14 Mart 2024 Perşembe

ziman û zeman

“Xwedê bike yek bi kêr be yek bi penêr.”
Keskê got dema dêya min ji dagirkeran hêrs dibe, wer dibêje.
Zimanê kurdî, bi gotinên pêşîyan, bi biwêjan, bi qaliban ziman e, 
lê mixabin…
hêdî hêdî em ji kurdî, kurdî jî ji me dûr dikeve;
lewra roj bi roj ziman xwe diguhere, lê guherîneke ne asayî ango ne normal;
bi tesîra zimanên dagirkeran ruhê xwe diguhere.
Û heger…
pîr û kalên me yên hîç bi tirkî/erebî/farizî nizanin  jî xatir ji me (kurdî) bixwazin û serî deynin, êdî tenê em ê di ferhengên gotinên pêşîyan de, di ferhengên biwêjan de, di ferhengên qalibên kurdî de li gotinên pêşîyan, li biwêjan, li qalibên kurdî rast bên, mixabin.
Loma jî…
hewce ye di demeke ne pir dereng de ji kurdî re Kurdistan ava bibe.
Axir…
hêvî û xeyal xweş in, lê bi pêkhatina hêvî û xeyalan, fantezî jî xeml û neqş e.

Hz. E!
“e” mifteya kurdîlîzekirinê ye.
Li ser meseleyê:
Kûçikên tirkan dema direyên dibêjin, “Haw haw haw!” lê kûçikên me dibêjin, “Hew hew hew!”
Ya din jî…
Ew dibêjîn “Havar” em dibêjin “Hewar”
Ew dibêjin “Mantik” em dibêjin “Mentiq”
Ew dibêjin “Karakter” em dibêjin “Karekter”
Ew dibêjin “Hayat” em dibêjin “Heyat”
Ez dikarim gelek mînak û nimûneyên din jî li pey hev rêz bikim, 
lê bes e, bila zêde qûna “e”yê ranebe û tîpên din dilê xwe bi xwe neşewitînin.

Gotina Dawî
Kurd, xusûsî jî kurdên bi edebîyat û huner û çapemenî/medya û televîzyonvanî re mijûl, tu carî ji kesên xweser û azad û serbixwe hez nakin û heta ji wan tê, hewl didin dûrî wan bisekinin,
loma jî…
hemû kar û xebatên wan dişibin hev; meriv dibêje qey ji bin hişê kesekî dizê.
Welatê ku partî û serok pîroz bin, azadî tenê navê neh deh bêhişan e.


13 Mart 2024 Çarşamba

kurd difirin

Heger jidil hûn bixwazin rojîyê bigirin, ez dikarim ji we re formul û reçeteya rojîyê bibêjim, lê ne li gorî şert û mercên misilmantîyê, li gorî şert û mercên merivayîyê/însanetîyê.
Û ev rojî jî ne tenê mehekê, sal duwazdeh meh…
Hûn çi dixwin bixwin, hûn serbest in û rojîya we yê neşikê, lê tenê 
“goştê hev nexwin!”
Rojîya we pîroz be!

Di du mijaran de ez ê ne guh bidim demokrasîyê, ne jî guh bidim medenîbûn û xweşbînîyê…
1-Dîndarî 
2-Apocîtî
Dê û bavino!
Ji kerema xwe re heta ji destê we tê, bêyî ku hûn ê dilê hev bihêlin û xwe li ber çavê zarokên xwe reş bikin, bi stratejîyeke baqilane û bi bêhneke fireh û bi zimanekî henûn zarokên xwe ji dîndarîyê jî, ji apocîtîyê jî dûr bisekinînin.
Nizanim kengî mezin bûn bila ew bi xwe biryara xwe bidin!..
Nizanim her takekes azad e û xwedan vîn û îrade ye!..
Nizanim her kes di fikra xwe de hur e!..
Na heyran, na!
Ev her du fikir (îdeolojî) him dijminên meriv û merivantîyê ne, him dijminên medenîyet û modernîteyê ne, him dijminên ehlaq û edebê ne, him jî li pêşîya huzûr, rengînî, estetîzm, huner, edebîyat, zanist, hurîyet û azadîyê bend in, dîwar in, asteng in.
Xwe û zarokên xwe biparêzin.

