10 Ocak 2025 Cuma

çare ji vê zîhnîyetê re tune ye


Çi xweş gotîye, Alfred Adler:
“Meraqa li ser kubir û hewê, yek ji nîşaneyên/semptomên herî berbiçav ya kompleksa xwebiçûkdîtî ye.”
De îja were xwelîya vê civakê li serê xwe bike bê ev civak, biçûk mezin, xwende nexwende, zana nezan çawa heya qirikê ketîne nav vê xwelîserîyê.
Alfred Adler, pisporê kûrama psîkolojî ya takekesîyê ye û di pisporîya wî de du têgehên girîng hene: 
1-Hîsa xwebiçûkdîtî
2-Hîsa xwemezindîtî
Alfred Adler serê xwe bi xwezayî û kûrayîya însên re êşandîye û bi çavê sosyal-psîkolojîk nêzîkî vê meseleyê bûye bê tesîreke çawa li karektera însên dike. 
Piştî van lêkolîn û lêpirsînên xwe, bi xwe daye qebûlkirin anku serwext bûye ku rabûn û rûniştina meriv, tevger û hereketên meriv, nerîn û dîtina meriv bi pêwendî û danûstendina derdora meriv a civakî/sosyal re dikemile û bi vî awayî karakterek rûdine.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ciwamêr dixwaze ji me re bibêje, binhişîya xwe kedî anku tedawî bikin ku nehêle hûn bi kubir û hewa û fors û prestîjê serxweş bikevin.
Bêguman…
Girêdayî vê meseleyê, kêm zêde rewşa me kurdan jî weha travmatîk e, mixabin.
Piştî civaka me bi awayekî fehş û nezan polîtîze bû, ev kompleks û travma li ser derûnî û karektera me jî birîneke mayînde hişt ku îro ro em nizanin em dijîn an em nîvkuştî ne.
Zîhnîyeta apoyî, bi salan zarokên kurdan bi armanca rizgarkirina Kurdistanê ber bi çîyê ve kişandin. 
Dû re…
li çîyê, bi teorîyên xav û bi sloganên pûç û xapînok mejîyê wan zarokan şuştin û ew zarok ji bo armancên xwe yên qirêj kirin şervanên mirîdane. 
Piştî demekê…
ew zarok bûn şervanên mekanîk û ji armancên neteweyî dûr, tenê ji bo armancên megalomanan xizmet kirin.
Kuştin! Hatin kuştin!..
Anku…
ji sîstemên qirêj re artêşeke robotîk çêbû. Û anuha jî ew robot tenê bi xwezayî û xwebûna xwe re şer dikin.
Bêguman…
ji bo pîrozwerîya vê zîhnîyetê, li nav bajêr jî ev zîhnîyet serdest bû û ji bo danasîn û reklama wan şervanên mirîdane ên robotîk, her weha çalakvanên mirîdane ên robotîk jî hewce bûn. 
Loma jî…
ji bo dilê wan çalakvanan xweş bibe, wan bi xwe ve girê bidin û ew çalakvan erk û wezîfeya xwe bi cîh bînin, pêdivî bi maqyajeke prestîjî hebû û texsîr nekirin/nakin, çi madî çi manewî…
Axir, li nav bajêr, bi saya wê sîyaseta beloq, bi binhişîya însên lîstin; dilbijandineke sûnî/çêkirî/sexte bi wan xweş û şêrîn kirin û ew jî bi ber bayê kubir, hewa, fors û prestîjê ve ketin.
Lê hay ji xwe hebin!
Ew kompleksên we yên nekedîbûyî serê we ji gewdeyê we hilneqetîne!

Gotina Dawî
Baldar bin û bi kêlîyên sexte nexapin. Hema ku nigê we bişemite, ne bawerîya we, ne pêxemberê we, ne Xwedayê we, tu kes ê nikaribî we xelas bike!
Îja heyran,
ev nexweşî nexweşîyeke çawa ye û bê ka tedawîya wê jî heye tune ye, bi rastî jî nizanim.
Meriv here li derîyê hemû psîkîyatr û derûnînas û civaknasên herî qerase bixe jî, bawer nakim çare yan jî tedawîyekê ji vê nexweşîyê re bibînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Xwedê jî têkeve nav vê zîhnîyetê, di nava du sê mehan de ew ê bi xwe jî êdî bi nigê wan lê bixe!..

