Li ser axa dewletên xwe, bi awayekî azad,
Wêjeya wan, hunera wan, muzîka wan, sînemaya wan heye û ev dînamîk dihêlin ku di qada navnetewî de xwedan xatirek-qîmetek bin.
Û tevî van hemû destketî û xwedan xusûsiyetan jî, ji netewperestiyê wê de, li ser qirkirina kurdan nijadperestiyê-faşîstiyê dikin.
Lê bêvila me naşewite!
Berî hilbijartinan ez li taxeke Stenbolê dimeşiyam.
Jixwe dema hilbijartinan her tax û kolan û qad bi flama û al û weneyên partiyan dixemilin.
Ez carekê li xwe zîvirîm ku tirimbêla HDPê ji wê de tê û dengê stranekê bi kurdî olan dide.
Du-sê gavan ji min wê de zilamekî navosere ku qilêr û qirêj û gemar ji her derê wî difûriya sar sekinîbû li hêla tirimbêla HDPê dinerî.
Him serxweş bû, him jî tînêr mînêr-balî malî kişandibû; bi zorê li ser nigên xwe diedilî.
Dema tirimbêla HDPê bi xezeb û bi strana kurdî di ber wî re derbas bû, bi dilq û mahdekî nexweş got, “Ez di quzê jina we terorîstan im! Ev der Tirkiye ye. Yek ziman! Yek milet! Yek dewlet!”
Erê, heta serxweş, tînêrkêş, esrarkêş, qewad û pêzevengên xelkê jî netewperest in, lê em qaşo welatperwer û şoreşgerên welêt ji sibehê heta êvarî qûnalêsî û xwelîseriyê dikin.
Wekhevî!
Biratiya Gelan!
Demokrasî!
Sosyalîzm!
Komara Demokratîk!
Jiyaneke Ekolojîk!
Û hwd…
Û dû re em gazinan dikin, “Çima dewleteke me jî tune ye?”
Berî meriv bibe xwedan dewlet, pêwist e ewil meriv bibe milet.
Û ji bo meriv bibe milet jî hin tiştin divê.
Ziman…
Û bi hebûna wî zimanî, kulturek, wêjeyek, hunerek, muzîkek, sînemayek, bi kin û kurmancî, civakek ku bi nirxên kurdî xemilîbe divê…
Rengê we, baweriya we, îdeolojiya we, tercîhên we çi dibe bila bibe, berî her tiştî, heger hûn welatekî ji xwe re bixwazin, pêwist e hûn ji zimanê wê axê hez bikin û bi zimanê wê axê li wê axê guhdarî bikin-bipeyivin, yan na ew ax ê guh nede we û hûn ê tenê di bin wê axê de bibin kulmeke ax, bêyî ku li ser we tiştekî nuh şîn-şên bibe.
Piçekî din ez meseleyê zelal bikim:
Ji bo hûn bibin xwedan dewletek û li ser axa wê dewletê bi awayekî azad û serbixwe hûn bibin her tişt, pêwist e hûn bi helwesteke netewperestî xwe ji zîhniyeta netewperest a faşîst biparêzin.
Berê bibin netewperest, li ser dînamîkên netewperest xwe bikin cîranê cîranên xwe, dû re wê netewperestiya ku hûn aciziyê ji ber dikin, hilweşînin û lîberal tevbigerin.
Bibin çepgir…
Bibin rastgir…
Bibin dîndar…
Bibin qûnek…
Bibin qûnde…
Bibin enternasyonal…
Îdeologê tirk Nîhal Atsiz gotiye:
“Heger kurdekî xwe ji kurdbûna xwe şuşt û xwe wek tirkekî dît jî, hûn dîsa wek kurdekî lê binerin û muameleya kurdekî pê re bikin.”
Yanî hûn xwe bi ava zemzem û kewserê jî bişon, di çavê tirkekî de hûn her kurd in.
Lê heger hûn ê bibêjin, ne xema me ye,
ne xema min e jî û hûn sax.