20 Aralık 2022 Salı

sînorên gotinê

Salih Agir Qoserî
Tê bîra min di destpêka nivîskarîya min de ev ciwamêr di malpera Kurdistan-Postê de edîtorê beşa kurdî bû. 
Carinan min ji van malperan re jî dinivîsand. 
Rojekê li ser nivîseke min nîqaş qewimî. Ez ne şaş bim min biwêjek bi kar anîbû, wî jî ji ber wê biwêjê xwe aciz kiribû. 
Di biwêjê de "Şorbeya qereçîyan" derbas dibû û xwedê giravî ciwamêrê me jî bi hestên ultra-humînal ev gotin wek heqaret qebûl dikir, loma jî nehişt ew nivîs biweşe/çap bibe. 
Dû re li ser vê nivîsê nîqaş û pevçûnek derket. 
Nizanim mijar çi ku, min jî ji dêvla bandorê, bandrol bi kar anî. 
Ciwamêr xwe li erdê xist û bi haweyekî qure got, "Here xwe hînî kurdî bike, dû re were bi min re nîqaşê bike."
Piştî wê nîqaş û pevçûnê min hew nivîs ji wan re şand.
Axir...
De îja zeman û ziman şahid in "ku" roj bi roj vî ciwamêrî li xwe kêm kirîye, min jî li xwe zêde kirîye.
Fermo, ka bala xwe bidin vê hevoka wî ya ku agir bi mejîyê meriv dixe û mejî diteriqîne!..

"Hate qebûlkirin (ku) xenzîrên (ku) eşkere bû (ku) ew ji heywanên din jîrtir in, wê di der barê hemû pirsên birêvebirîya çewlikê de biryaran bidin, bi şertê (ku) biryara wan bi piranîya dengan were pejirandin."

Nuha di metrobusê de rûniştime.
Meriv li hinek çêlekan şaş dimîne. 
Mîna dermaleyekê ye, lê deh deqeyan bêhnê nastîne, dev nasekine, dixwe û dixwe û dixwe!
Nuha li hemberî min rûniştîye, her felqeyeke qûna wê li ser qoltixekê ye û em rebenê Xwedê jî, wek sê pepûkan, çongên me bi hev zeliqî, em xwe dicivînin ser hev.
Û ne eyb û ne fedî hîn jî simîta xwe dixwe, xanimê.
De were ji yên werê re nebêje, "Hohê çêlê!"

Gotina Dawî
Xuya ye ew ê tu carî dawî li gotinê neyê û ez ê bi gotinên xwe sînorên gotinê her firehtir bikim.
De hûn jî, kirasê xwe diçirînin, yekî din difesilînin û didirûn, hûn bi kêfa xwe ne.

