yê bihiştana ew zindî bimîne? Gelo heger berhemên wî bi kurdî bûna, wê weke xwe navdar bibûya? Û gelek pirsên dinê...

Devliken Kelogirî
Dema mijar bû kurdî û kurdîtî, divê meriv nekeve nav hesaban...
Ji rewşenbîr û nivîskar û hunermendên bindest re mahne-behane qebûl nabe ji bo meriv bibe xizmetkarê serdestên xwe.

Laleş Qaso
Eha ev gotina te ji Mishefa Reş bû. 
Bîst sal berê min romanên xwe nivîsandin û min li ser hinekan ji wan wek wesiyet nivîsand û got, "heta kurdên bakurê welêt nebin tiştek, bila kitêbên min wernegerin tirkî.

Gotina Dawî
Derdê min ne ew e kê bi kurdî nivîsandîye-nenivîsandîye, lê yekî bi tirkî-erebî-farisî nivîsandibe, qet nebe divê wek kurdekî kurdperwer nekeve rojevê-xwe nexe nav nîqaşên weha.
Madem te nivîsandina bi tirkî tercîh kiriye, naxwe hewl bide ji konfora bi wî zimanê hatîye, zewqê bisitîne; ji nîqaş û meseleyên politîk-netewî dûr bisekine.
Duristbûn vê yekê dixwaze!
Û divê êdî kurd enerjîya xwe li vê mijarê xerc nekin.
Bi qasî em Yaşar Kemal dixin rojeva xwe, kurdî û kurdîtî ne di rojeva Yaşar Kemal de bû û jixwe ne xema wî bû jî...
Û hûn sax!

28 Şubat 2021 Pazar

sekn û helwesta serek û rêberan

Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. 
Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin.
Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin.
Lê Stalîn qebûl nake; dibêje nabe ez generalekî bi leşkerekî biguherim; 
general general e, leşker leşker e.
Dev li reha dilê xwe dike û guh nade kezeb mezeban.

Serek û rêberên me kurdan çi kirin, çi dikin?
Serek û rêberên xwedêgiravî li ser navê miletê xwe têkoşînê dimeşînin, ne ji bo kezeba xwe, dikarin ji bo qoltixa bin qûna xwe bi qedera miletê xwe bilîzin û dilîzin jî...
Lê divê meriv ûjdanê xwe neavêje û bextê xwe xera neke.
Di dema hilweşandina Mahabadê de derfet heye Qazî Muhamed xwe bide alî û xwe xelas bike.
Berî artêşa farisan bajêr dorpêç bike, dikare bireve, lê nareve; nareve, ji ber ku baş dizane bireve, leşkerên faris ê qul bi qul, mal bi mal lê bigerin û heger wî nebînin jî wê zilm û êşkence û tahdeyeke mezin li miletê wî bikin, loma jî nareve û xwe dide destê leşkerên farisan.

Gotina Dawî
Barê berpirsîyarîya miletekî pir giran e; kesên hesabê vê berpirsîyarîyê nekin, bila xwe nedin bin vî barî...
Û piştî meriv ew bar hilgirt û ket wê rêyê, nabe di nêvîyê rê de meriv wî barî biguhere.
Berî hûn derkevin wê rêyê, hesabê xwe baş bikin.
Yên ketin wê rêyê divê hesabê kezeb mezeban nekin.
Û xwezî bi Qazîyan...




