18 Eylül 2023 Pazartesi

aqil taca zêrîn e lê zêr jî li cem teres û qeşmeran dilîrîne

Nexweşî û Dua:
Yekî çûyin/mirin xistibe serê xwe, êdî bi dua muayan ji biryara xwe venagere;
loma jî...
dev ji xwe jî, dev ji me jî berdin û li ser medyaya sosyal dernekevin parsekîya duayan!..
Bavê min pir nexweş e, jê re dua bikin!
Me dêya min bi lezûbez bir nexweşxaneyê, jê re dua bikin!
Pîrka min/kalkê min/apê min/xalê min/metka min/xaltîka min li ber sekratê ye, duayên xwe jê kêm nekin!
Doxîna bavê min sist e lê hew lê radibe, ji kerema xwe re jê(r) re duabikin!
De îja pirê ji van kesan jî, bi hevîrtirşê zanistê hatine sitirandin ango xwende ne.
Ez ê bibêjim Xweda aqilekî bide we, lê mejî bûbe meyîr di serî de, rebenê aqil ê jî bifetise!
Û ji bîr nekin, heger hat û kîrê Ezraîl rep bû, kes nikare xwe li ber bigire.
SedeqellahulEZîm!

Menuyên bi kurdî:
Xwedê giravî ango qaşo, dibêjin, li başûrê Kurdistanê, li ser biryareke xweş li hev kirine, lê hêvî dikim ev biryar ê tenê di gotinê de nemîne û derkeve ser pratîkê jî.
Çi ye ev biyar?
Ji nuha pê de ferz û mecbûrîyeta menuyên bi kurdî...
Bi kin û kurdîya kurmancî- ne bi soranî û badînkî- rêvebirên başûr ê êdî bikaranîna menuya bi kurdî li cafe û restoranta ferz bikin, ne sunet, lê ji ber kurd muhamedî ne, ez dibêjim, wek her car dîsa sunet ê zora ferz ê bibe.
Ji qewla Evdirhîmê Dîn,
"Xweş xeber e, lê pê ne bawer im!"

Fantezî û Nîyhandin:
Di hundirê tuwaleta balafirê/teyarê de jin û mêrek dinin hev, piştî karê xwe diqedînin û ji tuwaletê derdikevin, rêwîyên din yên balafirê bi coş û kêf û çepik û lîrelîr û halanan wan pêşwazî din.
Min got,
Ji ber vê, em û ewrûpî yê tu carî negihêjin hev û nebin yek.
Mesele zîhnîyet e û mixabin hevîrtirşê zîhnîyeta me genî ye.
Genî?
Fikrên me genî ne...
Bawerîyên me genî ne...
Civaka em tê de mezin dibin, genî ye...
Mele û mamosteyên me genî ne...
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
genetîka axa em li ser dijîn êdî genî ye!
Haa!
Şaş fêhm nekin; 
ne ku ez dibêjim li jêr, li jor hema we li ku hevdu zevt kir, birepînin hevdu, na, lê hin tiştan jî di serê xwe de zêde mezin û asê nekin.
Zeman diherike û em hemû ji kulmek orgazm çêbûne.

Pûtin çi dibêje?
Dibêje ji wê xewa perîşan şîyar bibin û bes xwe û derdora xwe bixapînin.
"Serekek dihere, serekek tê ango di vê çerxa felekê de nav û paşnav diguherin, lê sîyaset her wek xwe dimîne.
Dema yek ango serekek tê hilbijartin, mîna min yekî bi bedlekî rengtarî, bawula wî di dest de tê, ji wî re ev kar çawa tê kirin/çawa dimeşe tê gotin û li ser vê zanîn/zîhnîyet/sîyasetê çerx dizîvire."
Ango dixwaze bibêje, li seranserê dinyayê ev kar weha ye, weha dimeşe. Li welatên pêşketî û xurt aqilê dewletê heye, ev aqil ne bi yekî çêbûye, ne jî bi yekî dimire; bi hezaran sal e ev aqil heye.
Loma jî çi çep çi rast, çi oldar çi lîberal, dema hûn yekî hildibijêrin, hûn xwe didin benda guherînan, lê heger ew "aqil" bixwaze an destûrê bide, guherîn çêdibin.
Loma jî, 
heger hûn AKPyê ji ser textê desthilatîyê deynin, li şûna AKPyê hûn CHPyê deynin ser wî textê desthilatîyê jî, bi qasî ew aqilê mezin destûrê bide, CHP dikare guherînan çêke...
Her weha di şûna AKP û CHPyê de hûn MHP û HDPyê jî deynin ser wî textê desthilatîyê, heger ew aqil destûrê nede, ew nikarin guherînan çêkin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
heger guherîn ê di xizmeta dewletê de be, diguhere!..
Ji ber vê jî...
Hoo sîyasetvan û partîzanên "kurd"!
Enerjî û keda vî qewmê belengaz di rêya demokrasîyeke beradayî de xerc nekin!