pêvajoya doxînê

-Xalo, ma çi ji vê dem û pêvajoyê dikeve serê te? Gelo dîsa ne fen be?
-Kuro law, ma bi Xwedê êdî em hew diwêrin bibêjin “Heger ne fen e, ev çi ben e?” Lê êdî ciwamêran eşkere fenê jî û benê wê jî dixin qula çavên me!
-Xalo, ji bo Xwedê ka piçekî zelal bike lo! Weleh tew ev teorîyên te yên ji şîfreyên Da Vîncî dijwartir, mala meriv xera dike heya meriv ji hev derdixe. Ezxulam, ez dibêjim, “dem, pêvajo, surec” tu radibî ji min re qala fen û ben û nizanim çi dikî!
-Ê hey kurê kerê, ma tu di guhê gê de dijî, hi ii! Ma ne pêvajoya benê doxînê dest pê kir…
-Çi çi çiii?
-Çi û quzilqurt û mirina bin zikê te! Kuro li ser doxînê li hev kirine, li ser doxînê. Serokê sererd û binerd ji Hakan Fîdan re gotîye, “Jinekê ji min re bixwazin, lê bila neketibe menopozê. Qelenê wê bidin, zêrên wê çêkin, min bizewicînin. Dû re xanîyekî duqat ji min re bigirin, lê kirîya wî xanîyî li ser we. Û bila ew xanî nêzîkî xanîyê kirîbê min Bahçelî be. Her weha ji SSKyê jî meaşek.”
-Êê?
-Ê ê! Li hev kirine û ji Hakan Fîdan re gotîye, “Bi soz, heger hûn van daxwazên min bînin cîh, ez ê we ji vê pirika PKKê xelas bikim û wan bişînim hêla Îranê, wan bikim belaya serê Îranê.”
-Bawer nakim xalê Cemîl û xalê Mûrad qebûl bikin. Ew ê xwe bi erdê bidin weleh.
-Na na. Ew ê ji wan re jî çareyekê bibînin. Bi operasyoneke cerahî rûyên wan biguherin û ji her yekî re li ser navê wan A-101 marketekê tapo bikin û mesele safî dibe. Jixwe li hidûdê Tirkîye û Îranê hînî tucaret û bazirganîyê jî bûne. Bi telaqên bêfitû, ku bikin karê xwe, di nav pênc salan de marketên wan ê qayîşê bi Mîgros û Carreforên Sabancî û Koçan re bikişînin.
-Xwedê ji te razî! Ma te kir çi! Çawa çêbû! Tew ev teorîyên te yên komployî ji teorîyên Ednanê Farqînî ecêbtir in. Te ji ben û doxînê dest pê kir, tu çûyî te di çareserkirina pirsgirêka kurd û tirkan re derxist û problema bi salan bi benê doxînê safî kir.
-De here ji xalojna xwe re bibêje bê hukmê doxînê çawa ye, bila ji te re bibêje, bêhişo! Bi Reb, ku rep bibe, tu hêz û qawet nikare xwe li ber bigire û çav êdî tiştekî nabîne, mejî bloke dibe!..

8 Ocak 2025 Çarşamba

şîreta kîrê ker

Rewşenbîrî, 
erk û wezîfeyeke ehlaqî ye. 
Û tew…
di ser de jî tu nivîskar û rojnamevan bî, hewce ye tu sînga xwe bidî ber top û guleyan, 
ji hemû tundî û alozî û êrîşan re bikî sîper, bikî mertal.
Îja heyran…
Wek her tiştî, li vî welatî rewşenbîrî jî tenê ji quretîyên xav û populîst pêk tê, 
mixabin.
Hoo guhê gê!
Ka di kîjan qulê de li ser çi fantezîyan bi xwe xweş tîne, romannivîsî binavûdeng ê navneteweyî rêzdar Ahmet Altan?
Hoo rewşenbîro!
Ma ne tu bûyî!..
te digot, “Ez bikutim poşmanîyê. Here were deh panzdeh sal emrê min maye yan nemaye ku koç bikim û herim hêla dinê. Ma hêja ye ji bo deh panzdeh salên din jî bijîm, ez rabim xayintîyê bi wan heftêsalên xwe yên têr zanîn, têr ehlaq, têr tecrûbe, têr karekter, têr prensîb bikim?”
Ka dengê te nayê min!..
Hoo rewşenbîro!
Ka tu ji min re nabêjî, te ew zanîn û tecrûbe û ehlaq û karekter û prensîbên xwe bi çi firotin?
Di rewşeke weha kaotîk de ku dewlet ji dewletbûnê ketîye û kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye, ka Ahmet Altanê romannivîs ê xwedîyên romanên qerase? 
Qey rewşa nuha ya dewletê ji bo romaneke nuh sûd û îlham e, loo!
Axir…
Yan xwe qure nekin û bêvila xwe nexin nav kar û barên rewşenbîrî yan jî ku we bêvila xwe carekê xistê, heya neşikê, nekişînin. 
Nabe meriv qûna mirîşkê deyne ser hêka betê, nabe!..

