10 Ağustos 2023 Perşembe

tiroviro û çewtomewto

Abdullah Ocalan gotîye, 
"Yê vî şerî bi dawî bike, sax nahêlin."
Bi we, birêz û sayin Ocalan xwestîye çi ji me re bibêje?
Ez bi xwe dizanim, lê gelo mirîd jî dizanin lê ew ê xwe li mirîdî deynin? 
Ango
dixwazin bizanin?
"Kanya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan." pîrejinekê li şwîna mirîyekî diavêt ser mêrê xwe û dilorand.
Mîna îslamê, 
yên quranê dixwînin, xitim dikin, dibin xwedanenas ango ateîst; 
yên quranê naxwînin û hayê wan ji bayê felekê jî tune jî dibin dîn û dîndar û kirasê xwe diçirînin.
Apocîtî jî eynî wisa ye. 
Yên îdeolojîya apocîtîyê dixwînin, nas dikin û hayê wan ji sekn û helwest û fikr û nerîn û vîzyona Apo çêdibin, dibin muxalîf, 
yên îdeolojîya apocîtîyê naxwînin, nas nakin û hayê wan ji sekn û helwest û fikr û nerîn û vîzyona Apo çênabin jî dibin mirîd û difirin.

Şehmus Dîken wêneyê xwe û Aram Tîgran li ser twîtterê par ve kirîye û li ser wêne weha nivîsandîye:
"Hükmetmendê mezin Aram…"
Ez dizanim xwe şaş kirîye. Û ez dizanim qasî min û we Şehmus Dîken jî dizane hunermend binivîsîne, lê...
Erê, divê em bên ser meseleya "lê" 
Ka kerem bikin em bi hev re herin li rûpela Şehmus Dîken a twîtterê binerin bê di twîttên xwe yên tirkî de- jixwe kêm zêde hemû bi tirkî ne- çend peyv, gotin, nav şaş nivîsandîye?
Ne mumkun e, 
lewra bi qasî li hemberî zimanê tirkî nazik û hesas û kubar in, li hemberî zimanê kurdî ne weha ne, ev zîhnîyet.
Loma jî,
li ku hûn pêrgî bêhurmetîyeke wan hatin, texsîr nekin, qûna wan bidin tavê.
Û jixwe vî zemanî li welêt jî tişt wek tavê tûj tune ye!..

Ewil bi zimên lîstin, dû re destdirêjîya kulturê kirin, herî dawî jî nîyhan zîhnîyetê, serî li civakê kirin eşûre.
Xwendineke xav...
Zanîneke pûç...
Modernbûneke çewtomewto...
Û têkçûyîneke mezin.
Carinan li ser medyaya sosyal ez pêrgî hin vîdeoyên kulturî têm; bi taybetî jî vîdeoyên dawetan.
Jinên ku bi feminîzm û wekhevîîzmê serî li wan bûye sûka sobecîyan, di govendan de, xwe jî dihetikînin, govendan jî...
Bi bedeneke nîvtazî, 
carinan serê govendê dikişînin, carinan jî derdikevin pêşîya govendê û bi tena serê xwe li hemberî daholvan sîng û berên xwe xweş dileqînin; pêsîr dilewliqin.
Wê kêlîyê, rebenên pêsîran bi şewba azadîyê dikevin û ji bo serî li ber xwedîya xwe ranekin, xwe diavêjin bextê hevdu, bi zor hevdu distirînin; ji bo ji bin kirês nefilitin û girêza çemekî bi ser devê mêran nexin, bi zorê xwe bi hevdu dişinînin.
Û dû re jî gazinan dikin, 
"Çima mêr wek objeyeke seksê li me dinerin?"
Na.
Ne sûcê mêran e, jixwe bi vê sekn û helwestê hûn ji mêran re dibêjin,
"Em obje bi xwe ne!"

Gotina Dawî
Xweda kesî ji aqil neke!




9 Ağustos 2023 Çarşamba

karakterên pînekirî

Bajooo!
Lê ne ez haa! 
Kelamên pîroz wer dibêjin!..
Fermo!

"Pişta pêxember bi qasî pişta sî mêrî xurt bû."
(Buharî, Muhtasar Teciîd-î Sarîh, hadîs no: 192)

"Di şevekê de pêxember bi neh jinên xwe re yek bi yek ango cîhê cîhê nîyhandin/seks dikir." 
(Buharî, Muhtasar Tecrîd-i Sarîh, hadîs no: 192)

"Cibo ango Cebraîl bi destê xwe ji min re kûzikek anî, min ji wî kûzikî vexwar-ne dîyar e ka di wî kûzikî de av heye an tiştekî din- û piştî vexwarina ji wî kûzikî, pişta min bi qasî pişta çel mêrî xurt bû." 
(İbn Sa'd, et-Tabakatu'l-Kubra, s.374)

"Li ku pêxember çav li jineke xweşik biketa, direvîya malê, diçû diket himbêza jina xwe Zeynebê, kurmê xwe dişikenand." 
(Buhari, Hibe)

Îja dû re,
radibin navê Devliken bi doxînsistî belav dikin û xwe dikin qurbana min. 
Ez ne doxînsist im, heyran;
di rêya pêxemberê xwe de, ez li gorî felsefeya pêxemberê xwe tev digerim.
Bi kin û kurdîya kurmancî, ez hur û resen im, hûn jî kurmî û sexte...
Sedeqalahulez!