27 Şubat 2021 Cumartesi

çalakîya remo û medo û şerê gurcî û rûsan

Remo berî Medo ezmûna xwe qedand û derket derve, li hewşa zanîngehê xwe da benda hevalê xwe.
Piştî deh-panzdeh deqeyan reşê Medo jî li devê derî xuya bû.
Ji rû û awirên wan meriv pê derdixist ezmûnên wan baş derbas bûne; li hev dinerîn û di bin simbêlan de dimizicîn.
Ketin pîyên hev û ji zanîngehê dûr ketin; berê wan li çarçîyê bû...
Her du xort bi eslê xwe ji Mêrdînê bûn û herweha hevalên hev ên zaroktîyê bûn jî;
dibistana seretayî, dibistana navîn û dibistana amadeyî bi hev re xwendibûn; destê wan ji hev nebûbû, bi hev re qeyda xwe li heman zaningehê jî çêkiribûn.
Sala wan a dawîn bû û bi kêfxweşî û serfirazî ji fînalê anku ji ezmûna dawî derketibûn.
Şîveke xweş ji xwe re çêkirin û bi bêhna fireh zikê xwe dan ber, têr xwarin.
Piştî şîvê derketin li derve li ser xwe gerîyan.
Berî vegerin malê, rêya xwe bi bufeyekê xistin; ji xwe re çend şûşe bîra kirîn.
Di bin awazên Mehemed Şêxo de her yekî sê şûşe bîra vexwarin; hêdî hêdî serî li wan çeqilkêf dibû.
Û kîr li wan rep bû!
Di salên xwe yên çûyî de ji xwe re qewadek nas kiribûn; carnan wexta li xwe diheyirîn, diçûn xwe diavêtin bextê wî.
Remo li Medo nerî, Medo ji awirên Remo hîs kir Remo li finêsîyekê difikire; 
jixwe awirên qûndeyan dîyar in...
Di bin simbêlan de mizicîn; hewceyî gotinê nedikir, her duyan jî sincirandibû, agir bi doxînê xistibûn.
Medo destê xwe avêt telefonê, telefonî qewadê xwe kir.
Piştî nîv seetekê, hîn dem bi ser nîvê şevê neketibû, zîla derî lê ket.
Her du tolaz, berî jin werin, rabûbûn, piçekî dora xwe dabûn ser hev; hundirê xênî kiribûn wek bizbilêq.
Yek rûsî bû, yek jî gurcî; ji xopanê kominîstanê bûn û dîsa wek her car ji bo çalakîyeke komînal hatibûn.
Ji bo jinan zemanekî ne xweş bû; çendî ew hevrêyên dozekê bin jî, dewletên wan ketibûn ber hev, di navbera wan de şerekî dest pê kiribû; 
şerê rûsan û gurcîyan dest pê kiribû; rûsan tofanî ji gurcîyan re çêkiribû.
Cîyê ku êrîş biribûn ser, serobinî hev kiribûn.
Û jixwe em kurd jî heta piçekî li ser sîyasetê nepeyivin, ne sebra me tê, ne xewa me tê, ne jî kîrê me radibe.
Berî çi çalakîyê be, divê ilhez meriv bi sîyasetê kurmê xwe bişikîne.
Remo û Medo jî wer kir.
Erê, jin bîyanî bûn, lê bi salan li ber sîya kîran kêm-zêde hînî tirkî bûbûn;
jixwe zimanê tirkî jî tenê bi kêrî qûndetîyan tê...
Axir, mijar kûr û dahwe giran bû.
Jina gurcî dilê xwe bi xwe şewitand, dest bi gilî û gazinan kir û go qûr û girîya.
Remo û Medo çi qasî li ber gerîyan jî, girîyê wê nesekinî; ji bo bi wê re negirîn, bi zorê xwe digirtin...
Li ser zilma rûsan dawî li gilî û gazinan neanî, bêbavê; 
hindik mabû destên xwe biavêje pêxîla xwe û kirasê xwe biçirîne.
Remo û Medo li hev nerîn û di ser kîrê xwe de ponijîn.
Kêlîyekê bêdengî çêbû...
Dû re Remo ji jina gurcî re got, "Ka tu rabî ji me re bi destên vê bêbava rûs bigirî, em ê heyfa we jê hilînin!"
Ewil jina gurcî tênegîhaşt bê Remo qala çi dike.
Her duyan bi dev û destan jê re got tu ji me re pê bigirî, ew ne îşê te ye.
Jina gurcî bi mirûzekî tênegihiştî rabû çû li pişt jina rûs sekinî, bi her du destên wê girtin û ew li ser piştê xwar kir. 
Serê jina rûs ket valayîya navbera her du memikên jina gurcî.
Remo û Medo rabûn bi alîkarî kincên jina rûs jê kirin û yek ket bin wê, yek jî ket ser dilê wê û axîn û qîrîn û axûwaxa wan bi ser sewta Mehemed Şêxo ket...