Min got…
Ji yên navê xwe yan jî paşnavê xwe kirîye “Xwenas” hîn min yekî xwe naskirîye nedîtîye.
We tim dilê xwe bijandîye tiştekî di we de ne mevcûd anku tune ye, 
lê we tu carî hewl nedaye ku hûn xwe veguherin wî tiştî, 
lewra…
ew qûn li ser we tune ye.
Û ku peyv tê peyvê jî, ne eyb û ne fedî, hûn radibin qerf û henekên xwe bi yên ku hûn dilê xwe dibijînin wan dikin.
Berî her tiştî divê hûn xwe ji vê nakokî û paradoksê rizgar bikin 
yan na…
bi van kompleksan tenê hûn ê ruhê xwe bitengijînin û bi çavê dijminayî li her kesî, her tiştî binerin.
Jîyan ne pir dirêj e, 
loma jî vê jîyana ku li ser perîkên pinpinîkê bar bûye, nehêlin ji nav kefa destên we bifire.
Ji wê pinpinîka temenkin hînî xweşîya jîyanê bibin bê di wî temenê xwe yê kin de bi çi xezebê li dora wan gul û kulîlk û çîçekan difire, zîz dibe, dibeze, dipengize.
Axir…
Ma ez ji kê re dibêjim!
Anuha ew ê dîsa werin van gotinên min bixwînin, dilê xwe bibijînên vîzyon û feraseta van gotinan, 
lê piştî nivîs biqede, ew ê dîsa herin li serê kîrê xwe yan jî li ser pişta quzê xwe binivîsînin,
lewra di kurdîya kurmancîyê de ji vê nakokî û paradoksê re dibêjin,
“Şîreta kîrê ker!”

Gotina Dawî
Heya hûn nebin xwe, hûn ê nebin tu gû jî!..

7 Ocak 2025 Salı

zanîn mejî û mirîd

Berê…
Zanînîngeh çîyê ilm û îrfanê, cîyê felsefe û zanînê bûn. 
Li wir, tenê mejî, dil, hest, hîs, xeyal, nerîn, hêla afirînerî kedî anku terbîye dibûn. 
Û jixwe…
Dema bi wê vîzyonê tu ji derîyê wê zanîngehê derdiketî, peydakirina karekî anku qezenckirina pereyan nedibû pirsgirêk.
Nuha…
Zanîngeh ji xwebûna xwe dûr ketine. Ji bilî çend îstîsnayan, pirê kesan tenê ji bo qezenckirina pereyan zanîngehan dixwînin êdî, mixabin.
Ya din jî…
Ji her tiştî re, ji her beş û qada jîyanê re zanîngehek ava kirine; 
tirşikolojî, mastolojî, quzilqurtolojî, masturbasyonolojî…
Heyf, lê xema kê ye!
Jixwe sîstem girseyeke weha dixwaze; mirîd, gêj û ehmeq.
Axir…

Rojekê hevalekê ji min re peyamek şand. Vê hevalê li ser medyaya sosyal ez dişopandim, lê rûbirû me hevdu nas nedikir.
Peyam weha bû:
-Te bi kurdî dinivîsand, loma jî bala min kişand, lewra kurdîya min qels bû, min got bi xêra te û yên wek te ez ê kurdîya xwe xurt bikim.
Lê…
Rexneyên te yên li ser hevalan pir hişk û tûj bûn. Xwe bi xwe min ji xwe re got, “Ev ciwamêr teqez barzanîperest e.” Çend roj derbas bûn nebûn, ne bi wê hişkî û tûjîyê be jî min dît te zîhnîyeta başûrîyan jî bi tundî rexne kirîye. Şaş mam! Tu ne apoyî bûyî, ne jî barzanîyî.
Dû re…
Piştî çend rojên din te li ser nezanî û bêvîzyonîya neteweperestan jî xwe aciz kiribû û ew rexne kiribûn. Min nekarî bigota tu sîxwir anku ajan î jî, lewra ji bilî kurdî te bi tu zimanî jî nedinivîsand. Ez li te mame heyirî. Nema dizanim ez ê bi çi çavî li te binerim. Ev tu ji min re nabêjî, tu çi yî, tu kî yî? Tu li ser çi îdeolojî û dînî yî?
Di bin simbêlan de kenîyam, lê bêguman wê ez nedidîtim. Tenê min ev peyam nivîsand û jê re şand:
-Mejîyê min heye û ez difikirim!..
Dû re…
Bêguman me rûbirû jî hevdu nas kir û …
Axir!