Bi navê Azad Penaber lumpenek heye; lumpenekî narsîst ku ehmeqî jê difûre.
“Helbestvan”ê kîjan zimanî ye, nizanim, lê carinan li hin “helbest”ên wî yên bi kurdî jî rast têm. 
De îja ne sûcê wî ye, 
lewra…
asta civaka kurd bûye xwelî û tenê toz û rimilk û xwelî jê difûre, mixabin.
Û jixwe xwelî jî ji xwelîseran hez dike.
De îja…
nizanim baş dikim an xerab dikim dema bi haweyekî eşkere qala hin ciwanik û ciwamêran dikim, 
lê heyran,
hin xwelîser jî hene, heta meriv qûna wan nede tavê, fêhm nakin bê meriv qala kê dike!
Tew ku meriv wan kifş neke, bi haweyekî qure û teresane ew bi xwe jî dikarin bên bibin şirîkê van tehlîl/analîz û tespîtên te.
Ma nizanim cara çendan e ku ez ê bibêjim,
bêloma be!
Ji “helbest”eke Azad ku ew ê li ser zimanê xwe her û her penaber be numûneyek:
“Li te dinerim;
Ger tu bibînî,
Mezintir î di dilê min da ji her kesî
Lê tu nebînî,
Ji xwe wek yê din, wek xelkê, wek her kes î”
Erê, ha ev jî Azadê we ye, yê ku qelema xwe li ser dilê jinan diçikîne û jinan li ser xwe gêj û har dike.
De ka ez careke din bibêjim,
bêlome be!
Erê weleh, bêlome be!

Ez dizanim carinan hin nivîsên min bêyî daxwaza we derdikeve pêşîya we û hûn ji acîzîyan bi cinikê xwe dikevin; dîn dibin, har dibin,
lewra…
hûn li nezanî, ehmeqî û belengazîya xwe dihilkumin û ev jî, ji ber ku ew sekn û helwest û karekter jî bi we re tune ye hûn li xwe qebûl bikin û têkevin nav hewldanekê, mixabin we diêşîne û bi wê êşê jî hûn har dibin û bi dora xwe dikevin.
Lê vê jî bizanin…
dema ez dibînim hûn dîn û har dibin, ez jî bi wê dînbûn û harbûna we orgazm dibim.

Gotina Dawî
Ji qewla rehmetîyê Şivan Perwer:
“Kes nebê kurd dimirin, kes nebê kurd dimirin, kurd namirin!..”
Kurd difirin!

12 Mart 2024 Salı

çilo milo

Temîya min li we, 
destê xwe bidin ser qûna xwe û xwe bisitirînin.
Eman eman û zeman jî xerab e!..
Berê çû ji berê re û ji îroj re jî tiştin ma; lê ji îroj ê tişt negihêje sibê.
Û heger sibê bê û tu ne tu bî êdî,
sibê yê jî ji kîs here!
Ma di kîs de tişt maye gelo?
Ne bawer im.
Himm!
De ka em bi hev re fatîhayekê bixwînin li ser ruhê pîroz.
Te got pîroz?
Ma tiştekî pîroz ma!
Nema!
Naxwe…
Tahba xelef çû ber telef.

