27 Mart 2024 Çarşamba

şîrheram

Ya star!
Li Holandayê bi navê Mehmet, kîrquzdêyekî bi dehan car bazdaye ser çêlekekê, namûs li rebena çêlekê kirîye bexdûniz.
Hey jin bi xelkê mayo!
Em dizanin Holanda navenda azadî û seks û nîyhandin û fantezîyan e, lê ne bi vê xezebê, hey qûnde!
Heşa heşa!
Ha te nîyhaye dêya xwe, ha te nîyhaye çêleka xwe, heman tişt e; te ji her duyan jî şîr xwarîye, hey şîr di zik de meyayo!
Lê bibore!
Hûn tirk…
nan û xwêya we li ser gwîzika we ye.
Ne bext bi we re heye, ne ûjdan bi we re heye, ne jî edeb û ehlaq!..
De îja bi salan e em bi van kîrquzdêyan re dijîn û heta ji me tê, em xwe diparêzin,
lê me çi qasî xwe parastîye, cîyê nîqaşê ye,
lewra…
ji me jî gelek kîrquzdêyên xwefiroş ên bêkarekter derketine, mixabin.
Êêê!..
Pêşîyên me belasebeb negotîye, “Tu ker û golikan li cem hev girê bidî, ew ê ji hev bielimin tir û fisan!”
De ka ez jî gotinekê bikim, belkî ev gotin jî rojekê têkeve nav gotinên pêşîyan:
“Şîrheramî zehmet e, lê ji bo tirkan ne qebhet e.”

Gotina Dawî
Ne biratî, cîrantîya bi van bêehlaqan re jî zilm e!..

24 Mart 2024 Pazar

em û qereçî

Paşîv ne sihor e, hevalên nîvşoreşger û nîvmisilman.
Paşîv:
Piştî şîvan ango berî raketinan tê xwarin. Bi gotineke din, kesên heta derengê şevê şîyar dimînin, dema birçî dibin, nikarin bi nefsa xwe, radibin ya şîva ji ber malîyan maye, germ dikin û dixwin an jî heger şîv ji ber malîyan nemabe, radibin malhazirî tiştekî ji xwe re hazir dikin û dixwin. 
Û ji xwe ji bo paşîvê gotineke pêşîyan a pir xweş heye:
“Xewa mirîyan tê, xewa birçîyan nayê!”
Sihor:
Berî meleyê sibê azan bide, meriv radibe dixwe û hazirîya rojê/rojîyê dike.
Jixwe sihor seher e/destê sibehê ye; kêlîya berî tarî bişikê.
Ango ev nav ji bo rewşekê hatîye gotin.
Çi ye ev rewş?
Dîndar ji bo Xwedê îbadetê dikin; navê îbadeta wan rojî ye û ji azana meleyê sibehê heta azana meleyê êvarî xwarin û vexwarin, nîyhandin jî tê de derbend e ango qedexe ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
paşîv paşîv e, sihor jî sihor e.
Haa!
Min got rojî, meleyê doh hat bîra min. 
Digot, “Di meha rojîyê de heger hûn bi rojî bin, dema hûn çûn tuwaletê, we hundirê xwe vala kir û we dest bi şuştina qûna xwe kir, hay ji qûna xwe hebin; heger tenê niqutek av jî here qûna we, rojîya we dişikê û di huzûra Xwedê de hûn dibin gunehkar.
Ya star û bêlome be!

Vê populîzmê mala xelkê xera kir. Hinek bi zorê xwe dikin stranbêj, hinek bi zorê xwe dikin komedyen/stand upvan, hinek jî bi zorê xwe dikin nivîskar, mixabin.
Îja heyran,
civaka me civakeke belengaz e. 
Rast û derewan, durist û durûyan, baş û xeraban, zana û nezanan, fêde û xisarê zû bi zû ji hev dernaxe.
Loma jî…
kî bixwaze bibe çi, dibe û civak jî wan datîne ser serê xwe.

Gotina Dawî
Berê,
digotin, “Keçika qereçî nabe xatûn” lê em bi xwe bûne qereçî, mixabin!..