Gotina Dawî
Nebin mirîdê tu kesî, tenê bibin mirîdê mejîyê xwe, lê heger hîn bi nav mejîyê we de nemîstibin!..

6 Ocak 2025 Pazartesi

stratejîya peredîgmayî

Me got, 
“Heyran heger ne fen e, ev çi ben e?”
Got,
“Na. Ew benê doxînê ye, ne xem e!”

Evdilayê ku doh bi eşqa Kurdistaneke azad û serbixwe keç û lawên kurdan kişandin çîyê, îro li ser xwîna wan keç û lawan bingeha paradîgmayeke nû diavêje.

Di vê paradîgmaya nû de, Evdila serê govendê dikişîne, lê jixwe kî xal be, Evdila heval e, ji qewla pêşîyan.
Û êdî gîyha jî hew şîn tê li ser gorên pêşîyên me, lewra mirîd diherin diçêrin li wê derê.

Selahattîn Demîrtaşê ku carinan dibû Selo, carinan dibû Selo başqan û carinan jî di xewn û xeyalên xwe de bi ser pişta hespê xwe diket û dibû Silahedînê Eyûbî, li Edîrneya xopan li ber lambeyên gazê romanan dinivîsîne, bi tirkî…
Û heger ev paradîgmaya Evdila bi ser nekeve, îhtimal e Edîrne ji destê Tirkîyeyê derkeve, têkeve destê Yewnanîstanê.
Lê ez bawer nakim sebra Selo li Yewnanîstanê bê. Ditirsim wek rehmetîyê Ahmet Kaya lê bê û debar neke, dil milê wî bisekine, loma jî berî ku Edîrne têkeve destê yewnanan, bi îhtimaleke xurt ew ê ji hefsê firar bike û here xwe biavêje bextê Enqerê.

Sirrîyê ku kes nizane bê bi çi sirrê bi vir û wê de dibeze, derî bi derî, qul bi qul digere ji bo efûyeke giştî. 
Erê navekî li van çûyinhatinan anku civîn û hevdîtinan nakin, lê wer xuya ye dilê wan heye rojevê pîne bikin.
Ka aqil!
Ma pîne li tavê anku li royê dikeve?
Na.
Pîne li du tiştan nakeve:
1-Tav/ro
2-Qûna çirîyayî
Îja heyran, 
ev ê ku wek garana ker û golik û ciwange û dewar mewaran bi vir de wê de zîz dibin û qûnê li xwe diçirînin, tenê nan diçînin şorbê û hew.
Û kurd jî êdî fentezî bûne jixwe, hew şorbê dixwin bi nêta şîvê.
Axir…
Heger berî mirinekê ev paradîgma nebe pere û neşewite, li Tirkîyeyê pirê tirkan ê navê zarên xwe bikin Evdila, pirê kurdan ê jî navê zarên xwe bikin Dewlet.
Û Dewlet ê jî bibe dewlet ji me re, di berdêla dewleta me de.

Gotina Dawî
Armanc û hedefa vê paradîgmayê ew e, bi stratejîyeke peredîgmayî kurdan kêm, kurdkokenlîyan pir bikin.
Û hûn sax, ji qewla seydayê min Laleş Qaso.

5 Ocak 2025 Pazar

zeman xerab e însan çênabin

Heger birçîbûna seksê ne bi vê xezebê bûya, ev keç û jinên li ser medyaya sosyal mîna fêkîfiroş û zebzefiroşan qûn û quz û pêsîrên xwe radixin pêş çavên me ango pêşkêşî me dikin, dê çi xwelî li serê xwe bikirana!
Di esasê xwe de,
çendî hin jin xwe aciz bikin jî, civakên paşverû û nezan bi kêrî jinan jî tên, loma jî pirê jinan ji vê sîstema mêrane ku mêr hov û birçî ne, acizîyan nakin;
nakin, lewra…
ew bi xwe jî baş dizanin di civakên pêşketî, medenî û modern de fêkîyên wan ê pere neke.
Axir…
Bijî azadîya paşverû ya postkîrquzîst!