19 Aralık 2022 Pazartesi

şopa zimên

Edebîyat, bi ziman dibe û meriv bi kîjan zimanî binivîsîne, meriv dibe perçeyek ji edebîyata wî zimanî.
Bêguman, 
ji bo me kurdan şert û merc dijwar bûn; ji bo em ji edebîyata xwe re xizmetê bikin, ewil hewce bû em zimanê xwe biparêzin, xizmetê ji zimanê xwe re bikin, 
lewra ziman, di nav çar gurên har û devbixwîn de mîna berxikeke ku maka xwe wenda kiribe û di nava tirs û xof û metirsîyê de gêj bûbe, lê hatibû.
Bi salan e, bi saya serê gorbihuşt û hêjayên heyî ev ziman li ser nigan ma 
û çendî derb xwaribe jî, 
nemir, roj bi roj geştir bû, xurttir bû û êdî xizmetê ji edebîyata xwe re dike.
Ji bo zimanek nemire, li ser nigan bimîne, ji wî zimanî re stargehek hewce ye 
û ew stargeh jî dewlet bi xwe ye. 
Lê heger neteweya vî zimanî nebûbe xwedan dewlet jî, 
bi kêmanî ji bo ev ziman xwe li ser nigan bihêle, hewcedarîya vi zimanî bi derdoreke însanî, ehleqî heye. 
Mixabin, 
kurdî di nav çar dewletên neînsan û bêehleq de bi salan e xwîna xwe vedixwe.
Îja ez kin lê xim û qut bibirim...
Bi salan e dijmin wezîfeya xwe bi cî anî û hema hema bi ser ket; 
heta ku ji destê wan hat kurd ji kurdî dûr xistin, dawîya mayî jî, vîrusek li nav me belav kirin 
û êdî bi wê vîrusê em hevdu nexweş dixin û ji ziman dûr dikevin.
Lê...
her tişt wek wan nebû û hesabê serhişkî û girê kurdan nekiribûn.
Axir!..
kurdî nemir, 
jîn bû, 
lê ji bo jîn bimîne ango jîntir bibe, hewce ye meriv xwe jî jîn bihêle. 
Bi qasî kurdên ji ser axa Kurdistanê dûr ketine bi kurdî dinivîsînin, kurdên li ser axa Kurdistanê dijîn, nanivîsînin. 
Û bivê nevê ev jî tesîreke neyînî li zimên dike. 
Heger meriv ne li ser wê axê be, ne di nav jîyîn û kultura wê axê de be, 
bêyî ku meriv bi xwe bihise hêdî hêdî meriv ji ruhê zimanê wê axê jî dûr dikeve.
Çi ye ew ruh?
Deng e...
Derblêdan e...
Qalib e...
Hevoksazî ye...
Daçek û daçeknasî/daçekzanî ye...
Tewang e...
Zayenda peyvan e...
Biwêj e...
Tevn e...
Mentiqa zimên e...
Fikirîna bi kurdî ye...
Hesenê Metê li Ewrûpayê dijî.
Jan Dost li Ewrûpayê dijî.
Firat Cewerî li Ewrûpayê dijî.
Helîm Yusiv li Ewrûpayê dijî.
Û gelekên din...
Ka bala xwe bidin qonaxên nivîskarîya van nivîskaran. 
Ji kerema xwe re herin berhemên wan ên bîst sal berê û berhemên wan ên nuha bixwînin û werin wan berheman bidin ber hev bê di van bîstsalan de ziman çi qasî ji xwe dûr ketîye.
Bi min, 
ji dêvla sal bi sal xurttir bibin, her ku çûye li xwe kêm kirine; 
him di warê zimên de, him jî di warê tevn û hevoksazî û vegotin û hûnandina çîrokê de...
Loma jî...
ez dibêjim, hewce ye şopa meriv ji ser axa meriv qut nebe; çi pir çi hindik, meriv li ser şopa xwe digihêje xwe.
Lê...
heger bê û şop wenda bibe, meriv jî hêdî hêdî bi wê şopê re wenda dibe.

Gotina Dawî
Ez tu carî gazinan ji kesên ji rêzê nakim; her tim ez gazin û rexneyan li zana, xwende, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û sîyasetvanan digirim, lewra çê jî xerab jî bi destê wan dibe û belav dibe.
Û kurdên li Ewrûpayê dijîn, dev ji kompleksên xwe berdin. Dema li ser mijarekê nîqaşek qewimî, nekevin pey parastina kurdbûna xwe. Kesî ji we re negotîye hûn ne kurd in an kurdbûna we kêm e. 
Û heqê kesî jî tune ye jixwe. Ev daxwaz e, dilxwazî ye, tercîh e.
Kî bixwaze bibe çi, dibe ew û hûn sax!
Bi kin û kurmancî,
kesî negotîye "pozka sola te xwar" heger tu wê xwarbûnê bi haweyekî beloq nexî çavê me.

Gotina Herî Dawî
Hewce nake em xwe li ser serê hev qure bikin. Em hemû çêlkewên hêlînekê ne. Û em dizanin bê çend ta mû bi qûna me û kê ve heye!..

14 Aralık 2022 Çarşamba

reîs û ehmeqî

Ehmeq!
Ehmeq!
Ehmeq!
Kî ehmeq e?
Ka ehmeq?
Çawa yanî?
Ehmeqekî ji ehmeqekî re gotîye ehmeq, lê bi hezaran ehmeq ji bo ehmeqîyê xwe kirine ehmeq!
Rehmetîyê bavê min digot, "Eşîr çilvirîye!"
Wî zemanî me baş nedizanî bê çima dibêje, "çilvirî!"
Dû re em pê hisîyan ku
bi kesî re ne bext maye, ne ûjdan maye, ne jî ehlaq!..
Îroj li Tirkîyeyê jî em dikarin bibêjin, "Dewlet çilvirîye!"
Lewra...
Tevna civakê xera bûye û di navbera pez û civakê de tu cudayî nemaye.
Û de îja...
Em kurd jî ji vê civaka teres hêvî dikin ku bi rêya dmokrasîyê, li ser esasê biratîyê em li hev bikin.
Demokrasî!
Tew!
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!
Hewce ye berî roj hilê em rabin ser xwe, berê xwe bidin rojhilat, destên xwe vegirin û nifiran bikin:
"Hêvî dikim kevir ê li ser kevir nemîne!"
Bi kin û kurmancî, 
heta ji binî de xera nebe, ava nabe!..
Û roj bi roj Reîs kaos û alozîyê li Tirkîyeyê bar dike.
Kaos û alozî!
Kurdino!
Xwe ji vê kaos û alozîyê dûr bixin; ev ne şerê we ye.
Bila xwe bi xwe di dê û jinên hev nin!
Bijî kaos!
Bijî alozî!
Destê Şeytên li pişta te be, ya Reîs!