Hêdî hêdî seet ber bi duwazdehan ve digindire, lê hîn jî nivîsa blogê neqedîyaye.
Min destpêk bi mijareke radîqal û qerase vekir, loma jî ez nizanim ez ê bi kîjan mijarê ve girê bidim.
Û jixwe min rîh û simbêlê xwe jî jê kirîye, kêfa min ji vê rewşa min re nayê û xwe wek kîrê bêgun hîs dikim.
Xwedê ji Seadetê razî be. Hingî bi ser min de kir pitepit û peyivî, min ji ber nekir der û ez rabûm, min ji binî de birî...
Ax ax!
Poşmanîya piştî her çalakîyê!..

Berê, min digot, 
"Her kî alkolê erzan bike, xelk ê here dengê xwe bide wî" 
lê piştî tehlîl û analîz û tecrûbeyên min ên vê meha ku min li welêt derbas kir, 
her kî bibêje, 
"Ez ê ceryanê erzan bikim ango bikim belaş" ew kes bêkarakterekî pûşt û teres be jî, di her hilbijartinê de ew ê bi ser keve.

Gotina Dawî
Bi peyvforîzma û aforîzmayên feylesofan ên ku humanîzm jê difûre, kesayeta xwe ya pûç û qûnek pîne nekin,
lewra
bêkarakterî pîne nabe!..



7 Ağustos 2023 Pazartesi

wilo û were dinin hev wisa jê dizê

Bala min lê ye, vê pêla dawî tirkên çepgir û sosyalîst ji kurdên neteweperest aciz in; aciz in lewra kurdên neteweperest qûna wan dide tavê.
Bi kin û kurmancî,
"Kurt mîllîyetçîlerî" çima wek apocîyên tirkîperest û tirkîyeyî qûna tirkên çepgir û sosyalîst nealêsin û wan li ser serê xwe nakin tac, dibin cahil û nezan û bikompleks, ne wisa?
Ka were ez serê kîrê xwe nîşanî we bidim, bê aqilê serê kîrê min pir e yan aqilê serê we û şeqşeqçî û tirşikçî û hestîkojên we?

Berê digotin, "Aqil taca zêrîn e, xwe li serê her kesî danîne."
Lê divê em piçekî bi vê gotinê bilîzin ango revîze bikin, 
lewra berî aqil, karakter tê û ji nuha şûn de divê em weha bibêjin, "Karakter taca zêrîn e, lê bi her kesî re nîn e."
Mixabin, di vê sîstema kapîtalîst û civaka nezan û belengaz de, pere karaktera gelek kesan pîne dike.
Pirê kesên ku di civatan de cîyê wan nav sol û şekalan e, bi xêra pereyên xwe enîşkên xwe dikutînin bahlîfan û dibe qebeqeba wan quretîyan dikin.
Û ji ber bêxîretî û bêkarakterîya van tahjîyan, xwedîyên çakêtan top avêtîye!..
Lewra, 
berê, çakêt nîşaneya zilamtîyê bû.

Zaza, dimil, kirmanc...
Îja em zaza ne, ne kurd in!
La hewle wela!
Min digot qey Mahsûn Kirmizigul yek e, lê wer xuya ye nêvîyê zazayan Mahsûn Kirmizigul in.
De oxira we oxira Filîtê Quto be.
Jixwe kurdîtî çilvirîye, xuya ye ew ê baş biçilvire!
Û ne ji kurdan bûya, nuha ji zû de we zimanê xwe ji bîr kiribû û hûn jî wek laz û mazan bûbûn qaz.
Bi serê Seyid Riza,
anuha em xwe ji hevdu bişon, di nava deh salan de tenê zazayek jî namîne, 
lewra ew û zimanê xwe di nav tirkî û tirkan de xweş dimehin.

Evdelayê Xursî digot,
"Îîllallah umrallah, li jor Allah, li jêr Evdela!"
Erê bi serê Şêx, li jor Allah û li jêr Evdela, em hew dizanin em ê êdî berê xwe bidin kîjan evdan!..

Got,
"Dinya ma li ser bertila û gû ket halê feqîra!.."
Xanimeke ku kesk li xwezayê dinerî û ji keskeya xwezayê çav lê kesk bûbûn weha digot...
Xebera wê ye û xweş gotîye. 

Xwedîyê weşanxaneya Avestayê derketîye gera bajarên Kurdistanê û li ser twîtterê nerîn û tehlîl û analîzên xwe jî bi tirkî dike.
Çima?
Ê dema bi kurdî bike, ew ê tenê bala min û çend kesên mîna min serê wan hişk bikişîne, lê dema bi tirkî dike, zir naxirek dixwîne û ew zir naxir nav û dengê wî bi çepik û lîrelîr û halanan li hev diqulipînin û belav dikin.
Min di vê populîzmê nîyho! Ma qe hûn jê têr nabin, haho!

Gotina Dawî
Weleh tişt ji me kêm nabe. Hema kî bi ku de dihere, bila here.
Bijî kurmancîzm!
Bijî serhişkîzm!
Bîjî karaktera nayê pînekirin!..

2 Ağustos 2023 Çarşamba

nav û şoreş

Seadetê bi çengûrê nevîyê xwe girt û bi hêrs ew anî li ser piştê vexist, memika wî xist devê wî û got:
-Bila meriv li ber helehela garisan be, lê ne li ber zarokên biçarpîyan be!..
Li hin herêman ji bo zarokên werê "marfetisîn" jî tê gotin.
Bi kin û kurmancî, 
Seadetê ne neheq e; piştî demekê xulqê meriv ji zarokan re tune ye. Ew enerjîya wan a zêde meriv pert û perîşan dike.
Xweda sebrê bide dêyan!..

