11 Temmuz 2025 Cuma

çekdanîn û hêsirên xezalekê

De îja…
madem şervanên PKKê çek danîn, êdî divê ez jî piçekî xwe ji vê sîyaseta kambax bikişînim û xwe li kar û xebatên xwe yên esasî anku xwe li huner û edebîyatê bişidînim.
Min go…
jixwe çilvirîbû, 
êdî tiştekî em li ser bipeyivin jî nema.
Lê ez li ber wan morîkan dikevim bê ew ben li ku derê qetîya û ew morîk bi ku de pengizîn!
Îşev…
min di çavên şervaneke jin de şewqa wan morîkan dît ku morîka çavên wî leylanî didît her der, her tişt, 
ji avpêketina wan mijankan.
Ax ax zemano…
bext jî nemaye, zeman jî xerab
û li ser xirbe û kavilên welatê min di rengê kundan de însan dixwînin;
çep û çepgir in, sosyalîst û komunîst in, lîberal û demokrat in, xwedanenas û dîndar in, 
lê ka kurd li ku derê ne li ser axa vî welatê bê nav?
Erê erê…
mixabin zarok bi firê ketin li ser baskên dêyên xwe, 
lê bilind firîyan û nizm ketin û pengizîn li ser axa (dê)welatê xwe.
Bi kin û kurdîya kurmancî…
xortên bi xewna welatekî azad û serbixwe şîyar bûn, dikin welatekî têxin xew.

Gotina Dawî
Mirî ji nû ve mirin, îşev!..
 

10 Temmuz 2025 Perşembe

xal û xwarzê

-Ha xalo!
-Kerem bike, xwarzê.
-Min go tu ji ticaretê fêhm dikî. Ez hatim tiştekî bi te bişêwirim, lê bila deng nere xalojna min. Xwedê jê razî be peyv tê de nasekine.
-Na na, ne li malê ye. Xêr e, ka bibêje.
-Ez dibêjim berî hinek bifikire û xwe lê rakişîne, ka ez û tu bi şirîkantî serî lê bidin, lê sermîyanekî baş divê. Heger em pez û dewarên xwe bifiroşin temam e.
-Kuro hey min di bêvilê de mîsto, ka ewil bibêje bê çi kar e, dû re em li ser kitekit û teferûatan bipeyivin weyy! Te ez ji qûnê ve guram. Çi ye? Çi kar e?
-Ma weleh bêhna te jî çi teng e. Hela piçekî relaks wîî!
-Kuro, ez rabim ez ê bikutim relaksê jî roleksê jî haa! Allahuekber! Hey dola qantiran! Ku tu li ser mijarekê peyivî, ewil mijarê bide fahmkirin dû re li ser kitekit û detayan tu çi gûyî dixwî bixwe!
-Ho hoo!
-Ho ho û serî!
-Axir xalo, min ê çi bigota… ez dibêjim em serî li fîrmaya Lacosteyê bidin, ka bê şaxekê/şûbeyekê nade me. Bi telaqên bêfitû, piştî daxuyanîya serokê sererd û binerd ku tîşortê Lacoste li xwe kiribû, heger em li bajêr mexazeyekê vekin, di salekê de em ê heqê sê kerî pez qezenc bikin.
-Bi Xwedê tu ji ticaretê fêhm dikî, lê…
-Lê çi?
-Piştî karê me baş bibe ev apocîyên zalim dikarin qeyyûm meyyûmê deynin ser mexazê. Wê çaxê jî tahba xelef ê here ber telef û em ê pê bigirin.