Di bernameyekê de dêyek bi keça xwe re bi kurdî peyivî lê kanalê deng birî û nehişt kurdî bê bihîstin.
Dû re çi bû?
Pirê kesan şok derbas kir!
Hela hela!
Şok çima?
Ma hûn di guhê gê de dijîn?
Tirkî li ser kurdî, tirk li ser kurdan û Tirkîye jî li ser Kurdistanê ava bûne.
Lê...
Ji ber ku îdeolojîyan mejîyê we pûç û genî kirîye, hûn şokê derbas dikin.

Gotina Dawî
De hewce nake em xwe bixapînin lo! 
Em bi xwe guhê xwe ji zimanê xwe re digirin, îja gazina em ji xelkê dikin çi ye?
Heger hûn bi xwe re ne durist û rast bin, xelk ê jî bi we re ne durist û rast bin!

13 Aralık 2022 Salı

hergûzanalog

Hêvî dikim rojekê hûn ê bibin qantir û zurîyet ê hew ji we zêde bibe.
Berî her kesî, 
tirk!
Dû re...
Ereb 
û misilman
û hemû dîndar; çi elewî, çi xirîstîyan, çi cihû.
Û bêguman hemû komunîst.
Le êzîdî?
Na. 
Em kurd deyndarên êzîdîyan in; 
lewra bi xêra êzîdîyan em kurdî man.
Û ji zimanê me re bûn mertal, êzîdî!
Xwîna wan ji hebûna me re bû heyvan!
Ruhê me pak û pîrozwer ma û îmana me kamil bû bi wan;
loma jî, 
êzîdîtî ne dîn e, heyran;
Êzîdîtî, kurdîtî bi xwe ye.

Di zimanê kurdî de ji bo meriv bibe akademîsîyen û prof û ordunaryus hewceyî dîplomaya PhDyê nake. 
Here ser tenûrekê li çend pîrekan guhdarî bike yan jî çend lotikan li sûka sobecîyan biavêje û bi çend esnafan re civatekê bigerîne, dû re bi wî tûrikê xwe yê te çend gotin avêtine binê wî vegere malê, êdî tu doktor î jî, tu doç î jî, tu prof û ordunaryus î jî...
Ka bala xwe bidin vê nîqaş û munaqeşe û mijara li ser twîtterê gerîyaye:

Ordunaryus Prof. Doktor Çîkê Çîko:
"'Yabo'ya toriyan jî ji "ya ebû" ya erebî tê ez dibêm."
Qasim Xelîlî:
"Li gorî zanista etîmoloya te "Fis jî ji tirê tê..." ne wilo? Pekî yadê ji kû tê?"
Ez:
"Erê weleh, tew ji derdê van fahmkoran. Hew maye kurdî jî bikin zaravayeke tirkî/erebî/parsî.
Dema mijar dibe ziman her kes li ser serê me dibe ordunaryus prof!.."
Ordunaryus Prof. Doktor Çîkê Çîko:
"Famkorî ew e hûn vê neteweperestiya erzan dikin û hê fêm nakin ku ziman ji hev peyvan digrin. Ez fikrê xwe dibêjim yê te hebe tu jî bêje."
Ez:
"Rast e. Bi saya mejîyê erzan netewperestî jî erzan bûye, mixabin."
Ordunaryus Çîkê Çîko:
"Maşela mêjî ji te difûre ka tu hinekî bela nakî li me feqîr û jaran!‬"
Ez:
"Ji jar û feqîr û belengazan re mejî hewce nake.‬"