Got, "Here ji min re pedekê bikire. "
Ez rabûm derketim derve. Piştî meşeke ne pir kin û ne pir dirêj ez gîhaştim marketekê. Ketim hundir. Min çavê xwe gerand lê min nedîzanî kîjan e! Kasîyera jin, jina sergirtî li min nerî, texmîn kir ez di erênayê de me.
Min got, "Ped, ped dixwazim!"
Wek ku li ber neket. Pozê xwe qermiçand. 
Min got, "Berquzk berquzk!"
Got, "Wîî! Paçikên quzan!"
Min rahişt pakêta xwe ya paçikên quzan û derketim derve. Berî ku du sê gavan biavêjim, dîsa vegerîyam. Min derî vekir û serê xwe di ber derî re dirêj kir, li hêla kasîyerê nerî. Bi çiqîna derî re jixwe ew jî li paşvegera min hayil bûbû.
Min got, "Paçikên quzan pir orjînal e" û kenîyam...
Got, "Ne orjînal, resen resen!.."
Wek ez li kerê bikevim lê di eslê xwe de ker tune be û meriv bi xwe xweş bîne, li min hat.
Paçikên quzan!
Lê...
Berquzk jî têra xwe orjînal e.
Pardon!
Resen e!..

Gotina Dawî
Nêvîyê zimanekî ji navan pêk tê û ji nêvî bêtir navên me bi erebî û tirkî ne, mixabin.
We got şoreş?
Şoreş ji meriv dest pê dike!..



1 Ağustos 2023 Salı

eşîrtî û şikestina sitûna kurdî

Li Kurdistanê tenê dîn û qereçî/aşiq zû bi zû asîmile nabin.
Û ez bi xwe pir ji dînan jî, pir ji qereçîyan jî hez dikim.
Mêrdîn, Mêr-Dîn...
Ê qey ev ne tesaduf ango lihevrasthatin e.
Dîno xwe li min girt û ber bi min ve hat. Ez jî ji qewla xwedênehiştekê, li meydana qebraxan rûniştibûm. (Ji meydana azadîyê re dibêje)
Axir, Dîno li min nerî, li min nerî, xweş bala xwe da min.
Got:
-Devliken, êdî kes ne wek xwe ye, haa! Ji meleyan pîç û weldizne derdikeve, ji dînan jîr û biaqil, ji hin qorucîyan welatperwer û ji hin şoreşgeran jî pûşt û dumbuk derdikeve. Lê ez rica dikim, tu yê kekê xwe şaş fêhm nekî. Tu mîna nêrîyekî yî, her direşînî. Belkî nuha derdor li serê te yê dazlaq, li rîh û simbêlê te yê gijomijo û li van guharên te dinerin, dibe pistepista wan û te diricimînin, lê bi telaq tu pispor û profesor û feylesof î. Û bêehlaqîya te jî, şaş fêhm neke, Devliken. Erê, bêehlaqîya te jî ji ehlaqê van kîrquzdêyan pir pak û paqijtir e.
Min got:
-Dîno, ez kîrê te di jina wan kim ên ji te re dibêjin dîn. Ne ez, tu yî pispor û profesor û feylesof, kuro.
Got:
-Ê ne min ji te re gotibû, gelek kes ne wek xwe ne, haa!
Rabû ser xwe, xatir ji min xwest û qîyame bû. Çend gavek avêt neavêt, min ho kirê:
-Dîno, Dîno!
Fitilî, di ser stuyê xwe re li min nerî.
Got:
-Kerem bike, nêrîyê bi ser serê xwe de direşîne!
Ez kenîyam. 
Min got:
-Nahlet li Şeytanê te neyê! Kuro wê simala keskesor ji serê xwe deyne, vê kelekela germa havînê tu yê di binçav de perîşan bibî.
Got:
-Ji bavê xwe bêminet in. Dema min disekinînin û dibêjin, "Ev çi ye?" ez dibêjim herin febrîqe û atolyeya wê bigirin, dû re werin cem min.

Populîzm nexweşîyek e û hayê nexweş ji nexweş çênabe ku nexweş e.
Xêr û guneh ne di stuyê me de, lê ji bo populîzmê her kes dikare her tiştî bike; êdî em hew dizanin em ê ji kê bawer bikin û ji kê bawer nekin.
Doh,
Osman Taşdemîr li ser pişta jina Selahettîn Demîrtaş, Başak Demîrtaşê xwe xist rojevê û bi rojan raya giştî û çapemenî li ser wî peyivîn, ciwamêr populer bû, êdî her kes wî nas dike û şwîr nema simbêlê wî dibire.
Bi îhtimaleke xurt jî di demeke nezîk de em ê wî wek fîgur û aktorê hereketeke sîyasî bibînin.
Ka îja hesabê malê û sûkê li hevdu derkevin, dernekevin, nizanim.
Îroj jî,
Bedel Boselî xwe xist rojevê û ji Osmên re bû reqîb.
Wek min got, xêr û guneh ne di stuyê me de, ciwamêr got HDPKKyî gefan li min dixwin, bi kuştinê min tehdît dikin.
Ev jî îdeayek e. Çi rast çi derew, ew û bextê xwe...
Lê li bazara kurdan, kîloya populîzmê ji kîloya xîyaran erzantir bûye.