9 Temmuz 2025 Çarşamba

vîdeoya teslîmîyetîyê û grok

Balkêş e.
Mirîdekî vîdeoya Apo ya teslîmîyetîyê par ve kirîye û li ser vîdeoyê jî weha nivîsandîye: 
“Bila kes nebêje ez serok û rêber im, ji te pê ve. Bijî serok Apo!”🤔
Hela hela û la hewle wela!
Nizanim,
belkî jî em serxweş in, loma tiştên ew dibînin em nabînin!!!
Ji ehmeqîyê re,
NOŞ!
🍺🍺🍺
Îja hey xwelîserên ku xwelî jî êdî ji ber serê we yê genî acizîyan dike, 
ka hûn ji xwe re nabêjin piştî vê tofanî, hetîketî û xwelîserîyê em ê çawa û bi çi rûyî herin li ser mirîyên xwe bigirîn ku ez ne şaş bim ew reben û belengaz di ber welatekî azad û serbixwe de miribûn. 
Serî li ber dagirkerî, koletî, xulamtî, himaltî û belengazîyê rakiribûn, ew jîyana rezîl û teres red kiribûn.
Gelo,
yên mirin wê nebêjin, “Ma morîkê ca me qetîyabû û em di ber çi de mirin, hey te quzê wê xwaro?”
Axir,
ku qulikên bêjinga mentiqê xetimîbin, hemû gû û rêx û pîsî bi ser dikevin.

De îja yên ehmeq tenê ne yên me ne. Wek meseleya girêdana li cem hev a ker û golikan tirk jî ne kêmî me ne ji hêla ehmeqîyê ve, heya meriv dikare bibêje yên me ji wan hîn û fêr bûne.
Lê…
mala Xwedê (Ka îja heye tune ye ango li ku ye, nizanim) ava be ku Grok derket vê bazarê û agir berda hemû çîrok û çîrçîrok û çîvanokên tirkan.
Ev sed sal in em ji tirkan re dibêjin hûn ne tiştek in, lê gilî û gazinên me, qîrîn û hewara me bi qasî Grokê bandor û tesîr li van ehmeq û xwelîseran nekir.
Grok bi ruhekî şoreşgerî (Bêguman ne wek şoreşgerîya Apo û mirîdan) rabûye hemû fen û fût, dek û dolab û vir û derewên tirkan li nav çavê wan dixe, wan dihetikîne.
Îja heyrana serî,
êdî ne poz dişewite, ne jî bêvil…
Û coca cola jî- hûn dikarin “c”yan wek “k” anku “q” jî bixwînin- ne coca colaya berê ye; wek me kurdan bi dna û genetîka wê jî lîstin,
mixabin.

Gotina Dawî
Heger ehmeqî bi pereyan bihata cezakirin, li vî welatî gelek kes ê ji nêza anku ji birçîna bimira.

7 Temmuz 2025 Pazartesi

kulmek ehmeqî û telîsek xwelî

Bi armanca Kurdistaneke azad û serbixwe keç û lawên bi lîrelîran derketin serê çîyayan û bûn gerîla, 
îro amadekarîyê dikin ku bi def û zirneyan ji serê çîyayan dakevin berîyan û bibêjin em li we neheq bûn û em poşman in, me efû bikin, gelî birayan!
Êê?
Naxwe yên mirin ku we ji wan re got, “Şehîdên Kurdistanê?”
De bila serê yên mayî sax be. Ew jî ji kîsê ca xwe çûn, mixabin,
lê jixwe bi xwîna van şehîdan şîn û şên bû biratîya gelan, ezheyran!
Encam:
Kulmek ehmekî û ji xwelîya Amarayê telîsek xwelî, ezbenî!

Gotina Dawî
Ku aqilê meriv ji kîsê xelkê be, barê meriv jî mîna barê kerê ye.

6 Temmuz 2025 Pazar

ez çima dinivîsînim

Mixabin ez ne ji wan nivîskaran im ku ji bo dilê we xweş an reş bikim dinivîsînim.
Na!
Pirê caran tikîtenê me.
Di bêdengîyê de guhên xwe bel dikim û li ber peyvekê, li ber hevokekê, li ber agahîyekê kemînê datînim.
Carinan,
bi seetan di nav nivînan de bi vî alî ve û bi wî alî ve diqulipim naqqulipim, dikim nakim xew nakeve çavên min.
Difikirim…
Xeyal dikim…
Û bi xwe re anku xwe bi xwe dipeyivim û dengê dilê xwe, dengê mejîyê xwe bi we re par ve dikim.
Jixwe ne mumkun e bi heman bandorê ez bala kesan bikişînim; 
hin kes kêf û zewqê jê disitînin, hin kes jî aciz in, aciz dibin, acizîyan dikin.
Mixabin,
peyvên ku ez wan bibask dikim, dilê hinekan xweş, lê dilê hinekan jî reş dike.
Çendî bi peyvên populîst û qure em xwe li bêterefîyê rakişînin jî, helbet talîya talî meriv jî bivê nevê dibe terefek anku terefek e; 
dil û mejî û mentiqa meriv, meriv ber bi terefekê ve dikişîne.
Axir…
Min xwest bibêjim ez ê her xwe bispêrim mejî û mentiqa xwe û ya dilê xwe bibêjim/binivîsînim.