23 Mart 2024 Cumartesi

gotin motin

Li çîyayên Mêrdînê pêjna berazan tê…
Belê, 
îroj nûçeyek bi ber çavê min ket. Li derdora gundê Hecî Hesen ku girêdayî Qezê/Qoserê ye du beraz hatine dîtin.
Wer xuya ye bi vekişîna apocîyan êdî em ê li wan çîyayan û li binya wan çîyayan em ê hînî berazan û gelek tebayên din bibin.
De îja bifikirin,
cira apocîyan ew qasî ne xweş e, berazan jî xwe ji ber wan dabûn alî û newêrîbûn bi sî û starê wan bikevin.
Ya rebî tu çê bikî, ji qewla seyda Laleş Qaso!

Doh,
min xwest ez çend gotinan li ser zanîngeha Karabukê û fantezîyên xwendekaran bikim, lê min nexwest mijaran li ber xwe pahn bikim.
Û jixwe ku nivîs çi qasî dirêj dibe, mixabin, lê sebra xwendevanan jî ew qasî kin dibe.
Ev jî rastîya me ye.
Belê û erê mîna werê û wilo…
Tê gotin li zanîngeha Karabukê dem dema bacanan e, 
biborin, dem dema kîrreşan e!..
Kîrê reş bûye mode û xwendekarên jin ji dest hev direvînin,
lê ya bîr nebirine, ew kîrê reş carinan ji kontrolê derdikeve û dibe marê reş!..
Mixabin, li zanîngeha Karabukê jî kîrekî reş bûye marekî reş û ewil bi xwedîyê xwe ve da ye, dû re jî çûye ketîye kê, jahra xwe tê de vala kirîye.
Axir…
Ew jahra ji wî kîrî/marî herikîye, bajar daye ber xwe, hindik maye bajarê Karabukê têxe karantînayê.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
wer xuya ye gelek jinxatûnan li tahma wî terikê reş nerîye û kezeb û gurçik li xwe reş kirine.
Êêê!
De ka ez jî bi gotineke pêşîyan biqedînim: “Tu herî erş jî, talîya talî tu mecbûrî werî ber terikê reş.”

Ji min derew, lê dibêjin “kurd”an ji bo ahenga Newrozê 500 hezar dolar dane stranbêja tûnûsî.
500 hezar dolar!
Hey xwelîserino, ne 500 hezar dolar, heger we tenê 200 hezar dolar bida min, min ê ji we re bi wî 200 hezar dolarî fîlmek çêkira ku bi wî fîlmî dinya alemê bigota, “Serxwebûn heqê kurdan e, ma hûn doza çi li wan dikin!”
Û tew ez qala festîvala Cannesê nakim, haa!
Îja wextê aqilê meriv ji kîsê xelkê be, yeka meriv nabe dudu û hûn sax.

Gotina Dawî
Ha ez bibêjim gotina dawî, ha ez bibêjim, ku gotin nebe gotina dawî…

22 Mart 2024 Cuma

stranbêjên kêrnehatî

Devrîmê gazin kir. 
Got, “Devliken, ez te şermezar û qûna stranbêjên kurd jî dax dikim! Tu li ser her jahr û quzilqurtê dinivîsînî, lê çima te li ser stranbêja ereb a tunûsî çend gotinên qut û gulover nekirine? Ma qira stranbêjên kurd hatibû yan bi şewba kulîyan ketibûn? Çûne ji bo Newrozê şandine pey wê stranbêjê!”
Ê keçê Devrîm, tu rehet nasekinî û bi zorê devê meriv vedikî, haa!
Em dibêjin pêvajo, surec, biratî, aştî, hesasîyet, tu radibî dest bi provokasyon û sabotajan dikî yaw!
Ka bise, bise wey!
Ji qewla nivîskareke me ya di navbera bihuşt û dojehê de diçe û tê, belkî “ev rê naçe bihuştê” lê belkî em bihuşta xwe li vir ava bikin!
Demokrasî!
Modernîte!
Sosyalîzm!
Biratîya gelan!
Wekhevî!
Xweşbînî!
Jîyana komî û komînal!
Bêmêrtîzm!
Feminîzm!
Xwedîderketina li homoseksuelan!
Jin jîyan azadî!
Ho ho!
Ez dibêjim çi, tu rabûyî ketîyî pey çi, Devrîm xanim!
Jixwe Newroz êdî demode bûbû.
Yeqq!
Tenê kurdîtîyeke fahş û beloq jê difûrîya; 
kincên kurdî, jinên kurd, mêrên kurd, zarokên kurd, kesk û sor û zer, kesk û sor û zer
û deng û lîrelîr û halan û stranên kurdî…
Le nuha?
Stranên tirkî, stranên erebî, sloganên enternasyonalî, reng û ahenga jinan, mêran, homoseksuelan…
Te got erê?