Min ji mîzaha tirkan hez nekir, nekir û nekir; lê divê ez bextê xwe xera nekim, Levent Kirca û Ferhan Şensoy û Nejat Uygur serketî bûn.
Ji nifşê nuha jî Ata Demîrer ne xerab e, lê qeşmer di bin Cem Yilmaz û Yilmaz Erdogan û Beyazit Ozturk re tune ye.
Şahan Gokbakar û Şafak Sezer jî civaka xwe ya nezan xweş tehlîl kiriye û bi wê mîzaha xwe ya qeşmerî tenê pereyan qezenc dikin.
Wê rojê min li fîlmê Şahan Gokbakar ê dawîn temaşe kir.
Recep Îvedîk-7
Cara ewil e ku Recep li dijî Recep e, lê mîzaha politîk jî ne karê qeşmeran e, mixabin; girêdayî aqil e. Û heger aqil ne taca zêrîn be li ser wî serî, mîzaha wî jî tenê dibe qeşmerî.
Ez bawer im bi "Recep Îvedîk-7" Şahan Gokbakar ji CHPyê namzetîya parlamenterîyê xerentî kir.
Jixwe parlamentoya tirko heta dev tije Recep e, bi Şahan tenê Recebekî din ê li parlamentoyê zêde bibe û hew.

Gotina Dawî
Pêyase ketîye destê qeşmeran lê qeşmerî jî berê huner bû...

12 Aralık 2022 Pazartesi

karakter û ziman

Enerjîya xwe li kesên mejîyê wan êdî ne mejîyê wan e, xerc nekin.
Hûn ji mirîdekî re bi zimanekî zelal ta bi derzîyê ve kin jî, mirîd ji peyva "şêx"ê xwe dernakeve;
loma jî hewl û hewldana we, tenê bila ji bo nifşê ku hîn mejî nelewitî be.

Dîndar û doxînsistîzm
Rehmetîyê bavê min digot, "Pîrdahfî"
Ez bawer im ev peyv di ferhenga kurdî de tune ye, rasterast ji mejî zaye.
Rehmetî ne xwende bû, lê civaknas û sosyologekî xwezayî bû. Tehlîl û teşhîs û analîzên wî pir ecêb bûn.
Ji mêrên ku jina wan pîr re digot, "Pîrdahfî"
Pîrdahfî, ango yên dinin pîran.
Em dikarin vê peyvê di şûna jîgolo de jî bi kar bînin. Pîrdahfî ango jîgolo...
Lê di nav dîndaran de ev mesele bermeqlûb e. Ew bi xwe pîr in lê çavê wan tim li keç û lawên nuhbalix e.
Dema çav navrana keçeke deh duwazdeh salî dikevin, ava heft şorbeyan ji devê wan diherike.
Axir...
Ev serê hefteyekê ye li Tirkîyeyê her kes li ser şêxê terîqatê dipeyive; ew şêxê mahr bi ser keça şeşsalî xistibû.
Dîndar nedîndar, muhafezekar lîberal, netewperes komunîst, kî devê xwe vedike, nahletê li wî şêxî dibarîne, lê...
Her yek ji we di hundirê xwe de şêxekî kedî dike/dihewîne, teresino!

"Min nebihistiye ku ji bilî dînê Islamê tu dînan kutana zarokan helal kiriye! Yanî zewac!
Heywan, teyrik û tilûran ne kutane çêlîkan! Hema bêje ya sitar û hew, û tu sax!"
Ev çend gotin ji qelema "şêx"ê min Laleş Qaso niqutîne.
Êêê ya şêx!
Dînê ku li vê dinyayê kutanê dike eyb û qebhet, lê li dinyaya dinê xelata îbadetê be kutan, de îja were vî kîrî aş û terbîye bike, heyran!

Di mesele û doza kurdîtîyê de problema serek e; ne dîn û îdeolojî ye, ne jî çepgirî û rastgirî ye, di mesele û doza kurdîtîyê de problema sereke; karakter e û mixabin karakter li xwe digere êdî.
Ne di sîyaseta kurdî de karakter heye, ne di edebîyata kurdî de karakter heye, ne jî di huner û sînemaya kurdî de; 
ji bo pirê kesan karîyera wan, konfora wan berî her tiştî tê; loma jî li ber bayê populîzmê fûar bi fûar, festîval bi festîal, gindir dibin.
Carinan ez dibêjim qey hin nivîskar tenê ji bo li fûaran karmendîyê/memûrtîyê bikin, bûne nivîskar. Ew qerta wan di stuyê wan de, li ber standan xwe qup û qure dikin. 
Bi qasî kenê min bi wan karakteran tê bi kesî nayê. Ew sekna wan a li ber standan ji kesên tên fûarê re dibêje, "Binere binere, ez nivîskar im, kitêbên min hene û heger hûn bawer nakin jî binerin li vê qûşa stuyê min a ku nav û paşnavê min li ser dibiriqînin."