Gotina Dawî
Di nav teyran de tenê qijalk serî li ber qertelan radikin û dibezin qertelan, êrişî wan dikin, lê qertel hîç hesabê wan nakin; bi haweyekî stratejîk wan bi xwe re difirînin qonaxa herî dawî ya asîman û li wir jî ji ber ku oksîjen kêm e, qijalk diperpitin û serserkî noqî erdê dibin.
Kurdino!
Xwendin û zanînê, ilm û zanist û guherînê bikin bask (oksîjen) û bi wan baskan bilind bifirin, bibin xwe û bi wê xwebûn û zanînê dijminên xwe pûç bikin; 
jixwe IQya dijminên we têrê nake bi we re bilind bifirin, loma jî piştî demekê bi xweber hûn ê bimînin li jor, ew ê jî her li jêr bimînin, bibin xulamên we.

Gotina Herî Dawî
Aqil taca zêrîn e, lê zêr jî li cem teres û qeşmeran dilîrîne!..


15 Eylül 2023 Cuma

berdan û beradayî

Kurd û kurdî!
Heger Kurdistan bi gazî û hewara kurdî de neyê, piştî çend salekî din, kurd ê tenê bi zimanê bîyanîyan bibêjin, "Ez kurd im."
Û jixwe nuha rewş vê tehlîlê piştrast dike, mixabin.
Ji xêndî kurdî bi her zimanî pesnê kurdîtîyê didin, kurdên kurdkokenlî!..

Berdan!
Ev nav, bi rastî jî pir xweş li ser bejn û bala hinekan rûdine.
Berdan: Serbestbûn
Berdan: Azadkirin
Berdan: Derew û Çirandin
Û bira beradayî jî heye.
Beradayî jî ji berdanê zêde bûye û dema yek mejîyê keran dixwe û sikê xwe radike û dest bi sewterîtî û tetewetî û serserîtîyê dike, derdor jê re dibêje, "Beradayî"
Lê bêtir ez ê li ser xala sisêyan bisekinim.
Berdan ango derew û çirandin...
Te dît wek biwêj jî tê gotin:
"Berde, bin te erd e!"
Dema yek derewekê bike û yê din jî bizane derew e, ji yê derewçîn re dibêje:
"Berde, bin te erd e!"
Îja hin kesan jî navê xwe kirîye "Berdan" lê bi rastî jî tu yê bibêjî qey niqutîye dilê dê û bavên wan, Berdan pir xweş li ser bejn û bala wan rûniştîye; qey yên ji me çêtir ev kiras li wan girtîye, birîye û dirûtîye.
Nizanim.
Parlamenterê HDP/YSPyê Berdan Ozturk- Şabaş ji paşnavê wî re- dibêje, "Ji dêvla serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî name ji serekê Amerîkayê Joe Bîden re şandîye û alîkarî jê xwestîye, hewce bû name ji PKKyê re şandibûya û alîkarî ji PKKyê xwestibûya."
Ez ê bibêjim, ka aqil, lê jixwe aqil hebûya nav nedibû "Berdan" û paşnav jî nedibû "Ozturk"
Îja heyran!..
Berî ku hûn ê biteqînin û berdin û bi wê "Berdan"ê derdora xwe bigenînin, gotinên xwe yên ji (bê)mejîyê we dizê, bibin li bêjinga mentiqê bixin û dû re bibêjin.
Îja wek min got,
ka aqil!
Ku ew hêz û qaweta PKKyê heye, bila here serokê xwe ji nav destê dewletê xelas bike û bajarên bakur ji bin desthilatîya tirkan derxe; lê heger ne fen be, haa!..
Ji qewla pîra Neyo, digot:
"Heger ne fen e, ev çi ben e?"
Heger bin we paqij bûya, nuha ji zû de tirk û ereb û farisan Qendîl bi ser serê we de xera kiribû.