Gotina Dawî
Êdî bihar e, lê bazar xuya ye.
Min fêhm nekir, lê bi îhtimaleke xurt piştî sedsalekî din heger ên li me zêde bûn nemirin, ew ê li ser zimanan bibe gotinek ji gotinên pêşîyan;
heger wî zemanî jî kes pêşîyan bi kîrê xwe bihesibîne!..

jin jîyan azadî

Jin jîyan azadî!
Mêr mirin mirîdî!
Erê weleh, civak jî ehlaq jî bermeqlûb bû êdî.
De îja ez li ber çi dikevim, hûn dizanin?
Di vê civaka ku mêr hîn azadî nas nekirîye û nizane tahma wê çawa ye, jin radibin li ser navê azadîyê qayîşê bi mêran re dikişînin!..
La hewle wela!
Heyrana çavan, erê, di nav vê qirêjîyê de mêr ji jinan rehettir in, lê bawer bikin, ne azadtir in.
Loma jî…
dema we doza tiştekî kir, bizanin bê ew tişt çi ye û hûn çi jê dixwazin, hûn çi jê hêvî dikin!..
Yan na…
tenê bi slogana “Jin jîyan azadî!” û bi şerê bi mêran re, ne hûn azad dibin, ne jî hûn ê bikarin pişta mêran deynin û bi wan bidin qebûlkirin.
Nabe, nabe, nabe!
Bi kin û kurdîya kurmancî,
divê hûn birîna xwe bi destê xwe bikewînin.
Yanî…
Bixwînin, xwe nas bikin û zarokên xwe yên nêr ango yên ku ew ê ji we zêde bibin, bi zanayî û bi haweyekî medenî bi bask bikin û bifirînin,
da ku…
herin xwe li ku deynin, bi xwe re wir jî azad bikin.

Gotina Dawî
Ha biqîrin û bibêjin, “Jin jîyan azadî!” û ha biqîrin!.. 
Heta ku hûn mêrên azad çênekin, hûn çi qasî xwe azad hîs bikin û bi haweyekî azad tev bigerin jî, li ser dîwaran bi xwîna we “jin jîyan azadî”yê bê nivîsandin.

11 Mart 2024 Pazartesi

sosretîzm

Îja roja cil û bergên kurdî!!!
Ziman tevizîye!..
Ruh mirîye!..
Fikr û raman bi çolê ketîye!..
Bext ketîye paleya berjewendîyê!..
Ûjdan qûnde bûye!..
Jin bûne mêr, mêr bûne jin!..
Karekter ketîye pey kulmek xwelî!..
Kurd û Kurdî û Kurdistan bi tîpên tirkî xemilîne!..
Û ne eyb û ne fedî…
rabin bi cil û bergên kurdî bêkesayetîya xwe binixumînin!
Weyla nahlet li we û wê populîzma we ya fahş hatî!

Gotina Dawî
Erê, rojekê hûn ê bibin kulmek xwelî, lê ew zimanê ku tenê hûn ji bo berjewendîyên xwe yên genî û wê populîzma xwe ya heywanî bi kar tînin, her û her ew ê li ser zimanan bimîne welî.

Gotina Herî Dawî
Tazî bigerin, lê bê ziman negerin!!!

9 Mart 2024 Cumartesi

karekter

Ku sibê bi ked û xwîna zarokên feqîr/xizan 0 belengazan Kurdistan serbixwe û azad bibe, dîsa zarokên dewlemendan ê li dora text govendê bigerînin û quretîyên welatperwerî bikin.
Û stranbêj ê jî li ser zarokên wan feqîr/xizan 0 belengazan bi qehremanî bistirên, mixabin!..
Feqîr/xizan û belengaz bikarekter in, lê ew hêza dewlemendan jî heye ku karekterê ji wan feqîr/xizan û belengazan bikirin.
Ê wê çêxê divê em pesnê karekterê nedin heger ew ê xwe bifiroşe!
Lê jixwe…
di bazara bazirganan de karekter pere nake; karekterê li pereyan bar dikin û pereyên wan ji dêvla wan dipeyivin.