Gotina Dawî
Eşîrên sed sal berê ne eşîrên îroj in. Û bi hilweşandina ruhê êşîrtîyê, sitûna kurdî jî şikest, mixabin.

Gotina Herî Dawî
Maqûlî, li ber derîyê dewlemendan bûye hestîyekî nîvkelî!

24 Temmuz 2023 Pazartesi

lozan

Got:
-Tu çîroka çilvirî dizanî?
Got:
-Na weleh.
Got:
-De îja ka rûne, guhê xwe miç bide min, li min guhdarî bike: 
Jin û mêrek hebûne. Her du yan jî bi xwe de dimîst.
Dikin nakin nizanin bê ka ew ê çawa xwe ji vê mîzê bikin.
Axir, bi hev dişêwirin û dibêjin ka em ê bi dor li ber hev nobetê bigirin.
Li hev dikin û dibe şev.
Ewil mêr radikeve, jin radibe li ber wî nobetê digire.
Seetek... 
Du seet...
Hêdî hêdî kîr xwe dilivîne û li mêr rep dibe. Çawa ku niquta mîzê bi serê kîrê mêr dikeve nakeve, jin hişk xwe çend dike kîrê wî û destê xwe lê dipêçe. Bi xeyd dibêje, "Min tu zevt kirî!" Mêr ji xewê çeng dibe ser xwe û dihere dimîze.
Piştî vedigere, ji jina xwe re dibêje, "De ka îja dora te ye, tu rakevî!" 
Vê carê jin serê xwe datîne ser bahlîfe û radikeve. Mêr jî li ber serê wê rûdine û nobetê digire.
Seetek...
Du seet...
Jin dibeliqîne û mêr destê xwe dide ser quzê wê, lê mîz di nav tilîyên wê de dide der. Tilîyên xwe digihîne hev, mîz di nav tilîyên wî yên din de dide der û pijînî pê dikeve; êdî ne mumkun e li ber quz bibe bend, mîz di nav tilîyan de mîna şurikên nîsanê xurt diavêje.
Jin çeng dibe ser xwe, şîyar dibe. 
Li mêrê xwe dinere ku mêr her du destên xwe danîne ser quzê wê, lê dîsa jî pijîna mîzê ye di nav tilîyan re diavêje. 
Dibêje, "Çi bû, çi bû?"
Mêr dibêje, "Weleh çilvirî, êdî ez hew dikarim bigirim!.."

Îja heyran!
Yê me jî, her tiştê me çilvirîye.
Eşîr cilvirîne; ji serekên wan bigirin heya gavanên wan, bawerî mirîye. Kî bi ber kê bikeve, diçilvirînin hev!..
Civak çilvirîye; ne ehlaq maye, ne nirx û hêjayî mane, ne jî adet û kevneşopî û edeb. Û jixwe bext ji mêj de mirîye!..
Sîyaset çilvirîye; hemû sîyasetvan bûne oportunîst, ji bo telîsek pîvaz dikarin hemû prensîbên xwe bifiroşin, ne sekn bi wan re maye, ne helwest!..
Huner û edebîyat çilvirîye; karakter û kesayet bi hunermend û nivîskaran re nemaye; kurtêlek, hestîyek li ku be, ji bo bi dest bixin, bi hev re dikevin pêşbazî û qayîşê!..
Dîn çilvirîye; destê me li ser qûna me, bitirs em di ber mizgeftan re derbas dibin. Çîrok û çîrçîrokên ji bin hişê van dîndarên terişî diafirin, Xweda bi xwe jî li wan dimîne heyirî û ew jî ji mecbûrî bawerîya xwe pê tîne!..

Gotina Dawî
Û ev hemû teresî, encama Lozanê ye, mixabin.

20 Temmuz 2023 Perşembe

masturbasyon û orgazm

Li ser meseleyê, Osman Taşdemîr ê parêzer, ji bo hedepeyî fêhm bikin, Osman Taşdemîrê abûkat, heger ne ji Başak Demîrtaşê re, ji keç an ji jineke kurd a ne li ber çavan re ev gotin bikira, wek nuha li erd û ezmên ketîye rojevê, ew ê dîsa bi vê xezebê têketa rojevê û yên ji bo Başak xanimê gefan lê dixwin jî ew ê ji bo wê keç an jina ne li ber çavan bi heman hesasîyetê biajotana ser Osmên?
Ne bawer im.
Osman, bi hîs û hestên populîst û bi haweyekî stratejîk tev digere, xwe dike fenomen û bû jî;
kesên gefan li Osmên dixwin û fortan lê dikin jî, durû û sextekar in.
Bi hezaran bûyerên ji vê bûyerê qirêjtir û bêehlaqtir qewimîne, lê bi vê xezebê bertek û reaksîyon çênebûye.
Heqê Osmên tune ye zimandirêjîya jinekê bike, lê jina Selahattîn Demîrtaş û jina Abdullah Ocalan û nizanim kê û kê jî ji jin û keç û dêyên kesî ne pîroztir in.
Ne bi agirê Osmên kurdên neteweperest bişewitînin, ne jî ji bo bêehleqîya Osmên, Osmên bikin hedef û jîyana wî têxin nav rîsk û xetere û tehlûkeyê.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her roj li ser axa we, li pêş çavên we dagirker dest diavêjin namûsa we; ne dêyên we dihêlin, ne keçên we dihêlin, ne jî jinên we, lê zimanê we nagere û hûn ranabin du gotinan nakin.
Hûn radibin rûdinin serî li xwe û hev mezin dikin, bi hev re dikevin qayîşa quretîyan û pesnê zimanê xwe didin, dibêjin, "Ziman xîret e, ziman namûs e, ziman man û neman e" lê bi salan e dagirkerên we ne xîret bi we re hiştîye, ne namûs bi we re hiştîye, ne jî man û nemana we maye, refleksên we yên mêranî û mêrxasîyê we bi we nahisîne.
Hûn durû ne û hew!