Her kes dikare binivîsîne û heger pere jî hebe, her kes dikare wan nivîsên xwe berhev bike û wek kitêb çap bikin û xwe bikin nivîskar,
lê…
afirînerî û kûrgû ango pevxistina xeyal û fantezîyan ne karê her kesî ye.
Aha ya nivîskar û nivîskeran ji hev vediqetîne jî ev e,
lê, erê, dîsa lê…
civakên nexwende û paşdemayî, ji mejîyê ku xeyal û fantezîyan li edebîyat û hunerê bar dike, hez nakin;
lewra…
ew civak naxwaze di nav xeyal û fantezîyên surreal ên rastgo de li hetiketîya xwe bihilkume!..

Ya rast, min dixwest îşev çend gotin û kelaman li ser bûyera zanîngeha Karabukê û bazara bacanên reş jî bikim, lê bila bimîne ji sibê re, naxwazim mejî li we bibe çeqilmast.
Axir…

Gotina Dawî
Haa! Ez vê jî bibêjim…
Pirê stranbêjên kurd jî Newrozê heq nakin,
lewra…
ne sekn û helwest bi wan re  heye, ne jî xwedan prensîb in.
Her weha berjewendîyên xwe yên şexsî di ser berjewendîyên neteweyî re digirin.
Û durû ne, margîse/bûkalemûn in, oportunîst û bêvîzyon in.

21 Mart 2024 Perşembe

leyla zana

Heger ez ne kurd bûma,
bêguman…
çendî sekn û helwesteke wan a durustane, dilsozane tune be jî, min ê bi xwe jî piştevanîya HDP/DEMê bikira,
lewra ev zîhnîyet,
jîyaneke sekuler dixwaze,
çendî bi nezanî be jî wekhevîya jin û mêr dixwaze,
bi slogana “jin jîyan azadî” ji keç û jinên ku ji ber nezanîya mêran perîşan bûne re azadîyê dixwaze,
ji homoseksuelan re nîyhandina bi her cure û hawe û fantezîyî dixwaze,
kurdên ku kurdî ji bîr kirîye ango asîmle bûne re nabêje xwe bikin kurd(î) û barê wan giran nake,
ji bo vê zîhnîyetê zimanê tirkî re problem e, 
alaya tirkan ne problem e,
problema vê zîhnîyetê bi misak-i millî re tune ye
û û û…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heger tu nebêjî ez kurd im û xwe li kurdîtîyê sor û asê nekî û tu rabî kirasê wan li xwe bikî, tu yê bi wê govend wan a berbeqlûb digere, kêf bikî.
Îja xuya ye…
Leyla Zana jî bêrîya vê govendê kirîye ku ji bilî kurdîtîyê her kêf û konfor tê de heye…
Nizanim lê,
însan çawa dikare qêmîşî xwe bike ango çawa destê însên li însên digere vê xerabîyê bi xwe bike?
Bi hezaran dê û bav, navê te li keçên xwe kir.
Bi hezaran keç, bawerîya xwe bi wê sekn û helwesta te ya kurdistanî anîn û kirasê kurdîtîyê kişandin ser bejna xwe û di rêya Kurdistanê de lîrandin.
Ji hezaran keç re tu bûbûyî hêvî, mînak, rol, îdol, rê, rêbaz.
lê mixabin…
te ew sermîyanê xwe yê bi salan bi kedeke mezin dabû ser hev ango berhev kiribû, di Newroza îsal a Amedê de, tu çûyî, te bi destê Mehmet Ocalan girt û ew tehb û ked û sermîyan giş bi destê wî de berda, 
bibore, te bi erdê de berda!..
Heyf, 
heyf lê…
Mehemet Ocalan jî bi wê henûnî û germayîya destê te, di bin simêlan de dikenîya, haa!..
Ez bawer nakim Mehmet Ocalan, di emr û heyata xwe de tenê carekê jî bi vê xezeb û kêfxweşîyê bi destê jina xwe girtibe!
Îja wek min got, 
HDP/DEM hest û hîsên bi meriv re bûbin meraq jî li meriv bar dike.
De were nebe DEMlî!
Ha ev jî heye, 
heger karektera meriv qels û lawaz be, meriv di bin barê berjewendîyên qels û lawaz de dihetike, dibe qeşmer.