Gotina Dawî
Ji nakokî û paradoksan dûr, berî her tiştî divê meriv bi xwe re rast û durust be,
heger na, piştî demekê poşmanî dibe kurmek û ew kurm mejîyê meriv xerab û pûç dike ku kesayet hebe!..
Axir.

5 Temmuz 2025 Cumartesi

kaos û tevlihevî

Reîz li kemalîstan hatîye xezebê. Hêdî hêdî dest datîne ser şaredarîyên CHPê. Û wer xuyaye ew dest deyne ser hemûyan.
Ciwamêr mîna pisîkê bi mişkan bilîze, geh bi apocîyan dilîze, geh bi kemalîstan.
Doh dest diatanî ser şaredarîyên apocîyan, kemalîstan deng nedikir;
îro jî dest diatîne ser şaredarîyên kemalîstan, apocî ji qulên xwe dernakevin, bêdeng in.
Ji ber ku…
Reîz bi qumaşê her du alîyan jî dizane, hema kî serê xwe radike, gupika xwe li serî dixe.
Erê, zîhnîyeteke teres li ser desthilatîyê ye, lê yên muxalîf ji desthilatîyê jî terestir in.
Îja…
ji bo me ya baş tevlihevî û kaos e û Xwedê ji Reîz razî be, ji heq tevlihevî û kaosê tê.
Axir…

Gotina Dawî
Kurdino, xwe bikin kurdî û li benda Kurdistanê bin.

4 Temmuz 2025 Cuma

xurt û qels

Xurt civakan ava dikin, qels jî di wan civakan de kedî dibin û disitirin;
loma jî ji xurtan re nebêjin li gorî qeyde û nirx û ehlaqê civakê tev bigerin; 
lewra xurt di civakan de hilnayên.
Xurt anku kesê heyvanê wî qenc û bikarekter.
Qels anku kesê bi tena serê xwe nikare biryaran bigire û her bi ferman û komûtan tev digere.
Û ehlaqê we jî ne xema xurtan e, jixwe.

Gotina Dawî
Hinek dikin, hinek jî dixwin.



3 Temmuz 2025 Perşembe

agir û daristan

Wek her havîn vê havînê jî şewitandina daristanan dest pê kir.
Bi xweber dişewitin?
Hinek dişewitînin?
Bêguman her du îhtimal jî mumkun e, lê çendî siruşthez bim jî ji ber fehşitîya tirkên fehş zêde ne xema min e.
Û jixwe ez ne tirkîyeyîparêz im jî…
Ew herêmên dişewitin bêtir cîh û warên dewlemendan in. 
Û li Tirkîyeyê jî kêm zêde hûn dizanin kî dewlemend in û çawa dewlemend dibin!
Axir…
li ber wan heywan û teba û ajalên bêziman dikevim; li ber wê rengînîya şênkayî û pincar û nebatan dikevim.
Îja heyran…
heger rehmetîyê apê min Şêxê sax bûya, min ê bigota teqez tilîya wî di şewitandina van daristanan de heye, ji ber ku emr û temenê wî li karên çolê anku li wan daristanan bihurî;
ne Tekirdag hişt, ne Çanakkale hişt, ne jî Aydin, Îzmîr û Balikesîr…
Wext hat xerz di ber xerzê de ew çîyayên tahzî xemiland, wext hat ji bo ew xerz bi hêsanî bêhnê bistînin, ew devî û nebatên bizirar yek bi yek birîn, dora wan xerzikan paqij kir, tevir da.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ew daristanên bi heybet pesnê xwe didin ku navê Şêxê Hecî Hisênê Îsa dibihîzin, radibin bejna xwe li ber wî ditewînin,
lê bawerî jî pê nedihat ha!
Ji bo karê wî bimeşîya dikarîbû mîna anarşîstekî agir jî berda wê ked û tehba xwe…
Îja wek min got, 
rehma Xwedê lê be ku mirîye û ji şik û gumanê dûr e.

