7 Aralık 2022 Çarşamba

ku


Xwedê giravî dibêjin ji bo xizan dewlemendan nekujin dîn/ol heye/çêbûye/derketîye.
Êê...
Wî çaxî dîn/ol bi destê tucaran çêbûye.
Û jixwe pirê kesan li ser dîn bûne tucar.
Tucareta xeyalî!
Yek xeyalan difiroşe, yek jî xeyalan dikire.
Û yê difiroşe li ser pişta yê dikire fantezîyan diceribîne.

Em ê herin werin li "ku"yê bihilkumin.
"Ku" di kurdî de heye, tune ye?
"Ku" hewce ye, ne hewce ye?
Berpirsîyarîya "ku"yê çi ye?
"Ku" tenê ne "ku" ye!
Ku û ku û ku!..
Hin kes "ku"yê dikin mijara şer û pevçûn û dijminantîyê û agir ji devê wan dihere.
Heyran em ne dijminê "ku"yê ne, berevajî, em dostên "ku"yê ne û em hewl didin barê vê rebenê sivik bikin.
Em nabêjin di kurdî de "ku" tune ye û hîç bi kar neynin; tenê em dibêjin dest navêjin namûsa wê, wê ji qedr nexin.
Bi kin û kurmancî...
Kes ne li dijî "ku"yê ye, tenê em dibêjin ewil baş xwe hînî zimanê xwe bikin, dû re binivîsînin. 
Jixwe meriv bi zimanê xwe bizane, "ku"yê jî cî û hedê xwe bizane.
Lê...
Hûn çi dikin?
Hûn "ku"yê ji nezanî û şaşî û kêmasîyên xwe re dikin mertal û pîne.
"Ez ê herim "ku" ji dersên xwe nemînim "ku" ez di sinifê de nemînim."
Ka bala xwe bidin vê hevoka jor bê rebena "ku"yê çawa hetikîye!
Lê heger meriv baş bi zimanê xwe bizane, ne meriv dihetike, ne jî rebena "ku"yê dihetike.
Loma jî...
"Ku"yê ji ehmeqîya xwe re nekin pîne.
"Ku" heye û em jî cî û hedê wê dizanin, ew jî cî û hedê xwe dizane.
Nizanim bala we kişand? 
Di vê mijara "ku"yê de bêyî (ku) ez xwe û "ku"yê bihetikînim, min zêdeyî deh hevokan li pey hev rêz kirin û ya dilê xwe got. 
Demekî meriv bixwaze, meriv dikare bêyî "ku"yê jî derd û kul û daxwazên xwe bîne ziman.
"Ku" carinan di şûna "heger"ê de tê bikaranîn. Li ser meseleyê:
"Ku berî mirinekê ez deynê xwe bidim, bi qayîla Xwedê ez ê ji xwe re texsîyekê bikirim."
Di şûna "ku"yê de min dikarî "heger" jî bi kar bianîya.
"Ku" carinan ji bo derblêdanê tê bikaranîn. Li ser meseleyê:
"Min sûnda te xwarîye ku ez te zevt bikim, ez ê dev û diranên te têxim kefa destê te."
Wekî din barê "ku"yê giran nekin û wê ji nezanîna xwe ya zimên re nekin pîne.

Gotina Dawî
Di jîyana xwe ya rastîn de hûn tim mecbûr in li ber sîya yekî pal bidin; di jîyana xwe ya edebî de jî hûn destê xwe li ber "ku"yê vedigirin û parsekîyê dikin.

6 Aralık 2022 Salı

ne wilo meriv werê dine hev

Got,
-Ma weleh heta pişta te tê, pişta meriv dişikê di bin pişthatina te de!..
Min got,
-Keçê porkurê! Xelk dibêje nîyhandina mêrê me dişibe nîyhandina şêran; heta meriv çavê xwe digire û vedike, pişt tê jî. Û tew tu jî rabûyî gazinan dikî. Tu qîza Xwedê yî û Xwedê daye ca te, ma hîn jî tu çi dixwazî, kafirbavê?