Gotina Dawî
Ez di şûna Leylayan de bim, ez ê êdî wî navî li xwe heram bikim.

20 Mart 2024 Çarşamba

newroz pîroz be

Xwezî bi qasî hûn li cejnên xwe, bi qasî hûn li rojên xwe yên taybet/sembolîk xwedî derdikevin, hûn li xwe jî xwedî derketana!
Haa!
Xwe jî wek xwê ye.
Çawa ku meriv xwê bi ser çi xwarinê wer bike, tahma wê xwarinê diguhere û xweştir dike, her weha hûn jî xwe li çi bar bikin, hûn ê wî tiştî bikin ê xwe, lewra xwebûn ê jê bifûre, loma.
Axir…
ya min dike ez, ya te dike tu, ya me dike em, ya we dike hûn, ziman bi xwe ye.
Û bi kin û kurdîya kurmancî,
wek xwê, hûn jî zimanê xwe bi ser her tiştî ve wer bikin 
ango zimanê xwe li her tiştî bar bikin, da ku her tiştê hûn jê hez dikin, bibe yê we.
û hûn jî bibin ên xwe!..
Bêguman!..
Bireqisin, govendê bigerînin, stranan bistirên û biqîrin, 
lê…
hay ji xwe hebin, zêde xwe li erdê nexin, bila mentiqa we di nav mejîyê we de neçelqe;
heger were û biçelqe ew mentiq, aş ê here, em ê tenê têkevin pey çeqçeqokê.
Newroza we pîroz be!

Gotina Dawî
Ji bo min, Celadet Elî Bedirxan ji hemû serek û sekreteran pîroztir e.

19 Mart 2024 Salı

kurd û huner

Xwezi karê hunermendan tenê huner bûya!..
Xwezî karê nivîskaran tenê nivîs bûya!..
Xwezî…
Xwezî…
Xwezî…
Lê dema meriv bêdewlet be, hunermendên bêdewlet jî, nivîskarên bêdewlet jî ji bilî karê xwe her karî dikin; mixabin.
Û ew karên ne karê hunermend û nivîskaran jî tesîreke neyînî li xeyal û afirînerîyê dike.
Û burjuwazîya bêdewletan jî, çendî têr bin jî, mîna bêdewletan belengaz in.
Belengaz in, lewra pirê wan dewlemendên gundî ne û huner û edebîyat jî ne xema gundîyan e.