Gotina Dawî
Xêra nîyhandina bi feqîr û belengazan re tune ye.

26 Şubat 2021 Cuma

îro û du serpêhatîyên temenkin

Peyivî... Peyivî... Peyivî...
Kêlîyekê devê wê neket tev û nesekinî; peyv li ser peyvê, hevok li ser hevokê, te yê sûnd bixwara nû bi ser nigan ketîye, nû ziman lê vebûye û dest bi xwenasîn û dornasînê kiriye.
Dû re...
Serê xwe berjor ve kir, çavên xwe girtin, her du destên xwe mîna baskên qulingekê ji hev ve fireh kirin û li dora xwe zîz bû.
Berî serî lê gêj bibe bi bêhnekê, sekinî, çavên xwe vekirin, destên xwe li dora stuyê min gerandin û lêva min a jêr di nav lêvên xwe de bi cî kir û mêt; çav lê qulipîn, mest û gêj bû, ji ser hişê xwe ve çû mîna sofîyek bi duayan bi cizbê ketibe, ricifî, ricifî, perpitî, perpitî û xwe paş ve kişand.
Heger wê kêlîyê xwe paş ve nekişanda, lêva min di nav lêvên wê de, bênêfes dima, dimir!
Lê lêvên xwe ji lêva min kişand û piştî li ser hev çend caran bêhn da û stend, da û stend, got:
"Tenê ji bo meriv kurdîya xwe bi pêş bixe mabe jî, divê hefteyê rojekê meriv te bera ser xwe de!" û kir hakehak, kenîya; 
dengê hakehaka wê û qarewara qaqlîbazan tev li hev bûn...

Ji dawîya metrobusê dest pê kir, li derekê nesekinî; xwe li qoltixa kêleka min a vala girt û hat.
Temenê wê li dora balixbûnê bû anku hîn nû ketibû sêzdehê xwe...
Hat di ser serê min re sekinî, lê bala min ne li wê bû; di paceyê re min li der ve dinerî.
Got:
"Apo!"
Bi navê "Apo" re ez veciniqîm, di ser stuyê xwe re li wê zîvirîm. 
Min got Xwedê neke vê bêbavê ez şibandim serokê sererd û binerd gelo!
Lê na, 
ji ber rîha min a spîboz bû...
Ez ê hîç wext bi boyaxa qundereyan rîha xwe nekim mijara qeşmerîyên zarokên nûgîhîştî.
Ya din jî, 
bêguman ev fikir û nerîna min e:
Rîha spî min seksî û karîzmatîktir dike...