Gotina Dawî
Karakter û ziman, bi govenda wan ê geş bibe Kurdistan.

7 Aralık 2022 Çarşamba

ku


Xwedê giravî dibêjin ji bo xizan dewlemendan nekujin dîn/ol heye/çêbûye/derketîye.
Êê...
Wî çaxî dîn/ol bi destê tucaran çêbûye.
Û jixwe pirê kesan li ser dîn bûne tucar.
Tucareta xeyalî!
Yek xeyalan difiroşe, yek jî xeyalan dikire.
Û yê difiroşe li ser pişta yê dikire fantezîyan diceribîne.

Em ê herin werin li "ku"yê bihilkumin.
"Ku" di kurdî de heye, tune ye?
"Ku" hewce ye, ne hewce ye?
Berpirsîyarîya "ku"yê çi ye?
"Ku" tenê ne "ku" ye!
Ku û ku û ku!..
Hin kes "ku"yê dikin mijara şer û pevçûn û dijminantîyê û agir ji devê wan dihere.
Heyran em ne dijminê "ku"yê ne, berevajî, em dostên "ku"yê ne û em hewl didin barê vê rebenê sivik bikin.
Em nabêjin di kurdî de "ku" tune ye û hîç bi kar neynin; tenê em dibêjin dest navêjin namûsa wê, wê ji qedr nexin.
Bi kin û kurmancî...
Kes ne li dijî "ku"yê ye, tenê em dibêjin ewil baş xwe hînî zimanê xwe bikin, dû re binivîsînin. 
Jixwe meriv bi zimanê xwe bizane, "ku"yê jî cî û hedê xwe bizane.
Lê...
Hûn çi dikin?
Hûn "ku"yê ji nezanî û şaşî û kêmasîyên xwe re dikin mertal û pîne.
"Ez ê herim "ku" ji dersên xwe nemînim "ku" ez di sinifê de nemînim."
Ka bala xwe bidin vê hevoka jor bê rebena "ku"yê çawa hetikîye!
Lê heger meriv baş bi zimanê xwe bizane, ne meriv dihetike, ne jî rebena "ku"yê dihetike.
Loma jî...
"Ku"yê ji ehmeqîya xwe re nekin pîne.
"Ku" heye û em jî cî û hedê wê dizanin, ew jî cî û hedê xwe dizane.
Nizanim bala we kişand? 
Di vê mijara "ku"yê de bêyî (ku) ez xwe û "ku"yê bihetikînim, min zêdeyî deh hevokan li pey hev rêz kirin û ya dilê xwe got. 
Demekî meriv bixwaze, meriv dikare bêyî "ku"yê jî derd û kul û daxwazên xwe bîne ziman.
"Ku" carinan di şûna "heger"ê de tê bikaranîn. Li ser meseleyê:
"Ku berî mirinekê ez deynê xwe bidim, bi qayîla Xwedê ez ê ji xwe re texsîyekê bikirim."
Di şûna "ku"yê de min dikarî "heger" jî bi kar bianîya.
"Ku" carinan ji bo derblêdanê tê bikaranîn. Li ser meseleyê:
"Min sûnda te xwarîye ku ez te zevt bikim, ez ê dev û diranên te têxim kefa destê te."
Wekî din barê "ku"yê giran nekin û wê ji nezanîna xwe ya zimên re nekin pîne.

Gotina Dawî
Di jîyana xwe ya rastîn de hûn tim mecbûr in li ber sîya yekî pal bidin; di jîyana xwe ya edebî de jî hûn destê xwe li ber "ku"yê vedigirin û parsekîyê dikin.

6 Aralık 2022 Salı

ne wilo meriv werê dine hev

Got,
-Ma weleh heta pişta te tê, pişta meriv dişikê di bin pişthatina te de!..
Min got,
-Keçê porkurê! Xelk dibêje nîyhandina mêrê me dişibe nîyhandina şêran; heta meriv çavê xwe digire û vedike, pişt tê jî. Û tew tu jî rabûyî gazinan dikî. Tu qîza Xwedê yî û Xwedê daye ca te, ma hîn jî tu çi dixwazî, kafirbavê?