18 Mart 2024 Pazartesi

hema wilo ji qewla keskê

George Orwell di berhema xwe ya bi navê “Bi bêrîka vala li Parîs û Londrayê/Li Parîs û Londrayê bêpere” de weha dibêje:
“Ji dêvla tu yê bawerîya xwe bi cihûyan bînî, here xwe biavêje bextê marekî. Ji dêvla tu yê bi bawerîya xwe bi yewnanan bînî, here xwe biavêje bextê cihûyan. Lê tu carî bawerîya xwe bi ermenîyan neyne.”
Belê, rêzdar George Orwell eynî weha gotîye, lê çima wer gotîye, ilhez nuha sedemeke wî hebûye.
Xalê George ne lawê bavê min e û ne jî ji êl û eşîra min e, lê ji qelema wî hez dikim; her û her jîrî û afirînerî ji qelema wî fûrîyaye,
loma jî…
divê meriv tu carî gotin û kelamên van xweşciwamêran piştguh neke, çendî di berhem û kitêban de hatibin gotin jî.
Lê hewce ye ez jî çend gotinan li van gotinên vî xweşciwamêrî zêde bikim:
Cihû û yewnan û ermenî li cem tirkan milyaket in, milyaket.
Ermenî li ku rûdinin, komkujîya xwe bera stuyê kurdan didin. Li Ermenîstanê kurdan li kurdan sor dikin; bi stratejîyeke genî hewl didin ji êzîdîyan neteweyeke din çêkin. 
Bi kin û kurdîya kurmancî, li rûyê kurdan dikenin, li paş kurdan jî neyartîyeke kone dimeşînin.
Jixwe tirkên kemalîst ên îroj zilmê li kurdan dikin û perçeyê herî mezin ê Kurdistanê dagir kirine nevî û nevîçirkên yewnanan in û hemû bi eslê xwe yewnan in.
Û cihû…
Radibin rûdinin li ser navê kurdan, li hemberî tirk û ereb û farizan xwedê giravî destekê didin kurdan û xwe li ber dilê kurdan şêrîn dikin, lê hîn me nedîtîye pirsgirêka Kurdistanê kirine pirsgirêkeke navneteweyî. Tenê halanan di kurdan de hildidin.
Û ji bîr nekin!
Divê berê em di nav xwe de îmana xwe ya kurdî xurt bikin, dû re em serê xwe bi berjewendîyên hevpar û dîplomasîyê re biêşînin.
Axir!..
Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî!
Lê ka ew aqil!
Şivan Perwer dîsa û ji nû ve, lê wek her car heman tişt û eynî tişt!..
Wextê bêvil neşewite, rebena xîretê xwe reş girê dide û derdikeve parsê, ji mecbûrî.
Îja heyran…
Tembûra wî di serê wî de şikenandin û şaşika serê wî mîna kevkanîkê li hev badan, lê heyf û mixabin dîsa li ber xwe neket û ji pey wê zîhnîyetê venegerîya.
Çêr û dijûn û sixêf jê re gotin, di guhekî re ketê, di guhekî re derket; nagot tew hûn çi dibêjin!
Axir…
piştî ew qas sosret û hetiketîya bi serî de hatîye, ciwamêr rabûye ji bo hilbijartinan ji wê zîhnîyetê re stranek çêkirîye û distirê…
La hewle wela!
Nakokî û paradoks!..
Li başûrê welêt pişta xwe dide zîhnîyeta eşîrtîyê û bi xêra destkeftîyên eşîran di nav konforê de dijî, 
lê piştî li Ewrûpayê vedigere û qerewat û fulara xwe dixe stuyê xwe jî, reha wî ya çepgir û sosyalîst ditehene, har dibe û radibe wê çepgirîya ku tenê ji kurdan re çep e, di ser eşîrtîyê re digire.
Xwedê Teela kesî şaş neke, ku şaş kir, fahş neke û ku fahş jî kir, berê wî bi kaş ve neke!

Gotina Dawî
Ka ez nivîsa îşev bi paragrafa dawî ya kitêba George Orwell a ku me îşev ji xwe re kir mijar, biqedînim.
Li ser lixwemukurhatin û pêşhukmîyê çend tehlîl û analîzên xurt:
-Her weha divê ez vê jî bibêjim; bêperetîyê hişt ez hînî du sê tiştan jî bibim.
-Ji nuha şûn de ez ê carekek nefikirim ku hemû berdûş/serserî serxweşên bêkêr in. 
-Ji ber ku min sedeqeyek da parsekekî, ez ê minetê li hemû parsekan nekim û di heqê wan de nekevim nav hêvîyan.
-Ez ê şaş û ecêbmayî nemînim bê karkerek çawa dikare westîyayî be.
-Careke din dema ez li kesekî belavokan belav dike rast bêm, ez ê belavoka ku dirêjî min kir, paş ve venegerînim.
-Ez ê li restoranteke luks bi kêfxweşî xwarinekê nexwim êdî.
-Ev jî destpêkek e.