Gotina Dawî
Heya ev zîhnîyet neşewite, dar ê jî bişewitin, kevir ê jî li ser kevir nemîne, li vî welatî!..

Gotina Herî Dawî
Hêsirên me jî nebûn çare ji wê xezeba we re ku we agir berdida wan çîyayên me û pez û dewar û tarişên me jî di nav de dibijirîn.

2 Temmuz 2025 Çarşamba

xilt û dînîtî

“Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xelkê xwe melis diko
Misto Misto Misto Misto
Derîya derda veneke lo
Ji min re derda lê neke
Were lo lo lo lo Misto”

Erê, rehmetîyê Şivan Perwer wer digot…
Ka îja li ser kîjan Mistoyî gotîye, divê em herin ji Şivan Perwer re bibêjin ku demekê dengê vê axê bû.
Ew jî zemanek bû. 
Hunera wî anku stranên wî hest û hêza welatperwerîyê li kurdan bar dikir ku azadî û serxwebûn jê difûrîya,
lê bêbextan huner û stranên wî ji gelek kurdan re kirin kemîn û ew reben û belengaz di temenên xwe yên herî xweş de ji kîsê ca xwe çûn, mirin!
Me got, “Rehmetî!”
lê rehm li zindîyan jî dibe, li mirîyan jî
û xwezî hin kesan di wext de ruhê xwe teslîm bikira, biçûna û ew rehm bi haweyekî rehmanî bi ser wan de bibarîya.
Îja!..
mesele ne Şivan Perwer e, mesele meseleya xilt e.
Xilt!
Dewleta kûr, kûr lê xist û ji Îmralîyê heya Qendîlê tuneleke kûr kola.
Ji mêj de ye deng û pêjna Mustafa Karasû nedihat;
hin kesan ew kuşt, dua û fatîhe li ser wî xwendin;
hin kesan got dîn bûye kiras mirasê xwe çirandîye û mîna Baba Tahirê Uryan bi çolê ketîye;
hin kesan jî got tobe kirîye, berê xwe daye Mek û Medînê û ji nuha pê ve ew tenê li ser şujdê rûne û tizbîha nodûnehhebî bikişîne.
Lê mixabin…
talîya talî li Îmralîyê deng û pêjna xiltê me hat bihîstin.
Axir…
Dewlet kûr e, Îmrali nûr e, lê dengê defa xweş jî ji dûr e.
Ji qewla Şefîqê Tembûrvan, “Em herinê bavê min?”

Lê moralê min sifir sifir sifir e.
Îro,
xanimekê ji min re peyamek şand. 
Salê du sê caran min û vê xanimê xwe digîhand hev û li ser meseleyên kûr û dûr me rebê hev dileqand, ji qewla binxetîyan.
Pirê caran, 
berê orgazmê anku berî pişta me bihata bi kêlîyekê me mola dida û li ser sîyaset, edebîyat û hunerê em dipeyivîn, me civat digerand; 
piştî me sohbeta xwe bi dawî dikir jî, ji nû ve mîna du maran me xwe li hev digerand, dipêça û em dibûn kulmek xwê, ji şehwetê diherikîn.
Axir…
Di peyama xwe de weha digot:
“Min dil girt, Devliken, lê te kengî bêrîya min kir, derîyê min ji te re vekirîye, lew ji dînîtîya te hez dikim.”
Erê, belkî ne partnerekî dilsoz bim lê ne partnerekî bêkêr im jî; jina ku ketîye jîyana min nikare gazinan bike û bibêje, “Devliken, ez poşman im!”
Divê meriv qedrê kêlîyên şadîyê bizane, 
ji ber ku…
jîyan kin e û temen gindir dibe dihere,
mixabin.