Gotina Dawî
Neteweperestîya kurd bi tirkî yan bi erebî û farisî nabe; neteweperestîya kurd bi kurdî ye. Tu bîst û çar seetan, sî rojî, sêsed û şêst û pênc rojan ranekevî û li ser hev bi tirkî/erebî/farisî bibêjî:
"Ez kurd im, ez kurd im, ez kurd im..." jî, 
tu nabî neteweperestekî kurd,
loma jî,
nexapin, nexapînin.
Neteweperestî, bi hezkirina zimanê wê neteweyê dest pê dike û bi xwedîlêderketina nirx û hêjayîyên wê neteweyê fireh dibe.

Gotina Herî Dawî
Bi masturbasyonên xwe yên populîst û qeşmerane pêşîyê li orgazma me negirin.
Û orgazm jî, 
serxwebûn û azadî bi xwe ye!..

18 Temmuz 2023 Salı

dûrketina ji zimên dûrketina ji ehlaq e jî her weha

Pervîn Çakar bi ser ket,
mixabin!
Ciwanikê bi stratejîyeke apoyîyane ewil xwe li ber dilê kurdan şêrîn kir, xwe kir hunermendeke kurd, 
dû re bi propagandayeke jîrane xwe di rojevê de hişt, bû fenomen û ket pey danasîn û reklama xwe, 
herî dawî jî, ji bo tenê xwe bi kurdî sînordar neke û wek her kurdê ku kurdî ji xwe re kirîye kirasekî ji êgir û pê şewitîye/dişewite, ew jî neşewite û her weha wê kurdîtîyê jî têxe xizmeta ego, berjewendî û populîzma xwe, bi zîhnîyeteke oportunîstane kesên wek xwe oportunîst, berjewendperest, konformîst, durû û margîse/bûkalemûn jî ji xwe re kirin pişt û piştevan û dest bi gilî û gazinan kir û dike!..
Û wer xuya ye bi ser jî dikeve.
Êdî dilê min dixelîne, mahdê min li hev dixe, ev jin.
Nuha jî li xwe û li resenîya xwe vegerîyaye û li ser medyaya sosyal bi wê tirkîya xwe ya kubar ku tu carî kurdî bi wê kubarî û hîsîyate bi kar neanî, gilî û gazinên xwe bi hevrê û hevalên xwe yên tirkîyeyî û enternasyonalîst re par ve dike.
Hevrê û enternasyonalîstên xwelîser ên tu carî zimanê tirkî bi agirê tirkan neşewitandîye û ji xwe re nekirîye dijmin û bi çavê dagirkerî li tirkî nenerîne jî, mîna wê, ew jî bi zîhnîyeteke oportunîst û qûnalêsane piştgirîya wê dikin. 
Pervîn Çakar hêdî hêdî, gav bi gav digihêje miradê xwe; 
êdî kurdên (xwene)naskirî yên ji mêj de bi ber bayê asîmilasyonê ve ketine jî bi wê tirkîya ne tenê tirk, her weha kurd jî ji tirkan baştir bi kar tînin û lê xwedî derdikevin, li gilî û gazinên Pervînê xwedî derdikevin û ew jî ji vê populîzm û berjewendperestîya Pervînê re dibin per û bask.
Bêguman, ew kesên destek û piştgirîyê didin gilî, gazî û hewara Pervînê, bi qasî Perwînê ew bi xwe jî populîst û berjewendperest in,
lewra navê Pervînê li ber navê xwe dinivîsînin; him cîyê xwe li cem Pervînê çêdikin, xweş dikin, 
him jî bi xêra Pervînê ew jî bi ser zimanan dikevin û sînorên populerîya wan firehtir dibe. 
Lê ez vê jî dizanim, 
ne ez (em) ev vîrus ê bi ser kevin; wek her car û wek her tim.
lewra bi stratejîyeke baqilane lê têra xwe zexel û kone, civak jî kirin wek xwe 
û jixwe civak jî ji kesên wek xwe hez dike, mixabin.
Lê vê jî ji bîr nekin!
Min ne li ber Xweda û pêxember û olên wan serî tewandîye, ne jî li ber serok û rêber û îdeolojîyên wan.
Hay ji qûnên xwe hebin, ez ê her qûnên we bidim tavê!..