25 Şubat 2021 Perşembe

heger har û ar bikin barebar

Piştî du mehan li hotelekê hevdu dîtin.
Pir bêrîya hev kiribûn. 
Serê resepsîyonîst di ber de, dixebitî odeyekê ji wan re hazir bike, lê ew her du mîna du pizotên êgir newêrîbûn xwe nêzîkî hev bikin; 
bi zorê li ser nigan disekinîn; ji awirên wan azwerî difûrîya.
Odeya ji wan re veqetandibû, hîn ne vala bû. 
Li du kesên ji xwe kewişîtir rast hatibûn; bi ser wexta xwe xistibûn; lê hîn kurmê xwe neşikenandibûn, nîv seeta din ji xebatkarên hotelê xwestibûn.
Resepsîyonîst lêborîn ji wan xwest û ew derbasî jêrzemînê kirin; heta ode hazir dibû ew ê li wir rûniştana; 
jixwe ew jî odeyek ji wan odeyan bû.
Jinê cixareyek pêça û vêxist; mêr jî xwe bi vexwarina bîrayê şitexiland.
Ji wan wê de xortek dixebitî; pirsgirêkeke teknîkî qewimîbû, arîze ketibû kombîyê, hewl dida çareser bike. 
Hotel kevn bû, kirasekî estetîk kişandibûyê.
Hotel ji dema ermenan mabû; taxa hotel lê, di destpêka komarê de cî û warê ermenan bû.
Xwedê Teela meriv ji misilmanan bisitirîne!
Dikevin ku, ew der wêran dibe, dibe kavil, xêr tê de namîne.
Piştî pênc deqeyan xort karê xwe qedand, ji odeyê derket.
Her du kewişîyên agirpêketî tenê man li odeyê.
Bi zorê xwe digirtin, çavên wan di çavên hev de, guhên wan li derî bû...
Pênc deqe...
Deh deqe...
Kesî nehat li derî nexist.
Hew xwe girtin û lêvên wan bi hev ve zeliqîn û pev kelîyan.
Ji hêlekê ve hev dimêtin, ji hêlekê ve kincên xwe ji xwe dikirin; 
di nava du deqeyan de li ser text, her du beden şilfîtazî bûn, mîna du maran xwe li hev pêçan;
geh mêr diket bin, geh jin...
Çil û pênc deqeyan li ser bedenên hev çêrîyan; cur bi cur pozîsyon ceribandin.
Di kêlîya dawî de jin derket ser mêr, li ser wî rûnişt, her du destên xwe mîna baskên teyran vekirin û bi aheng mîna reqaseyeke spanyolî li ber muzîka flamenko ji ser hişê xwe ve here, xwe bir û anî; ricifî, perpitî û bi qîrîna mêr re wê jî kir qîrînî! 
Pişta wan bi hev re hat...
Ji qîrîna wan resepsîyonîst û jina paqijker bi lez revîyan, xwe li derî girtin û bû reqereqa derî...
Jinê di bin lihêfê de xwe kerr kir; mêr rabû destmal li nava xwe pêça û çû derî veke, hundirê odeyê di bin avê de mabû. 
Bi vekirina derî re nigê xwe paş ve kişand, derket ser text.
Li jêr solên wan li ser gola avê mîna masîyan dilîstin.
Baş e ku kinc mincên wan neşemitîbûn nav avê...
Jina paqijker serê wê di ber wê de dixebitî. Piştî çend tas av bera binê satilê da, serê xwe bilind nekir, bi şêwazeke sîtemkar got, "Ma çawa hûn bi vê avê nehisîyane, hundir di bin gola avê de maye!"
Jina jihaldeketî hêdî hêdî bi ser hişê xwe ve dihat. 
Li hêla jina paqijker nerî, lê mîna wê ne bi sîtemkarî, bi bişirîn got, "Di şûna min de tew ku tu di himbêza vî kafirbavî de bûyayî û di nav pêlên vê azwerî û şehwetê de nefes li te biçikîya, agir jî bi hotelê keta, tu yê bi xwe nehisîyayî...