16 Mart 2024 Cumartesi

sêv

Kurd sêwî ne û zarokên Xwedê, kerb û hêrs û acizîya xwe ji wan derdixin.
Îja dema meriv sêwî be jî, 
ber dîwaran jî ji meriv re nabe star û stargeh; dîwar jî bi ser sêwîyan de dihedimin.
Ne dê heye ji kurdan re, ne Xweda heye ji kurdan re, ne jî dîwarek heye pişta xwe bidinê, mixabin.
Û heger meriv ne xwedan dewletek be, pişta meriv jî tune ye, hêz û qaweta meriv jî…
Û Xweda bi xwe jî tim û tim li pişta xurtan e, mixabin, 
lê ev jî rastîya me ye.
Loma jî…
Hoo kurdino!
Ji we re dewlet dewlet dewlet divê.
Ji bo dîsa…
li ser Helepçeyan bi hêsirên bêdewletî hûn kezebê li xwe reş nekin,
dewlet dewlet dewlet!..

Gotina Dawî
Û li ser axa welatê min hîn jî pîrozbayîya serokan ji azadîya axa welatê min girîngtir û pîroztir e, mixabin.

Gotina Herî Dawî
Rojîya Sêvê!
Rojîya kurdan, divê ne di meha Remezanê de be; rojîya kurdan, her sal divê di meha Adarê de be û wê mehê tenê divê xwarina sêvan qedexe be 
ango divê rojîya kurdan tenê bi xwarina sêvan bişikê!
Fermo!
Ji bo hafizaya neteweyî û dîplomasîyeke navneteweyî…
Ma ne ewrûpî wateyan/mahneyan li sembolan bar dikin; di her semboleke wan de peyameke sublîmînal heye.
Divê em jî bi çalakîyên bi sêvan bala ewrûpîyan bikişînin ser vê komkujîyê û ev balkişandin jî nehêle rê li ber hin komkujîyên dinê vebe.
Axir…
Her sal di meha Adarê de bila sêv li ser dezgeyên beqal û dikan û marketan xera bibin û bi xerabûna van sêvan re jî, ev komkujî pêl bi pêl li her derê belav bibe.

15 Mart 2024 Cuma

konsept û newroz

-Xalo, ma te bihîst?
-Xêr e, xwarzê? Dîsa çi qewimîye gidî?
-Ho ho! Heyrana serê xalê xwe bim, ka piçekî ji himbêza xalojna min derkeve û rojevê bişopîne bê çi diqewime, weyy! Weleh wek te nabe. Yê nizanibe ew ê bibêje qey rojev ketîye qu… nahlet li çavê Şeytên bê!
-Hahew hahew! Kuro law, ku ez dikevim nav lepên xalojna te, xalojna te mîna leymûna tu bi ser zeleteyê ve diguvêjî, heta niquta dawî jî nahêle ez xwe tev bidim. Ku tê û disincire, bi şeş bermîl av jî sar nabe. Axir, ka bibêje, te çi bihîstîye dîsa?
-Weleh min jî vê êvarê bihîst. Mûrat Karayilan bi vîdeoyeke kin mizgînî da! Rûyê wî li ken bû û simbêlê xwe jî mîna konsepta nuh sivik kiribû. Got, “Di newroza îsal de ez ê mizgînîyeke xêrê bidim we!
-Wehh! Mizgînîya çi ye gelo?
-Bi Xwedê xalo, bi qasî min lê kola, dibêjin surprîzeke wî heye.
-Te got surpîz?
-Erê, surprîz!
-Himm! Êêê?
-Weleh li gorî agahîyan dibêjin Mûrat Karayilan ê serî li dadgehê bide û doza guhertina paşnavê xwe bike. 
-Waa!
-Erê, ew ê li gorî konsepta nuh paşnavê xwe biguhere, bike “Marêreş”
ango Mûrat Marêreş!
-Wey wey wey! De bi serê şêx Quto, îja Kurdistan ê ava bibe.