Azadî!
Di vê serdema me ya kes nizane bê kîrê kê di qûna kê de ye, “Bijî Azadî!” slogana herî populer e,
lê belê… 
tu kes jî ji azadîyê hez nake, 
mixabin; 
her kes (çi takekes çi partî çi rêxistin çi sazî) hewl dide te bike mirîdê xwe
û jixwe ew bi xwe jî mirîdê hin kesên din in.
Axir…
Herin ji Azadan bipirsin, 
Azadên ku navên wan Azad in jî ew ê ji we re bibêjin, “Mixabin, lê ez ne azad im!” 
Îja heyran…
Heger gen genî bin, xwelîserî genetîk e.

Ez bi xwe…
li dijî desthilatîya kurdan im!
Heger sibê, bi saya Xwedayê jêrîn anku Amerîkayê Kurdistan azad û serbixwe bibe, divê amerîkî, cihûyan anku israîlîyan deynin ser textê desthilatîyê,
lewra…
vî zemanî bi zîhnîyeta kurdan dewlet mewlet nayê birêvebirin anku îdarekirin. Hewce ye pêncîsalekî li ber destê cihûyan/israîlîyan hînî sîyaset ê politîka û lobî û dîplomasîyê bibin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
birêvebirina dewletan naşibe quretîyên qesr û qonax û mizgeftan.
Axir…

Gotina Dawî
Kuro lawê Hecî Sînan, emrê te sê tirên keran maye, êdî bes xwe bihetikîne loo! 

4 Ocak 2025 Cumartesi

şanogeha îmralîyê

Nav= Heger Ev Ne Fen e Ev Çi Ben e
Cîh= Şanogeha Îmralîyê
Şanonivîs= Mît
Mijar= Xurtbûna Ruhû Eşmeyê
Derhêner= Sirri Sureyya Onder
Lîstikvan= Apo, Altan Tan
Muzîk= Ozan Arîf

Perde ji her du alîyan ve vedibe. Li paş maseyê li ser kursîyeke textikî Apo rûniştîye. Li ser maseyê, li ber Apo perçeyek cebeş, ecûrek, du qitî, sê xîyar û tasek av heye. Altan Tan xuya dibe û ber bi Apo ve dimeşe. Tê li ber maseyê şipîya disekine. Di destê wî de kîsikekî naylon heye. Di binê kîsik de kulmek ax. Altan Tan bi ken wî kîsikî datîne ber Apo.

Apo
-Ev çi ye, Altan?

Altan Tan
-Ji Amarayê min ji te re kulmek axa pîroz anî, qudretlî serok.

Apo
-Tu ciwamêr î. Spasîya te dikim, Alto. Ka kursîyê bikişîne bin qûna xwe, rûne dîlimek cebeş, xîyarekî an ecûrekî bixwe, dû re em ê li ser rojevê bipeyivin.

Altan Tan
-Na ezxulam. Berî ez werim cem cenabê te, ez û hevalên di heyetê de me nan çand şorbê û me zik li xwe kir kelek. Spasîya cenabê qudretlî serok dikim. Bijî.

(Apo radihêje xîyarekî û diepişîne devê xwe, qertekê lê dixe û dibe xirmexirma wî, dixwe)

Altan Tan
-We li ser çi li hev kirîye? Dewlet çi dibêje?

Apo
-PKK yê çekên xwe teslîm bike. Efûyeke giştî yê çêbibe. Astengîyên li pêşîya zimanê kurdî yê rabin. Hêdî hêdî ber bi xweserîyê ve gav ê bên avêtin û hin tiştên din jî… 

Altan Tan
-Naxwe tu yê jî bê berdan anku azad bibî, ne wer qudretlî serokê min?

(Apo hêrs û aciz dibe)

Apo
-Te çi ji min e? Hi ii! Serê xwe bi kitekit û detayên te eleqeder nake re neêşîne. Ew ne problem e. Ez qudretlî me. Hundir an derve, ji min re her der qada berxwedanê ye.

Altan Tan
-Protokol an peymaneke nivîskî? 

Apo
-Hewce nake. Wek min got, serê xwe bi kitekit û detayan re neêşîne. Ez qudretlî me. Berê min xwe wek pêxemberekî didît, lê êdî min qonaxa pêxemberîyê derbas kir, nîvxweda me ez. Wek min berê jî dubare û nizanim çendbare kir, ez qudretlî me.