Yên ji me çêtir ango pîrebok!
Min got, "Keskokê, tu çi dikî?"
Kenîya...
Got, "Mêvan hene!.."
Jan bi serê mêvanan bikeve! Me jî tam xwe li ber hev xweş kiribû; lîbîdoyên me bi dîwaran ve radipelikîn.
Axir, min got, "Min mêvan fêhm kir, lê kenê te..."
Dîsa kenîya û got, "Kuro, zilam keçika xwe anîye, dibêje yên ji me çêtir ketine pêxîla wê, dev jê naqerin. Ez hatim wê rê şêx bidim. Belkî li ber destê şêx baş bibe; ew ên ji me çêtir belaya xwe jê bikin."
Vê carê ez kenîyam...
Min got, "Ji apê xwe re bibêje hevalekî min heye, li pêş çavên zarokên nexweş dine şêxan, ew zarokên nexweş wek nuh ji dawa dêya xwe bikevin, sipîsaxlem dibin."
Îja em bi hev re kenîyan!..

Yilmaz Guney!
Gunê wî li pişta quzê gelek jinan ket, zemanekî...
Û îroj zarok û nevîyên wan jinan rabûne gilî û gazinan dikin û bi çavê serserîtî lê dinerin.
Îja heqê me ye ango em heq dikin van lome û çêr û heqaretan.
Bi salan Yilmaz Guney ji sînemaya van toltahjîyan re xizmet kir, loma jî ez heqê xwe lê helal nakim; 
lê...
Serserî be jî serserîyê me ye û neynûka wî ya avêtinê nadim bi we û silaleya we- jixwe silaleya we jî tune ye, hûn hemû pîç mîç in.
Piştî berê xwe da Ewrûpayê li xwe hayîl bû, lê dîsa şaş meşîya û bi zimanê tirkan fîlmekî din jî girt û xist xizmeta sînemaya tirkî, çendî fîlmê wî mîna hin fîlmên wî yên din bi naverok qala jîyîna kurdan dikir jî...
Erê, wek sîyasetvanên bakur bi tirkî agir ji devê wî diçû, lê têrê nake.
Loma jî, tu carî min bi çavê sînemagerekî kurd li Yilmaz Guney nenerî; mîna Yaşar Kemal, Cemal Sureyya, Ahmet Arîf û hwd...

Gotina Dawî
Heta hûn di navbera xwe û tirkan de bi kurdî dîwarekî lê nekin, hemû hewldanên we tenê mîna masturbasyonekê pûç û vala ne!..



14 Eylül 2023 Perşembe

şeva nîvcomayî

Havîn bû...
Li ser nivînan şilfîtazî paldayî bûn. 
Şev bi dilê wan derbas nebûbû; pişta wan li hev, te digot qey ji hev xeyidîne.
Berî şiveq bibişkive bi kêlîyekê mêr şîyar bû. Li xwe fitilî ku jin li ser kêlekê ye, gepa xwe ya rastê spartîye kefa destê xwe yê rastê û di xew de ye. 
Bi qasî bêhnekê çavên xwe li ser wê bedena gewr û boz gerandin. Ji nav kezeb û gurçikan keserek kişand; bêhn lê çikîya. 
Hêdîka xwe bi ser wê ve xwar kir, çû qîraxa devê wê, texma ku her du lêv xwe digihînin hev, maçî kir. Xwe tev da lê şîyar nebû. 
Lîbîdoyên wî bi dîwaran ve rapelikîn; arezûyeke hovane xwe li mejîyê wî qewimand û rabû ser xwe ber bi sêpayê ve meşîya. 
Li ser sêpayê ji xwarina şeva çûyîn di sênîkê de çend dîlîm cebeş mabûn. Çû di ser sêpayê re şipîyakî sekinî, destê xwe dirêjî dîlimek cebeş kir, ew dîlimê cebeş avêt devê xwe û xwar; dû re dîsa destê xwe avêt binê sênîkê, ji sênîkê dîlimekî din rahiştê û bi şûn de vegerîya.
Jin hîn bi xwe nehisîyabû. Çû li paş wê li ser çongan rûnişt û dîlimê cebeş ber bi devê wê ve bir. Ku dîlimê cebeş gîhaşt nav lêvan, bi wê şilî û şêrînîyê çavên wê bi sistî vebûn; tewşî xewê nizanîbû çi diqewime, rebenê, lê bêyî ku tiştekî bipirse, devê xwe vekir û ew cebeş bi kubarî xwar. Dîlimekî din jî xwest, mêr çû jê re dîlimekî din jî anî; ew jî xwar bi heman kubarîyê.
Êdî her du jî şîyar bûn û jixwe mêr jî li benda tiştekî wiilo bû; ji nişka ve xwe çend kir lêvên wê, lêvên wê bi xezebekê mêtin û guvaştin, te yê sûnd bixwara bi salan e çav bi jinekê nebûne; erê, bi wê xezebê ew lêv di nav lêvên xwe de dikeritandin.
Dû re mîna du maran xwe li hev pêçan; geh mêr ket ser, geh jin, heyfa şeva nîvcomayî hiltanîn. 
Ji binê nigên wan heta nav porê wan di rengê xwêdanê de şehwet diherikî ji bedenên wan ên mîna çivîkên ji ber pûkê diperpitîn. 
Mîna du gurên birçî û har, ji hev têr nedibûn. Piştî têr hevdu mêtin û alastin, jinê bi hêl mêr li ser piştê vexist û ew jî mîna beqekê çû li ser wî veket. Kîrê wî xist quzê xwe û serê xwe danî ser sînga wî û bi vî haweyî her du jî di xew re çûn li ber azana meleyê sibehê...