Şaredarîya Mêrdînê!
Berê bi tirkî, dû re jî bi kurdî(!) li ser otogarê weha hatîye nivîsandin:
"Otogara Navbajariya Mêrdînê"
Merheba kurd û kurdîtî!
Nuha hûn ê bibêjin ji ber ew "ya" ji "navbajarî" yê cuda nehatîye nivîsandin, te dinya xera kir.
Erê, ji bo wê "ya"ya cuda nehatîye nivîsandin, divê meriv dinyayê jî xera bike û agir jî berde wê kurdîtîya sexte û zexel.
Ew "ya" nîşaneya bêxemîyê ye.
Ew "ya" nîşaneya nefedîkirin û neşermkirina ji ber xwe ye.
Ew "ya" nîşaneya zîhnîyet û binhiş û hişmendîyeke nekurd e.
Ew "ya" qîmetnedayîna kurdî ye û biçûkdîtina zimên e.
Ew "ya" nîşaneya xizmeteke pûştane û teresane ye ku roj bi roj em dibînin bê ziman di civakê de di çi rewşê de ye û civak ê çawa ji zimanê wê dûr û bîyanî dixin.
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê jixwe her sal hûn diherin xwelîya Amarayê li serê xwe dikin!..

Vegan Kafe!
Li Mêrdînê bêhemdî em derbasî kafeyekê bûn. Piştî me çend sikakên teng li hev qurifandin û ba dan, hêdî hêdî birçîbûnê xwe bi me da hîskirin û nigên me em ber bi wê kafeyê ve birin.
Merheba kafe!
Temîya min li we, ku bêhemdî jî hûn çûn ber derîyê wê kafeyê, we çawa tabelaya wê dît, solên xwe ji pê bikin, li xwe bizîvirin û li paş xwe nenerin, bi çargavî birevin; nesekinin heta hûn xwe digihînin Îstesyonê û Qezê.
Na xwarin xwarin bû, ne jî xizmet xizmet; lê divê ez neheqîyê nekim û bextê xwe neavêjim, tenê meyîra wan xweş bû.
Birincek danîn ber me, ez dibêjim ew birinc birinca sê roj berê bû. Te dicût nedicût ne dimehîya û ne jî diçû xwarê.
Bi telaqên wan mêrên Mêrdînê yên berê bi heqê xwe zilam li pişta xwe dikirin û wezîfeya tirimbêlan didîtin, te ew birinc danîya ber çûk û çivîk û mirîşkan, wan ê jî nexwara. 
Uroqên şewitî, tenê tahm û ekla qemirîneke tahl dida devê meriv.
De îja xizmetkarê me jî mêrdînîyekî asîmlebûyî bû. Dema dipeyivî, hemû devokên kurdî li bin guhên hev dixistin, te nedizanî bê ji dawa kê ketîye.
Û jixwe jibîrkirina zimanê xwe û bidûrketina ji nirx û kultura xwe, nişaneya xwelîserî û bêkarakterîyê ye. 
Yekî bi ziman û nirx û kultura xwe re xayîn be, divê meriv rica rastbûn û duristbûnê jê neke.
Îja ne sûcê wan e, sûcê me ye, heyra,
lewra çawa dema dest bi axaftinê kir, hewce bû em ji wir derketibûna.

Gotina Dawî
Yekî bi zaneyî ji zimanê xwe dûr bikeve, ew kes dikare îxanetê bi her kesî û her tiştî re bike, lewra ruhê oportunîst her tim li pey berjewendîyê ye.
Û konfor mala meriv xera dike, heger bi hinekan bê...

12 Temmuz 2023 Çarşamba

otobus û bombeyên atomî

Otobusên welêt, hewce ye serwîsa maskeyên gazê jî li serwîsa xwe ya xizmetê zêde bikin;
mîna çay û qahwe û kola û piskewît miskewît û kolonyayê...
Nêvîyê otobusê zarok in û temenên gişan jî di bin şeşan re ne.
Xwedêjênerazîyên dê û bavan jî, tu yê sûnd bixwe van zarokan dişînin seferê û ji êvar de tenê nok û fasûlîyan bi wan didin xwarin.
Ha otobusa me, ha bombeyên atomî yên Amerîkayê li Horoşîma û Nagazakîyê teqandibûn.
De îja qet nebe li wir kes nefilitî, 
lê li vir, 
di hundirê otobusa me de, ji bêhna fisên van bênamûs û pûştan serî li me gêj bûye, mîna mirîşkên bi êşê ketibin, li me hatîye;
çav di serê me de şil bûne, nîvxewî mîna zombîya em li valayîyeke vikîvala dinerin. 
Weyla ku kwînêr di qûna we de bê û zik li we biwerime, 
Rebîî!

Gotina Dawî
Bêdewletî zor û zehmet e, heger meriv navê xwe bike Dwlet jî, fêde nake.