24 Şubat 2021 Çarşamba

netewperestî û şerma we

Di şert û mercên îroj de,
mafê nivîskarekî bindest tune ye ji netewperestîyê şerm bike û bi ber bayê "îzm"ên beradayî keve.
Di şert û mercên îroj de,
mafê hunermendekî bindest tune ye ji netewperestîyê şerm bike û bi ber bayê "îzm"ên beradayî keve.
Di şert û mercên îroj de,
mafê rewşenbîrekî bindest tune ye ji ber netewperestîyê şerm bike û bi ber bayê "îzm"ên beradayî keve.
Nivîskarino, hunermendino, rewşenbîrino!
Netewperestî çi ye hûn zanin?
Netewperestî, hebûna te bi xwe ye.
Ziman, nirx, kultur û rengên wê axa tu li ser dijî, hebûnê dike hebûn.
Û xwedîderketina li hebûnê netewperestî ye.
Zimanê we di nav qîlên sê zimannetewan de qetqetî bûye, kultura we di nav qîlên sê kulturnetewan de perçe perçe bûye, nirxên we ji we dizîne, kirine malên xwe û hîn û hîn di bin sîya zimanên wan de hûn doza hebûna xwe ya sexte dikin.
Hûn ji dagirkerên xwe doz û daxwaza fermîyetê dikin.
Fermîyet çi ye?
Qebûlkirina nasnameya te ye.
Nasnameya te çi ye?
Zimanê te ye.
Û zimanê te jî hebûna te ye.
Heger dagirkerên te zimanê te bikin şirîkê zimanê xwe, 
anku zimanê te bikin zimanê fermî û wek zimanên wan zimanê te jî bibe zimanê perwerdehîyê, wê çaxê hebûna te jî qebûl dikin, 
lê belasebeb xwe nexapînin, zimanê te yê tu carî nebe zimanê fermî û di dibistanan de ew ê nehêlin ew ziman veguhere hebûnê û kesayetên pak biafirîne;
lewra hebûna wan li ser nebûna te ava bûye.
Ya din jî, meriv bi rêya demokrasî û medenîbûnê dozê li dewletên demokrat û medenî dike; 
dewletên hov ên bi destê dîktatoran îdare dibin, guh nadin doz û daxwazên demokratîk û medenî.
Lê...
Ez fêhm dikim bê çima hûn ji netewperestîyê ditirsin!
Ez baş fêhm dikim, lewra efendîyên we bi genetîka we lîstîye, êdî hûn ne xwe ne.
Konfora we di nav hebûna wan de veşartî ye, loma hûn nikarin hebûna wan înkar bikin; 
hûn hebûna xwe dikin qurbana hebûna wan û di bin sîya hebûna wan de hûn bi sîya xwe dixapin.
Lê di esasê xwe de hûn bi xwe jî zanin,
hûn zir derewek in!
Her tiştê we derew e;
sekn û helwesta we,
doz û doktirînên we,
îdeolojî û felsefeya we...
Derew e, lewra heger meriv bi xwe re ne durist be, meriv nikare bi duristî bibe neferê doz û dahweyekê jî.