Altan Tan
-Birêz û qudretlî serokê min, tu çêtir dizanî, lê bawerî bi dewleta tirko nayê. Xwedan fen û fût e. Wek min got dîsa cenabê te dizane, lê protokolek an peymaneke nivîskî hebe, pir baş e. Ma ne gotineke me ya pêşîyan ya pir xweş heye…

Apo
-Çi ye?

Altan Tan
-Bira bira ye, bazar xuya ye.

(Apo hêrs dibe. Destê xwe bi hêl li maseyê dixe. Ew cebeş, qitî, xîyar û ecûrê ser maseyê dipengizin, li erdê belawela dibin. Apo çeng dibe ser xwe. Bi rabûna Apo ya ser nigan re Altan Tan diqutife, ew jî wek refleks ji nişka ve çeng dibe ser xwe)

Apo
-Kêfa min ji pêşîyên we yên paşverû û feodal re jî nayê, kêfa min ji wan gotinên wan ên beradayî re jî nayê. Ez qudretlî me û peyv li ser peyva min nayê kirin. Qedexe ye û hew! Here fermana min bigihîne Hevalê Cûma, bila çek mekên xwe teslîmî dewletê bikin û ew jî tava gerîlayan derbasî hêla Îranê bibin. Li wê derê dewleta Îranê yê têra kantonekê erd bide wan. Û heya ez nebêjim jî, bila ji kartol martolan û pîvaz mîvazan pê ve tiştekî din neçînin. Bi taybetî jî bila ji xeşxeşê dûr bisekinin. Û hevalên legal ên nav bajêr jî bila bi çalakîyên xwe, ji nû ve esas û temelê biratîya gelan deynin.

(Apo bêyî xatir ji Altan Tan bixwaze, li xwe dizîvire, ser dikê terk dike. Altan Tan destê xwe yê rastê diavêje paş stuyê xwe, kejika stuyê xwe dixwirîne û perde ji her du alîyan ve bi çepikên mêvanan re hêdî hêdî tê girtin)

Gotina Dawî
Axir…
Gelî belengazan,
bi kin û kurdîya kurmancî,
Apo xwestîye bi sibûta Altan Tan ji mirîdên xwe re bibêje, “Ez dewlet bi xwe me. Ez xwedan qudret im û qudreto me. Li min nefikirin, min çi ji we re got, wê bikin û hew!”
De îja ka aqil!

3 Ocak 2025 Cuma

quzjinge

Ferdî Tayfûr jî mir, koç kir, çû û di binê tûrikê xetire û bîranînan de kulmek xetire û bîranîn jî bi xwe re bir.
Erê, leheng û bilbilê dilxweşî û dilêşî yê nûxortanîya min bû!..
Û balkêş e, şeva ku Ferdî Tayfûr mir, evînek jî emirqutî bû û mir!
De îja gelî dost û hevalan, ka hûn ji min re nabêjin, ez herim serê xwe li kîjan keviran xim an kîjan keviran li serê xwe xim!
Ez rabim li ser Ferdîyê xwe bigirîm an li ser yara ku bêwext lê xist û çû bigirîm😂
Erê…
Zemanê min dibistana navîn û amadeyî anku lîse dixwend, li ber stranên wî min dil xist kê û nexist kê? 
Li pey eşq û evîna çend qîzan min dilê xwe bi sewta wî ya kelogirî kewand!
Wî zemanî jî min ji şoreşa apoyîyan hez nedikir û hez nekir. 
Bi min xav dihatin…
Pismamên min jî di nav de, pir bi benda min ketin ji bo nigê min bişemitînin, 
lê destê min ji cotmemikan nebû û ez mam li pey hevalan.
Gelek hevalên xwendekar bi stranên Ahmet Kaya û bi îdeolojîya Yalçin Kuçuk û Dogû Perînçek bi cizbê ketin û berê xwe dan çîyê, tev li ometa Evdila bûn, 
lê min li Ferdî Tayfûr guhdarî kir û kêfa xwe ji lîska futbolê û tolozîyan re anî.
Belkî wî zemanî ez kêmê hevalan dihatim dîtin, lê nuha ez li ber wê kawiktî û xeşimîya wan dikevim ku her yek wek fêrizekî, her yek wek xezalekê bû û hemû jî ji kîsê dêya xwe çûn, mixabin.
Axir…
Îşev ez ê mirina Ferdî Tayfûr ji xwe re bikim mahne/behane û li ser çûyîna yarê û bidawîbûna dewrekê, qedehek dudu araq vexwim, 
bêguman şelxem ê jî li ber be🙂🙂🙂
                             ***
wexta ku te got hezkirin bi te re nemaye
kelemên peyvên te li kezeba evîna min ketin
xwîna lokekî jê çû
ne ew tav bûya
evîna min a birîndar nedibû leylan
û li ber çavên reş winda nedibû
ew çav talde bûn
çilê havînê li ber siya wan
çilê zivistanê
ii ber pûk û bandebê tê de distrîm
                               ***
Cemîlê pismam jî ruhê helbestê çikandîye, haa!
Na na, ji bo rewşên zîz û evînî Cemîl jî ne kêmî Ferdî Tayfûr e😂
De îja îşev…
li ber stranên Ferdî Tayfûr ez ê helbestên Cemîl bixwînim û araqê vexwim, 
heya ku meleyê sibehê mizgînîya yareke din nede min, ez ê ji ser sifreya araqê ranebim û nerim nekevim nav nivînên xwe.
Min got…
yan meleyê taxê yê mizgînîya yarekê bide min yan jî ew ê rabe bi destê jina xwe bigire û jina xwe ji min re bîne.
Ditirsim tew bi destê wê bigire, wê bîne û bibêje ka were em bi hev re ango grubseksê çêkin🫢
Ku meriv bixwaze ji grubseksê re navekî bibîne, ez bawer im ji garankî xweştir tune ye,
anku nîyhandina garankî.
Axir…