Vê sibehê, erê hîn meleyê nîvro azan nedabû; lê nizanim, ji ber ku mele û nimêj ne li ser bala min in, belkî jî azan dabe.
Axir, berî nîvro bû, hin alav ji min re lazim bûn, ez rabûm çûm Bahausê (Ji derzîyê heta serê deveyê her tişt lê tê firotin, xusûsî jî alav û malzemeyên xanîyan/malan/bexçeyan)
Min alavên xwe kirîn û bi alîkarîya xortê berpirs ez hatim cîyê peredayinê.
Kasîyer jinek bû, lê ne pir bedew bû û min ji awir û şêwaza wê jî hez nekir. 
Piştî min heqê alavan bi qerta xwe ya kredîyê da, min jî xwe ji bîr kir, wê jî nepirsî ka poşet hewce ye ne hewce ye?
Min poşetek xwest. 
Derxist poşetek da min lê 250 quriş jî xwest.
Min got, "250 qurişê hûr tune ye."
Got, "Xem nake. Ka qertê, ez ê ji qertê bikujim."
Min awirek dayê lê li min ho veneda. Min qert dirêjî wê kir lê dû re min paş ve kişand. Min qerta xwe xist bêrîka xwe, ji bêrîka xwe 100 lîre derxist û dirêjî destê wê kir. 
Min got, "250 qurişê xwe ji vî pereyî bikuje."
Nepeyivî lê ji dilq û awiran min dizanîbû pê ne xweş hat; mîna bi haweyekî masturbasyonîst bi xwe xweş anîbe, lê di kêlîya berî orgazmbûyînê de orgazm nebûbe, kêfa wê lê qewitî.
Û ez jî bi wê kêfstendina piştî orgazmê di bin simbêlan de kenîyam û ji wir dûr ketim.
Meriv ne wilo, meriv werê dine hev, lê lê!

Gotina Dawî
Eyarê bênamûsa fireh e.

4 Aralık 2022 Pazar

zîhnîyeta çeqilmast

"Heta tu nexweşîya xwe tedawî nekî, tu nikarî bi dijminê xwe re şer bikî."
                                             Arîsto Teres

Û apocîyan kurd nexweş xistine; mîna zombîyan li ser nigan di xew re diherin û tenê bi sloganan dijîn.
-Bijî serok Apo!
-Bijî serok Apo!
Apo jî li qiraxa behrê rûniştîye, benîştê wî di dev de, him strana "Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme" distirê, him jî bi wê şewka xwe ya bêdox masîyan digire.
Û masî jî bê mejî ne!..