11 Temmuz 2023 Salı

seadeta emîna eshed

Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardehsalîya xwe de. 
Erê...
Dema bû bûk temenê wê ji tilîyên her du destan piçekî zêdetir bû. Nuh balix bûbû; ne zarok bû ne mezin, ne keçik bû ne jî jin...
Di şeveke wek temenê xwe kin de ji nişka ve mezin bû; 
ji keçikbûnê ber bi jinbûnê ve, ji zarokbûnê ber bi mezinbûnê ve gav avêt.
Di şazdehsalîya xwe de bû dê, bû dêya zarokeke ku tenê bi çend salan jê mezintir. Berî bizewice bi du salan bi holîkan dilîst bi hevtemenên xwe re. 
Û pêlîstoka wê jê stendibûn berî bizewice bi kêlîyekê. 
Kêfa wê bi çêkirina zaroka wê re hatibû; pêlîstoka wê lê vegeriyabû.
Her şev bi dizî û di tarîyeke ku çavan çav nedidît diçû nav nivînên mêrê xwe. 
Xezûr, xesû û tîyên wê çend gavekî ji wan wê de radizan, loma jî wê kêlîyê nikarîbû bi dilê xwe hest û hîsên xwe li ser per û baskên wê arezûya dijwar û hovane bar bikirana û bi mêrê xwe yê reben û belengaz re bifirîyana pişt ezmanê heftan, ji hemû kes û kûs û kulan dûr.
Di kêliya herî xweş a şehwetê de dev li qozîka lihêfê dikir;
ji bo dengê wê nebihîzin. 
Eyb bû, şerm bû, hewce bû veşartî û bêdeng bi hev şa bibûna…
Sibê zû, 
berî her kesî şîyar dibû.
Û berî banga dîkê sibehê û azana melê jî. 
Av germ an cemidî mecbûr bû xwe helal bikira berî xesû û xezûr û tîyên wê şiyar bibûna. Eyb bû nedibû bi porê şil derketa pêş wan.
Di temenê xwe yê herî ciwan û evîndar de bi dizî nerî li tahma evîna xwe. 
Tenê carekê jî bi çavê ronî nepeland bedena evîndarê xwe û maçî nekir bi dil û can dev û lêv û rûyê mêrê xwe…
Zarok li piştê; geh heywan êm dikirin, geh diçû avê, geh tevir dida mişarên hewşê, geh diçû dida hev mişmiş û zeytûn û încazên dahlê, geh jî zîz dibû ji bo çêkirina taştê û firavîn û şîvê. Û nimêja wê jî lê nediçû di nav ew qas kar û xebat û sergêjayîyê de, tenê rojekê.
Zarok birçî, ew ji zaroka li pişta xwe birçîtir, nedibû rûnê li ser sifreyê heya xezûr, xesû û tîyên wê ranebûna. 
Daturizandin, bêhnvedan, xwerehetkirin, rûniştandin tune bû di ferhenga wê de;
her li ser nigan, her dixebitî, her amade bû ji bo fermaneke nuh guhê wê tim li xezûr û xesûyê...
Ji hêlekê ve zilma xesûyê, ji hêlekê ve kar û barên çolê û xizmeta mêr û her çar tîyan, ji hêlekê ve jî zaroka wê ew dimêt ji pêsîrê. 
Di şazdehsalîya xwe de dişibîya jineke çelsalî, rebenê.
Ew zarok û li ser serê hev çêkirin yek bi yek zarok. 
Ew û zarokên xwe bi hev re mezin bûn. 
Carinan bi hev re kenîyan, carinan bi hev re girîyan, carinan jî li ber dengê dilên hev serê xwe danîn ser bahlîfan û ketin nav xeyal û hêvîyan.
Di şazdehsalîya xwe de zaroka xwe ya ewil, di çel û çar salîya xwe de zaroka xwe ya sêzdehan çêkir; 
yên mirin ne tê de haa.
Dema nixwirîya xwe zewicand, bi sê tilîyan bi ser sîhî ketibû. 
Nixwirîya wê piçekî ji wê bisiûdtir bû. Salekê zêdetirî wê zaroktî tahm kiribû. 
Keça wê hevdehsalî bû, dema ji mêrê xwe re bû jin û ji xesûya xwe re bû bûk.
Pişt re wê û keça xwe, yanî nixwirîya xwe dor bi dor dest bi welidandin û çêkirina zarokan kir. 
Car caran çelê wan ketin hev, car caran jî çend meh ket navbera welidandina wan.
Mêr û xezûr û xesû û tîyan li hev nekir, bar kirin çûn li bajêr cîwar bûn. 
Xanîyê ku ji xwe re girtin, sê qul ode bû; sê qulodeyên ne biçûk, ne jî pir mezin; yek jê jî kirin salon. 
Xanî bi kerpîçan lê bûbû, loma jî belengazîya wê li bajêr jî dev jê neqerîya. 
Zivistanan; geh yek di malzarokê de, geh yek bi şalikê li piştê girêdayî, gundor di dest de, gêre kir, ji bo xanî dilop neke. Havînan jî; di kelkela germa dojehî de ji bo ardûyê çend tenûran werîs û termox û misînkê wê yê avê di dest de pirêze bi pirêze geriya. 
Di bin wan piştiyên ku du caran ji xwe girantir de geh ji xwêdanê çav lê şewitîn, hew ber xwe dît, geh jî çongên wê hew şixulîn, mecbûr ma, di bin piştî de rûnişt, 
lê tenê carekê jî ne got ax, ne jî got wax!
Tu carî li gor mahdê xwe xwarinek neneqand û nexwar rebenê. Çi bidîta û çi hebûya ew dixwar. 
Car caran tasek dew û kurtêlek nanê tisî, car caran pîvazek û du firingî, car caran jî dims an jî şorik û zilopî;