13 Eylül 2023 Çarşamba

şîrove

Li ser parvekirina min a ku min gotibû, "Di çavê dewlemendan de hunermend û nivîskar parsek in.
Lê...
Ne parsekên we, 
parsekên zimanê xwe ne!.." rêzdar Şerafetîn Ertekîn hatîye ev şîrove danîye binê vê parvekirinê:
Devlikenê heja, ma qey dewlemend mane? Tu bi rastî bibêjî, dewlemend berê hebûn. Ew jî kesên ku colê pezê wan hebûn û hemû hebûna wan bi xêra xîreta xwêdana enîya wan bû; ji wan re digotin dewlemend. Ma ji kesên ku bi bertîlan, bi îhalan dizîya gel û dewletê dikin, mirov dikare ji wan re bibêje dewlemend? Kesên ku bi dizîyê û bi bazirganîya madeyên heşbir dibin xwedî mal û milk, mirov dikare ji wan re bibêje dewlemend? Kesên ku niha ji wan re dibêjin dewlemend, "bêyî menfeet bi tilya kul de namîzin" (gotina pêşîyan). Ji kesên ku ji tunebûnê hebûn diafirandin re digotin dewlemend. 
Ev peyva te, mirov dikare berevajî bibêje, "Hunermend dewlemend in, lê dewlemend jî parsek in.
Bi bawerîya min hîmê peyva dewlemend weha dest pê dike:
Dew = Çeqilmast 
Dewle = Firaxa mezin a ji bo tijekirina mast.
Dewlemend = Xwedîyê colê pezen ku şirê wan gelek e. 
Ku şir dikin mast, mast dikin dew, ji dew jî rûnê nivîşik tê girtin. 
Dema havînî rûnê nivîşik tê helandin, ew şorika xweş bi tahm bi berdikeve. Bi nanê şikeva yê germ şorik pir xweş e. 
Ji dew jî mehîra bikundir û bipûng tê çêkirin. Di çanda Kurdan da gelek celebê berhemên şîr hene.
Mînak: Firo, Şir, Şorbeşîr, Penêr, Qeşar, Torak, Çortan, hwd...
Peyva qeşar jî ji qeşartinê tê. 
Herêma serhedê bi penêrê xwe yê qeşar dewlemend e. Dema penêrê qeşar di sarincê de vedişêrên penir kufik û qeşmaşik digre. Ji ber ku dema qeşar dixwin, wê qeşmaşikê kalikê penîr diqeşêrin û jê re gotine penêrê qeşar.

Gotina Dawî
Ji nuha pê de şîroveyên ku kêfa min ji wan re bên jî ez ê di blogê de biweşînim.