Quzjinge!
Wê rojê li ser peyva “quzjinge” ez û Erdêl ketin qirika hev- di kurmancîya me mêrdînîyan de “ketin qirika hev” di şûna nîqaşê de tê bikaranîn-.
Berî hûn bibêjin Erdêl kî ye, ez bibêjim. Erdêl ji pişta Cemîl û ji bedena Seadetê ye anku birayê min e.
Axir…
Got, “Devliken, li derekê te li ser peyva quzjinge nivîsandibû, lê bi min wateya wê ne wek te ye. Quzjinge anku yên jina wan mêran bera ser xwe didin û ew jî xwe li kerrî datînin, wek ku hayê wan jê tune ye; xelk û alem giş dizanin, tenê ew nizanin qaşo.”
Dû re…
Careke din ez li ser wateya wê kûr û dûr fikirîm û min heq da Erdêl, eynî wek Erdêl e.
Qizjinge!
Yên hayê wan ji jina wan heye jina wan xelkê bera ser xwe dide û teva ku pê dizanin jî serê xwe bera ber xwe didin û xwe li nezanîyê datînin û cilika bênamûsîyê dikişînin ser serê xwe.
Bêguman,
ev jî cureyeke ji cureyên bênamûsîyê ye.
Îja quzjingeyên postmodern jî berbelav in, vî zemanî…
Jixwe axa meriv, welatê meriv namûsa meriv e.
Îja her kî axa xwe, welatê xwe bi destê xwe têxe bin konfora dijmin û dagirkerên xwe, quzjinge ye 
û hûn sax!

“Anuha li rojhilata navîn 50 mîlyon kurd hene û berê hemûyan jî li Tirkîyeyê ye, xwe wek perçeyekî Tirkîyeyê dibînin.”
                                                      Ahmet Turk

Gotina Dawî
Bi telaq rehmetîyê Ferdî Tayfûr ji Dîyar gelekî çêtir bû. 
Heyran, qet nebe li ber stranên Ferdî Tayfûr meriv dikare du qedeh araq vexwe, lê li ber stranên Dîyar?
Li ber stranên Dîyar, meriv ê tenê dîyar dîyar gêj û sersem bigere!..