Gotina Dawî
Karekter avêtine ber kerê, kerê serê xwe ji ser teşta ceh ranekirîye û lê nenerîye.

durûtî

Îrfan Burulday gotîye, “Dema mijar dibe ‘Koletîya bi dilê xwe ango koletîya bi dilxwazî ji bilî kurdan neteweyeke din nayê bîra min.”
Xebera te ye, tu rast dibêjî, lê tu tiştekî ji bîr dikî!
Yek ji wan kesên ku vê koletîyê bi neteweya xwe şêrîn dike jî, tu bi xwe yî.
Mîna bilbilê tirkî, bîst û çar seetan tu analîz û tehlîl û nivîsên xwe bi zimanê efendîyê xwe dikî/dinivîsînî.
Ji kerema xwe re…
erê, em dizanin bi saya serê we ferqa civakê ji pez û dewaran nemaye, lê qet nebe berî hûn ê xwe bihetikînin, hesabê çend kesên mîna min ku xwe ji vê pezîstîyê xelas kirine jî bikin.
Qaşo hûn xwende û zana û rewşenbîrên vê civakê ne, lê hûn berî wan bûne kole û ew toq kirîye stuyê xwe, hayê we ji we tune ye.
De axir…
tu ji kê re dibêjî!
Ji qewla rehmetîyê bavê min, a min jî şîreta kîrê ker e.
Û…
De nahlet li çavê Şeytên bê,
lê…
qesta min ji Şeytên, ne ew ê ku qerf û tinazên xwe bi dîndaran dike, haa!..
Rêz û hurmeta min ji wî rêzdarî re heye,
lewra…
ew mîrê jîrtî û zîrektîyê ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
roja ku we hew xema tirkî xwar û tenê bi zimanê xwe we fikr û nerîn û daxwaz û daxuyanîyên xwe anîn ziman, wê rojê ez ê êdî ji durustbûn û dilsozîya we bawer bikim û bi sê dengan li ser entelektuelî û rewşenbîrî û welatperwerîya we bilîrînim.
Û bi wê sekn û helwestê jî, hûn ê di dil û hinavê dagirkerên xwe de bibin tirs û xof,
lê halhazir…
bi vê durûtîya we ya populîst dagirkerên we hesabê we nakin, mixabin.

Gotina Dawî
Xweda kesî şaş neke, ku şaş kir, fahş neke, ku fahş jî kir, berê wî bi kaş ve neke!..

7 Mart 2024 Perşembe

şevek ji şevan

Mêr bahlîfa ber serê xwe piçekî bilind kir û pişta xwe dayê. Jin jî li binya nigan, li ser dev xwe dirêj kiribû, li fîlm dinerî. Qûna wê di bin binkirasê wê de zepitî bû. 
Mêr ji kûrayîya kezebê keserek kişand, got:
-Bedena te bihuşta min e. Li ser wê bedenê ez xwe ji Muhammed pîroztir hîs dikim!..
Jin lê nezîvirî. Hêdîka nigê xwe ber bi wî ve dirêj kir û bir li ser kîrê wî danî. Bi nazenîn peland, firkand û piçekî bi pahnîya nigê xwe ew dewisand. Bi mêr xweş hat; kêlîyekê ne deng kir, ne jî xwe tev da. Dû re destê xwe avêt nigê wê û ber bi devê xwe ve bir. Tilîyên nigê wê yek bi yek mêt.
Jinê got:
-Tu rep û rebê min î! 