11 Eylül 2023 Pazartesi

berîberdanîzm

Selo başqan ango Evdilayê biçûk ji bo Kemal Kiliçdaroglû gotibû, "Me digot qey bi eslê xwe kurd e ango kurd kokenlî ye, lê ciwamêr kûrt kokenlî derket."
Nuha jî hin xwelîserên belengaz rabûne vê vîdeoya Selo başqan par ve dikin.
Lê tiştekî ji bîr dikin ew mirîdên pezîst!
Ê çi guherî heyran?
Ew Seloyê ji Kemo re digot "kûrt kokenlî" çi qewimî ango çi guherî, dû re rabû ji mirîdan re got bidin pey "pîrî"ê xwe!!!
Li ber çavê wî Kemal Kiliçdaroglû veguherî, bû kurd kokenlî yan di bin çav de zarokan Selo başqan jî kir kûrt kokenlî?
Axir...
Bi telaq kurdên me yên politîze bûne, ji pîvazeke xerabe re nabin û hûn sax, ji qewla seyda Laleş Qaso.

Ji qwwla Birahîm Xelîl Baran, Tirkîye dewleteke karîkatur e.
Serokê Komeleya Manewîyatê Ebûbekîr Kaya dîsa kîr li mirîdên xwe yên îslamîst rep kirîye û şotika avê bi devê wan xistîye.
Çi gotîye, vî teresê fahş û bi qasî fahştîya xwe qirêj û ne baş?
Ciwamêrê neciwamêr ê doxînsist dîsa mesele anîye li doxînê sekinandîye û gotîye, "meriv dikare di cêrîyeyên xwe ne lê nabe meriv wan mahr bike. Her weha heger kîrê meriv li cêrîyeya yekî din rabû û rep bû, bêyî destûra xwedî nabe meriv şeqên wê cêrîyeyê bidin nava xwe, berê wê bide rebê jor û li ser sîng û berên wê bisitirê û bifîkîne.
Yan hûn ê destûrê ji xwedîyê wê bixwazin yan jî hûn mahrekê bi ser xin."
La hewle bela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Ev qûnde û qûnekên îslamîst ên tadmînnebûyî bêvila xwe dixin qad û seheya min jî.
Hindik ma pîşe û sinhetê min jî ji destê min derxin û berê min bidin ber ker û golikan.
Lê ker jî cêrîyeya şivên e; nabe ez bi çavekî xerab li kerê jî binerim!
Heger bi destûr!..
Lê ne bawer im.
Li ber dilê şivanan xatirê kerê di ser ê jinê re ye ango ji bo şivanan ker ji jinê delalîtir e.

Ev îroj du roj in cehepeyî kevir û gomeyan bi ser Sezgîn Tanrikûlû ve gindir dikin, lê ecêba ecêban e,
ne deng ji hedepeyîyan derdikeve, ne jî pêjna jina rehmetîyê Tahir Elçî ya cehepeyî xuya ye.
Mesele kûr e, lê dahwe çi qas giran e, heger em nemirin, em ê bi hev re bibînin.

Gotina Dawî
Min got, hey hinek bi aqilê kurdan dilîze, lê heger aqil mabe!..

10 Eylül 2023 Pazar

hema wilo ji qewla keçika omerî

Kurdbûn, heger têkeve rêya kurdîtîyê pîroz e, lê kurdên ji rêya kurdîtîyê derketine, xwe lewitandine.

Neteweperestî bûye pizika serê zimanê her kesî, lê mixabin ji ber biratîya bi tirkan re, em bûna dijminê hebûna xwe vî zemanî, 
lewra neteweperestî hebûn ango xwebûn bi xwe ye,
lê ka aqil!
Bêbavan, neteweperestîya ku ji hezkirina ziman û nirx û hêjayîyên kurdî zaye, li ber çavê me kirîye faşîzma faşîstên beradayî.

Ji bo gotinên Sezgîn Tanrikûlû yên li ser TSKyê gotîye, heger HDP sibê bi daxuyanîyekê Sezgîn Tanrikûlû şermezar bike, ez ê şaş û ecêbmayî nemînim, lewra di meseleya kemalîzmê de HDP qayîşê bi CHPyê re dikişîne.