Vê sibehê, erê hîn meleyê nîvro azan nedabû; lê nizanim, ji ber ku mele û nimêj ne li ser bala min in, belkî jî azan dabe.
Axir, berî nîvro bû, hin alav ji min re lazim bûn, ez rabûm çûm Bahausê (Ji derzîyê heta serê deveyê her tişt lê tê firotin, xusûsî jî alav û malzemeyên xanîyan/malan/bexçeyan)
Min alavên xwe kirîn û bi alîkarîya xortê berpirs ez hatim cîyê peredayinê.
Kasîyer jinek bû, lê ne pir bedew bû û min ji awir û şêwaza wê jî hez nekir. 
Piştî min heqê alavan bi qerta xwe ya kredîyê da, min jî xwe ji bîr kir, wê jî nepirsî ka poşet hewce ye ne hewce ye?
Min poşetek xwest. 
Derxist poşetek da min lê 250 quriş jî xwest.
Min got, "250 qurişê hûr tune ye."
Got, "Xem nake. Ka qertê, ez ê ji qertê bikujim."
Min awirek dayê lê li min ho veneda. Min qert dirêjî wê kir lê dû re min paş ve kişand. Min qerta xwe xist bêrîka xwe, ji bêrîka xwe 100 lîre derxist û dirêjî destê wê kir. 
Min got, "250 qurişê xwe ji vî pereyî bikuje."
Nepeyivî lê ji dilq û awiran min dizanîbû pê ne xweş hat; mîna bi haweyekî masturbasyonîst bi xwe xweş anîbe, lê di kêlîya berî orgazmbûyînê de orgazm nebûbe, kêfa wê lê qewitî.
Û ez jî bi wê kêfstendina piştî orgazmê di bin simbêlan de kenîyam û ji wir dûr ketim.
Meriv ne wilo, meriv werê dine hev, lê lê!

Gotina Dawî
Eyarê bênamûsa fireh e.

4 Aralık 2022 Pazar

zîhnîyeta çeqilmast

"Heta tu nexweşîya xwe tedawî nekî, tu nikarî bi dijminê xwe re şer bikî."
                                             Arîsto Teres

Û apocîyan kurd nexweş xistine; mîna zombîyan li ser nigan di xew re diherin û tenê bi sloganan dijîn.
-Bijî serok Apo!
-Bijî serok Apo!
Apo jî li qiraxa behrê rûniştîye, benîştê wî di dev de, him strana "Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme" distirê, him jî bi wê şewka xwe ya bêdox masîyan digire.
Û masî jî bê mejî ne!..