heke ne ji zaroka xwe ya berşîr bûya, ew jî nedixwar bawer bikin.
Li bajêr esas û temelê zarokên xwe li ber serê zarokên xwe avêt; 
car caran bi dizî, car caran jî ew bi xwe hisandin, ji bêçaretî û mecbûrî.
Teva ew qas karesat, belengazî, bêderfetî, bi eşqeke mirîdane û nedîtî ji zilamê xwe hez dikir rebenê. 
Jixwe ji zarokan bêhna eşq û hezê difûrîya.
Ew xanî û jîyana bajarî jê re pir hat dîtin gelek caran. Derfetên gundan ên perwerdeyîyê kêm bûn, loma jî pirê caran dêtî kir ji zarokên tîyên xwe re ku dihatin ji bo xwendina dibistanan. Tenê rojekê jî mirûzê xwe tirş nekir û negot "ev çi hal e ya Yezdan." 
Her bêhnfireh bû, her dilgerm bû, her rûken bû…
Sixlet giran bû, mêr tenê nikarîbû di bin vî barî de rabûya, loma jî rabûn bi hev re di hewşê de xanîyekî din ê biçûk zêde kirin li miqabilî xanîyê xwe û dest bi xwedîkirina çêlekê kir, ji bo mast û şîrê zarokan. 
Lê ne hêsan bû lênêrîn û xwedîkirina çêlekê. Êm dixwest, av dixwest, paqijkirina rêxê ya bin wê çêlekê dixwest, lê negot ax serê min jî tenê rojekê. 
Wek ferzên nimêjê, tenê dahnekî jî ne ji bîr kir êm û ava çêleka xwe, ne jî hişt ew çêlek vekeve li ser rêxa xwe; nigekî wê li hundir, nigekî wê li derve, bi vir de û wê de zîz bû gav û seet...
De îja ew ne bes, rêxa ku ji bin çêlekê dida hev jî ji xwe re dikir tepik û sergîn û dibir radixist li ber tavê. 
Piştî ku ew tepik û sergîn hişk dibûn, him pê gur dikir agirê tifikê, him jî di zivistanan de disitirandin zarok ji seqem û sermê. 
Tew ez qala kilskirin û seyandina xênî, çêkirina dahno, şuştina hirîyê û xwedîkirina kîvroşk û mirîşkan jî nakim, haa!..
Tevî ew qas zor û zehmetî, ne rojekê ji nimêja xwe ma, ne jî rojekê bi qastî rojîya xwe xwar, tenê car caran ji ber çelê xwe yan jî ji ber bênimêjîya xwe rojîya xwe xwar û hew. 
Serî li ser şujdeyê her di rêya Xwedê de bû, lê dimeşîya nedimeşîya, nedigîhaştê!..
Jin bû, dê bû, xweşnimêj bû, lê ji kurdbûna xwe re jî esîl û jineşêr bû. 
Hemû zarokên xwe bi zimanê xwe, li ser esas û bingeheke kurdî û kurdewar mezin kirin û ew bi firê xistin.
Di çelsaliya xwe de êş û şewata ewil dît, belengazê. 
Dema dewletê lawekî wê yê wek berxekî kuşt, hîn nuh bi jintî û dêtîya xwe hisîya. 
Hîn nuh jîna ku tenê jê re bûbû jan, xwe bi wê da naskirin. 
Hestên wê li hev qulipîn wê rojê. 
Dem sekinî, jiyan sar û bêdeng ma. 
Rehek ji dilê wê qetîya 
û ji wê rojê şûn de hew kenîya. 
Heger bikenîya jî, bîbikên çavan ew dida dest; lewra şewta kezebê xwe li bîbikên çavan girtibû, hew berdida!..
Û ew roj ev roj e,
ji kenê wê hêsir barîya. 
Kulekê li ser dilê wê kon vegirt û ew kon her vegirtî ma. 
Hestan ji bedenê bar kir. Çav bikeder, beden westîyayî, dil bişewat…
Digirîya, lê kesî hêsir nedidît. 
Diqîrîya, lê kesî nedibihîst. 
Gilî û gazin dikir, lê Xwedê ji ber kirin û kiryarên xwe şerm dikir, 
loma jî qul bi qul jê direvîya, bi heft ezmanan ji ezmanên xwe wê de.
Panzdeh rojan xwe reş girê da, şîn gerand bi xwe re. 
Ne rojekê dengê girîyê wê bihîst tu kesî, ne jî niquteke hêsir ji çavên wê;
girî lal, hêsir zuwa diherikîn. 
Piştî şwîn belav bû, hestên wê nuh lê hatin xezebê. Roj bi roj kêm kir û kêm kir û ket. Li erdê bû wek pepûkekê, te karîbû ew bi şalikekê li pişta xwe bikira û bi seetan bigeranda, mîna zarokeke berşîr; tenê hestî û çend kîlo çerm mabû. 
Wek mirov mû ji mêst bikişîne, diran ji pidan diweşîyan. 
Dema li nexweşxaneyê çavên xwe vekirin, her kesî destê xwe jê şuştibû. Çendî Ruhstîn xwestibû wê ji vî ezabî xelas bike jî, Xwedê li dijî vê fermanê derketibû û nehiştibû xatir bixwaze ji kul û derdên mayî re…
Ji nişka ve bîst sal li temenê wê zêde bûn. Êdî bi taximê devê xwe, bi qermîçekên rûyê xwe bûbû pîreke heftêsalî, di pêncî salîya xwe de. Mixabin Xwedê lê hatibû xezebê carekê, mirin ew çend ne hêsan, ne erzan bû û fermaneke nuh da. 
Hîn nuh birînên wê dicebirîn, mêr jî hew ji hesreta lawê xwe debar dike û dide ser piştê, berî dide hêla dinê. 
Ewil perçeyek ji kezebê jê dibe, dû re jî dilê wê disekine, bi carekê...
Piştî wê êşê, rabû ser xwe, serê xwe bilind kir, li jor nêrî, destên xwe ber bi ezmên ve vekirin û bi ser Xwedê de qîriya.
Û Xwedê xwe kuşt!