Wê rojê Salih Muslîm mêvanê bernameyekê bû. Mazûvan ango moderator pirsên "rojev"ayî jê dipirsîn û wî jî bi bersivên "rojhilat"î bersiv dida.
Wek hûn jî dizanin Salih axa hevaxayê, pardon, hevserokê PYDyê ye.
-Têkilîyeke çawa di navbera we û PKKyê de heye?
-Tu têkilîyek di navbera me de tune ye. Tenê nerîn û felsefeya me ya îdeolojîk û civakî dişibe hev. Ji xêndî slogana "Bijî serok Apo" di navbera me de danûstendinek tune ye; tenê em her du alî jî dibêjin "Bijî serok Apo" û hew. Ew ji bo bakurê Kurdistanê tê dikoşin, em ji bo rojavayê Kurdistanê, pardon bakurî Sûrîyeyê... Ya din jî, her du problem naşibin hev jixwe. 
Li Tirkîyeyê rejîm û desthilateke despot û faşîst heye. PKK ji bo demokratîzekirina Tirkîyeyê û biratîya gelen tê dikoşe; lê li vir em hewl didin nasnameya xwe ya tune bi dewletê bidin qebûlkirin û em jî nasnameya welatî têxin bêrîkên xwe.
-Hûn û Amerîka bitifaq tev digerin? Amerîka piştgirî û alîkarîyê dide we gelo?
-Na. Tenê di meseleya DAÎŞê de em bitifaq tev digerin. Wekî din, amerîkî li pey karê xwe ne, em li pey karê xwe ne. Û her weha, jixwe pêdivî û hewcedarîya me jî bi Amerîkayê tune ye.
-Heger Tirkîye şerê bejayî dest pê bike, Amerîka yê piştgirîyê bide we?
-Wek min got, em ê xwe bi xwe parastina xwe bikin; pêdivî û hewcedarîya me bi Amerîkayê tune ye.
-Gelo bira jî Amerîka ji we re gotibû têkilîya xwe ji PKKyê qut bikin, heger hûn qut nekin em ê piştgirî û destekê nedin we?
-Ev çîrokek e û bêbingeh e. Tiştekî werê nehatîye gotin.
Axir, dema meriv li vî xwenezanî guhdarî dike, qudûmê meriv ji rojava dişikê. Û heger tirk li vî xwenezanî guhdarî bikin, bi tu haweyî ew ê hesabê kurdan nekin; lewra terz û şêwaza wî jî nerîn û vîzyona wî jî ji zimanê dîplomatîk û stratejîk dûr e.
Heger di hundirê vê lîstikê de jî lîstikeke din tune be!
Belkî ev jî stratejîyek be!
Te dî dawî li stratejîyên wan nayê. 
Meriv nizane!..
Ez ê bibêjim Xweda aqil bide van bêaqilan, lê jixwe ew hîn jî Evdelayê xwe di ser Xweda re dibînin.
Û tew hin pûşt jî li ser medyaya sosyal gefan li kurdan dixwin û dibêjin, "Wextê we navê Apo anî ser zimanê xwe hay ji xwe bikin; ne hedê we ye bi tu haweyî hûn qala Apo bikin û wî rexne bikin. Dev ji rexeneyan berdin, ne hedê we ye hûn li ser wî nirxandin û tehlîl û analîzan jî bikin."
Li ser çavan generalê tirsonek û qûnalastek!
Te got û me jî wek te kir, ya ya teres!

Gotina Dawî
Sal 2022 ye, hindik maye em derbasî 2023an bibin, lê li Rojava hîn jî bi navê "serdar Apo" û "serok Apo" stranan çêdikin.
Ka îja nizanim hûn zêde wêrek û mêr û jêhatî ne yan mix û aqil di serê amerîkîyan de tune ye.
Min go nizanim...

3 Aralık 2022 Cumartesi

romana herî erotîk a kurdî

Heger tenê hefteyekê li Amerîkayê ez bibûma mêvanê Helly Luvê, piştî vegerê min ê romana herî erotîk a kurdî binivîsanda...
Ma nizanim kes ê ji min re nebe sponsor ji bo ez vê romanê binivîsînim?
Hela ka bila hinek bi xêra gora mirîyên xwe dengê min bigihîne Nêçîrvan😉
Şaş fêhm nekin!
Bawer bikin ez ne ji bo xwe dixwazim, armaca min ew e, ji edebîyata kurdî re bibe xizmetek û ciwan bi vê xizmetê li defîne û xezîneya xwe bigerin🙃
"Ax û eman, kul û derdê vê dinyayê."
Li ber stranên Ciwan jî meriv ê zûtir li ciwanîya xwe vegerîya.
Dema çav li vê zalimê dikevim, hormonên min ên testosteron bi cizbê dikevin û bi dîwaran ve radipelikim mîna gumgumokekî...
Tesîr û bandora vê bêbavê ji tesîr û bandora vîegrayê xurttir e.
Ne ku min dest bi vîegrayê kiriye, haa!
Tenê texmîn dikim😉
Ez bawer im kalekî xatir ji mêranîya xwe xwestibe jî dema çav li wê dikeve, hormonên wî yên testosteronî ji nû ve dizên û der dibin.
Li ser înstagramê ez wê dişopînim. Pir çalak/aktîf û jêhatî ye, bêbavê.
Lê tiştê bala min dikişîne, ev zalim pir bi qûna xwe bawer e û di her wêneyî/dîmenê/klîbê de bêtir qûna wê li pêş e; 
yanî dema meriv li wêne, dîmen an jî li klîbeke wê dinere, bê hemdê meriv çavên meriv ji serê meriv dipengizin, diherin ewil xwe li ser qûna wê datînin.
De îja qûn jî çawa qûn e!
Ne biçûk ne jî mezin, têra xwe gilover...
Ne qûna Jennifer Lopez, ne jî qûna Shakira, qûn ji qûna Hely Luvê xweşiktir û estetîktir tune ye.
Tu yê sûnd bixwî Xwedê karê xwe spartîye min, derketîye tatîlê û li tatîlê sê mehan serê xwe bi çêkirina qûna wê re êşandîye.
Ya star!
Lê xwezî bi vê xezebê neda ber devê me!
Jixwe ne dînê me heye, ne îman; em tam dibin kafir lawê kafiran!