Wê rojê Salih Muslîm mêvanê bernameyekê bû. Mazûvan ango moderator pirsên "rojev"ayî jê dipirsîn û wî jî bi bersivên "rojhilat"î bersiv dida.
Wek hûn jî dizanin Salih axa hevaxayê, pardon, hevserokê PYDyê ye.
-Têkilîyeke çawa di navbera we û PKKyê de heye?
-Tu têkilîyek di navbera me de tune ye. Tenê nerîn û felsefeya me ya îdeolojîk û civakî dişibe hev. Ji xêndî slogana "Bijî serok Apo" di navbera me de danûstendinek tune ye; tenê em her du alî jî dibêjin "Bijî serok Apo" û hew. Ew ji bo bakurê Kurdistanê tê dikoşin, em ji bo rojavayê Kurdistanê, pardon bakurî Sûrîyeyê... Ya din jî, her du problem naşibin hev jixwe. 
Li Tirkîyeyê rejîm û desthilateke despot û faşîst heye. PKK ji bo demokratîzekirina Tirkîyeyê û biratîya gelen tê dikoşe; lê li vir em hewl didin nasnameya xwe ya tune bi dewletê bidin qebûlkirin û em jî nasnameya welatî têxin bêrîkên xwe.
-Hûn û Amerîka bitifaq tev digerin? Amerîka piştgirî û alîkarîyê dide we gelo?
-Na. Tenê di meseleya DAÎŞê de em bitifaq tev digerin. Wekî din, amerîkî li pey karê xwe ne, em li pey karê xwe ne. Û her weha, jixwe pêdivî û hewcedarîya me jî bi Amerîkayê tune ye.
-Heger Tirkîye şerê bejayî dest pê bike, Amerîka yê piştgirîyê bide we?
-Wek min got, em ê xwe bi xwe parastina xwe bikin; pêdivî û hewcedarîya me bi Amerîkayê tune ye.
-Gelo bira jî Amerîka ji we re gotibû têkilîya xwe ji PKKyê qut bikin, heger hûn qut nekin em ê piştgirî û destekê nedin we?
-Ev çîrokek e û bêbingeh e. Tiştekî werê nehatîye gotin.
Axir, dema meriv li vî xwenezanî guhdarî dike, qudûmê meriv ji rojava dişikê. Û heger tirk li vî xwenezanî guhdarî bikin, bi tu haweyî ew ê hesabê kurdan nekin; lewra terz û şêwaza wî jî nerîn û vîzyona wî jî ji zimanê dîplomatîk û stratejîk dûr e.
Heger di hundirê vê lîstikê de jî lîstikeke din tune be!
Belkî ev jî stratejîyek be!
Te dî dawî li stratejîyên wan nayê. 
Meriv nizane!..
Ez ê bibêjim Xweda aqil bide van bêaqilan, lê jixwe ew hîn jî Evdelayê xwe di ser Xweda re dibînin.
Û tew hin pûşt jî li ser medyaya sosyal gefan li kurdan dixwin û dibêjin, "Wextê we navê Apo anî ser zimanê xwe hay ji xwe bikin; ne hedê we ye bi tu haweyî hûn qala Apo bikin û wî rexne bikin. Dev ji rexeneyan berdin, ne hedê we ye hûn li ser wî nirxandin û tehlîl û analîzan jî bikin."
Li ser çavan generalê tirsonek û qûnalastek!
Te got û me jî wek te kir, ya ya teres!

Gotina Dawî
Sal 2022 ye, hindik maye em derbasî 2023an bibin, lê li Rojava hîn jî bi navê "serdar Apo" û "serok Apo" stranan çêdikin.
Ka îja nizanim hûn zêde wêrek û mêr û jêhatî ne yan mix û aqil di serê amerîkîyan de tune ye.
Min go nizanim...

3 Aralık 2022 Cumartesi

romana herî erotîk a kurdî

Heger tenê hefteyekê li Amerîkayê ez bibûma mêvanê Helly Luvê, piştî vegerê min ê romana herî erotîk a kurdî binivîsanda...
Ma nizanim kes ê ji min re nebe sponsor ji bo ez vê romanê binivîsînim?
Hela ka bila hinek bi xêra gora mirîyên xwe dengê min bigihîne Nêçîrvan😉
Şaş fêhm nekin!
Bawer bikin ez ne ji bo xwe dixwazim, armaca min ew e, ji edebîyata kurdî re bibe xizmetek û ciwan bi vê xizmetê li defîne û xezîneya xwe bigerin🙃
"Ax û eman, kul û derdê vê dinyayê."
Li ber stranên Ciwan jî meriv ê zûtir li ciwanîya xwe vegerîya.
Dema çav li vê zalimê dikevim, hormonên min ên testosteron bi cizbê dikevin û bi dîwaran ve radipelikim mîna gumgumokekî...
Tesîr û bandora vê bêbavê ji tesîr û bandora vîegrayê xurttir e.
Ne ku min dest bi vîegrayê kiriye, haa!
Tenê texmîn dikim😉
Ez bawer im kalekî xatir ji mêranîya xwe xwestibe jî dema çav li wê dikeve, hormonên wî yên testosteronî ji nû ve dizên û der dibin.
Li ser înstagramê ez wê dişopînim. Pir çalak/aktîf û jêhatî ye, bêbavê.
Lê tiştê bala min dikişîne, ev zalim pir bi qûna xwe bawer e û di her wêneyî/dîmenê/klîbê de bêtir qûna wê li pêş e; 
yanî dema meriv li wêne, dîmen an jî li klîbeke wê dinere, bê hemdê meriv çavên meriv ji serê meriv dipengizin, diherin ewil xwe li ser qûna wê datînin.
De îja qûn jî çawa qûn e!
Ne biçûk ne jî mezin, têra xwe gilover...
Ne qûna Jennifer Lopez, ne jî qûna Shakira, qûn ji qûna Hely Luvê xweşiktir û estetîktir tune ye.
Tu yê sûnd bixwî Xwedê karê xwe spartîye min, derketîye tatîlê û li tatîlê sê mehan serê xwe bi çêkirina qûna wê re êşandîye.
Ya star!
Lê xwezî bi vê xezebê neda ber devê me!
Jixwe ne dînê me heye, ne îman; em tam dibin kafir lawê kafiran!