Rast derew, xêr û guneh di stuyê Hisênê Xidir de be; dibêje, Dûran Kalkan ji hesûdî û zikreşî komployek li feylesofê sedsala nû Kadîr Amaç çêkirîye û di wê êrîşê de hêkek gunê Kadir Amaç pûç bûye.
Dîsa rast derew, xêr û guneh di stuyê Hisênê Xidir de be; dibêje, hevalan li dijî vê êrîşa bêbext xwe ji Dûran Kalkan aciz kirine û li ser lat û zinarên Qendîlê "Kadîr Amaç rûmeta me ye!" nivîsandine.
Piştî van alozîyan, tê gotin, ji Îmralîyê heyetekê xwe bi helîkoptêrê bera nav Qendîlê daye û ji bo pêşîyê li wan bêîteatî û alozîyan bigire, dest bi operasyonekê kirîye.
Lê bi qasî heval radigihînin, heval Dûran wenda ye û Kadîr Amaç jî li nexweşxaneyê li ser kêlekekê paldayî ye.
Her weha hin kes jî dibêjin di vê êrîşa feylesof Kadîr Amaç de dibe tilîya Nêçîrvan Barzanî jî hebe.
Wek min di serî de jî got; xêr û guneh ne di stuyê min de, di stuyê Hisênê Xidir de be...

Gotina Dawî
Bêhna xwe fireh bikin. Hindik ma qantir bizê




9 Eylül 2023 Cumartesi

nizanim çima

Modernîteya Dêrsimîyan (Alewîyan):
Bi êş û jana Dêrsim û dêrsimîyan diêşim, jan dide dilê min wek her dilî.
Bila hin dêrsimîyên neteweperwer û xîretkêş li min negirin, lê îroj...
bermayîyên dêrsimîyan yên ji ber gir û rika îslamîstên fahş û qirêj xwe avetine bextê kemalîstan û kemalîzmê, ji kemalîstan bêtir xwendin û modernîteya xwe xistine xizmeta tirkî û tirkîyetîyê, mixabin.
Alîperestî û Kemalperestî!
Alî pismam û zavayê Muhamed e, Kemal jî serfermandarê komkujîya dêrsimîyan e.
Bi kin û kurdîya kurmancîya me bêbawerîyan (lê bêbawerîya me, ne ku em ji kesî û tiştekî bawer nakin, tenê di rêya dil û mejî û ûjdan û bextê xwe de dimeşin)
Belê, bi kin û kurdîya kurmancîya me bêbawerîyan,
dêrsimîyên me (alewîyên me) bi hur û azad û modernbûnê pesnê xwe didin, xwe qure dikin, lê xwezî bi qasî pesnê xwe bi hurbûn û azadbûn û modernbûnê didin, me jî bi kurdîtî û kurdistanîbûnê pesnê wan bida.
Lê na...
Hurbûn û azadbûneke pînekirî, modernbûneke beloq û bawerîyeke ne kêmî mirîdîtîya îslamîstan...
Kêfa min ji xapandinê re jî nayê, ji xwexapandinê re jî;
loma jî dema mesele bû kurdî û kurdîtî, hewce ye em hemû xwe şilfîtazî bikin; çi misilman, çi alewî, çi xwedanenas/ateîst, çi jî qûnde û qûnek mûnek...

Nakokî Makokî:
Piştî Pervîn Çakarê xwe ji kurdî dûr xist, kurd bêtir nêzîkî wê bûn.
Helal be weleh! 
Xanimê sosyolojîya kurdan baş nas kirîye. Lê nerî gîyhaya hewşê tahl e, got a baş ew e ez xwe ji hewşê dûr bixim û xwe dûr xist.
Û piştî ji hewşê dûr ket jî êdî qedir jî li xwe giran kir, qîmet jî li xwe zêde kir.
Berê, mîna parsekan karê wê gilî û gazin bû, kesî guh nedidayê, lê dû re rabû xwe aciz kir û ji kurdan re got êdî jan bi serê we û zimanê we bikeve, ez hew bi zimanê we distirêm, stranan çêdikim, kurdan bêtir qedrê wê girt, qîmet danê.
Piştî fîstanê tirkî kişand ser bejn û bala xwe, wa ye li Kurdistanê dest bi rêzekonseran kirîye û bajar bi bajar digere.
Kî di me ne, li ber dilê me ew e pîroz, 
ango kî me biçûk bixe, bi çavekî kêm û biçûk li me binere, ew e mezin li ber çavê me.
Heyfa kurdî ku Pervîn û ew kurdên wek Pervînê, ji ber çûne!
De em çi bikin!
Pêşîyan belasebeb negotîye, "Zikê dê buxçik e."
Kurdî jî mîna dêyan e; baş jî jê zêde bûne, xerab jî...