Selo başqan!
Evdila başqan!
Û Hakan Fîdan başqan!
De îja ka kî berx e kî başqan e?
Yan jî ez bermeqlûb bipirsim.
Kî "baş" e, kî "baş"qan e?
Mejîyê min di hundirê serê min de tevlihev bû! Ka bise bi xêr û alîkarîya mejîyekî protez ez piçekî bifikirim!
Yanî...
Ser heye...
Serok heye...
Û serserok heye😳
Ka ez piçekî din tev bidim, da ku mijar û mesele zelaltir bibe.
Yan na, ez ê jî, hûn ê jî pê bigirin!
Himm🤔
Serên zarokên me di ber serokê "me" de difirin, lê serê serokê "me" jî di nav destê serserokî din de ye.
Û ew serserok jî bi xwîna zarokên me sînorên mîsak-i milîyê zexmtir û xurttir dike.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Erê, belkî Selo başqan li xwe mikur hat, 
lê ev lixwemikurhatin wî ji vê şirîkantîya qirêj naşo.
Êêê?
Ê û serî!
Serî, 
şikefta bê derî, 
cîyê reş û tarî,
min tê de bir û anî!
Axir...
Serîyê ne serê xwe be, li ser bedena xwedîyê xwe tenê bargiranî ye.
Û li çîyayên welatê min kî dimire, ji kîsê ca xwe dihere, mixabin.

Gotina Dawî
Di tarîyê de şêr û pisîk dişibin hev!..

2 Aralık 2022 Cuma

helbesteke şîzofrenîk

Li ser pişta kîsoyekî min ji xwe re welatek ava kir.
Ji kelemên jîjo û sîxuran min merşek çêkir û li ser gola zuwabûyî raxist.
Ji çîyayên hember ka herikî di şûna berfê de.
Pinpinîkan li dora gola miçiqî li ber stranên req û beqan govend gerand.
Pîra nodûnehsalî ya diranketî ji xwe re taximek çêkir ji cercûra sîleha şervanekî nuhbalixbûyî.
Qantir derketin çalakîyê li pêşîya meslexê, ji bo dawî li qetlîama dewaran bê, sloganên stalînîst avêtin.
Çar mirî ji gorê rabûn; 
yekî berê xwe da rojhilat, 
yekî berê xwe da rojava, 
yekî berê xwe da başûr, 
yek jî li bakur ma.
Û yê li bakur ma piştî demekê dîsa li gora xwe vegerîya, 
xwe di gorê wer kir 
û bi destên xwe, xwelî li serê xwe kir, 
xwe di bin wê xwelîyê de veşart.
Qîrîn û nalîn bi axê ket û der bû, 
ji hawîrdor ve av za.
Gola miçiqî di ser re çû û goristan di bin avê de ma.
Mirî bûn masî û bi ser wê avê ketin. 
Şivanê gund şiva xwe li avê xist 
û ew mirîyên bûbûn masî û bi ser avê ketibûn ji nişka ve bûn kerîyeke pez û dan dû şivên.
Şivan li ber deng û newayên bilûra xwe pezên xwe bi cizbê xist.
Ji şikefta li sikura gund dengek bilind bû.
Ji heybeta wî dengî însan ker û lal, mişk û tûpişk û mar jî bi ziman bûn.
Pêxemberekî fîstanreş ji şikeftê derket û berjêr daket.
Di ku re derbas dibû, pê li ku dikir, ew der reş dibû 
û ji esmên hêkên reş barîya.
Hêk li erdê diketin û ji hundirê wan hêkan mejî dipengizî, 
li erdê belav dibû ew mejî.
Zarokek ji dawa dêya xwe ket 
û berî devê xwe biavêje pêsîra dêya xwe, bi çarpîkan xwe li wî mejîyê belavbûyî girt.
Zarok bi xwarina wî mejîyî jardadayî bû, ji nişka ve bû hûtekî heftserî.
Û hût em giş dabelihandin.
Ne ez mam.
Ne tu mayî.
Ne jî em, her der reş bû û her tişt bû zirhîçek.