Selo başqan!
Evdila başqan!
Û Hakan Fîdan başqan!
De îja ka kî berx e kî başqan e?
Yan jî ez bermeqlûb bipirsim.
Kî "baş" e, kî "baş"qan e?
Mejîyê min di hundirê serê min de tevlihev bû! Ka bise bi xêr û alîkarîya mejîyekî protez ez piçekî bifikirim!
Yanî...
Ser heye...
Serok heye...
Û serserok heye😳
Ka ez piçekî din tev bidim, da ku mijar û mesele zelaltir bibe.
Yan na, ez ê jî, hûn ê jî pê bigirin!
Himm🤔
Serên zarokên me di ber serokê "me" de difirin, lê serê serokê "me" jî di nav destê serserokî din de ye.
Û ew serserok jî bi xwîna zarokên me sînorên mîsak-i milîyê zexmtir û xurttir dike.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Erê, belkî Selo başqan li xwe mikur hat, 
lê ev lixwemikurhatin wî ji vê şirîkantîya qirêj naşo.
Êêê?
Ê û serî!
Serî, 
şikefta bê derî, 
cîyê reş û tarî,
min tê de bir û anî!
Axir...
Serîyê ne serê xwe be, li ser bedena xwedîyê xwe tenê bargiranî ye.
Û li çîyayên welatê min kî dimire, ji kîsê ca xwe dihere, mixabin.

Gotina Dawî
Di tarîyê de şêr û pisîk dişibin hev!..

2 Aralık 2022 Cuma

helbesteke şîzofrenîk

Li ser pişta kîsoyekî min ji xwe re welatek ava kir.
Ji kelemên jîjo û sîxuran min merşek çêkir û li ser gola zuwabûyî raxist.
Ji çîyayên hember ka herikî di şûna berfê de.
Pinpinîkan li dora gola miçiqî li ber stranên req û beqan govend gerand.
Pîra nodûnehsalî ya diranketî ji xwe re taximek çêkir ji cercûra sîleha şervanekî nuhbalixbûyî.
Qantir derketin çalakîyê li pêşîya meslexê, ji bo dawî li qetlîama dewaran bê, sloganên stalînîst avêtin.
Çar mirî ji gorê rabûn; 
yekî berê xwe da rojhilat, 
yekî berê xwe da rojava, 
yekî berê xwe da başûr, 
yek jî li bakur ma.
Û yê li bakur ma piştî demekê dîsa li gora xwe vegerîya, 
xwe di gorê wer kir 
û bi destên xwe, xwelî li serê xwe kir, 
xwe di bin wê xwelîyê de veşart.
Qîrîn û nalîn bi axê ket û der bû, 
ji hawîrdor ve av za.
Gola miçiqî di ser re çû û goristan di bin avê de ma.
Mirî bûn masî û bi ser wê avê ketin. 
Şivanê gund şiva xwe li avê xist 
û ew mirîyên bûbûn masî û bi ser avê ketibûn ji nişka ve bûn kerîyeke pez û dan dû şivên.
Şivan li ber deng û newayên bilûra xwe pezên xwe bi cizbê xist.
Ji şikefta li sikura gund dengek bilind bû.
Ji heybeta wî dengî însan ker û lal, mişk û tûpişk û mar jî bi ziman bûn.
Pêxemberekî fîstanreş ji şikeftê derket û berjêr daket.
Di ku re derbas dibû, pê li ku dikir, ew der reş dibû 
û ji esmên hêkên reş barîya.
Hêk li erdê diketin û ji hundirê wan hêkan mejî dipengizî, 
li erdê belav dibû ew mejî.
Zarokek ji dawa dêya xwe ket 
û berî devê xwe biavêje pêsîra dêya xwe, bi çarpîkan xwe li wî mejîyê belavbûyî girt.
Zarok bi xwarina wî mejîyî jardadayî bû, ji nişka ve bû hûtekî heftserî.
Û hût em giş dabelihandin.
Ne ez mam.
Ne tu mayî.
Ne jî em, her der reş bû û her tişt bû zirhîçek.