23 Şubat 2021 Salı

dermanê silhedîn û rebena kerê

Dewrêş da dû kera xwe û hêdî hêdî xwe bera binya gund da...
Silhedîn jî li derveyî gund rûdinişt; wexta meriv ji bajêr dihat gund, li ser devê gund mala ewil a Silhedîn bû; di navbera wî û malên din de sed gavek hebû.
Hîn Dewrêş ji gund fireh neketibû, Silhedîn revî revî xwe li derîyê hewşê qewimand, ber bi Dewrêş ve çû.
Perçeyeke kaxet di destê wî de bû.
Dewrêş li xwe fitilî Silhedîn ber bi wî ve tê. Ji kerê re got, "Şooşşş!" û sekinî.
Silhedîn kaxeta destê xwe dirêjî Dewrêş kir, got:
- Dewrêş, bi xêra gora mirîyên xwe vî dermanî jî bikire lo.
- Dermanê çi ye, Silhedîn?
Silhedîn devê xwe bir û anî, lê nizanîbû wê çi bibêje. 
Berê xwe guherî, di ber xwe de got, "Çi ye ne çi ye, ma bi serê te ketîye! Tobe tobe!" lê deng neçû Dewrêş:
- Tu çima nabêjî? Ma kulîyan zimanê te xwarîye Silho!
- Derman e, dermanê serêşê ye.
Dû re destê xwe avêt bêrîka xwe, ji bêrîka xwe pere derxist, ew jî da destê Dewrêş.
Dewrêş pere xist bêrîka xwe, lê kaxet di dest ma. Bû "ço ço"ya wî û meşîya:
- V... Vvvîîî... Vîe... Vîeg... Vîeggg...
Temam nekir. Kaxet li hev pêça, xist bêrîka xwe û da kezeba rê.
Dewrêş dibistana seretayî heta sinifa duda xwendibû; baş-xerab direqandê, dixwend, bi kin û kurmancî cilka xwe ji avê derdixist, lê vê carê zimanê wî baş negerîyabû navê dermên serast bike.
Dewrêş gîhaşt bajêr.
Berî asûkên xwe bikire, dagerîya loqanteya Mehmed Elîyê Xursî. 
Tasikeke şorbe bi nanekî semûn dewisand ser zikê xwe û rabû yek bi yek dest bi kirîna asûkan kir. 
Herî dawî derbasî dermanxaneyê bû, dermanê Silhedîn jî kirî û zêde xwe neştexiland, berê xwe da gund.
Taveke tûj hebû û Dewrêş dabû kezeba rê.
Piştî kêlîyekê tavê li serî xist, serî lê sincirand; êşekê mejîyê wî leqand.
Dermanê Silhedîn ê serêşê ket bîrê; destê xwe avêt dermanê di kîsik de, hebek jê derxist û avêt kemçika devê xwe, daqurtand.
Piştî çend deqeyan xwêdanekê bedena wî dîl girt û kîr lê rep bû.
Li xwe şaş ma. 
Di şevên har û ar de wexta bêrîya Zerga dikir, Zerga xwe li pêş çavên wî şûtî tazî dikir jî, bi vê xezebê lê rep nedibû.
Devê xwe xwaromaro kir, lêvên xwe qermiçandin, di ber xwe de got, "Çi bi vî mîratî hat!" û dû re serê xwe hejand.
Fêhm kir qulopuloyek di dermanê Silhedîn de heye.
Dewrêş kir û nekir kîr lê sist nebû û her çû daxwaz û azwerî û şehwetê pêl bi pêl xwe li mejîyê wî qewimand.
Nahletek li çavê Şeytên anî, bi serê kera xwe girt, ew bir taldeyekê û têr nîyha kera xwe.
Bi qasî panzdeh deqeyan meşîya nemeşîya, dîsa kîr lê rep bû. 
Careke din bi serê kera xwe girt, bir di taldeyekê de têr nîyhayê.
Heta Dewrêşê me xwe avêt nav gund, şeş caran nîyha rebena kerê; pişta xwe xist ber xwe. Rebeno bi zorê li ser xwe diedilî, hal tê de nema bû.
Li devê hewşê bi dev û rûyan çû erdê, li ser dev tûşî erdê bû; kîsikê dermên ji bêrîkê pengiz bû.
Jina wî Zerga bi rev xwe li wî girt.
Ket bin çengê wî, ew ji erdê rakir; Dewrêş li ser xwe edilî.
Zerga destê xwe dirêjî kîsikê erdê jî kir; lê nerî qutîya dermên e, got:
- Ev derman ê çi ye, Dewrêş?
Dewrêş devê xwe bir û anî, got:
- Dermanê Silhedîn e; ji bo serêşê ye.
Peyva serêşê ji devê Dewrêş derket derneket, Zerga destê xwe da ser enîya xwe, got:
- Ji sibeha Xwedê de êşek ketîye serê min, tu yê sûnd bixwî Cemîlê Aşiq di hundirê serê min de li defê dixe...
Tam hewl da qutîyê veke û hebekê biavêje devê xwe, Dewrêş bi qîrîn got:
- Keçê wê jahrê nexwe! Bi elawekîl tu wê jahrê bixwî, tu mêrên gund gişan bera ser xwe dî jî, agirê te yê venemire û kurmê te yê neşikê! 

Gotina Dawî
Hûn hûn bin, 
tu carî kirasê ji bedena we re mezin e nekişînin ser bedena xwe û li xwe nekin; hûn ê bihetikin.
Dermanê we netewperestî ye; bi îdeolojîyên beradayî û fahş bêhiş nekevin.
Hûn kîrê hemû serdestnetewan di xwe kin jî, "êş"a we yê derbas nebe...