Gotina Dawî
Ji tebayan anku ji ajalan divê meriv xweş xilt û wawîk û sîxuran biparêze!..


1 Temmuz 2025 Salı

perava kadikoyê


Ji Kadikoyê vedigerîyam malê, di rê de Evdilayê ne ji ometa Abdullahan li ser whatsapê ji min re nivîsand bê ka beşa dudan a nivîsa doh ez ê kengî biweşînim.
Ya rast min dil hebû îro binivîsînim, biweşînim û we ji wê meraqê xelas bikim, 
lê min ji bo îro soz dabû Arifê di sekn û helwest û bawerî û doza xwe de bira jî arif, loma jî min vê berêvara xwe ji wî re veqetand.
Me bîrayên xwe kirîn û em ber bi perava Modayê ve meşîyan.
Perava Modayê ku hewa hênik dibe heya derengê şevê perî li wir lotikan diavêjin.
Ez û Arif jî di bin atmosfera wan perîyan de çûn li ser wan gomeyên reş ên li seranserê peravê biaheng hatine bicîhkirin rûniştin û me enya xwe da tavê û me dest bi civatê kir, civata xwe gerand.
Dema meriv guh dide Arif û bi baldarî li liv û mîmîk û tevgera wî dinere, meriv dibîne ku genetîka Arif anku hevîrtirşê Arif xwerû kurdî ye, hîn xera nebûye.
Pêdivîya kurdî bi kurdên weha hur û resen heye. Kurdên sentatîk ku dişibin fêkî û zebzeyên bin naylonan; mîna kurm û vîrusan zirarê didin kurdî, kurdî ji tehma xwe dûr dikeve.
Min ji tûrikê xwe pirtûka Xwelîserîzmê derxist, dayê. Kenîya, got, “Devliken hemû pirtûkên te him wek pirtûk him wek pdf li cem min hene, lê dîsa jî spas. Nebû ez ê jî dîyarî hevalekî xwe bikim.”
Û dest bi serpêhatîyeke xwe kir:
“Dema nû Doxînsistîzma te çap bû, ez û xalê xwe yê ku li Stenbolê mezin bûye û bi zorê bi kurdî dipeyive, ji Beyazitê me dest pê kir heya Emînonuyê me ji hemû pirtûkfiroşên derketin pêşîya xwe pirsî bê Doxînsistîzm heye tune ye, lê teva ku me dizanî li wan pirtûkfiroşan nayê firotin jî, bi qastî em diketin hundir û me ji xwedî re digot, “Devliken Kelogirî, Doxînsistîzm heye gelo?”
Îja carinan min xalê xwe dişand hêleke rê ez li hêleke rê dimam. Rebeno ne dizanîbû navê te bigota ne jî dizanîbû bigota Doxînsistîzm.
Axir axir, me xwe gîhand pasaja Elhamrayê cem kekê Selahedîn Bûlût, me ji wir kirî.”
Berî ez dest bi nivîsandina blogê bikim, li ser whatsapê ji min re weha nivîsand:
“Piştî me xatir ji hevdu xwest, min di vapûr û otobusê de heya ez giham "î" ya Kurd(î)yê xwend.  Ez dibêjim teknolojîya îro jî di nav de tîştê herî bi kêr ji bo mirovahîyê ku mirovahîyê îcad kirîye, nivîs e.
Bi ya min, ji bo ziman zindî bimîne nivîs ji axaftinê jî girîngtir e.
Û tu dizanî çi bala min kişand?
Deh sal in te ev kitêb li ser pêvajoyê nivîsandîye, piştî deh salan pêvajo heman pêvajo ye, Miheme Ocelan heman Miheme Ocalan e. Sirrî ji pêvajoyê kêm bûye. Wekî din kevirek jî li pêvajoyê zêde nebûye. Wek te ji bo roja îro nivîsîbe, pêvajo heman pêvajo ye.”

Gotina Dawî
Heya ku Arif hebin, bila dagirker nekevin pey xewn û xeyalên xweş û romantîk.