29 Kasım 2022 Salı

malxerabî


Çima tu nabêjî me pê girtîye hayê me ji me tune ye!
Zanista tibî dibêje,
Xemgînî ji pişikê re,
Fikirîna zêde ji fatreşkê re,
Metirsî/Endîşe ji mahde/mîdeyê re,
Gir/rik/nefret û şikestina ruhî ji dil re, 
Tenêtî ji bezê tiroîtê re,
Jibîrnekirina rabirdûyê/berê ji zirav re,
Tirs û metirsî ji gurçikan re, 
Di serî de mezinkirina meseleyan ji hezm û serifandinê re,
Hêrs û xweacizî jî ji kezebê re ne baş e.
Ê heyran di nav van şert û mercan de meriv pola be jî, pere nake.
Axir...
Zîhnîyeteke beradayî,
civakeke nezan û nexwende,
rêvebirên qeşmer
û birîna bêderman, bêdewletî...
Wa ye dîsa tişt bi me nayê!

Gotina Dawî
Mesele kûr e, dahwe giran e!..

27 Kasım 2022 Pazar

ji rojevê çend kelam

Xwedê kirî sinetkirin heye, yan na me yê di xwe nîyha!
Ne ez dibêjim, zanist dibêje; xêr û guneh di stûyê zanistan de be.
Xwedê giravî hemû sir û esrara arezû û şehwetê di bin wî çermikê zêde de veşartî ye.
Dibêjin şêx û mele zêde di ser kîrê xwe de ne. Nizanim, wer dibêjin, 
lê gelo dibe şêx û mele nesinetkirî bin?
Heger rojekê rêya min bi Mêrdîna xopan ket, ez ê destê xwe bidim ser qûna xwe û herim serdana Seyda Birhan; ka bê şêx û mele sinet dibin an nabin, ez ê ji wî bipirsim.

Ev îroj du roj in li Tirkîyeyê şîdet û lêdana li kûçikan di rojevê de ye.
La hewle wela!
De îja tirkên bi qasî pîvazeke xerabe qîmetê însên li cem wan tune ye, radibin li ser heywên girî dikin û hêsiran digindirînin, lê...
Bi telaq hûn ne însan in!
Haa! Heger em kurd li ser heywên bigirîn û hêsiran bigindirînin, heq e, 
lewra pirê caran bav û kalên me ji jinên xwe bêtir qîmet dane keran.
Têr nîyha kera xwe û zîvirî çû bi serê girt û enîya kera xwe maçî kir.
Got,
-Ax ax! Hema te karîbûya kulmek bilxur/savar jî çêbikira...

Li ser twîtterê kerekê, bibore, kurdekê gazin kirîye.
Dê û bavê wê navê wê kiriye "Rojîn" lê wextê xwe bi hevalên xwe dide naskirin, xwe bi navê "Guneş" dide naskirin.
Normal e, ji qewla Hisênkê Omerî. 
Heger meriv bi kurdî nepeyivî, nejîya û bi kurdbûna xwe meriv xwe şad û serbilind hîs nekir, nav Rojîn be çi ye, Guneş be çi ye!..
Ez di bêvila bavê te nim!

Gotina Dawî
Dê û dotê pev çinîn/pev ketin/şer kir, kêmaqilan bawer kir!