Marjînalbûn û marjînal xuyabûn!..
Hevaleke min ji min re nivîsand, got, “Devliken ez dikim ji xwe re saloneke kuaforê vekim, ji kargeha xwe re navekî seksî û marjînal dixwazim.”
Min got, “Li ser çavan. Heta sibê van çaxan ez ê li ser bifikirim. Heger min navekî marjînal û seksî hat hişê min ango xwe li nav hişê min qewimand, ez ê hayê te jê çêkim.”
Axir…
Ji qewla yên me yên berê ku çend gotinên tirkî li nav wê kurdîya xwe ya xweş û zelal dixistin, gel zeman-gît zeman, min navekî li gorî fikr û nerîna xwe têra xwe marjînal û seksî dît û min jê re nivîsand.
Min got, “Axîn! Jin ji bo çi tên kuaforê? Ma ne tên xwe diguherin, dixemilînin û dibin yeka din. Min ji peyva guherînê peyvek çêkir, heger tu biecibînî! 
Got, “Ka bibêje bê çi ye!..”
Min got, “Tu Pablo Pîcasso nas dikî jixwe. Wek tu dizanî bi navê Guernîca berhemeke wî heye. Di dema şerê navxweyî yê Îspanyayê de li ser bombebarana faşîst a li ser bajarê Guernîcayê çêkirîye. Heger bi dilê te be, tenê em ê bi lêzêdekirina tîpekê vî navî kurdîlîze bikin:
“GU-H-ERNÎKA” Him bi guhê meriv seksî tê, him jî huner jê difûre û her weha têra xwe jî marjînal e.
Piçekî sekinî, dû re got, “Bilêvkirina vî navî piçekî zehmet e, lê ez ê li ser bifikirim.”
Piştî çend rojan li min vegerîya. Got, “Min navê kargehê kir ”Axîn Ronî”
Ez kenîyam, lê min bi wê neda hîskirin. 
Yadê heyranê!
Madem tenê te yê navê xwe danîya û paşnavê xwe jî biqulipanda kurdî, hewceyî wê hûrbûn û kûrbûnê nedikir.
Min go em kurd pir marjînal in!

Gotina Dawî
Ka aqil!



mixabin

Suphî Ozgen dibêje, bila newroz bibe cejna fermî!
Dema mejî bloke dibe, rebena mentiqê xwe reş girê dide û bi çolê dikeve, mixabin.
Ez ê bibêjim heyf, lê…
Ka aqil!
Ev Suphî jî gav û seet li ser rêyan e, çalakîyan dike, ji bo li Tirkîyeyê kurdî bibe zimanê perwerdeyîyê.
Nizanim hayê wî ji Tirkîyeyê tune ye bê li ser kîjan dînamîkan ava bûye
yan mîrata serxweşîya populîzmû zêde giran e, nizanim loo, 
nizanim!..
Lê…
tiştê ku ez dizanim, aqil ketîye xizmeta bêmentiqîyê û rebena mentiqê jî tûşî erdê bûye ji ber xwendeyên tenê xwende.
Axir…

Zana Farqînî û çerxa felekê!
Rebeno bi nîv henekê dikira bibûya parlamenter û di parlamentoya tirko de xwe qure bikira, lê lê şemitî
ango pê girt û di dest de ma, mixabin.
Ji stratejîyê fêhm nake, çendî ji ser sifreya apocîyan ranebe jî…
Yan zêde kawik e û bi kawikî xwe li oportûnîstîyê diqewimîne
yan jî qilafet û qalib û potansîyel û vîzyona wî têrê nake.
Min go nizanim.
Heyf!
Meriv ferhengeke ji xwe girantir dîyarî kurdan bike- çendî bi keda sedan kesan amade bûbe, lê tenê bi wî hatibe naskirin jî- û dema sifre bê raxistin, kes nebêje, “Lo lo Zanao, hela ka kerem bike, tu jî qinek-du qin goşt bixwe!”
Mixabin, bext jî mirîye!
Nuha jî…
rebeno go qet nebe belkî li derekê min bikin namzet mamzetê şaredarîyekê, lê ew jî nebû.
Wer xuya ye, 
tahba xelef çû ber telef!
De xem nake, Zana Farqînî. 
Parlamenterî nebû, şaredarî nebû, lê ew qasî jî ne bêbext in, qey ew ê li gundekî Farqînê muxtarîyekê bikin qismetê te.
Lê bi çavekî biçûk li muxtarîyê nenere haa!
Îroj demançeya di ber wan muxtaran de, bi telaqên bêfitû di ber qomsêrê qereqola Qezê de tune ye.