2 Ocak 2025 Perşembe

xwedê û hunermendîya wî

Min bikarîya terka sporê bikira, baş bû, lewra çavên min bêbextîyan li hişê min dike û dû re rebena piştê di bin barê wan ê fehş de diweste.
Hin jin ne jin in, lê jinên din çi ne?
Yan jî…
yên ne jin çi ne?
Û bextê Xwedê jî tune ye;
jixwe di sîstema wî de navê heq qedexe ye, edalet jî tenê navê çend qehpikan e,
li kerxane û pawyonên metropolan.
Anuha ez li sporgehê me, sporê dikim, lê ji kerema xwe re min nericimînin û bi çavê sapiqane li min nenerin.
Axir…
Jinek di ber min re derbas bû…
Ya star!
Çavên min ji qotê serê min bazdan, çûn xwe li ser wê qûnê danîn,
lê qûn jî…
na na, gunehkarî ye meriv ji wê re bibêje qûn!
Erê, ez ji pisporî û hunermendî û sinhetkarîya Xwedê ne xweş û razî me, lê rêzdaro heqê vê qûnê daye, haa!
Ka îja nizanim temenê wî çi qas e, lê rehet nêvîyê temenê xwe bi çêkirina vê qûnê re bihurandîye û serê xwe pê re êşandîye.
Gotineke Têmûrê Xelîl hat bîra min, digot, “Karê meriv bi dilê xwe dike, ne serêşayî ye, kêf û kêfxweşî ye.”
Gotina rast jî, ji Xwedê bêtir Şeytan jê hez dike.
Heger îroj, 
vê gavê, 
vê kêlîyê,
anuha…
Van Gogh, Salvador Dalî, Pablo Pîcasso, Modiglîyanî, çi zanim Leonardo Da Vîncî û Çîdem Baran Maranê li vir bûna û bi çavên serê xwe ev şahberhema Xwedê bidîtana, ez dibêjim ew ê firçe mirçe û tuval muvalên xwe hemû bişewitandana û heya talîya temenê xwe ji dêr û mizgeft û sînagogan derneketana, bi dua û nimêj û îbadetan wan ê xêr ji temenê xwe nedîta.
Jixwe nedîtine!..
Wek min got, ew ne qûn bû, lê çi bû, ez nizanim.
Axir…
Ez herim avekê bi ser canê xwe de berdim, bila tîna canê min bişikê.

Gotina Dawî
Ez bikutim jîyanê. Zêde cidî tev negerin. Di ku de zirav bû, bila di wir de biqete.

1 Ocak 2025 Çarşamba

carinan sînema jî hewce ye

Neh deh sal berê ji bilî nivîsên edebî, mîzahî, sîyasî, her weha carcaran li ser sînemayê jî min dinivîsand, 
lê ez xerab ketim an zeman xerab ket, nizanim; dibe ku zeman jî bi min re xerab ketibe, ew jî mimkun e.
Lê divê ez giranîya xwe bidim ser vê beşê jî, êdî li ser sînemayê jî binivîsînim, 
lewra heqê min tune ye ez bi wê hêla xwe re xayîntîyê bikim; di ber sînemayê de, pir hindik kedeke min, tehbeke min heye, çendî ji bêderfetî min hin projeyên xwe taloq kiribin jî.
Axir…
The Help anku Alîkarî…
Îroj min li vî fîlmî temaşe kir. Cara ewil e ez li fîlmekî Tate Taylor temaşe dikim, lê ya hişt ez li vî fîlmî binerim bêguman Vîola Davîs e. Ez heyranekî vê xanimê me. Bi rastî jî di her fîlmê xwe de ruhekî nemir dide karaktera xwe. Pir serketî ye.
Lê…
çendî Vîola Davîs be sedema ku min li vî fîlmî temaşe kiribe jî, performansa Octavîa Spencer jî bêqusûr bû û têra xwe serketî bû. 
Bi gotineke me mêrdînîyan, di vî fîlmî de Octavîayê şekala Vîolayê di taqê re avêtîye.
De îja bifikirin, performansa her du lîstikvanên tenreş lê xwînxweş nehiştîye ez qala lîstikvana bedew Emma Stoneyê bikim.
Axir…
Derhêner: Tate Taylor
Senaryo: Kathryn Stockett
Lîstikvan:
Emma Stone
Viola Davis
Octavia Spencer
Dema ev fîlm qedîya, rewşa kurdan a li bajar û metropolên tirkan hat ber çavê min.
Kurd, li bajar û metropolên tirkan, ji ber zimanê xwe pêrgî êrîşên hovane yên tirkan dihatin, afrîkî jî ji ber tenê xwe yê reş pêrgî êrîşên tenspîyan dihatin.
Ku bextê meriv reş be, ew bext, ziman li meriv dike mar, ten jî li meriv dike ar!..

Hîn jî hin qeşmerên nîvlîberal û kêmdemokrat û postmostmodern ku xwe wek aqilmendên vê civakê dibînin, ne eyb û ne fedî dibêjin, “Birêz Ocalan-Sayin Ocalan”
De îja heqê van kurtêlxwirên konformîst çi ye, hûn dizanin?
Heq e her cara ku hatin dêrê jî meriv bikute wan û ji dêrê derketin, çûn mizgeftê jî meriv bikute wan!

Gotina Dawî
Zeman ne xerab e, însan rast nabin!..