26 Kasım 2022 Cumartesi

cewrikên asenayê

Bi hêz û qaweta dewletê cewrikên dêlika Asenayê ji ser hişê xwe ve diherin.
Lê em dizanin wextê bi tena serê xwe digerin bê çi tirsonek û teres in.
Di bernameyekê de teresekî porê xwe mîna hêka qûna mirîşkê spî kiribû, rahişt mîkrofonê û bi wî ruhê xwe yê hovane ji moderator û mêvanê studyoyê re got, "Problema terorê bi nermî çaresar nabe. Te li ku ew zevt kirin, tu yê guleyekê bera serê wan bide û hew!"
Hey kîrquzdê!
Roj ê were, li ber baraneke kurdistanî ew boyaxa porê te yê jê here û nêrkurd ê bi avika xwe wî porê te spî bikin.

Gotina Dawî
Ê ne ew Xwedayê hûn pê sûnd dixwin ê jî we ji xezeba me xelas neke.

teqtîk û stratejî

Wekhevî û Jin û Mêr
Ne mêrîst im, ne feminîs lê ez ê nehêlim hûn jinan di devê xwe de bikin benîşt.
Mêr ji jinan çêbûne yan jin ji mêran çêbûne, dişibe çîroka hêkê û mirîşkê.
Lê...
Ne jin bi tena serê xwe dikarin mêran çêkin, ne jî mêr bi tena serê xwe dikarin; heger meriv fîşekê najo ber, demançe nateqe.
Axir...
Ne jin, ne jî mêr, jixwe heger xîret û heysîyet hebe, hewce nake yek li jor, yek jî li jêr be!..
Her tim li jor jî, her tim li jêr jî nabe û bêtehm e; jor û jêr bi hev re bitehm e.
Yanî min ev tirêna peyvan ji bo hûn bibin însan û guh nedin wekhevî mekhewîya bi derew û sloganan.
Te dî adet e...
Hey stûşikestino! Xwe bikin însan, da ku jin destê xwe li sînga we nexin û ji we re çîrok û çîrçîrok û çîvanokan nebêjin li ser wekhevîya jin û mêran.
Heger hûn aciz bûn, destê xwe li jinan bilind nekin, tilîya xwe ya navîn di têxin qûna xwe û xwe ji wê stres û acizîyê xelas bikin.

Teqtîk û Stratejî
Berê, dema apocîyan şaşîyek dikir- di esasê xwe de her tiştê wan şaş bû, lê carinan ji nav wan şaşîyan bê hemd tiştekî rast jî derdiket- ku meriv bigota, "Lo lawo, hûn şaş in!" dibezîyan me û digotin, "Teqtîk e heval, teqtîk!" 
Me jî digot de qey bira jî hayê wan ji tiştinan heye û bi haweyekî stratejîk teqtîkan dikin.
Bi salan bi van teqtîkan mejî di serê kesî de nehiştin, civak ker û lal kirin, mîna pez.
Û her sal me got xwezî bi par!..
Îro ro...
Li rojavayê welêt destkeftîyek heye; mîna başûrê welêt ew jî ber bi serxwebûnê ve li xwe digere, lê...
Piroblemek jî heye!
Çendî tehlîlkirina vê problemê ne zor û zehmet be jî, berî her tiştî divê meriv ji dil be û wî tiştî bixwaze.
Wek ku çawa li bakurê welêt apocîtî hincet e ji bo êrişên dewleta dagirker, li rojavayê welêt jî ji bo kurd bi ser nekevin û destkeftîyên heyî jî ji dest derxin, bi heman teqtîk û stratejîyê dîsa apocîtîyê ji xwe re dikin hincet.
Lê teqtîk û stratejîya van hevalan nayê hişê wan, mixabin.
Gelo dibe armanca hebûna wan bi xwe hincet be!
Min go nizanim!
Îja...
Heyran, hûn ji apê xwe hez dikin nakin, hûn wî dikin pêxember nakin pêxember, hûn wî dikin Xweda nakin Xweda, hûn bi kêfa xwe ne û me eleqedar nake, lê heger doza we ne toz e û ji dil can hûn dixwazin kurd bigihêjin armanc û miradê xwe, wek çawa doh û pêr we ji me re qala teqtîk û stratejîyan dikir (heger ne derew bû) nuha jî bi haweyekî teqtîkî û stratejîk wêne û posterên apê xwe hilînin, ala û filamayên rêxistina apê xwe têxin binê sindoqan, veşêrin û kengî we pişt li dijmin şikenand û bi her haweyî hûn bi ser ketin, wî çaxî hûn hez dikin navên xwe û zarokên xwe û nevîyên xwe, hûn hez dikin navên sikak û kuçe û kolan û qadên xwe, hûn hez dikin navên gund û navçe û bajarên xwe hemûyan bikin "APO" û li ber her dibistanekê peykerekî wî çêkin, lê hûn ne ji dil û samîmî ne û kurd û doza Kurdistanê ne xema we ye.
Dinya alem hemû dizanin dewleta tirko apocîtîya we ji xwe re dike hincet û êrişî we dike, lê hûn wê bloka li ser mejîyê xwe ranakin û bimetiq nafikirin, tev nagerin.
Îja ka aqil!
Aqil jî ji kîsê xelkê ye!