Û muzîka kurdî…
Mixabin, roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal, tenê ji sermîyên dixwin stranbêjên ku di navbera huner û hunermendîyê de asê bûne.
Bi navê “Hunergeha Welêt” sazîyek heye, tenê enerjîya xwe li xebatên terkîwelêt xerc dike, mixabin.
Li rojavayê welêt, wek ziman, jîyîn, kultur, huner, edebîyat, her weha muzîkê jî li gorî îdeolojîya pîne dîzayn dikin û bi vî haweyî roj bi roj hewl didin neteweya kurd veguherînin neteweyeke sosret.
Bi ser jî dikevin. Êdî di navbera me û qereçîyan de tu ferq û cudayî nemaye, mixabin.
Ez dizanim, ez peyva “mixabin”ê pir bi kar tînim, lê mixabin, tişt ji destê min nayê. 
Ez çi bikim?Dermanê rewşa sosret, mixabin e.
Erê, mixabin.

Gotina Dawî
Û navê vê guherînê jî azadî û modernî ye ku mejîyê li pey vê guherînê, ji dema Muhammed jî çend sensalekî wê de ye, 
mixabin.

5 Mart 2024 Salı

wilo milo

Pirê nivîskarran, heta ez dikarim bibêjim ji sedî nod û pêncê wan oportunîst in û heta ji wan tê hewl didin ne xwe ji dêrê bikin, ne jî xwe ji mizgeftê…
Hin ji wan, çendî xwe serbixwe û azad û bêalî bibînin jî, li ber sîya îdeolojîya sîyasîyên bakurî pal didin û qelema xwe bêyî bawerî û îradeya xwe, bi haweyekî oportunîst dilivînin û dixin xizmeta wan û wê sîyaseta wan a qirêj.
Hin ji wan jî, çendî xwe serbixwe û azad û kurdistanî bibînin jî, ji bo konforeke xapînok her û her pesnê sîyaseta başûrîyan didin û tu carî şaşî û kêmasîyên wan namînin; nizanim belkî jî kwîr in û ez li wan neheq im!
Axir…
Li Kurdistana min, yek dudu ne tê de, lê mixabin hemû qelem kole ne, xulam in, hemal in, lê bextewar in.
Lewra…
Berê, axe û xulam hebûn û kultureke şinekî, şelafî û kurtêlxwirî serdest bû;
nuha jî…
partî û nivîskar hene û her çend nivîskar ji partîyekê diçêrin.
Heyf û xebînet…
û yên xwedan sekn û helwest û prensîb jî birçî ne û azadî ji nefesa wan difûre, mixabin.
Lê…
yên ruhê wan ne azad jî, ew ê tu carî çavê wan bar nebe û têr nexwin.
Bi kin û kurdîya kurmancî…
ku xwedîyê qelemê ne azad be, qelem ê çawa bikare bi derewan pesnê azadîyê bide?
Dîsa mixabiin, lê dide û pê jî bawer in!..

Gotineke Mark Twain a pir xweş heye di heqê dîn û dîndarîyê de.
Mark Twain dibêje:
“Dîn, yekem car dema sextekarek li ehmeqekî rast hat, îcad bû.”
Çi gotineke xweş ê têra xwe watedar.
Îroj…
Dema ez li çîrokên dîndaran guhdarî dikim û dibînim bê çi qas ehmeq li ber wan çîrokan bi cizbê dikevin û mejîyê wan ji serê wan bar dike û dihere, xwe bi xwe dibêjim, ciwamêr ji orta quranê peyivîye, lê quran jî berhemeke wan sextekaran e, mixabin.

Gotina Dawî
Heta ji we tê, aqilê xwe têxin xizmeta mentiqê!..
Û tu carî gazinan li dilê xwe nekin, lewra yê herî bi zimanê azadîyê dizane, ew e.