Kurd û Xerîbî:
Em gundîtîya xwe, bêhişîya xwe, ehmeqîya xwe, nezanîya xwe, rebenî û belengazîya xwe bi xwe re dibin bajar û metropolan, lê tenê em tiştekî li şûna xwe ji bîr dikin; zimanê xwe!..
Û dema meriv zimanê xwe li şûna xwe ji bîr bike, bedena meriv li cîyê meriv diheriyê, tenê dibe qalikekî hundirê wî vala.
Vê sibehê Evdilayê me yê ne ji wan Abdulahan wêneyek ji min re şand. 
Li otogara Nisêbînê du zilaman tenûrek dixirpişandin begaja otobusê.
Ew ê wê tenûrê ji Nisêbînê bibin Stenbol an Îzmîr an jî bajarekî din ê Tirkîyeyê.
Lê...
Xwezî bi qasî bi ser zikê xwe de heled didin, hewl didin, bi ser ziman û xwebûna xwe de jî heled bidana/hewl bidana.
Ez dizanim, piştî pîrê bimire, li ser wê tenûra ku ew ê bibe tandir, qîz û bûkên wê yê bi tirkî nan îkramî cîranan bikin.

Gotina Dawî
Erê, 
kurd ji ser axa xwe pengiz dibin, lê li bîyanîstanan/xerîbîstanan jî zimanê wan ji devê wan dipengize.
Ew dibin bîyanî, zimanê wan jî wenda dibe bi wê sekn û helwesta wan a bêxîretî!..
Heyf!

6 Eylül 2023 Çarşamba

helbesteke nehelbest

min ji binê tûrikê xwe yê bîranînan derxist teşteke lek î şînî.
yan şeş yan jî heft salî bûm wextê qalibê wê sabûna kurmancî di serê min de şikest 
bi destê seadeta emîna eshed a mêr li ber esîltî û merdîya wê diricifîn!
û li qûn rûniştim di nav ava wê teşta lek î şînî
dû re bû mû û bi zimanê me ve şîn hat ew biwêja dehşet
"de here qûna xwe li avê bixe" lo, ya ya qeşmerê kurmî û stuşikest!
yekî ji yekî re go û belav bû wek sura bê li nav milet...
te go milet?
ka milet?
heger nemabe piçek xîret!
kulmek xwelî jî bi destê me nakeve, bi serê osmanê tirek
lê osmên jî bi tira xwe deng dabû li nav milet.
ne kesî xwe ji osmên aciz kir,
ne jî ji tira wî ya bideng!..
pêşîyên me belasebeb negotîye, netirsin ji tirê bideng!
xwe bisitirînin ji fis û fisgenîyên bêxîret.
û ji wê rojê şûn de fisgenî bû navê kesên kone û bêehlaq û kesayetqûnek.
ma tê bîra we min gotibû,
bêehlaqîya min ji ehlaqê civakeke ketî û bi dîn û îdeolojîyan lewitî pak û paqijtir e,
dema derketibûm nêçîrê li ser sîng û berên jineke qereçî ya fahîşe...
kî ye fahîşe?
yên bedena xwe difiroşin an yên welatê xwe difiroşin ji bo konforeke teresane!
teres! teres! teres!
ma hewce ye em biafirînin ji bo van xwelîseran felsefeyeke qerase?
û qerase qerase ye, çendî gelek kes nizanibin çi ye ev mesele.
"mesele kûr e dahwe giran e, ev maç maça wan û tetwan e."
digot, pedofîlekî ku rehmetîyê bavê min jê re digot pîrdahfî,
li wê stadyoma ku bi merş û dûrişme û sloganên faşîstî dikir himehim û zimezim bi haweyekî erdhejî.
û erdhej e, heger kurd xwe negihînin kurdî!..

 

5 Eylül 2023 Salı

reşo

Min got:
-Reşo, ez reş im an tu reş î?
Got:
-Tu ji min reştir î!
Bi haweyekî qerfok kenîyam.
Min got:
-De here qûna xwe li avê bixe, lo! Îja tu ji min reştir î!..
Got:
-Erê, ez reş im, lê ez ji her kesî xuya me. Ka tu? Tu bi xwe jî xwe nabînî, lo belengazo!
Min devê xwe xwar kir û lêvên xwe qermiçandin.
Min got:
-Çawa?
Vê carê jî ew bi haweyekî qerfok kenîya.
Got:
-Ka zimanê te? Ka nasnameya te? Ka statuya te? Kaa?
Min kejika stuyê xwe xwirand û revî revî revîyam!..