Brezîlya û Futbol
Doh maça Brezîlya û Sirbîstanê hebû.
Ma nizanim min ji we re gotibû ez alîgirekî tîma Brezîlyayê me?
Erê...
Hezkirina min a tîma Brezîlyayê hîn ji Pele, Zîko û Sokrates tê û dû re bi Romarîo û Ronaldo û Ronaldînho û Neymar berdewam kir.
Kêfa min ji futbola mekanîk re nayê, di futbolê de jî ez li huner û estetîkê dinerim, loma ji futbola Brezîlyayê hez dikim. Dema dilîzin, him ew zewqê ji lîska xwe distînin, him jî dihêlin meriv zewqê ji lîska wan bistîne.
Û doh di maça Brezîlya û Sirbîstanê de Richarlison golek avêt, lê ji xweşbûna golê me şok derbas kir û bi wê şokê em ker û lal man. Hew me dî li jor dengê çepikan tê; Xwedê formê Brezîlyayê li xwe kiribû, bi olan û qîrîn li çepikan dixist!..

Gotina Dawî
De îja heger amerîkî ji me ne xerabtir bûna, bi haweyekî teqtîkî û stratejîk benda me nediketin û bi hêvîyan mala me xera nedikirin!




24 Kasım 2022 Perşembe

teresî

Ji nivîsa blogê ya doh re kêfa gelek hevalan hat û hin ji wan hevalan kêfxweşîya xwe jî bi min re par ve kir.
Got,
-Ez van kîrquzdêyan hewaleyî kîrê kesên mîna te dikim! 
Û vêca tu û ûjdanê kîrê xwe!..
Min got,
-Sofy, ûjdanê kîrê min tune ye.
Got,
-Jixwe dawîya quzên wan jî tune ye. Ez serkeftinê ji kîrê kesên wek te re dixwazim û destê nebî û ewlîyayan li pişta te be.
Û straneke şoreşgerî avêt ser min û kîrê min:

Kî ne em
Cotkar û kîrker
Di wan nin her û her
Heta av here ji ber
Hoy hoy hoy hoy kî ne em
Hey hey hey hey kî ne em
Min go bi maça 
ew qebûl nakin
Min go bi alastinê
Ê bavê min ew qebûl nakin
Em in ew kurdê kîr hişk û hesin
Îro jî quzê wan ji me ditirsin
Bêhna kutanê kete pozê min
Dema çav li quzê wan dikevim
Dixwazim biteqim
Naxwazim bimirim dixwazim bikutim
Tirkîstana we axa romîyan
Kî ne em 
Kî ne em
Hoy hoy hoy hoy kî ne em
Hey hey hey hey kî ne em
Em in em kurd in
Her dikutin we
Li jêr û li jor
Bi her pozîsyonê
Em ê bikutin we
Kî ne em 
Kî ne em

Gotina Dawî
Teresan bi teresîyê teres bikin!