Gotina Dawî
Got gurîyo navê min li te, kumê min li serê te.

4 Eylül 2023 Pazartesi

xweşzûgotinokîzm

Ji sibehê heta êvarî em li ser sîyasetê, li ser îdeolojîyan dipeyivin û bi van zanîn û agahîyan em xwe qure dikin, lê...
Lê em tiştinan ji bîr dikin; heta ew tiştên ku em ji bîr dikin, jîyan bi xwe ye.
Bêhnkirina gulekê...
Meşa li qiraxa çemekî...
Girtina masîyan a li ser golekê...
Bi hevalan re vexwarina du qedeh araq...
Temaşekirina fîlmekî û pişt re jî nîqaş û sohbeta li ser wî fîlmî...
Di bin atmosfereke romantîk de, dans an reqsa li ber muzîkeke nerm an jî rîtmîk...
Temaşekirina maçek ji maçên lîga premier a Îngilistanê yan jî maçek ji maçên lîga şampîyonan a uefayê...
Di bin xuşîna baranê de pevşabûneke evînî...
Di nîvê şevê de li bin keleha Mêrdînê bi yar û yaran re vexwarina şeraba suryanî...
Li ber stranên Kerem Gerdenzerî kirasguherîna ruhî...
Xwarina ser û pê, hûr û rêvî...
Xwendina kitêbeke edebî...
Xebata li ser berhemeke hunerî...
Jîyîna bi haweyekî estetîk...
Guhdarîkirina li dengê dilê xwe û hewldana ji bo daxwaz û kêf û coş û arezûya bedena xwe...
Şilfîtazîbûn...
Ji ego û kompleksên xwe arîbûn/pakbûn/xelasbûn...
Bi tenêtîya xwe re tenêmayîn...
Bi kin û kurdîya kurmancî, ji bo dîn û îdeolojîyên beradayî ji jîyanê nemînin.   

Yekî tiştekî hîs bike, heger bi gazinên hinekan bi paş ve gav biavêje jî, ew kes ne bi xwe re durist e ne jî bi derdora xwe re...
Loma jî, hewce ye ew bi xwe wê hîsê li xwe bar bike.
Hîsa zorane cîyê xwe nagire.
Ji doh de ye hew Xweda dizane bê min xwest gilî û gazinan li kê bikim li kê nekim, lê dû re xwe bi xwe min ji xwe re got, "qûna elimîbe tilîyan, ew qûn ê tim tilîyan bixwaze" û min dev jê berda.
Heger serketîyên dagirkerên te bûbin kêf û serbilindîya te, naxwe êdî tu ne xwe yî û hewce nake em bi haweyekî romantîk hevdu bixapînin.
Doh bi serketina tîma weleybolê ya tirkan a neteweyî ji kêf û coş û serbilindîyê "çep û rast"ên tirk û xwelîser û belengazên kurd li bin guhên hev ketin.
Berê jî min gotibû, heger namûs û xîretê ji kesayetê koç kiribe, rebenê poz neşewite ew ê çi xwelîyê li serê xwe bike?
Li welatên nasyonalîst û paşdemayî xwezî spor tenê spor bûya, lê ne werê ye.
Spor jî, edebîyat jî, huner jî di xizmeta vê zîhnîyeta faşîst û nasyonalîst de ne, mixabin.
Loma jî,
lo kurdo ango lê kurdê!
Kê nîyhaye me!

"Yê nizanibe ew ê bibêje qey me emir deman kirîye, jîyan me hînî libendemayînê dike."

Ji fîlmê "The Pîyanîst"

Mixabin, tişt bi qasî hêvîkirinê, xeyalkirinê ne xweş e, lê her weha tişt bi qasî hêvîkirin û xeyalkirinê malê li meriv xera nake jî.
Piştî demekê, meriv ji rastîya jîyanê dûr dikeve û tenê meriv dide pey wan hêvî û xeyalên her ku meriv du gavan nêzîkî wan dibe, ew çar gavan ji meriv dûr dikevin.

Gotina Dawî
"Req û beq senfonîyek li dar xistin li bin text ji reqereqa wan kes raneket."
Vê zûgotina ku made în Devliken e, her kî sê caran li ser hev bibêje, Devliken ê yanî ez ê kitêba xwe ya Xweşzûgotinokîzmê dîyarî wî bikim.